ÊDÎ NOBEDARÊN ÎDEOLOJIYA KEMALÎZIMÊ TÊKDIÇIN
 
 
 
FÛAD SÎPAN, fuadsipan@yahoo.de
 
Almanya, 07.11.2007
 
 
 
Kurdistaniyên hêja!
 
Em hên pê nizanin çi biryara veþartî di 05.11.2007-an de di navbera DYA û Tirkan de hatiye girtin. Lê kêmtir mirov dikare li gorî daxuyaniyên rayedarên Tirkan di çapemeniyê de þîrove bike, ku Tirk ne ewqas bi vê hevdîtina li gel serokê Amerîka George W. Bush xweþhalin. Çimkî bi ya Tirkan ba diviyabû Amerîka destûra dagirkirina Kurdistana azad bida wan, ku ew li Baþûrê welatê me herêmeke tampon ji xwe re avabikin.
 
Serokwezîrê Kurdistanê Neçîrvan Barzanî jî di 07.11.2007-an de dilxweþiya xwe ji hevdîtina Bush û Erdogan re anî ziman. Wisa tê xuyakirin, DYA vê carê jî derzî di piþt hustiyê Tirkan re kir ku ew herin di cihê xwe de rûnin.
 
Generalên Tirk bi alîkariya partiya AKPê û hukumeta Erdogan herwisa hemû partî û saziyên civata xwe rojev wek agirê pizot gurkirin, ku herin Kurdistana azad dabigirin. Generalên Tirk bi alîkariya çapemeniya xwe ya dîtber û nivîskî xelkê xwe bere Kurdan dan ku ew bi taybetî li Rojavayê Tirkiyê êriþî Kurdan bikin, malên Kurdan talan û wêran bikin. Heta niha bi sedan bûyerên hovane li dijî Kurdan hatin bikaranîn.
 
Generalên Tirk di pirsa neçareserkirina Kurdistanê de ketine nava hezeyaneke wisa, êdî nizanin çawa xwe jê xelas bikin. Generalên Tirk hên jî bi berçavkên hespan li pirsê temaþe dikin, Kurdan wek Kurdên berê û Kurdistanê jî wek baxçê paþ mala xwe dihesibînin.
 
Generalên Tirk vê carê jî xwestin bi zirt û gefên xwe wek sala 1998-an di pirsa PKK-ê û Ocalan de li dijî rejima Sûriyê bikin, lê hêsabê wan yê malê li yê sûkê nehat. Di sala 1998-an de DYA li dijî rejima Sûriyê sedî sed bi Tirkiyê re bû. Lê qasî ku mirov dibîne, Amerîka di pirsa dagirkirina Kurdistana azad de ne wek Tirkan difikire. Çimkî Amerîka jî êdî baþ dizane ku hebûna wan li Rojhilata Navîn bi îstiqrara Kurdistana azad re girêdayî ye. Ji aliyê din ve çiqas pêwendiyên DYA û Tirkiyê yên stratejîk wek goþt û neynûk bin, Amerîka hên ji bîr nekiriye û nake ku Tirkan di dema sala 2003an de (þerê li dijî rejima Sadam) alîkariya ku Amerîka ji Tirkan dixwest Tirkan neda wan. Tirkan wê demê teskere di parlamenê de derbas nekirin. Loma pir zêde gazin û lomeyên generalan jî êdî li cem DYA derbas nabin. Belê DYA naxweze Tirkiyê wenda bike, lê Amerîka nikare çavê xwe ji dagirkirina Kurdistana azad re girêbide. Çimkî êdî berjewendiyên Amerîka li Kurdistanê jî hene. Generalên Tirk êdî nikarin bi vê siyaseta riziyayî jiyana xwe bimeþînin. Generalên Tirk û îdeolojiya wan ya Kemalîzmê rojan dijmêrin. Ew ti demê moderin û pêþkeftî nebûn ku mirov ji wan re bibêje ku dema wan êdî kevin bûye. Îdeolojiya Kemalîzimê têkçûye. Nobedarên Kemalîzimê –  generalên Tirk di serî de – bîn didan û hên jî bîna gemarê ji wan tê, divêt ev bîna gemar bêye paqijkirin.

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org