|
|
- DIVÊT
DEWLETA ÎSRAÎL JI GELÊ KURD LÊBORÎNA XWE BIXWAZE
-
-
-
- FÛAD
SÎPAN (AKPINAR)
-
- fuadsipan@yahoo.de
-
- Almanya, 23.08.2006
-
- Min di gotara xwe de, ya bi navê “ÞER DÎSA LI ROJHILATA NAVÎN GUR BÛ”
li ser Cihûyan got, ku divêt Kurd dijminahiya Cihûyan nekin û ji
dewleta Îsraîl re rêz bigirin. Mafê dewleta Îsraîl e ku li dijî
terora Erebên kevneperest û paþverû xwe biparêze. Lê mafê dewleta
Îsraîl nîne ku sivîlan bikuje. Dewleta Îsraîl nikare xwe bi kuþtina
sivîlên bê sûc û guneh di cîhanê de biparêze. Di nav wan sivîlên
bê sûc û guneh de, ku heta niha behsa ji 1000 kesî zêdetir li
Libnanê têye kirin 24 Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê, ji herêma
Kurdaxê jî hene. Divêt dewleta Îsraîl li gorî normên ku ji bo mafên
mirovan di qada Navneteweyî de hene li hemberî gelê Kurd li ser vê bûyera
tirajedîk lêborîna xwe bixweze û tazmînatê bide malbatên wan 24
kesên di êriþa þer de bûne qurban. Çimkî qet pêwendiya Kurdên bûne
qurbana þerê di navbera Îsraîl û Hîzbûlah de bi pirsgirêkên di
navbera wan de nîne. Loma dewleta Îsraîl nikare li hemberî vê bûyerê
bêdeng bimîne ku her tiþt ji bo wan suriþtî ye. Jixwe ji berê de
dewleta Îsraîl bi têkiliyên xwe yên bi kirêt bi dijminên Kurdan
re ne hindik kîn û nefreta Kurdan qezenç kiriye. Dewleta Îsraîl çiqas
jî di warê leþkerî de bi quwet û hêz be, hejmara niþtecihên wan
li Îsraîlê ji 6 mîlyonan derbas nabe. Lê gelê Kurd bi potansiyela
xwe li Rojhilata Navîn quweteke pir mezine. Hejmara gelê Kurd nêzîkî
40 mîlonî ye. Divêt dewleta Îsraîl vê potansiyelê li ber çavên
xwe bibîne. Çimkî heger Erebên kevneperest bikaribin, dê di rojekê
de hemû Cihûyan di ava kevçiyekî de daqurtînin. Her çiqas hin hêzên
Kurdan li dijî dewleta Îsraîl bin jî, lê dewleta Îsraîl dikare bi
siyaseteke durist û bi bawer dilê Kurdan bigire û derî ji siyaseteke
nerm re li hemberî Kurdan vebike. Vekirina deriyekî siyaseta pêwendiyê
di destê dewleta Îsraîl de ye. Divêt ew gavan biavêjin û diyaloga
xwe bi Kurdan re destpê bikin û xurt bikin. Kurd ji bo Cihûyan taluke
nînin. Qedera Kurdan û Cuhûyan di pir mijaran de jî xwe digihîne
hev û herdu gel jî dikarin li hemberî kevneperest û þovenîstan bi
hev re kar bikin. Heger dewleta Îsraîl bixwaze dikare bê mineta her
kesî bi Kurdan re pêwendiyên xwe li darbixe.
-
- Divê navberê de Konseya Ewlekariyê ya Rêxistina
Neteweyên Yekbûyî jî biryarek derxist ku herdu aliyên þer pê razîbin
û di roja 14.08.2006an de agirbest hate îlan kirin. Leþkerên Rêxistina
Neteweyên Yekbûyî dê herin herêmê ku aþtî di navbera herdu
seriyan de çêbibe. Jixwe hêviya me hemû mirovên aþtîxwaz jî ew e
ku rojekê li Rojhilata Navîn pirsgirêka Kurd û Cihûyan jî di nav
de bi çareseriyeke aþtiyane çêbibe û hemû gelên li herêmê bê
þer û daw, herwiha bê tirs û xofa hevdu bijîn.
-
- Hêvî û daxwaza min ew bû ku serokê Kurdistanê
birêz Mesûd Barzanî, hukumeta Kurdistana Azad, an jî serokkomarê Îraqa
Federal birêz Celal Talabanî daxuyaniyek li ser wan 24 qurbanên Kurd
bidana û li wan xwedî derketana. Çimkî yên bi vîn û îradeya gelê
Kurd li ser axa Kurdistanê hatine hilbijartin û Kurdan di qada
Navneteweyî de temsîl dikin ew in. Hêviya gelê Kurd ji wan heye ku
di tiþtên wiha hesas de li ser serê xwe biêþînin û li gor wê jî
tevbigerin û gavan biavêjin. Serê lingê yek hemwelatiyekî welatekî
din yên qîmetê didin hemwelatiyê xwe li dereke din biêþe, ew welatên
dinyayê radikin ser piyan. Gel û dewletên mezin bûne, ji ber ku qîmet
dane hemwelatiyên xwe loma mezin bûne. Ew gel û dewletên qîmet
nedane, nadin hemwelatiyên xwe û di rojên teng de li hemwelatiyên
xwe xwedî dernayên di rêza cîhanê ya dawîn de mane, badanaj dikin
û li ber çavên dewlet û gelên din qet bi qîmeta pênc quriþan jî
nakin.
-
- Daxuyaniyeke ji aliyê rayedarên Kurdistana Azad li ser 24 Kurdên ku
di nava þerê Îsraîl û Hîzbûlah de ji herêma Kurdaxê bûne
qurban, dê cesaretê bide hemû Kurdan û bibe sedema moraleke pir
mezin di nava hemû Kurdan de. Dê Kurd ji perçên din jî bizanibin ku
heger rojekê tiþtek were serê wan, dê Kurdistana Azad li wan jî
xwedî derê. Hetanî perçên Kurdistanê yên din rizgar û azad nebin
baþûrê Kurdistanê hêlîna hemû Kurdan e. Divêt ne bi tenê bi
gotinan herwiha di piratîkê de jî wisa be. Heger Kurd bixwe li hevdu
xwedî derneyên dijmin ji xwe re qurbaniyên Kurdan jî bi kar tînin
û goya li wan xwedî jî dertên. Nama
Rêxistina Lidijderketina Erebkirina Çiyayê Kurdan/Efrîn (RDEK) li
ser vê birînê disekine û bi gazî û haware ku her kes li dijî derê
ku rejima Sûriyê qurbaniyên Kurdan ji bo siyaseta xwe ya bi kirêt bi
kar neyne.
|
|
|