|
|
ENCAMA
HILBIJARTINÊN ÞAREDARIYAN LI BAKURÊ KURDISTANÊ Û TIRKIYÊ
FÛAD
SÎPAN
fuadsipan@yahoo.de
-
- Almanya,
05.04.2009
-
-
-
-
-
- Kurdistaniyên
hêja!
-
- Di
29-ê meha Adarê de hilbijartinên deveran, yên Þarederiyan-Belediyan
li bakurê Kurdistanê û li Tirkiyê çê bûn. Ez bawerim hingiya
komara Tirkiyê ava bûye, ti demê di hilbijartinan de li ser pirsgirêkên
heyî li bakurê Kurdistanê û li Tirkiyê ewqas nîqaþ û gengeþî
di navbera Kurdan û Tirkan de çê nebûye.
-
- Bê
guman sedemên wê pir alî ne. Lê sedema herî girîng ew e ku
tevgera Kurd êdî bihna rejîma Tirkan çikandiye, ku ew nikarin wisa
bi hêsanî xwe ji pirsgirêkan xelas bikin.
-
- Propogandaya
partiyên siyasî vê carê di hilbijartinên herêman de ji
hilbijartinên din pir cida bû. Ewê ne þaþ be, ku meriv bibêje, kêm
kes namzetên Þaredariyan (ji bilî namzetên bajarê mezin yên wek
Amedê, Stenbolê û hwd.) rasterast nas dikirin. Çimkî protagonîstên
propogandaya partiyan serokên partiyan bixwe bûn. Mirov digot qey
hilbijartin ya parlamenoyê ye.
-
- Di
encamê de heger em analîzeke serwext bikin, baþ dikarin bibînin,
ku bi taybet Partiya Civata Gel DTP di hilbijartinan de li bakurê
Kurdistanê bi ser ket. Lê divêt DTP û PKK vê serkeftina di
hilbijartinan de neynin di þexsê mirovekî de, di þexsê Abdullah
Ocalan de kilît nekin. Ev vîn, vîna milletê Kurd e. Ya ti kesî nîne.
-
- Em
bawerin, bi taybetî tesîra du tiþtan li ser Kurdan hebû, ku ew
namzetên DTPê hilbijêrînin. Ya yek biryara parlemena Tirkan ya ku
þerên di sibata 2008-an de li dijî gerîla li baþûrê Kurdistanê
û sedema duyem jî axaftina serokê DTPê birêz Ahmet Turk bi zimanê
Kurdî di parlamena Tirkan de di wexta xwe de hîþt, ku gelek Kurd
baweriya xwe bi partiya DTPê bînin û wan hilbijêrin.
-
- Hinekî
dereng jî mabe, hêjayî gotinêye behsa axaftina birê Ahmet Turk bi
zimanê Kurdî di parlamena Tirk de bikim. Serokê DTPê Ahmet Turk di
24ê meha sibatê, di civîna grûpa firaksyona partiya xwe, di
parlemena Tirk de bi zimanê Kurdî axivî. TRT 3, televîzyona ku ji
parlamenê axaftina serokên partiyan bi zindî diweþîne qisedana
birêz Turk bi zimanê Kurdî di cih de birî. Axaftina birêz Ahmet
Turk parlamena Tirkan hejand, dengek pir mezin da raya giþtî. Tirkan
vê carê dîsa êriþî axftina zimanê Kurdî kirin. Serkêþiyên
wan êriþan partiya Deniz Baykalê faþîst CHP dikir. Tew faþîstên
wek Devlet Bahçeli (serokê MHPê) zimanê xwe zêde dirêj kir û
axftina birêz Ahmet Turk bi îxanetê tawanbar kirin. Lê heger
qiyasek di navbera demên berê û niha de bê çêkirin, vê carê
Tirk “hinekî” di sînorê
edebê de man. Hin kesan axaftina birêz Ahmet Turk wek provakasyon,
hin kesan wek hodirî meydan li hemberî Tirkan, hin kesan wek þov û
hin kesan jî wek propoganda hilbijartinan bi nav kirin. Generalên çarsimbegê
jî nerazîbûna xwe nîþan dan û gotin divêt serokê parlamena
Tirk li dijî axaftina birêz Ahmet Turk ya “neqanûnî” lêpirsîn
çê bike.
-
- Kî
çi dibêje bila bibêje, çi navî lê dike bila bike, li ser çi
sedemî dibe bila bibe, serokê DTPê birêz Ahmet Turk bi wê
helwesta xwe ya bi zimanê Kurdî di parlamena Tirk de tîr li nava
dilê generalên Tirk û þelafên wan da û dilê Kurdan jî xweþ
kir, hênik kir. Dem pir baþ hatibû hilbijartin, her tiþt di cîh
de bû. Heger ev helwesta ji bo propoganda hilbijartinan ba jî, qet
tiþtekî anormal têde tine bû. Loma divêt em helwesta birêz Turk
ji dil û can pîroz bikin. Ewên êriþî zimanê Kurdî dikin, êdî
nikarin totika pêvajoyê þûnde vegerînin. Ew ancax bi canbaziya,
ku goya qanûna Tirkan rê nade zimanê Kurdî di parlamenê de bê
axaftin. Kurdan ti deman qanûnên canbazan û sextekaran nas nekirin
û nas jî nakin. Birêz Ahmet Turk bi wê hewesta xwe zagona generalên
Tirk ya sexte da bin lingê xwe û çirand. Dest û lingê wî sax be.
-
- Partiya
Erdogan AKP û hevalên wî jî bi argûmana, ku serokê DTPê þov
dike, çima DTP lê dixebite rê li ber bigire, ku Kurd li TRT þeþê
temaþe nekin.
-
- Min
berê jî çend caran gotar li ser TRT þeþê nivîsî. Ez naxwazim
wan nêrînên xwe dubare bikim. Lê bi baweriya me divêt DTP wê
helwesta xwe li hemberî TRT 6ê di berçav re de dersbas bike û wê
argûmana Erdogan û ya partiya wî ji destê wan bigire.
-
- Di
vê hilbijartinê de, bi ser ketina DTPê êdî pozîsyona Kurdan di
raya giþtî de ji her demê zêdetir e. Divêt serokê DTPê û
partiya wî ji îro û pêve her dem bi zimanê Kurdî biaxivin û lê
bixebitin, ku Kurdî li Bakur û li her dera Tirkiyê bibe zimanê
fermî û zimanê perwerdê. Divêt ew helwesta wan wek taktîk li
hemberî AKPê nemîne.
-
- Bê
guman mafê me ye, ku em partiya DTPê û namzetên wan rexne bikin.
Jixwe em wan rexne jî dikin. Lê divêt em Kurd vê rastiyê jî bibînin,
ku hingiya komara Tirk ava bûye partiyên Tirkan ti tiþt ji Kurdan
re li bakurê Kurdistanê çê nekirin, tew di ser de jî Kurdistan
xerab kirin, wêran kirin, talan kirin, tarûmar kirin. Dîsa çê an
jî xerab be di dema Belediyên DTPê de hin tiþt ji bo xizmeta xelkê
Kurd, ziman û çanda Kurdî hatin çêkirin. Divêt em bi îsrar bin,
ku ew vê xizmeta xwe ya pîroz berdewam bikin. Divêt em êdî nehêlin
Tirk bi polîtîka xwe ya li ser tinebûna Kurdan li welatê me bimeþînin.
Partiya Erdogan niha çiqas jî gavan biavêje, kes nikare garantî
bike, ku Tirk helwesta xwe paþ de bigrin û dîsa wek berê bikin. Em
mentalîta Tirkan baþ û rast nas dikin. Divêt em heya demeke dirêj
çavdêrên gavavêtina Erdogan û partiya wî bin û kontirol bikin,
lê binêrin ka ewê wan gavavêtina bi zagona bingehîn û qanûnên
din garantî bike yan na.
-
- Divêt
Kurd bi taypat jî partiya DTPê êdî bi vê pozîsyona xwe bi tiþtên
biçûk, nîvco û serobino xwe nexapînin, siyaseteke serbixwe bimeþînin,
xwe ji çepên Tirkan û siyaseta Kemalîzimê xelas bikin, rasterast
doza Kurd û Kurdistanê biparêzin.
-
|
|
|