|
|
-
DIJMINÊ
BÊNAMÛS Û BÊAQIL
-
FÛAD
SÎPAN
- fuadsipan@yahoo.de
- Almaniya,
27.09.2009
-
-
-
-
-
- Kurdistaniyên
hêja!
-
- Xwezil
welatê me Kurdistan wek hemû welatê cîhanê serbixwe û azad
ba. Xwezil milletê me ev sed salên dawî ewqas eziyet û cefa
nekiþanda. Xwezil welatê me, Kurdistan di bin bandora ti kesî
de ne ba.
-
- Xwezil
ne dewletên Tirk, ne Faris û ne jî Ereb, heger dibû, bila di
dewasa wan de Înglîz û an jî welatekî din ji welatên Ewropayê
li Kurdistanê kolonyalîst ba.
-
- Pêþiyê
me dibêjin “Xwedê pêsîra meriya bi dijminên bênamûs û
bêaqil nealîne”
-
- Niha
ev e, feleka ku li serê me bi dijminên me yên hikûmatên Tirk,
Ereb û Farisan re geriyaye. Mixabin em ketin toqa van hovana û
ew li pêsîra me aliyane. Ew li ser axa welatê me mexel bûne,
çi tiþtê here xerab di dinyayê de hene, heya niha anîne serê
me. Kînga dilê wan bixweze, di xwe de wê mafê dibînin,
xerabiyên here mezin bînin serê me, û hê jî di wan xerabiyan
de me gunehkar dikin.
-
- Neyarên
me xwe xwediyên Kurdistanê dihesibînin, tew di ser de jî me ji
xwe re wek pirsgirêk dibînin. Dijminên me wisa bênamûs û
wisa jî bêaqil in, ku ew di ser de jî me sûcdar û tawanbar
dikin.
-
- Dijminên
bênamûs û bêaqil bi van xerabiyên xwe hin Kurdên wek xwe bêaqil
jî ji bo xwe perwerde dikin û li pêsîra me dialînin. Her tiþtên
van bênamûs û bêaqilana sexte ye, ji dîroka wan bigire, heya
ola wan hemû bêbingeh û li ser derwan ava bûye..
-
- Bi
ti soz û peymanê van bênamûs û bêaqilana bawerî nayê
kirin. Soz û peymanên wan di nava lêvên wan yê derew de ye.
Çawa li hêsabê van bênamûs û bêaqilana tê her tiþtî li
gorî xwe rewa-meþrû dibînin û tiþtê li hêsabê wan nayê jî,
ji bo xwe nerewa dibînin.
-
- Heya
Kurd wek pêþiyên xwe pirsgirêkê di vê çerçova jorîn de þîrove
nekin, nikarin rastiya rewþa bibînin û heya Kurd bi çavekî
rexneyî pirsgirêkan di nava xwe bi xwe de jî nîqaþ nekin, dê
nikaribin çareseriyan peyda bikin.
-
- Ev
demek e, goya hikûmeta Tirk lê dixebite pirsgirêka Kurd çareser
bike. Lê ew nîqaþên wan jî li gor bênamûsî û bêaqilya
wan tên kirin.
-
- Serokkomarê
Tirk Abdullah Gul di 26.08.2009an de di pê xwarina fitarê de ji
goya malbatên þehîdên Tirkan re axaftinek kir û di axaftina
xwe de got, “Devlet yanlýþ yapmaz” (dewlet þaþiya nake)
-
- Ev
nêrîna Gul tê wê wateyê, ku berpirsiyarên Tirk wisa ji xwe
bawer in, dê ne tenê Kurdan, hemû cîhanê jî bixapînin.
-
- Di
sala 2005an de li Sêrtê zarokan kevir diavêtin leþkerên Tirk.
Leþkerê Tirk jî bi gula bersiva zarokan dida û di encamê de
leþkerê Tirk zarokeke Kurd kuþtin. Pirsgirêk çû dadê û di
dawiya dawîn de Yargitaya Tirk çend roj berê li Enqerê biryar
girt û got, ti sûcê leþker tine, û ew serbest hate berdan.
-
- Di
demeke wisa hesas de biryareke wisa tê wata ku dewleta Tirk hê
qasî misqalekê guherîn di xwe de çê nekiriye û niyeta wan jî
tine, xwe biguhirînin.
-
- Dewleta
bênamûs û bêaqil welatê me dagîr kiriye û Kurdistan îhlaq
kiriye û tew di ser de jî me sûcdar dikin û dixwe de wê mafê
dibînin, ku zarokên me bikujin.
-
- De
îcar li vê sosiretê binêrin, çima Hulya Avþar Artîsta Tirk
ji vir demek berê nêrîna xwe li ser pêvajoya nîqaþên li ser
goya çareseriya pirsgirêkê di rojnama Milliyetê de gotibû,
niha dozgerê Stenbolê li dijî wê lêpirsîn daye vekirin.
-
- Ma
hewce ye, ku em êdî zêde pir tiþtan li ser van bênamûs û bêaqilana
bibêjin.
-
- Vêca
bi vê siyaseta bênamûs û genî hikûmeta Tirkan dixwaze
Tirkiyayê bîne nav Yekîtiya Ewropayê. Erê rast e, Tirkiya
dikeve ser sînorê Ewropayê, lê dûrbûna ramanan ji hev dûrbûna
erd û ezmên e.
-
|
|
|