|
EZ
HEYRANA ÇAVÊN
MÊRXASA ME FÛAD
SÎPAN (AKPINAR),
fuadsipan@yahoo.de
Almanya, 24.02.2007 Kurdistaniyên
hêja! Serokê
DTPê yê þaxê Amedê Hilmi Aydogdu li ser Kerkûkê li Amedê di
22.02.2007an de got, ku “Kerkûk,
ji bo tevaya Kurdan bajarekî gellek girîng e. Em tu ferq di navbera Kerkûk
û Amedê de nabînin û ger êriþek li dijî Kerkûkê were bikaranîn, li
ba dilê me wek ku eriþek li dijî Amedê hatibe bikaranîn e.” Çavkanî
malpera www.pukmedia.com http://www.pukmedia.com/latininews/23-2/news5.html Waye
serokê þaredariya Batmanê birêz Huseyin Kalkan jî daxuyaniyek daye ku
ew dibêje ”Dîtinên
me jî wek yên Aydogan e” Çavkanî,
malpera www.netkurd.com http://www.netkurd.com/nuce.asp?id=5848 Li
ser daxuyaniya birêz Hilmi Aydogdu dewleta Tirk di 23.02.2007an de bi lez
û bez ew derxist pêþiya mehkemê û þande zîndanê. Sûc û tawanbariyên
li dijî birêz Aydogdu jî ew e ku goya wî ”civak
bi kîn û nefret fît, tehrîk kiriye” Niha
pirs li vir ew e ku dewleta Tirk ji kîn, nefret û fîtkirinê çi fêhm
dike? Yên þûrên xwe tûj kirine û her roj li dijî Kurdan bi gef û
tehdîdan Kurdan biçûk dixin, Tirk bixwe ne. Roj nîne ku mirov di çapemeniya
Tirkan de daxuyaniyên leþker û siyasetmedarên wan nebihîze ku ew dibêjin,
divêt Tirkiye têkeve baþûrê Kurdistanê û nehêle li wê derê
Kurdistaneke serbixwe ava bibe. Bi rastî aqilê mirovan disekine, ku Tirk
çawa di xwe de wî mafî dibînin ku li ser Kurdan ewqas zimanê xwe dirêj
bikin, ji serokên Kurdan re heqaret û dijûnan bikin. Gelo
dê Tirk ji binê vî barî çawa derên? Geh siyasetmedarên wan û geh jî
leþkerên wan bi gazî û hawar diçin Amerîka, bi bihaneya PKKê lavayî
DYA dikin ku êriþî Kurdistana azad bikin. Tirkan hên pirskirêka Kurdan
di nav xwe de çareser nekiriye, dê çawa herin li baþûrê Kurdistanê
pirskirêkên xwe çareser bikin. Tirkan wisa birînên kûr li ser xelkê hîþtine,
nikare ji wan daxwaz bike ku ew ji Tirkiyê hez bikin û ji wan re loyal
bin. Tirk mecbûr in winda bikin, çimkî ne fêm û ne jî feraseta di wan
de heye. Çimkî Tirk bi bi çavê dijminatî û koletiyê li xelkê dinêrin. Ka
li vê bêehlaqtiyê, bêedebiyê binêrin, ku îro jî serokê ANAPê Erkan
Mumcu li Stenbolê heqaretên bê perwa ji serokê Kurdistanê birêz Mesût
Barzanî re dibêje. Heger hinekî hisyeta wan Kurdên ku endam û alîgirên
ANAPê hebe, dê li ser vê bûyerê hemû jî ji ANAPê îstifa bikin û
ANAPê li Bakurê Kudristanê bê serî û bê berate bihêlin û berê ANAPê
li Kurdistanê bidin ber bayê sayî. Ew
gotinên birêz Hilmi Aydogdu ku dibêje ”êriþek
li dijî Kerkûkê were bikaranîn, li ba dilê me wek ku eriþek li dijî
Amedê hatibe bikaranîn e”
ji rastiya nava dil û hinavên Kurdan dibêje. Ne ew tenê hemû Kurd wisa
difikirin. Heger Tirk êriþî Kurdistana azad bikin û serokê Kurdistanê
bi daxuyaniyekê fermanê li dijî wan îlan bike, ezê wê hingê halê
Tirkan bibînim. Dîrok, firsend û derfet her roj nakeve destê Kurdan. Ez
bi kûrahiyan dilan di wê baweriyê de me dê yek leþkereke Mehmetçîk ne
vegere mala xwe û serê çiyayên Kurdistanê dê ji wan re bibe goristan.
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org