EZBERA TIRKAN XERAB BÛ, TIRK DI ÞOKÊ DE NE
 
 
 
FÛAD SÎPAN, fuadsipan@yahoo.de
 
Almanya, 03.03.2008
 
 
 
  
 
 
Kurdistaniyên hêja!
 
Ji dema hilweþandina Osmaniyan heya niha ev cara yekem e, ku Tirk derbeyeke wisa mezin dixwin. Bi gotina rast Tirk di þokê de ne. Belê Tirkan vê carê lingê dîk di tawê de dîtin, êdî ezbera Tirkan hate xerabkirin û ew þikiyan. Vî þerê bê mane jî baþ eþkere kir, ku teknolojî nikare her tiþtî çareser bike. Qudreta herî mezin însan-mirov bixwe ne. Cewhera herî mezin jî bîr û bawerî ye. Loma gerîla bi qehremanî û legengî derseke wisa dan generalên Tirk, ku ew êdî nikarin wisa bi hêsanî ji wê þokê derên. Generalên Tirk xwe û komara xwe ya dandîk xistin dafikê. Ziravê Tirkan ji niha de qetiya ye û êdî nizanin çi navî li vî þerê bi kirêt bikin.
 
Têkçûna leþkerên Tirk li Baþûrê Kurdistanê rol û hêza wan jî li Rojhilata Navîn bixwe re têk bir û hemî gefên Tirkan li herêmê pûç kirin.
 
Gotinên serokê generalên Tirkan Buyukanit di rojnama Milliyetê de roja 01.03.2008-an, ku ew ji Sedat Ergin re dibêje “Erken çekildi diyorlarsa, gitsinler orada bir 24 saat kalsinlar” (Ewên dibêjin zû vekiþiyane, bila herin 24 saetan li wê derê bimînin) hezîmeta leþkerên Tirk îspat dike. General jî têkçûna leþkeriya xwe dipejirîne. Lê general ji alîkî ve her tiþtî qebûl dikin û ji aliyê din ve jî dibêjin, goya ewan xwe gihandine armancên xwe. Lê nikarin wê armancê jî bi nav bikin. Heger rast be, ku leþkerên Tirk xwe gihandin armancên xwe, wê hingê çima ew vekiþiyan? Ev nêrîn ti kesî qanî nake, çimkî leþkerên Tirk ji salekê zêdetir e bi sed hezaran leþker li ser sînor kom kiribûn. Mirov sed hezar leþkeran ji bo operasyona hefteyekê amade nake. Ji aliyê din ve di lîteratûra leþkeriya cîhanê de tiþtekî wisa tine, ku leþker xwe bigihîjin armancên xwe, bi serkevin û di heman demê de vebikiþin. Loma nêrîna generalan dûrî aqil û hemî zanyariyên leþkerî ye.
 
Sedemên vekiþandina leþkerên Tirk ji Kurdistana Azad
 
Bê guman rola DYA ji bo vekiþandina leþkerên Tirk gelek girîng bû û bandoreke mezin li ser wan hîþt, çimkî wan destûr dabû Tirkan. Lê em bawer in sedema vekiþandina leþkerên Tirk ne tenê bandora Amerîka bû. Em bawer in sedemên li jêrê jî ji bo zû vekiþandina leþkerên Tirk girîng bûn.
 
1.      Di encama bersiv û berxwedana gerîla de pir zêde leþkerên Tirkan hatin kuþtin û dê diha jî zêdetir bihatana kuþtin, ku generalan êdî nikaribûn hêsab bidin gelê xwe.
  1. Çalakiyên Kurdan yên girseyî li Amedê, Wanê, Beyazîdê û deverên din li Bakur roj bi roj geþ û zêde dibûn, dê çalakiyên Kurdan wek lehî li pê hev ji Tirkan re sergêjiyên mezin derxistana meydanê.
 
Hemû gotinên generalan vala derketin. Tirk niha ji bêneçaretiyan wek teyrên bê bask dipirpitin. Çapemeniya Tirk di nava wan heft rojan de toz û dûman, ba û bahozeke wisa rakiribûn ser piyan, mirov digot qey Tirkan cîhan hemî bi dest xwe xistin. Pir mixabin generalên Tirk gelekî bi navê Tirkan wek garana naxiran ji bo berjewendiyên xwe yên bi kirêt li dijî Kurdan bi kar tîne. Generalan ji qaþo ronakbîrên Tirkan bigire, hema hema hemû kes ji civata Tirkan xistine dijminên Kurdan. Di dema êriþa Kurdistana Azad de dilopa xwînê ji pênûsa nivîskarên wan yên sîlahþor dibarî û hên jî ew helwest berdewam e. Generalan wisa mêjûyên wan vala kiriye, te digot qey wan xwe gihandiye esmana û ewên li wê derê jî ji xwe re dewleteke tirovirî ava bikin. Lê hêsabê wan yê malê vê carê li yê sûkê nehat, hemî xewn û xeyalên wan yên dagirkirina Kurdistana Azad têkçûn. Baweriya gelê Tirk jî êdî bi derewên generalên wan nayê. Lê çapemeniya Tirk hên jî li têla tembûra generalan ya zenggirtî dixe. Çapemeniya Tirk daxuyaniyên generalan didin, ku goya wan 240 gerîla kuþtine. Lê ne general û ne jî çapemenî ti îspatekê nadin. Zikreþiya çapemeniya Tirk hên jî nehatiye birîn. Xwedê li hewara Tirkan were!
 
Êdî bihar ne ew bihara ye, ku Tirk dixwe de wî mafî bibînin kînga dilê wan bixweze êriþî Kurdan bikin.
 
Belê Operasyona leþkeran gelek çareserî jî bi xwe re anîn. Recep Tayip Erdogan, partiya wî AKP, hukumeta wî û mepûsên wan yên goya esilbikurd in, ku ji teskerê re gotin erê derbek mezin xwarin. Êdî Kurd di kolanan de diqêrin û dibêjin “Minafiq Erdogan” û hwd.
 
Ji aliyê din ve jî baþ eþkere bû, ku generalên Tirk êdî baweriya xwe bi eskerên, ku koka wan Kurd e nayne. Loma di vî þerî de ji sedî 98 zêdetir kuþtiyên Tirkan ji rojavayê Tirkiyê bûn.
 
Êdî ezbera Tirkan xerab bû. Stranbêja Tirk ya bi nav û deng Bulent Ersoy di bernama Starê de, ku bi çapemeniya Dogan ve girêdayî ye, got ku divêt dayîk zarokên xwe ji bo dek û dolabên generalan neþînin þer û nedin kuþtin. Tirkan êriþî wê kirin, lê bi ser neketin. Ewê jî ji helwesta xwe gav þûnde neavêt. Helwesta wê ya bi wêrektî ew bi rûmet û payebilind kir. Bi taybetî Kurd, hin ronakbîr û stranbêjên wek Sezen Aksu li Bulent Ersoy xwedî derketin. Waye bajarê Elîhê-Batmanê biryar girtiye, ku wê ji festivalê re vexwîne û navê wê li kolaneke Batmanê bikin. Niha li Bakur kasetên Bulent Ersoy rekora firotanê diþkînin.
 
Min di nîvê þeva 28ê ku bi 29ê sibatê ve girê dide gotara bi navê ”MALNEXIRABNO, ÊCA HINEKÎ BI WIJDAN BIN amade kir û 29ê sibatê beriya nîvro dora  seat 11:00-an de belav kir. Her çiqas Tirkan þev jî li me herimandibûn, lê baweriyeke wisa xurt di min de hûbû, loma min di dawiya wê gotarê de wisa gotibû “Belê rojên pêþiya me dê pir seriyan biêþînin. Helwesta DYA xuya dike, ku wan bi sînor destûr dabûn Tirkan. Lê heger Tirkan wisa fêhm kiribin. Ez bawer im generalên Tirk dê pir seriyan gêj bikin, lê yên di dawî dawîn de têk biçin ew bixwe ne”.
 
Di pê belavkirina gotara xwe ez ketim înternetê çi mêze bikim qiyamet rabûye ser piya, leþkerên Tirk ji ber hezeyanê vedikiþin.
 
***
 
Peyameke vekirî ji desthilatdar û rayadarên Kurdistana Azad re
 
Birêzan, bê guman we nedixwest leþkerên Tirk êriþî axa Kurdistana Azad bikin û Baþûrê welatê me bi destê zorê dabigrin. Lê em di wê baweriyê de ne, ku bandoreke we ya giring jî ji bo vekiþandina leþkerên Tirk li ser generalên Tirk û DYA çê nebû. Loma divêt hûn qet û qet ji xwe re payekê dernexin û nebêjin, ku Tirk û Amerîka bi gotina we kirin, loma Tirkan leþkerên xwe ji Baþûr vekiþandin. Jixwe daxuyaniyên we di derbarên vekiþandina leþkerên Tirk de jî îspat dikin, ku ti roleke we li ser vekiþandina leþkerên Tirk çê nebûye. We biryareke leþkerî jî negirt, ku bersiva leþkerên Tirk bidin. Ew helwesta we dê wek lekeyekê di dîrokê de bimîne.
 
Ya herî baþ ew bû, ku parlamena Kurdistanê di 26.02.2008-an de biryarek stand û di xala pêncem de daxwaz ji hukumeta Kurdistana Azad dike, ku ew baregehên Tirkan jî ji Baþûr derxin. Em hêvîdar in, ku hûn kêmtir li vê xala xwe ya parlamenê derên û leþkerên Tirkan yên ji sala 1996-an de bi destûr û peymana we bi Tirkan re hatin Kurdistana Azad, ku li dijî PKKê þer bikin û li wê derê bi cîh bûn.
 
Em ji we tika, rica û hêvî dikin, ku hûn ji îro û pêve destên xwe neavêjin pirsgirêkên Bakur,  þîretan nedin û herwisa daxuyaniyên Kurdên Bakur diêþînin nedin raye û çapemeniya Tirkan, Faris û Ereban.
 
Em hên jî fêhm nakin çima hûn ewqas bi daxwaz in, ku nexwe dewleta Tirk, Faris û Sûriye we wek hukumeta federal nasbike û bi we re pêwendiyên dîplomatîk daynin. Em di wê baweriyê de ne divêt daxwazeke we bi vî þiklî ji dijminên Kurdan çê nebe, heya ew dewletana jî pirsgirêkên Kurdan di nav xwe de çareser nekin.
 
Dîsa em di wê baweriyê de ne divêt hûn pêwendiyên xwe bi wan dewletan re di asta herî nizim de bihêlin. Çimkî heya ew dewletana pirsgirêkên Kurdan di nav xwe de çareser nekin, ewê ti demê bi çavekî dostanî jî li we nenêrin. Loma em pêwendiyên we yên xwurt bi wan dewletan re talûke dibînin, ku desthilatiya we çavê xwe ji hemû pirsgirêkên Kurdan re li perçên din bigirin.
 
Divêt serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wê nama, ku ji serokê DYA George W. Bush re þandibû eþkere bike, ku xelkê Kurdistanê jî bizanibe wî ji serokê Amerîka re çi nivîsiye?
 
Heger kek Mesûd vê namê eþkere neke, wê hingê guman di wê namê de çê dibe.
 
Çend gotin jî ji Bakurê Kurdistanê ji desthilatdar û alîgirên PKKê re
 
Divêt Bakurê Kurdistanê êdî hêsabê xwe baþ bike, ku ji vê hezîmeta Tirkan encameke siyasî derîne. Hêvî, rica û tika me ji desthilatdarên PKKê û hemû alîgir û þervanên doza Kurd ew e, ku destên xwe ji Abdullah Ocalan vebikiþînin. Bi polîtîka Abdullah Ocalan ti çareseriyeke siyasî nayê. Waye ew di daxuyana xwe ya dawîn de dîsa Mustafa Kemal diparêze. Mustafa Kemal neyarê Kurdan yê herî dir bû. Jixwe ev polîtîka Kemalîzimê ye, ku ewqas bobelat di serê Kurdan re derbas bûn û Kurdan heya roja îro xwe negihandin armancên xwe yên Neteweyî û li ser axa xwe welatekî serbixwe ava nekirin.
 
“Serokatî û rêberiya” Abdullah Ocalan ji bo PKKê û gelê Kurd li dijî hemû etîk û exlaqê mirovatiyê ye. Nimûneyeke wiha di cîhanê de tine, ku mirovek bi gotina generalan peyaman ji xelkê xwe re biþîne, sergêjiyan çê bike, neyarên Kurdan þêrîn rayê bide û raya dijminan biparêze, di ser de jî wek “serok û rêber” bimîne.
 
Divêt desthilatdarên PKKê bi wêrektî deftera Abdullah Ocalan bigirin. Heya ev sergêjî berdewam be ti çareserî jî çênabe.
 
Divêt PKK hêsabê xwe baþ bike, dîrok hergav û her dem ji serkeftinê re derfetan nade. Heger PKK xwe ji Abdullah Ocalan xelas bike, ji þaþî û nebaþiyan dûrbikeve, dikare di demek kin de ji bin tawanbariya terorîzimê di qada navnetweyî de xelas bibe. Divêt PKK îmkanên nû baþ bikar bîne, poz bilindî û quretiyê neke.

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org