ÊDÎ BES E, DIVÊT KURD ÞER NEKIN MALA XWE
 
 
 
 
 
FÛAD SÎPAN, fuadsipan@yahoo.de
 
Almanya, 28.11.2007
 
 
 
 
 
Kurdistaniyên hêja!
 
Di dîroka Kurd û Kurdistanê de tirajedî pirin. Lê tirajediya herî girîng û mezin jî serok û rêberên rêxistinên Kurdan bixwe ne. Piraniya lîderên Kurdan her dem li ser hesabên biçûk tevgeriyane. Her çiqas wan bi gotin anîbin ziman jî, lê di piratîkê de bi kirin û tevgerên xwe ve hedefa wan ticarî ji dil de hemû perçên Kurdistanê û tevaya xelkê Kurdistanê nebûye. Û pir caran jî bi neyarên xwe re kar kirine. Wê ne þaþ be ku mirov bibêje wan rêberên Kurdan bi taybetî ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî, þexsî û herêmî kar kirine. Mixabin ev siyaseta ji hêla serokên Kurdan ve hên jî bi þiklekî tê meþandin. Wisa xuyaye heta em ji vê siyasetê xelas bibin belkû çend generasyonan-nesil ji me re pêwîst be. Ji ber van nakokiyan dinya-alem hên jî bi çavekî nexweþ li Kurdan dinêre, serokên Kurdan wek serokên êl, beg û eþîran dibîne û Kurdan wek gellekî serbixwe yanê wek Nation-Millet nabîne.
 
Dê dîroka Kurdan ji nû ve bê nivîsandin da ku nesilên Kurd yên nû jî bi çavekî zelal û objektîv bizanibin ku rastiya dîroka wan, serok û rêberê wan çi ye û çi nîne. Emê rojekê vegerin ser vê mijarê.
 
Me êdî pê bawerî anîbû ku dîrok ji me Kurdan re neyê dubare kirin. Bi taybetî serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di van salên dawîn de digot ”êdî dema ku Kurd bi destê Kurdan bêne qirkirin derbas bû.” Û ”mafê gelê Kurd e ku dewleta xwe ava bike, serxwebûna xwe îlan bike”. Dema me ev gotinên pîroz dibihîstin, em pê þa- û serbilind dibûn. Me digot þikur ji Xwedê re ku serokekî me bi vê wêrektiyê, bi vî cewherî û vê qudretê heye ku li dijî neyaran serî danayne û wê civata Kurdan jî li hev bîne. Em hê jî bi hêvî ne, ku serokê me û Kurdistana azad bi tevayî li dijî neyaran li berxwe bidin, da ku ti zerar û ziyan xwe negihîjîne gelê Kurd.
 
Min him di gotarên xwe yên dawîn de û him jî di bernama Kurdistan TV de ku roja 02.11.2007an de hate weþandin got, ku heger helwesta rayadarên Kurdistana azad neyê guhertin û ew rê nedin Tirkan, dê Tirk nikaribin dixwe de wî mafê, wê wêrektiyê bibînin û ji sînorê Bakur derbasî Kurdistana azad bibin.
 
Lê mixabin ev tirsa han hên jî di dilê me de heye. Hêjaye em behsa van dawiyan bikin ku di navbera rayadarên Kurdistana azad, DYA û Tirkan de çi qewimî, çi peyman û pêwendî çêbûn? Bêguman em nizanin çi bi awayekî veþartî çê bûye. Lê rastiyek heye û ew jî ew e ku ji 18. meha 11-an vir de rojeva Kurdistanê û Tirkiyê ji niþkan ve hate guhertin û her tiþt serobino bû.
 
Çapemenî û rayedarên dewleta Tirk ji niþkan ve helwesta xwe ya reþkirin û biçûkxistênê li dijî rayadarên Kurdistana azad bi taybetî jî li dijî malbata Barzanî guhertin û dest pê kirin pesna serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dan. Bê guman heger ev helwesta guhertina Tirkan ji dil de li ser esasên cînarntî û dostaniya gelan ba, dê emê jî pê kêfxweþ bana. Lê em êdî Tirkan baþ nasdikin. Mantiqê Tirkan her dem li dijî Kurdan wiha bûye û Tirk bixwe jî dibêjin, ”Kürtleri Böl ve yönet” Yanê Kurdan ji hev parçe bike û wan birêve bibe, îdare bike.
 
Em bawerin rayedarên Baþûr wek zelaliya roniya çavên xwe dizanin ku armanca Tirkan ev e. Armanca generalên Tirk ew e bi behaneya ku goya ewê li dijî terora PKKê þer bikin bikevin Kurdistana azad û ji wê derê derneyên. Divêt Kurdistana azad hesabên xwe baþ bike.
 
Kurdên Bakur hêdî hêdî bi gotin û kirinên serokê Kurdistanê germ dibin û pê baweriya xwe tînin. Dewleta Tirk jî li ser sempatiya ji bo malbata Barzanî dîn û har dibe. Jixwe armanca dewleta Tirk jî ew e ku sempatiya Kurdên Bakur ji bo serokê Kurdistanê û malbata Barzanî biþkîne, wan li ber çavên Kurdên Bakur reþ bike. Dewleta Tirk û çapemeniya Tirk bi salane antî propoxanda malbata Barzanî dike. Armanca dewleta Tirk niha jî ew e ku bi kevirekî li du çûçikan bixîne. Yanê Tirk dîsa dixwezin PKKê û Baþûr bere hev bide û bi propoxanda PKKê jî li dijî Kurdistana azad di siyaseta xwe ya bi kirêt de bi ser bikeve.
 
Divêt rayedarên Kurdistana azad baþ bizanibin, mentalîta leþkeran ew e ku herin kîderê li wê derê jî dimînin. Ma rayedarên Kurdistana azad qet ji tecrûbeyên xwe yên berê jî ders negirtin? Wan ev þaþiyana di salên 90î de kirin û hên jî jê xelas nebûne. Hên jî li Bamernî Tank, Top û nêzîkî hezar leþkerên Tirk bi destê zorê mane û Kurdan heta niha çi jî kirin Tirk ji wê derê derneketin.
 
Em hê jî hêvî nakin, lê heger leþkerên Tirk bi riza rayedarên Baþûr derbasî Kurdistana azad bibin wê bi wê destûra derbasbûna xwe piþta xwe jî biþkînin.
 
Dewleta Tirk û generalên Tirk baþ dizanin ku ewê bi vê êriþa hovane jî bi ser nekevin, lê armanca wan ew e ku gelê Kurd perçe bike û nehêle ku Kurd xwe nêzîkî hev bikin, ji hev bawer bikin û hevdu hemêz bikin.
 
Divêt PKK jî aqilê xwe topî serê xwe bike, agir berî barûtê nede, bi lez û bez tevnegere, dest ji propoxanda negatîv berde. Divêt PKK bi zûtir siyaseteke bi aqilane bimeþîne ku gelê Kurd jî pê baweriya xwe bîne. Divêt PKK êdî bi maqûlane tevbigere ku siyaseta wan heta niha ti çareseriyek neanî û pêwîste stratejiyeke li ser esasê rizgariya Kurd û Kurdistanê çê bikin. PKK siyaseta cirto û virtotiyê dimeþîne. Divêt PKK dest ji vê siyaseta ne serî belû ye û ne jî binî belû ye berde û gelê Kurd çi jê hêvî dike û dixwaze wê jî bike.
 
Di dawî de dixwezim bibêjim barekî giran dikeve ser milê rewþenbîrên Bakur û Kurdistana azad. Divêt ew dengên xwe bilind bikin û xwe nexin bin xurbana siyaseta bêdengî. Divêt qet nebe ronakbîr hemû bi tevayî li hemberî þerekî navxweyî û derbasbûna leþkerên Tirk, li Kurdistana azad xwedî derkevin.

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org