GELO EMÊ LINGÊ DÎK DI TAWÊ DE BIBÎNIN?
 
 
 
 
FÛAD SÎPAN (AKPINAR)
 
fuadsipan@yahoo.de, Almanya, 14.10.2007
 
 
 
 
  
 
 
Kurdistaniyên hêja!
 
Tirkan dîsa li defa hewarê xistin, bi kîn û neyartiya li dijî Kurdan þûrê xwe tûj kirin, rojeva xwe wek alav gur kirin. Tirk sedemên wê jî 13 eskerên xwe yên kuþtî ku di 07.10.2007an de di encama þerekî di navbera leþkerên wan û gerîlayên PKKê de çê bûbû rayê didin. Ji wan kuþtiyan jê 8 leþker bi esil Kurd in.
 
Tirkan xwe li ser Baþûrê welatê me wek her dem dir kirine, berê kevanên xwe dane Kurdan û pirsa tezkerê dîsa anîn rojeva xwe ku bi bihaneyan têkevin Kurdistana azad. Wisa tê xuyakirin,  Erdogan û hukumeta wî vê carê hustiyên xwe li ber leþkeran xwar kirine, dê teskere di parlamenê de derbas bibe ku leþkerên Tirk jî di xwe de wê mafê bibînin û herin Kurdistana Azad dagirin. Erdogan bixwe dema teskerê heta salekê nîþan kir.
 
Ji general û leþkerên Tirk re derfeteke wisa derket holê ku ew li esmanan li vê derfetê digeriyan,  Xwedê li erdê da wan. Ji ber ku îtibara generalan roj bi roj têk diçû, loma generalan xwestin di qetliyama Beytûþebabê de bi ser bikevin, lê bi ya wan nebû, hêsabê wan negirt. Lê kuþtina 13 leþkeran ji generalanên Tirk re bû wek malzeme û hawar ku ew zorê li ser hukumetê bikin û teskerê ji wan bistînin.
 
Çiqas dewleta Tirk ji bo vê êriþa xwe PKK wek behane dide xuyakirin, em hemû Kurd baþ dizanin, ku armanca wan dagîrkirina Baþûrê Kurdistanê û rêlibergirtina pêkanîna referanduma Kerkûkê ye. Yanê êriþa leþkerê Tirk li dijî hebûna hukûmeta Kurdistana Azad e.
 
Dilê min dixweze ku bibêjim heger Tirk têkevin axa Kurdistana azad dê lingê dîk di tawê de bibînin, lê mixabin ev çend mehe li ser bombebarana rejima Îranê hukumeta Kurdistanê tiliya xwe nelivand, tenê bi gotinên vala ji parlamenê biryara notayê derxistin û hukumeta Kurdistanê bi siyaseta sist û pistî, bi siyaseta piþo piþo ji rejima Îranê re digotin eman eman gundê me bombebaran nekin. Loma hêvîdarim heger vê carê rewþ cidî be û Tirk têkevin Kurdistana azad, desthilatiya Kurdistanê helwesteke ne wek ya li hemberî Îranê, lê belê bi mêr û mêrxasî Kurdistana azad biparêzin.
 
Bê guman ti kes ne alîgirê þer e, lê ewên di xwe de wî mafî dibînin, Kurdistanê li ser çi sedemî dibe bila bibe bombebaran bikin û werin Kurdistanê dagirin, divêt Kurd jî di xwe de wî mafî bibînin bersiv bidin û xwe biparêzin. Heger ne wisa be baweriya Kurdan him li Baþûr, him jî li perçên din bi desthilatiya Kurdistanê namîne, xeyala serxwebûnê û Kurdistana mezin jî têkdiçe.
 
Belê her kes dizane, tê gihîþtin û tê zanîn ku hê rewþ ji me Kurdan re li Kurdistana azad ne di wê qadê de ye ku Kurd xwe biavêjin rîsk û macerayên mezin. Lê divêt em ti carî ji bîr nekin ku em Kurd bi hejmara xwe nêzîkî 40 mîlyonin, 40 mîlyon dil niha ji bo Kurdistana azad diavêje. Heger desthilatiya Kurdistanê bi siyaseteke pê bawer Kurdistanê neparêze, dê di serî de Kurdan ji xwe dûr bixin û biavêjin hemêza dijminan. Mirov li pisîkê jî bixe, qet nebe dê pencên xwe biavêje mirovan. Heger êriþek li ser Kurdistana azad hebe, êdî bedel çi dibe bila bibe lam û cîm jê re ji parastinê pêve tiþtek namîne. Heger ne wisa be dijminên Kurdan dê hergav vê rola xwe ya pîs li dijî Kurdistana azad bi kar bînin.

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org