|
|
- DÎSA
ÇEND GOTIN LI SER TRT ÞEÞê
-
-
-
- FÛAD
SÎPAN,
fuadsipan@yahoo.de
-
- Almanya,
25.01.2009
-
-
-
-
-
-
- Kurdistaniyên
hêja!
-
- Hin
kes dinivîsînin û dibêjin dewleta Tirk bi destpêka TRT 6ê ji
Kurdan lêborîna xwe, uzrê xwe xwest. Ev nîrêna pir þaþ û seqet
e. Û herwisa bêwijdanî ye, heger Kurd dîrekt an jî în dîretkt lê
bixebitin, pesnê dewleta Tirk û hukumeta Erdogan ji bo damezirandina
televîzyonekê bidin, spasiya xwe bînîn ziman, dê hestiyê bi
sedhezaran þehîdên Kurd û Kurdistanê bilerizînin. Bedelê hovîtiya
88 salan ne televîzyoneke. Heger hin nivîskarên Kurd ji niha de bi
helwesteke wisa tewþik tevbigerin û dewleta cinawiran û hukumeta
Erdogan þêrîn rayê bidin, dê hemû Kurdan û di serî de jî
malbatên þehîdan birîndar bikin.
-
- Dewleta
Tirk bi awayekî bendefîêl, pexîlî derewên ku wan heya niha ji
raya xwe û ji raya cîhanê re kiribûn bi alastina tûka xwe þûnde
girt. Damezirandina TRT 6ê nayê wê wateyê, ku dewleta Tirk ji
Kurdan lêborîna xwe xwest. Kurdên bi vê helwestê tevbigerin di
serî de ji xwe re neheqî dikin. Gelê Kurd ewqas bedelên giranbiha
dane, beramberî wê ne televîzyoneke. Heger meriv xerabiyên dewleta
Tirk li hemberî Kurdan bide ber çavan damezirandina televîzyona bi
zimanê Kurdî qasî dilopekê ye. Bê guman heger dewlet durist be û
bi niyeta guhertineke nû tevbigere dê bi televîzyona TRT 6ê, hêdî
hêdî be jî, qeþa di mêjûyên Tirkan de di derbarê Kurdan de
bihele.
-
- Heya
dewleta Tirk rasterast ji Kurdan lêborîna xwe nexweze, di destpêkê
de hemû mafên Kurdan yên rewa di zagona bingehîn de nepejirîne,
pergala cerdewanan belav neke, leþkeriya xwe ya hov ji Kurdistanê
nekiþîne, bi destûr û îmkanan ji bo Kurdên bi destê zorê
surgunî rojavayê Tirkiyê kiriye þûnde venegerîne, dawî li polîtîka
xwe ya asîmîlasyonê neyîne, navên Kurdan û navên bajar û gundên
Kurdistanê lêvenegerîne, destûr nede, ku Kurd bixwe biryar bidin,
ka ew bi referandûmekê çi dixwezin, hemû zerar û ziyana ku
dewleta Tirk li ser Kurdan çê kiriye bi tezmînat li Kurdan venegerîne,
dê pirsgirêk çareser nebin.
-
- Belê
baþ e, ku TRT þeþê dest bi weþanê kir. Ez bawerim dê ji ziman
û hûnera Kurdî re xizmetê bike. Lê heger dewlet bi taktîk li
meselê binêre dê dîsa bixwe wenda bike. Ma komando di destê
Kurdan de nîne? Heger dewleta Tirk hemû pirsgirêkan çareser neke,
ew 66 televîzyonan jî bi zimanê Kurdî damezrîne dê dîsa jî bi
ser nekeve.
-
- Dewleta
Tirk bi riza dilê xwe û ji bo çav û rûyê Kurdan TRT 6
danemezirand. Dewleta Tirk di pirsa Kurd û Kurdistanê de kilît bûye,
ew mecbûr man, ku gavek wisa biavêjin. Loma divêt em Kurd ewqas
xeyalperest nebin, heya Tirk gavên din jî biavêjin dê çilka çavên
me birijînin. Û divêt em ji bîr nekin, maf ti demê wisa bi hêsanî
nayê dayîn, bi tekoþînê, bi zorê tê stendin.
-
- Lê
divêt em Kurd jî ji niha de xwe ji demên pêþ re amade bikin û li
gor wê tevbigerin, ku em çawa dikarin vê pêvajoyê bi leztir
bikin.
-
-
-
-
-
-
|
|
|