|
|
- GENERALÊN
TIRK LI SER XÛNA ZAROKÊN XELKÊ FORTAN DIAVÊJIN
-
-
-
-
- FÛAD
SÎPAN (AKPINAR), fuadsipan@yahoo.de
-
- Almanya,
11.01.2008
-
-
-
-
-
- Kurdistaniyên
hêja!
-
- Me
heya niha pir caran xwest balê bikiþînin ser mijara ku generalên
Tirk çawa zarokên xelkê, çi Kurd, çi Tirk û çi jî yên din ji bo
berjewendiyên xwe wek ka û giha bi kar tînin. Mixabin hêza me nîne
ku dengê xwe bigihîjînin her aliyê. Em in di destê me de yek înternet
heye. Loma dengê me digihîje kêm kesan.
-
- Em
dev ji Tirkan berdin, mixalefeta Kurdan jî li Bakur hê ev pirsgirêk
yan fêhm nekirine û yan jî bi nezantî li ser mijarê nasekinin. Me
berê jî gotibû heya þer nekeve mala generalan û kezeba wan neþewite
dê general ti carî dest ji þerên bi qirêj ber nedin. Generalên
Tirk ji bo jiyana xwe dirêj bikin mecbûr in vê siyaseta xwe ya bi kirêt
bi rêve bibin. Alternatîva wan ya duduya tine. Lê heger þer têkeve
mala wan, ew jê zerar û ziyanê bibînin dê rewþ bê guhertin. Çimkî
dê êdî ji bo wan jî þerê man û nemanê be. Wê hingê generalên
Tirk belkû bi lez helwesta xwe biguherînin. Wekî din kî çi dibêje
bila bibêje ne mimkûn e ku general helwesta xwe biguherînin. Çimkî
ew ranta þer dixwin, li ser fortan diavêjin û di nava jiyaneke
komfort de dijîn.
-
- Generalên
Tirk xelkê xwe kiriye qijik û pepûk. Ti kes newêre ji dûr an jî ji
nêzîk ve ji leþkeran re bibêje sola we xwar e. Generalan ji xwe re
pir biryar û yasayên zagonî jî derxistine ku kes nikaribe nêzîkî
wan bibe û wan rexne bike. Kesên derên generalan rexne bikin jî wan
wek îxanetkar bi nav dikin û karên wan di nava gel de diqedînin.
-
- Mixabin
em bixwezin an nexwezin hingiya Abdullah Öcalan di nava lepên
generalan de ye, rewþeke wisa li Kurdistanê û Tirkiyê peyda bûye ku
mirov nizane destê kê di cêba kê de ye û wisa rewþ her ku diçe ji
Kurdên Bakur re xerabtir dibe. Hêza ku di nava Kurdan de bibêje êdî
bes e divêt tevgera Kurd li Bakur bi serê xwe tevbigere û biryarên
xwe bixwe bigire nîne. Loma heya rewþ wisa berdewam be dê generalên
Tirk li ser Kurdan kapan biavêjin.
-
- Ew
teqîna bombeyî ku di sisiyê vê mehê de li Amedê pêkhat, di encamê
de 6 mirovên bê sûc û guneh hatin kuþtin û nêzîkî 70 kes jî
birîndar bûn encama siyaseta PKKê ya bê serî û bê berate ye. PKK
þer ji Kurdistanê dernexist û nexist mala generalan. Heya þer li
Kurdistanê berdewam be dê rewþ jî neyê guhertin. PKKê çend roj di
pê teqîna bombê de bûyer bi awayeke nîvco, serobero pejirand ku wan
ev þaþiya mezin kiriye û lêborîna xwe ji xelkê Amedê xwestin, lê
hê jî serî û ba lê didin ku goya biryar ne biryara wan ya navendî
ye. Ev helwesta PKKê neçaretiya wan rayê dide, divêt durist bin û
bi merdane lêborîna xwe ji xelkê Kurdistanê bixwezin û careke din bûyereke
bi vî rengî nekin, nefreta Kurdan qezenc nekin.
-
- Tirkên
þerxaz çi sivîl û çi jî leþker Kurdistan di nava agir û alavê
de hîþtine û di ser de wisa pijyayî ne ku teqîna Amedê ji xwe re
wek behane bi kar tînin, da ku xelkê bi zirt û derewên xwe bixapînin,
îxna bikin ku tevgera Kurd bitemirînin. Tirk heya niha bi derewên xwe
û bi dîplomasiya xwe ya bi gendelî, bi riþwet û korrûpsiyonê
qismekî bi ser ketine. Mixabin ku heya niha Tirkan ji xambûn û
siyaseta Kurdan ya bi cahîlane îstîfade kiriye. Heger Kurdan neheqiyên
li dijî wan hatine kirin bi zanetî, bi pilan û pirojeyên baqilane ji
xelkê re bigotana, me yê halê Tirkan bidîta.
-
- Hukumeta
APK ji hemû hukumetên din yên heya niha li Tirkiyê hatine û çûne
talûketir e. Çimkî AKP di bin sîwana qaþo îslamê de gotin bi
gotin daxwaza generalan li dijî gelê Kurd bi kar tîne. Her çiqas hin
Kurdan qedera xwe bi siyaseta APKê ve girêdabe jî, lê dê di dawî
de zerar û ziyaneke mezin ji siyaseta AKPê bibînin.
-
- Ji
aliyê din ve bi rastî gotina “skandal” pir hindik e, dema mirov
bibêje mam Celal pesna Erdogan û siyaseta APKê dide, ku berê Kurdên
Bakur bide vê siyaseta hezeyanê ya Erdogan. Em nizanin mam Celal û
rayedarên Kurdistana azad yên din çawa di xwe de wî mafî dibînin,
ku bi navê Kurdan pesna siyasetmedarên wek Erdogan û pesna siyaseta
Tirkan didin?
-
- Kek
Mesûd jî di hevpeyvîna xwe ya di gel Mehmet Metiner de behsa
"gelê Tirk yê bi esil" dike. Bi rastî dema em van gotinên
wan li ser pesna Tirkan dibihîsin, bîzê mirovan ji wan tê, êdî per
û baskên me li ser rayedarên Kurdistana azad diþkên. Em nizanin êdî
wana bi çi þiklî bi nav bikin.
-
- Mam
Celal û kek Mesûd! Ev rûreþiyeke pir mezin e ku hûn li dijî Kurdên
Bakur dikin. Gelo ewê li xweþiya we were. ku Kurdên Bakur jî pesna
Sadam bidin? Ka bibêjin çi ferq û cudahiya dijminê me û dijminê we
heye?
-
- Bila
xwendevan ji kerema xwe wan gotinên bi nefret û îbret li jêrê di çavkaniyan
de him bi zimanê Kurdî û him jî bi zimanê Tirkî bixwînin.
-
- http://www.netkurd.com/nuce.asp?id=10303
-
- http://www.bugun.com.tr/haberler/010108/p82959.asp
-
- http://www.netkurd.com/nuce.asp?id=10305
-
- http://www.bugun.com.tr/haberler/010108/p83080.asp
-
- Mam
Celal û kek Mesûd divêt hûn dest ji vê siyaseta keysperest û
parsektiyê berdin. Wekî din destê me ji paskura we dernayê.
|
|
|