|
|
-
QET
NIYETA GENERALÊN TIRK NÎNE BIBIN MIROV
-
FÛAD
SÎPAN
- fuadsipan@yahoo.de
-
- Almanya,
26.06.2009
-
-
-
- Kurdistaniyên
hêja!
-
- Rojnama
Tarafê di roja 12.06.2009-an de tevdîreke-pilaneke nû ya generalên
Tirk bi îmza generalê bi navê Dursun Çiçek derxist holê û ev
bû çend roj rojeva Tirkiyê li ser wê pilanê diheje.
-
- Baweriyeke
pir mezin di raya giþtî de heye, ku ev plan ne tenê ji aliyê
generalekî ve, ji aliyê Genelkurmay-serleþkeriya Tirk ve hatiye
amade kirin.
-
- Li
gorî wê pilanê serleþkeriya Tirk amadehiyeke nû di meha Nîsanê
de çê kiriye, ku çawa partiya AKP û civata Fetulah Gulen ji kokê
ve xelas bike. Navê tevdîra generalan jî “Ýrtica
ile Mücadele Eylem Planý”
(Plana Tekoþînê ya li dijî çalakiyên îrtîca-paþverûtiyê).
Ev belge ji aliyên polêsê Stenbolê li mala Serdar Ozturk, ku
niha di pirsa rêxistina terorîst ya Egenekonê de tê
tawanbarkirin hatiye dîtin. Serdar Ozturk bixwe jî leþkerekî
teqawit e.
-
- Generalan
xwestine bi vê tevdîrê ajanan têxin nava AKPê û civata Fetulah
Gulen û bi dizî çek û sîlehan di mala berpirsiyar û
desthilatdarên AKPê û yên civata Fetulah Gulen de veþêrin û
paþê jî di ser mala wan de bigirin, saziyên wan wek rêxistinên
çekdar rayê bidin, bi îftira bibêjin ku goya ew lê dixebitin bi
þerê çekdarî þerîetê li Tirkiyê ava bikin, di çapemeniyê
de bidin xuya kirin ku têkiliyên wan bi PKKê re jî heye û wan
herdu aliyan wek rêxistinên terorîst eþkere bikin û derînin pêþiya
dadigehan, wisa dawî li siyaseta Erdogan û ya Gulen bînin.
-
- Sawciyê
generalan jî bi awayeke lez û bez li ser eþkerebûna wê pilanê
di rojnama Tarafê de fermana qedexebûna rojnama Tarafê derxist.
Rojnamê jî îtiraza xwe pêþkêþî dadigeha Stenbolê kir.
-
- Di
vê navberê de partiya APK jî li dijî wê pilanê li ba sawciyê
komarê li Enqerê dawa lêpirsînê li dijî tawanbaran, ango leþkeran
da vekirinê.
-
- Niha
li ser vê mijarê nîqaþ û gengeþiyên mezin çê dibin. Her alî
dibêjin heger ew pilana rast be divêt hesab bêye xwestin. Pir
balkêþ e ku partiya CHP û MHP jî eynî tiþtî dibêjin.
-
- Lê
generalan dîsa bi ya xwe kirin, pirsgirêk serobino kirin, serî û
ba lê dan ku ser pîsiyên xwe bigirin. Sawciyê generalan di
24.06.2009an de dawî li lêpirsîna xwe anîn û dosya girtin. Ji
ber ku belge kopî bû, sawcî jî goya xwe gihandiye wê encamê,
ku îmza general Dursun Çiçek sedî sed nehatiye tespît kirin.
-
- Di
26.06.2009-an de jî serleþker Baþbûg li ser vê pirsgirêkê
axivî. Ewî tiþteke nû negot. Tew di ser de jî tiliya xwe li ba
dikir û bi gefan tirovoroyên xwe berdewam kir.
-
- Hingiya
komara Tirkan ava bûye tevdîrê generalan xelas nabin. Çimkî ew
xwe tenê xwediyê komarê dibînin û dixwezin li bakurê Kurdistanê
û Tirkiyê her kesî bikin dîlê tevdîrên xwe û bandora
siyaseta xwe li ser wan ferz bikin.
-
- Generalan
di dawiya goya lêpirsînê de bi dek û dolaban pêþî lê girtin,
ku wan tiþteke wisa nekiriye. Belku jixwe armanc û tevdîra
generalan ew bû, pilanê serobino bikin, ku partiya APK di bin
tawanbariyan de bihêlin, wan bi vê pilanê li ber çavê xelkê reþ
bikin û paþê AKPê tawanbar bikin, ji wan re bibêje hûn bi îftiran
dixwezin heriyê biavêjin leþkeran.
-
- Niha
dê sawciyên di pirsa rêxistina terora Ergenekonê de pêwirdar in
li vê pirsgirêkê mêze bikin, Lê ez bawer im, ku generalan hêsabê
wê jî kirine, ku çawa
pêþî li sawciyên dadigeha sivîl jî bikin kirine.
-
- Belê
her çiqas hemû pîsiyên generalan li meydanê ye, lê ne hukumeta
Erdogan û ne jî ti hêza, ku li himberî generalan derê tine.
General jî vê rewþê ji bo xwe baþ dizanin û her carê bi
metodek din lê dixebitin hukumeta li ser texte ji bo berjewendiyên
xwe bi kar bînin. Hukumetên Tirkan jî ji tirsa generalan newêrin
ji aliyê dadmendî de rewþa generalan biguherîne û wan têxe bin
bandora siyaseta sivîl.
-
- Ev
çend sale hêzeke xwurt di destê Erdogan de heye ku hefsarê
generalan biþidîne, lê ji ber ku Erdogan bixwe ne durist e, loma
ew jî ji dil de naxwaze pir guherînên bi bingeh çê bike. Heger
Erdogan wek bi gotineke Ewrûpiyan dibêjin bi siyaseta “nan
û þekir” li hemberî generalan tev negeriya dê bikarîba bi
guherîna zagona bingehîn hefsarê generalan têxe bin desthilatiya
sivîl. Lê Erdogan wisa nekir, belku bi vê siyasetê dawiya xwe jî
bîne.
-
- Generalên
Tirk xwe pêþverû û þayan-layîq dibînin û xelkê jî paþverû
dibînin. Lê ew êdî nikarin bi bixapandoziyê siyaseta xwe
berdewam bikin, her kes dizane ku goya pêþverûtiya generalan çek
û gefên wan e. General di bin talda çek û sîlehan de xwe
digijgijînin xelkê. Di rastiyê de hemû general newêrek in.
Jixwe wan di dema doza Ergenekonê de ezmûneke wisa rayê dan ku ew
mirovên tirsonek in û di rojên teng de nikarin xwedî li kirinên
xwe yên bi kirêt derên. Çimkî ew cewher di wan de tine. Ew dîktator
in, dijminê demokrasiyê ne.
-
- Heya
agir û alav nekeve mala generalan ew þîret nagirin û nabin
mirov. Çimkî generalan ji despêka komarê ve xwe bi qanûnan dane
garantiyê û heya niha hukumet ji bo xwe wek mostere bi kar anîne.
Generalan bi qasî misqalekê jî hesap nekirine dê rojekê bixwe jî
hêsab bidin.
-
- Lê
general êdî çi dikin bila bikin, rastiyeke bêyî dudilî
derketiye meydanê, ku xelkê Tirk jî êdî îtîbar bi generalên
xwe nake. Pergala generalan, îdeolojiya Kemalîzimê ya bi kirêt
êdî roj bi roj ber bi rizyayiyê ve dimeþe.
-
- Heya
hukumeta Erdogan hêza xwe ya siyasî wek qamçî
û þûr li ser stûyê generalan ferz neke, dê general hê pir
tevdîr û pilanan çê bikin.
-
- Di
25.06.2009-an de bûyereke nû û pir balkêþ qewimî. Faþîsteke
wek Deniz Baykal jî êdî dibêje, divêt hêsab ji generalên 12.
Îlonê bê xwestin û divêt mada 15an ya destûra bingehîn, ku
nahêle generalên 12. Îlonê bêne darizandin bê guhertin.
-
- Lê
Erdogan jî bi bihaneya ku Deniz Baykal ne ji dil de ye û pêþniyariya
wî red kir. Erdogan bi derewa xwe wisa parast ku, Deniz Baykal berê
ne amadebûye pir madên destûra bingehîn biguhurîne, loma ew pêþniyariya
Deniz Baykal wek heneka bi av dibîne.
-
- Ez
ti demê di nêrîna xwe ya li ser Erdogan de þaþ nemam. Ev
helwesta Erdogan ya dawî jî îspata wê ye. Ev helwesta Erdogan nîþanî
me dide ku ew di rastiyê de naxweze navbera xwe û generalan xerab
bike. Hukumeta Erdogan loma çû ser pirsgirêka terora Ergenekonê,
çimkî Ergenekonê dixwet Erdogan xelas bike. Erdogan tenê di
berjewendiyên partiya xwe de xizmetê dike.
-
- Di
vê navberê de mîmar û serkêþê cûnta 12. Îlonê faþîst
Kenan Evren jî bersiva Deniz Baykal da û got, heger rêya
darizandinê ji wî re vebibe, dê xwe bixeniqîne.
-
- De
gidî, kanê em wê rojê bibînin, ku qatîlê 700 hezar mirovî
Kenan Evren bixwe xwe xeniqandiye.
-
-
|
|
|