|
|
DIVÊT
KURD HILBIJARTINAN BOYKOT BIKIN
FÛAD
SÎPAN (AKPINAR)
fuadsipan@yahoo.de
,
Almanya, 20.05.2007
Kurdistaniyên
hêja!
- Dewleta
Tirka dîsa wek her caran bi dek û dolaban li dijî vîn û îradeya
gelê Kurd helwesta xwe ya dijminane eþkere kir. Ji ber ku benda 10 %
an li Tirkiyê ji bo partiyan heye, loma partiya DTP (Partiya Civaka
Demokiratîk) vê carê dixwest di 22ê meha heftan de bi namzetên
serbixwe têkeve hilbijartinan. Partiya Erdogan AKP û partiyên din li
ser hilbijartina serokkomarê Tirkiyê hevdu xwarin, lê di mijara
guhertina pisûlan de hemû pirsgirêkên xwe dane aliyekî li dijî
Kurdan bûne yek kulm û biryara destûra bingehîn bi 429 dengan ji
parlamenê derxistin û serokkomarê wan Sezer jî îmza kir. Li gorî
guhertina biryarê, dê navê hemû namzetên serbixwe û yê partiyan
bi hev re di pisûlayekê de cîh bigire.
-
- Kurd
mecbûrin nîrê kolonyalîzma Tirkan biþkînin. Çimkî Kurd heta niha
bi çi niyetê jî tevgeriyan ti encam jê nehat wergirtin. Ew qudret û
ew cewhera ku Tirk pirsgirêka Kurdan çareser bikin tine. Çimkî Tirk
bi çavê koledaran li Kurdan dinêrin.
-
- Tirkan
bi her awayî rê li ber vîn û îradeya gelê Kurd girtiye. Kurd ancax
dikarin bi boykota
hilbijarinê xwe biparêzin
ku encameke siyasî jê werbigrin. Heger Kurd di rewþa îroyîn de têkevin
parlamena Tirkan jî zêde qîmeta wê tine. Çimkî Tirk kîngê
bixwezin pir bi hêsanî dikarin wek berê bi paskura Kurdan bigrin û
wan ji parlamenê biavêjin zîndanê, bi dehan salan ceza li wan
bibirin. Loma ti mana wê tine ku Kurd têkevin parlamena Tirkan.
-
- Bi raya
bin þerm û bê rûmetiya herî girane ku di rewþa îro de Kurd têkevin
parlamena Tirkan û di destpêkê de destên xwe bidin ser destûra
Tirkan û bi navê Tirkitiyê sond bixwin.
-
- Ez
bawerim bi vê helwesta Tirkan ya dawîn êdî ji Kurdan re di çerçova
legalîtê de li Kurdistanê û li Tirkiyê ti rê nemane. Divêt Kurd
ji xwe re li riyên din bigerin. Divêt Kurd êdî enerjiya xwe bi
siyaseteke maqûl di qada navneteweyî de bimeþînin.
-
- Niha ji
Kurdan jî pir kes di wê baweriyê de ne û bi dengekî bilind dibêjin,
divêt Kurd li hemberî Kemalîzimê di hilbijartinan de ji AKPê re alîkar
bin, dengên xwe li bajarên Kurdistanê û li rojavayê Tirkiyê yên
ku ne mimkûne DTP namzedê serbixwe derîne bide AKPê. Bê guman ez jî
di pirsa li dijî Kemalîzimê de ligel wan kesa'me, lê divêt em Kurd
ew qas jî famkor nebin. Erdogan çiqas jî bi awayeke veþartî li dijî
Kemalîzmê be, jê bawerî nayê kirin. Jixwe guhertina biryara pisûleyan
jî îspata wê ye. Heger AKP û serokê wî Erdogan li Tirkiyê sedî
sede bi desthilat bin jî dê dîsa mafê Kurdan yên rewa nede wan. Çimkî
hingiya Erdogan li ser texte, ti carî bi siyaseteke nerm li hemberî
Kurdan tevnegeriyaye. Bê guman ti kesî ji wî û partiya wî ne
dixwest ku di demeke kin de wek Kurdan û an jî wek dostên Kurdan
tevbigerin. Lê ji Erdogan dihat xwestin ku qet nebe siyaseteke bi pîvan
û wezin li hemberî gelê Kurd bimeþîne. Lê mixabin Erdogan
rasterast çewtiya wê kir. Loma bawerî ji Erdogan re jî tine ku heger
ew di pê hilbijartinan de bi dengên Kurdan xurtir derê û dîsa li
defika generalan bide, dê wê hingê ji Kurdan re diha girantir be. Ji
bona ku Kurd ziyanê li xwe nekin, paþê li çokên xwe nexin û nebêjin
“çêkiro xerab kiro, çi kiro bi xwe kiro” divêt ya herî rast ew
be ku hilbijartinan boykot bikin.
-
- Belkû
pir kes pirs bikin û bibêjin dê boykot ji Kurdan re çi bîne? Bê
guman ev pirs di cih de ye, lê heger Kurd dûrî siloganên bê bingeh
û vala bimînin û bizanibin baþ rola xwe di nava gelê Kurd de yên
ku hên jî partiyên Tirkan hilibijêrin û di qada navneteweyî de bilîzin,
dê hilbijartinên Tirkiyê têxin rêyeke xeternak. Helwesta Kurdan ya
ku hilbijartinan boykot bikin dê wek sîlek di qada navneteweyî de li
rûyê Tirkan bikeve û Tirkan bilerizîne. Jixwe ji niha de bi muxtira
generalan ve rewþa Tirkan di qada navneteweyî de, bi taybetî jî bi
YE re xerab bûye. Bi hilbijartina serokkomarê nû li Firansayê her diçe
xewna Tirkan ya endametiya Ewropa ditemire. Heger Kurd vê rewþa nû baþ
jixwe re bi karbînin, dikarin roleke sereke bilîzin û jê sûdê
werbigrin.
|
|
|