|
|
DEWLETA
TIRK Û DTP
Almanya, 17.06.2007
Kurdistaniyên
hêja!
Dewleta
Tirk li hemberî gelê Kurd helwesta xwe na guherîne, wisa pijiyiye di ser
de jî Kurdan dike berpirsiyarê neçareseriyê. Tirk ji guhertinê tiþtekî
tenê dizanin, ew jî ew e ku divêt her kes bibe wekî wan û ji dewleta
Kemalîzimê û leþkeran re xizmetê bike.
Lê
êdî kirîzê bi nava dilê dewleta Tirk girtiye, bi gotineke din mirov
dikare bibêje, agir bi daw û derlingên wan girtiye. Dewleta Tirk ji dema
hilbijartina serokkomar de heta niha xwe ji kirîzê xelas nekiriye, wisa tê
xuyakirin dê ne wiha hêsan be jî ku Tirk xwe ji kirîzê xelas bikin. Roj
bi roj kirîz kûr dibe. Tirk dîsa wek her dem bi tehdîda leþkeran xwe ji
kirîzê xelas dikin, loma bi sed hezaran leþkerên xwe birine ser sînorê
Baþûrê welatê me, pirovakasyonan çêdikin û bi bombebarana gundan û
her roj bi gefên nû dixwezin xwe ji kirîzê xelas bikin. Tirk xwe diavêjin
ber bextê Amerîka û YE ku ew destûrê bidin wan û ew jî bikaribin êriþî
Kurdistana Azad bikin. Lê ti kes bi gotina wan nake. Tirk ji bêaqiliya
siyaseta xwe þok li ser þokan derbas dikin. Hiþ û aqil di serên wan de
nemaye, hemû siyaseta xwe di dijminahiya Kurdan de kilît kirine. Gotineke
pêþiyên me dibêjin “Aqil
taca zêrîn e, li serê her kesî nîn e”
Heger aqilê Tirkan heba dê neketina vê rewþê ku êdî nikarin ji nav
derên. Lê dewleta kûr-nehênî, yanê bi gotineke din, generalên Tirk ji
kêmaqiliya gelê xwe îstîfade dikin.
Bê
guman dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd bi niyeta xwe ya bi kirêt bi ser
neket, lê mixabin di pê ewqas bedelên mezin, ewqas þehîd û keda bi mîlyonan
Kurd jî heta niha xwe negihandin armancên xwe yên rewa. Tirkan beþek ji
desthilatdarên tevegera Kurd li Bakur xistine bin kontirola xwe û tevgera
Kurd lewitandin. Heger tevgera Kurd nehata lewitandin, kesên wek Aysel
Tugluk û yên wek wê nikaribûn bi paraþûtan ji ezman werin bibin
desthilatdar û zimanê xwe li ser Kurdan dirêj bikin, Kemalîzimê û
peymannameya, sondxwarina (Misak-i Milli) biparêze û hestiyariyên Kurdan
birîndar bike. Tiþtên Aysel Tugluk dibêje dûrî ehlaqê mirova ye.
Aysel Tugluk ji bo qatîlê Kurdan yê herî mezin Mistefa Kemal di rojnama
Tirk Radîkalê de (28.05.2007) wiha dibêje “Helwesta wî ya dîrokî mezinbûna wî xwe nîþan
da û hîn jî xwe nîþan dide jî. Ew kesekî ebedî ye. Ew ji bo netewbûnê
bingehek e.”
Aysel
Tugluk û kesên wek wê dê ji bo van xerabiyan bi gelê Kurd re di dîroka
Kurdan de wek lekeya dîrokî bimînin. Mixabin tevgera Kurd hê jî xwe ji
siyaseta lewitanidinê xelas nekiriye, wê bi îsrar diparêze. Di ser de jî
kesên wek Aysel Tugluk li Amedê di rêza yekem de bi Xelat dikin, wê
dikin namzetê serbixwe. Ev helwesta li hemberî gelê Kurd bê rûmetî ye,
ji neyarên Kurdan re xizmet e. DTP bi Aysel Tugluk re li ser tevgera Kurd
kapan diavêje û mirov dibêje qey tevgera Kurd û gelê Kurd milkê bavê
wan e, ku ew li ser Kurdan ewqas lîstikan çê dikin. Gelo qet kesekî bi
fam û feraset di nava desthilatdarên DTPê de tine ku bizanibe dewleta kûr
wan bi çi sosiretî bi kar tîne? Madem ku Aysel Tugluk û yên wek wê
Kemalîzimê û Misak-i Milli û Mistefa Kemal diparêzin, dikin serokê xwe
yê ebedî çima hatine ketine nava Kurdan û bi navê Kurdan diaxivin. Bila
ji kerema xwe herin nava faþîst û þovenîstên Tirkan kar bikin, ku Kurd
jî rûyê wan yên rûreþ nas bike.
Divêt
Kurd ti carî van gotinên bav û kalên me ji bîr nekin, “Neyarên
bavan nabin dostên lawan”
Kirinên Tirkan li hemberî gelê Kurd aqilê mirovan disekinîne. Gotinek pêþiyên
Tirkan heye û dibêjin “Bir
dil bir insan” (Zimanek miroveke)
yanê bi dîtina Tirkan kî zimanekî bizanibe miroveke, kî du zimana
bizanibe du mirov e û hwd. Lê van gotinên Tirkan li cem Tirkan ji bona
Kurdan derbas nadibe, çimkî Tirk Kurdan wek mirov nas nakin. De hela bala
xwe bidinê çima serokê þaredarê Sûra Amedê Abdullah Demirbaþ ji
zimanê Kurdî re xizmetên baþ dikir, dadigeha bilind ya Tirkan di 14ê vê
mehê de ew û endamên meclîsa Sûrê ji karê wan avêt. Goya dadigeha
Tirkan ya bilind di biryara xwe de wiha dinivîsîne ”Seroke Þaredariya Surê Abdullah Demirbaþ, biryara
þaredariyeke pirzimanî daye. Ev biryara pirzimanî ya þaredariyê li dij
qanunên Tirkiyê ye, li dij qanûna bingehîn a Tirkiyê ye û Tirkiyê perçe
dike.” Çavkanî
malpera, http://www.netkurd.com/nuce.asp?id=7609
Divêt
Kurd ti carî bi gotinên vala û bê bingeh, ku bi salane ji aliyên pir
Kurdan ve jî tê gotin, ku goya Kurd û Tirk biran e bawer nekin. Biratî
bi þovenîzmê, faþîzmê, asîmîlasyon û înkariyan nabe. Biratî bi çirto
û virtotî nabe.
Divêt
Kurd jî êdî aqilê xwe topî serê xwe bikin, dengên xwe bi xurtî
bilind bikin, hilbijartinên Tirkan boykot bikin,
nehêlin Kemalîstên eþkere û yên veþartî bi navê Kurdan biaxivin.
Ez
di dawî de ji Navenda PENa Kurd tika û daxwaz dikim ku vê biryara
dadigeha Tirkan li hemberî zimanê Kurdî têxe rojeva xwe û hemû PENên
cîhanê li ser vê mijarê agahdar bike.
|
|
|