|
|
- DEWLETA
KARTON JI BÊ ÇARETIYA PIRSGIRÊKA KURD Û KURDISTANÊ NIZANE ÇI
BIKIE
- FÛAD
SÎPAN (AKPINAR),
fuadsipan@yahoo.de
-
- Almanya, 12.04.2007
-
-
-
-
- Kurdistaniyên hêja!
-
- Bila Erdogan û çeqelên wek wî
baþ bizanibin ku serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî taca serê
Kurdan e, ew ne tenê serokê Kurdistana Azad e, ew herwiha serok û îradeya
hemû Kurdan li her çar perçên Kurdistanê ye. Em ji Xwedayê dilovan
razî ne ku ew lawê Melle Mistefa Barzaniyê mezin e û îro bi mêranî
û bi mêrxasî di þopa bavê xwe de dimeþe û doza Kurdistanê diparêze.
Birêz Mesûd Barzanî ji bo Kurdan mîras û diyariya Melle Mistefa
Barzaniyê mezin ya herî payebilind û bi zêr e.
-
- Dewleta Tirk dîsa rojeva Kurdistanê û Tirkiyê gur kir û
Tirk dixwezin bi alavê xwe bigihînin armancên xwe yên bi kirêt. Çima
serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî di hevpeyvîneke di televîzyona
Al Arabiya de gotibû ”heger Tirkiye ji bo sedhezar Tirkmenên Kerkûkê midaxele bike, emê
jî ji bo 30 mîlyon Kurdan midaxele bikin” û di eynî hevpeyvînê de serok Barzanî wiha dibêje
”heger
Tirkiye dest dirêjî Kerkûkê bike, wê mafê me jî hebe em dest biavêjin
Amedê û bajarên din yên Kurdan”
-
- Li ser van gotinên serok Mesûd Barzanî di serî de
serokwezîrê Tirkan Erdogan û hemû qaþo çep, rast û çeqelên wan
ji sînorê terbiye û bêedebiyê derketin, di þexsê serokê
Kurdistanê de êriþî hemû Kurdan dikin. Erdogan li ser gotinên
serokê Kurdistanê birêz Barzanî wiha dibêje, ”Barzanî
heddê xwe derbas kiriye” Erdogan her wiha bi gef û tehdîdên din berdewam dike. Çapemeniya
Tirk jî heta ji dest tê ji dijminahiya li hemberî Kurdan sûdê
werdigire, ji ne çareseriya pirsgirêkê re xizmetê dike.
-
- Heger Tirk dîsa dixwezin telîs û çiwalan
têxin serên Mehmetçîkên xwe, bila kerem bikin êriþî Kurdistanê
bikin. Bila Tirk baþ bizanibin dê çiyayên Kurdistanê ji wan re
bibin goristan.
-
- Hemû derdên Tirkan li ser Kurdistana
serbixwe ye û ew dixwezin îstiqrara Kurdistanê xerab bikin. Lê
Tirkan hên fêhm nekirine ku Kurdan ti caran li ber wan serî daneaniye
û dê ti caran jî li ber wan serî daneyne. Yanê bi gotineke din, ewên
mala min xerab bikin, ez jî mala wan xerab dikim. Yên Tirkan baþ nas
dikin bi hêsanî dikarin bibêjin, ku Tirkan ji zû de ji heddên xwe jî,
ji ceddên xwe jî û ji hedd û ceddên bavên xwe jî derbas kirine.
Nayê fêhmkirin ku Tirk çawa wî mafî di xwe de dibînin, ku êriþî
Kurdan bikin, Kurdan bi gotinên bêedeb birîndar bikin. Bi salan e
Tirk êriþî Kurdan dikin, Kurdan biçûk dixin. Pir caran rayedarên
Kurdistana Azad bê deng û bê bersiv dimînin, loma Tirkan ewqas zimanê
xwe li ser Kurdistana Azad dirêj kiriye. Bi raya min heger rayedarên
Kurdistana Azad di heman deman de wisa bersivê bidin Tirkan dê herin
wek pisîkan di cihên xwe de rûnin.
- Tirkên ku hetanî sedsala 21an bê nav bûn,
bi saya Ewropiyan bûne xwedî nav, ji vir hezar sal berê bi kurtanên
ker û hespan, bi hovane, bi destê zorê welatên xelkê talan kirin,
welatekî karton ji xwe re bi saya xelkê ava kirin, lê di ser de jî
li ser nasekinin, wek donê rûnê ku bi ser avê dikeve dibiriqin û li
roja dawiyan xwe digerin. Dijminahiya Tirkan li dijî Kurdan û yên din
êdî wek nexweþiyeke bê derman e û di civata Tirkan de cih girtiye.
Hezar carî mixabin ku bibêjim, li ser helwesta Tirkan ya îrrasiyonal,
ya mantiqê teng (raste ku mirov bibêje ya dijminane û faþîstane),
Tirk ne amade ne û dê ti carî jî ne amade bin ku pirsgirêka Kurdan
bi awayekî aþtiyane çareser bikin. Wisa tê xwiyakirin ku dê Tirk bi
vê polîtîkaya xwe di dawiya dawîn de felaketeke wisa bînin serê
gelên xwe ku ti kes nikaribe wan xelas bike. Jixwe heta Tirk derbeyeke
mezin nexwin û zerarê nebînin dê dest ji siyaseta xwe ya hovane jî
ber nedin. Lê ez bawerim, dê Tirk di demeke kin de lingê dîk di tawê
de bibînin.
-
- Ji sala 1991an vir de Tirk her carê dibêjin,
goya wan alîkariya Kurdan kiriye, paseport dane serokên Kurdan û hwd.
Tirkan ti caran ji dil de, bi awayekî durist û dostane alîkariya
Kurdan nekiriye. Ew her demê bi hêsabên xwe yên kirêt tevgeriyane.
Tiþtên ji bo baþûrê Kurdistanê kirine jî hemû ji bo berjewendiyên
xwe kirine. Dewleta Tirk heta rûxandina Sedamê dîktator di hin
mijaran de jî mecbûr bû li gorî biryara UNO ya 688 tevbigere. Yanê
di rastiyê de heger ji tirsa dinyayê neba dê Tirkan di rojekê de lê
bixebitiyana ku Kurdan ji holê rabikin.
-
- Bila her kes aqilê xwe topî serê xwe
bike. Ev sala sala qedera serxwebûna Kurdistanê ye. Divêt Kurdên li
Bakur bi taybetî yên di nava refên partiyên Tirkan (AKP û hwd.) de
ne hêsabên xwe baþ bikin û di roja teng de li birayên xwe yên Baþûr
xwedî derên. Heger çewtiya wê bêye kirin, bila ew baþ bizanibin dîrok
wan efû nake.
-
- Divêt Kurdistana Azad jî aqilê xwe topî
serê xwe bike û hemû þîrketên Tirkan ji Kurdistanê biavêje.
Heger wiha berdewam be, dê Tirk vê carê jî li Kurdistana Azad bibin
kolonyalîstên modern û li ser siyaseta Kurdistanê rola xwe bihêlin.
-
- Du rê li ber Tirkan hene, yan ewê bibin
mirov, yan jî dê têk herin. Alternatîva sisiyan ji bo Tirkan tineye.
|
|
|