DIVÊT BERSIV BÊYE DAYÎN Û HESAB BÊYE STENDIN

 

FÛAD SÎPAN (AKPINAR), fuadsipan@yahoo.de

Almanya, 20.08.2007

 

Kurdistaniyên hêja!

 

Neyarên Kurdan bi kiryara terorîstî, bi komkujiyê di roja 14.08.2007an de dîsa þîn xistine mala Kurdan, nêzîkî 600 însanên bê sûc û guneh qetil kirin. Hedefa dijminan vê carê jî Kurdên Êzîdî bûn. Hingiya þer li Iraqê heye ji bilî bûyereke li Bexdayê ku hezar þiî ji tirsa terorîstan li ser pirê hevdû pelixandin tevkujiyeke bi vî þiklî nehatiye pêkanîn. Bi rastî aqilê mirovan disekine, hestiyên mirovan dilerizin ku çawa ev nemirovana dikarin di nava çend xulekan de ewqas canan ji holê rabikin.
 
Lê divêt ev pirsa jî bêye kirin ku çawa dibe hukumeta Kurdistanê li devera Þengalê ewqas bê tedbîre ku dijmin dixwe de wî mafî dibîne ewqas mirovên me þehîd bike.
 
Herkes dizane ku Iraq di nava gola xwînê de ye, lê rewþ li Kurdistana azad ji deverên din cida ye û hukumeta Kurdistanê her dem bi maf behsa aramiya Kurdistanê dike. Kurdistana azad mecbûre tedbîrên leþkerî li herêmên ku ne di bin kontirola wê de ne jî bigire, xelkê xwe biparêze û bersiveke wisa bi çi þiklî dibe bila bibe bide dijminan ku ew jî ji rewþa niha zerarê bibînin ku bila nebêjin zarokên Kurdan çi êzîdî, çi misliman û çi jî yên din qurbaniyên wanin û ew dikarin her gav wan ji holê ra bikin.
 
Heger hukumeta Kurdistanê bersiva vê bûyera nemirovane nede, dê baweriya xwe li hemberî xelkê Kurdistanê li her çar perçên Kurdistanê wenda bike. Nabe ku xelk were li welatê min, li ser axa min, li mala min destê xwe li ba bike û bi sedan zarok, jin, kal û pîrên min qirbike û ez jî bi daxuyaniyan bibêjim, wele ezê di salê de carekî wan bibîr bînim û yadîgariyeke sembolîk çê bikim û bila xelkê min jî pê ker bibe.
 
Bê guman armanc ne ew e ku hukumeta Kurdistanê sûcdar bikim, lê waye rewþ li meydanê ye, hukumeta Kurdistanê jî mecbûre li gorî wê rewþê tevbigere. Heger bûyereke wisa li Ewropa an jî li dereke din çêbibe, xelk hêsabê ji hukumetê jî dixweze ku çima di dema xwe de tedbîr nehatin girtin û li ser bûyerên wiha serokwezîr û wezîr mecbûr dikin ku îstifa bikin û di dewsa wan de kesên ji wan jîrtir werin ser desthilatiyê.
 
Ez hêvîdarim ku hukumeta Kurdistanê di demeke kin de dilê xelkê xwe þa bike û ji dil de li heyîyên xwe çi ol, çi jî heyîyên dîrokî derkeve ku tofaneke din neyê serê wan. Ez bi tund û nefret vê bûyera ne mirovane þermezar dikim û di serî de ji Kurdên Êzîdî û ji xelkê Kurdistanê re serxweþiyê dixwezim.
 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org