|
|
- DILEKÎ BI WÊREK XELATA
NOBELÊ WERGIRT
-
-
-
- FÛAD
SÎPAN (AKPINAR),
fuadsipan@yahoo.de
-
-
- Almanya, 13.10.2006
-
- Bê þik
û guman Xelat wergirtina Nobelê ya wêjeyî (edebiyatê) ji bo birêz
Orhan Pamuk bersiveke siyasî li dijî dewleta leþker û dagiker e. Her
wiha ev Xelata Nobelê ji bo hemû gel û hindikayiyên li Tirkiyê û
Kurdistanê gaveke dîrokî ye. Ev Xelat li dijî zilm û zora rejima
Kemalîst e. Ev Xelat ji bo doza mafê mirovatiyê ye. Ez bawerim dê bi
vê Xelatê çerxa ji holê rakirina pergala Kemalîzimê dê bi leztir
bike. Heger mirov dîroka rejimên totalîter bide ber çavên xwe, dê
baþ bibîne ku wêrekiya hin rewþenbrên wek Orhan Pamuk hemû rejimên
dîktator di bin erdê re kirine. Mirov dikare birêz Nelson Mandela,
Vaslav Havel û hwd. wek nimûne bide. Êdî leþkerên Tirk çiqas jî
bixwezin xwe bi wê pargala kalên xwe Mistoyê Beton ve girê bidin, dê
nikaribin pêþiya jihevketina sîstemê bigirin.
-
- Çawa
rejimên wek Sovyeta Berê ketine çopa cîhanê, dê Kemalîzim jî
bikeve wê çopê. Ti hêz êdî nikare vê çerxê þûn de vegerîne.
-
- Ez bi kûrahiya
dilan di wê baweriyê de me ku rojên rizgarkirina Bakurê Kurdistanê
pir nêzîktir bûn, dê pergala Kemalîzmê hilbiweþe û Orhan Pamuk jî
dê bibe serok dewletê Tirkiya demokirat ya yekem. Xelat layîq dîtina
birêz Orhan Pamuk e, ji bilî rejimê peyaman dide pir kesan jî. Ev
peyam bi taybetî ji bo kesên wek Yaþar Kemal ku bi felsefe û mantiqa
bila “þîþ jî neþewite, kibap jî neþewite” tevdikerin û
naxwazin têkilî sabûn û avê bibin ku navbera xwe û dewleta faþîst
xerab bibe. Gotineke Tirkan heye ku dibêjin, “Tostlar alýþveriþte
görsün“ (Bila
dost di dan û standinê de bibînin)
Belê tiþtên ku heta niha Yaþar Kemal li ser Kurdan gotine yan jî
nivîsandine eynî ew e ku bila dost di dan û standinê de bibînin.
-
- Hêvîdarim
ku ev bûyera Xelatstendina Orhan Pamuk ji mirovên wek Yaþar Kemal re
jî bibe þîret ku bedela wêrektiyê, mêr û mêrxasiyê rûmet e.
Jixwe Xelata Nobelê jî ji bo wê rûmetê têye dayîn.
-
- Ez
dixwezim di dawî de ji birêz Orhan Pamuk re bibêjim, baþ e ku mirovên
wek Te bi rûmet hene. Pêwîstiya mirovatiyê dê her dem bi mirovên
wek Te hebin. Birêz Orhan Pamuk spas ji bo wêrektî, cesaret û qelema
Te.
|
|
|