|
GENERALÊN
TIRK HIQÛQÊ WEK MAÞIK JI BO XWE BI KAR TÎNIN FÛAD
SÎPAN
fuadsipan@yahoo.de Almanya,
14.08.2008
Kurdistaniyên
hêja! Generalên
Tirk ji destpêka komara xwe ya dandîk ve heya niha hiqûq li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê
wek maþika xwe bi kar anîne û tînin. Generalan bi taybetî di pê faþîzima
12ê îlonê 1980-an de hevsarê hiqûqê wisa bi xwe de þidandine, ku êdî
ne hewceye ew bi xwe dest biavêjin hukumeta goya sivîl jî,
yan jî înqilabeke leþkerî çêbikin. Ne hewceye êdî general xwe
biêþînin, tenê pêwiste ew li fîtikê bixînin. Hiqûq di nava lêva
generalan de maye. Hevsar her demê di destê generalan de bûye, hukumetên
heya niha hemûyan li defa generalan dane, general him tîr dikin û him jî
ron dikin, sawciyên wek mifird û sawanên wan jî her tiþtî ji bo wan
hasil dikin. Li hêsabê generalan çi hatiye bi kar anîne. Dema ji bo
generalan pêwistbû ola îslamê ji bo xwe goya li dijî Komînîzimê bi
kar bînin, qet dudilî nekirin, dînê îslamê ji bo xwe bikar anîn û îro
jî wek bela serên xwe dibînin û nizanin xwe çawa jê xelas bikin. Generalên
Tirk xwe tenê xwediyê bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dibînin. Generalan
her dem xwestiye hukumeteke goya sivîl li ser text hebe, ku ew her karên
xwe yên pîs û gemar bi wan bidin kirin. Generalan saziyeke wisa bi
pergal-sîstem ava kirine, dema þaþî û nebaþî hebin, her kes hemû sûc
û tawan dixe hustiyê hukumeta sivîl. Tevî ku berpirsiyarên hemû tiþtên
xerab generalin, lê dema tiþteke li rê neçe ji çepan bigire heya
muhafazakaran, hemû alî êriþî hukumetê dikin. Generalan hema hema her
kes anîne ser xeta xwe û xistine þirîgê polîtîka xwe ya bikirêt. Kes
newêre ji generalan re bibêje sola we xwar e. Generalên
Tirk bi destê zorê Bakurê welatê me xistin bin kolonyalîzima xwe. Lê
generalên Tirk wisa prîmîtîv in, ku bakurê Kurdistanê wek welatekî
kolonyalîzim jî nas nakin. Ew welatê me wek milkê bavê xwe dihesibînin.
Heger mirov qiyasekî ji welatên kolonyalîst yên wek Înglîstan, Fransa
û hwd. bide, wan welatana tevî ku bi destê zorê welatên din xistibûn
bin nîrê kolonyalîzima xwe û li wan welatan zext û zor dikirin, lê ji
alîkî din ve jî ziman, çand û þaristaniya xwe birin wan welatana û lê
xebitîn, ku ew welatana bi her awayî pêþve herin. Heya
niha hemû sazî û dezgehên dewletê di destê generalan de bû. Bê guman
hê jî kontirola generalan li ser wan saziyan heye. Lê ew êdî ne wek berê
dikarin di nava wan saziyan de cirîda biavêjin. Çimkî roj bi roj eþkere
dibe, ku yên di serî de hiqûqê didin nava lingên xwe û dipelixînin
general bixwe ne. General
çi jî bikin niha hêsabên wan tevlihev bûye, ji ber ku her tiþt li gorî
daxwaza dilê wan nameþe û roj bi roj, hêdî be jî kelayên di destên
generalan de ne, ji dest diçin û ew jî neçar mane, ku êdî bi çi metodê
tevbigerin, xwe biparêzin. Cîhan li generalan teng bûye, gotinên wan yên
wek “Vatan Millet, Sakarya” (Welat, Millet, Sakarya) jî êdî pere
nake. Rojnama Tarafê, bi taybet Gerînendeyê giþtî yê Rojnama Tarafê
Ahmet Altan bîhna generalan çikandiye, her roj tiþtekî nû li ser planên
wan yên bi gemar belav dike, kincên wan yên bi qirêj dertîne meydanê.
Yanê bi kurtasî Rojnama Tarafê generalên Tirk xistiye tengasiyeke wisa,
ku ew dîn û har bûne, nizanin ji bêzariyan çi bikin û çi bibêjin. Êdî
wek berê ewqas qîmeta generalan li ber çavên Tirkan jî nemaye. Pir
kesan bawer dikir û hê jî dikin, ku serokwezîrê Tirkan Erdogan serbixwe
tevdigere û dê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hin guhertinên posîtîv
çê bike. Lê mixabin ew kesana naxwazin qebûl bikin, ku ew qudreta
Erdogan, ya ku ew guhertinan, bi taybet jî di pirsa çareserkirina pirsgirêka
Kurd de çêbike nîne. Çimkî xwediyê siyasetê general in, ne Erdogan e.
Heya general xwe mecbûr nebînin dê guhertinan çê nekin. Wekî din her
tiþt beredayî û bê wateye. Qet
ti kesî îhtîmal nedida, ku li dijî partiya Erdogan AKP dadigeh ji bo
qedexebûnê vebibe. Generalan di vê mijarê de jî dîsa dane îspat
kirin, ku xwediyê desthilatê li bakurê Kurdistanê û li Tirkiyê ew tenê
ne. Lê êdî hêsabê generalan wek her dem li sûkê nayê û nehat. Tevî
ku wan dixwest AKPê qedexe bikin, lê em bawerin ji aliyê din ve jî li hêsabên
wan jî nehat partiya hukumetê qedexe bikin. Armanca generalan ew bû ku
dersekê bidin partiya Erdogan, per û baskên wî biþkînin. Loma dadigeha
Zagonê tenê bi cezayê peran hiþyarî-îhtar da APKê û ew qedexe nekir.
Nêrîna kesên bi aqilê selîm hemûyan ew e ku heger hukumeta Erdogan bi
wêrektî guhertinan çêbike, dê bi ser bikeve, lê heger Erdogan ji xeta
generalan dûr nekeve û hefsarê generalan bi hukumeta sivîl ve neþidîne
dê di dawiya dawîn de bixwe wenda bike û têk here. *** Terorar
Ergenekonê Me
li jorê jî behs kir, ku roj bi roj pîsiyên generalan dertên ser avê.
Ev ji salekê zêdetire pirsa rêxistineke terorîst bi navê Ergenekonê
derketetiye. Heya niha nêzîkî 50 kesî hatine girtin û di zîndanê de
ne. Di nav wan de di serîda Dogu Parinçek serokê partiya çep, hin
generalên teqawit, rojnameger û karmend hene. Bê
guman hukumeta Erdogan ji alîkî ve lê dixebite hin kirinên generalan yên
tarî derîne meydanê. Lê li gorî tiþtên heya niha, Erdogan û hukumeta
wî tenê li ser bûyerên ku di dema hukumeta wî de qewimîne disekine. Li
gorî daxwiyaniyên çapemeniya Tirk generalên Tirk yên teqawit û ew
nokerên li der û dora wanin, sê caran xwestine hukumeta Erdogan wergerînin. Wisa
tê xwiya kirin, ku Erdogan û hukumeta wî tenê lê dixebitin xwe ji
qedexebûnê xelas bikin an jî rola xwe di raya Tirkiyê de zêde bikin.
Loma ew naxwazin zêde têkilî generalên li ser textin bibin. Heya hukumet
têkilî wan leþkerên bi desthilat in nebe, pirsgirêk jî çareser nabin.
Çimkî ew hemû xerabiyên bi destê generalên teqawit bûne, hatine
kirin, bi daxwaz û biryarên generalên hên jî li ser textin têne kirin. Divêt
hêsab di serî de ji generalên 12 îlonê 1980-an Kenan Evren bê pirsîn.
Þefên cûntaya faþîst Kenan Evren û hevalên wî berpirsiyarê kuþtiyên
600-700 kesên bê sûc û guneh in û hê jî li jiyanê ne. Heger ev
pirsgirêka terora Ergenekonê nîvco bimîne, tariya 12 îlonê dernayê rûyê
rojê. Wek
tê zanîn îdîanameya Ergenekonê ji bal sawcî Zekerya Öz ve hate eþkere
kirin. Dê dadigeh di 20ê meha 10-an de dest pê bike. Îdîaname 2455 rûpel
e. Me Kurdan kêm zêde li ser kirinên generalan heya niha dizanî bû, ku
dewlet ne dewlet e, dewleteke cirto û virto ye. Me dizanîbû, ku general
her tiþtên bi kirêt bi dizî, bi destên kesên tarî didin kirin, lê vê
carê hukumeta Erdogan û sawciyên wan eþkere behsa wan kirinên bi gemar
dike. Hêviya me ew e ku her tiþt derê meydanê. Ez naxwazim di vê gotarê
de kûr û dûr li ser îdîanamê bisekinim. Çimkî heya niha pir tiþt
hatine nivîsandin. Hêjaye ku gotara Salihê Kevirbirî bi zimanê Kurdî
di derbarê mijarê de bê xwendin. http://www.netkurd.com/gotar_bixwine.asp?id=1712&yazid=137 Di
vê navberê de hate eþkerekirin, ku li Tirkiyê ne Ergenekonek, ji xêncî
wê 25 rêxistinên tarî yên wek Ergenekonê hene. Ersonmez Yarbay mepûsê
partiya AKPê yê berê û di heman demê de Serokê komîsyona di derbarê
Ugur Mumcû de lêkolîn çêkiriye, di pirsa Ergenekonê de ji çapemeniyê
re di 08.08.2008-an de got, wan di salên 90-î de lêkolîn çêkiriye,
tespît kirine, ku 25 rêxistinên wek Ergenekonê yên dewleta kûr-nehênî
hene. Binêrin
çavkanî. http://www.netkurd.com/nuce_bixwine.asp?id=12981 http://yenisafak.com.tr/Gundem/?t=08.08.2008&i=133547 Belê
dewleta generalan tê kilandin, diçelqe, diheje, dilerize.
Heger Erdogan û hukumete wî durist bin û bi duristî herin ser generalan
û hefsarên wan biþîdînin, dê ricaf bi nava dilê generalan bigre û dê
hêsap ji wan bê xwestin, na heger Erdogan û hukumeta wî ne bi cesaret
tevbigerin dê wenda bibin û general ê dîsa wek berê hovîtî û
saltanata xwe berdewam bikin.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org