|
|
GÜNTER GRASS PIÞTÎ 61
SALAN PEJIRAND KU EW DI SALA 1944AN DE BÛYE ENDAMÊ LEÞKERÊ NAZÎ
YÊN TAYBET KU JÊRE WAFFEN-SS DIBÊJIN
FÛAD SÎPAN (AKPINAR),
fuadsipan@yahoo.de
Almanya, 29.08.2006
Kurdistaniyên
hêja!
- Xwediyê
Xelata Nobelê nivîskarê Alman yê navdar Günter Grass di
12.08.2006an de di hevpeyvînekê de bi rojnama “Frankfurter Allgemeine Zeitung” re cara yekem pejirand ku wî di pirtûka xwe ya nû de ku li ser jinenîgariya
xwe nivîsandiye, ew di sala 1944an de ji fedîlê dilê xwe, yanê bi
dilxwazî beþdarî refên êriþê yên Adolf Hîtler yên bi taybet ku
jêre Naziyên Waffen-SS
dibêjin bûye. Niha li ser vê bûyerê li Almanya gengeþiyeke pir
mezin çê bûye ku çima? Günter Grass ewqas dereng qebûl kir ku ew
di 17 saliya xwe de li Danzîgê bûye endamê leþkerê taybet yê
Naziyan. Günter Grass li ser vê bûyerê di televîzyona Almanya ARDê
de got, ji ber ku ew ne amadebû û wî fedî dikir, loma li ser vê bûyerê
neaxiviye. Raya giþtî li Almanya li ser du sedeman disekine ku çima?
Grass ewqas dereng maye.
-
- 1-
Heger Günter Grass berê bigota ku ew di 17 saliya xwe de bûye
endamê leþkerên taybet yê Hîtler, dê ti demê ne mimkûnba ku ew
Xelata Nobelê werbigire û di qada Navneteweyî de bibe nivîskarekî
wiha navdar û jê re rêzeke bilind bêye kirin.
- 2-
Ji ber ku dê di sala 2007an de deriyê arþîvên îstixbarata
Almanya ku jêre Staatssicherheitsdienst (STASI) dibêjin vebibe, ku her
kes bikaribe lê temaþe bike, loma Günter Grass ji aliyê hin kesan ve
ji zû de hatiye agahdarkirin ku ew vê rûreþiya xwe ji niha de
bipejirîne ku paþê jêre serêþiyên mezin çê nebin.
-
- Ev herdu
nêrînên li jor jî bi mantiqin. Lê niha pir kes bi dengê bilind dibêjin,
ku divêt Günter Grass Xelata Nobelê þûn de vegerîne, û an jî
heger ew vê Xelatê þûn de nede, divêt Xelat ji aliyê weqfa ku
biryara Xelata Nobelê dide ji wî bêye stendin. Weqfa Xelata Nobelê jî
daxuyanî da ku ewê daxwaza þûn de vegerandina Xelatê ji Günter
Grass nekin. Çimkî di dîroka Xelata Nobelê de tiþtekî wiha nebûye,
mihtemele ku dê di demên pêþ de jî tiþteke wiha nebe.
-
- Tiþtên
bala min di çapemeniya Almanya de kiþand reaksiyonên xwendevanên
rojnama “Der Tagesspiel” e. Mirovek bi navê Peter Bruns wiha dibêje
“Grass hat klammheimlich "Katz und Maus" mit uns allen
gespielt” (Grass
bi dizî, bi me hemûyan re lîstika ‘pisîk û miþkê’ lîst)
Mirovekî din jî bi navê Andreas
Krinke wiha dibêje
“Grass sollte für alle Schäden persönlich haften. Ehre kommt von
Ehrlichkeit. Beides trifft für Herren Grass nicht zu. Er hat das
wichtigste verloren, unser Vertrauen” (Divêt
Grass bixwe berbirsiyarê ziyanê xwe be. Rûmetî ji rastiyê tê.
Herdu jî ji bo birêz Grass derbas nabin. Ewî ya herî girîng,
baweriya me winda kir)
-
- Xwendevanê
bi navê Andreas
Krinke dibêje, rûmetî
ji rastiyê tê. Bi raya min ev xwendevana pir mafdare ku wisa dibêje.
Mirovên ewqas bi qurnasî rastiyê 61
salan veþêre ku
goya wî fedî kiriye rastî negotiye, ewî Xelatwergirtina Nobelê jî
heq nekiriye.
-
- Wekî
din di vê malpera înternetê de http://www.perlentaucher.de/artikel/2916.html
ji çapemeniya Almanya û ya cîhanê yên herî navdar nêrînên pir
nivîskarên cîhanê li ser Grass
hene. Hin ji wan jî bi awayeke tund êriþî Grass dikin, wî
durû, qure û wek qurnas û pijyayî rexne dikin. Jixwe heger ev bûyer
beriya Xelatstendina Grass bihata zanîn, Grass di cîhanê de biba ferîþtah
jî, dê ew Xelata rûmetê wernebigirta. Ji bilî jina Grass ti kesî,
herwiha zarokên wî jî hetanî daxuyaniya wî nizanîbûn ku bavê wan
di sala 1944an bûye endamê Waffen-SS.
Di bîogirafiya wî de tê gotin ku ew di wan salan de li bajarê ku têde
jiyaye, li Danzîgê çûye leþkeriyê ya mecbûrî. Danzîg wê hingê
axa Almanya bû. Lê di pê þerê cîhanê yê dudiyan de kete nava sînorê
Polonya ku niha jêre Gdanz dibêjin.
-
- Bê
guman mirov nikare sûc û gunehê Naziyan biavêje hustiyê Xortekî 17
salî wek Grass tenê, çimkî civata Almanan wê hîngê ji sedî 99
hemû jî dabûn pê dûvikê serokên xwe Hîtler. Xortekî 17 salî
dikare di wan salan de pir þaþiyan jî bike. Ev jî suriþtiye û
mirov dikare fêhm bike. Lê tiþta paradoks ew e ku Grass ewqas sal û
zeman yanê 61
salan ev bûyera
bi dizî hîþt. Ev bûyera ne bûyereke wisa bû ku mirovekî wek Grass
biavêje piþt guhê xwe û dema ku bihîst dê rûreþiya wî di sala
2007an de derê meydanê xwe mecbûr dît ku ji carekî ve qebûl bike
ku ew bûye endamê Naziyan. Grass dikarîbû li ser vê bûyerê bi
dehan pirtûkan binivîsîne û hin tiþtên tarî yên rejima Hîtler
ya faþîst belkû hê jî nehatiye zanîn eþkere û zelal bike. Wek li
jorê jî hat gotin, niha ji ber ku dê di sala 2007an de arþîvên
STASI vebibin, loma Grass xwe mecbûr dît ku vê bûyerê eþkere bike.
-
- Du tiþtên
girîng û balkêþ jî hene ku hêjayî gotinê ye li ser Günter Grass
û endametiya wî ji bo Naziyan bibêjim. Wek têzanîn Adolf Hîtler di
sala 1933an de hate ser text û propogandeke pê perwa li dijî Cihûyan
li dar xist. Hîtler di sala 1939an de bi êriþa Polonya dest bi þerê
cîhanê yê duwemîn kir. Hetanî sala 1944an bi deh mîlyonan mirovên
bê sûc û guneh di komkujiya Hîtler de derbas bûn. Wê hingê him li
Ewropa û him jî li derê din di cîhanê de kevir li ser kevir nema bû.
Jixwe Almanya jî êdî li ber hilweþandinê, belavbûnê bû. Saleke
an jî çend meh/heyv maye ku þerê cîhanê bi dawî bibe. Günter
Grass jî di demeke wiha de dibe endamê Naziyan. Di demeke wiha de
heger hîsên nijadperestî xurt nebe mirov nikare di pê ewqas hilweþandinan
de bi daxwaza dilê xwe here bibe endamê Rêxistina Hîtler ya bi
taybet. Ya din jî bi raya min Grass pir qurnas e. Wî zû de ev bûyera
ku dê endametiya wî ji bo Naziyan di sala pêþ me de bi eþkerekirina
arþîvên STASI ji hevalên xwe, ji sosyaldemokiratên Almanya bîhistiye,
lê jixwe re li firsenda demê geriyaye. Ew civata Almanan baþ nas dike
û dizane ku di pê lîstika Kûpayê de xwîna piraniya Almanan li ser
nijadpersetiya wan hevraz diçe. Loma dem jimartina daxuyaniya Grass di
rojnama “FAZ” de û eþkerekirina
pirtûka Grass ya ku ew vê rûreþiya xwe qebûl dike jî pir balkêþ
e.
-
- Bi bîr
û baweriya min Grass çiqas jî di qada Navneteweyî de wek nivîskarekî
baþ bêye xuyakirin, ez wî wek nivîskarekî baþ nahesibînim jî. Ne
tenê, ez pir nivîskar û analîzzanên baþ li Almanya wek min
difikirin. Lê mixabin carê stêrka Grass çirisûye û ew bi taybetî
bi romana xwe ya bi navê teneke û dahol bû nivîskarekî navdar û di
ser da jî bû xwediyê Xelata rûmetê. Ez bawerim Grass ê bi vê pirtûka
xwe di cîhanê de rekora nû biþkîne. Çimkî carê sihûda wî þixûliye
û ew ji Nazîtiyê bûye mirovekî xwedî Xelatwergirtina Nobelê ya rûmetê.
- Lê belê
bi raya min heger hinekî morala Günter Grass hebe, dê bixwe Xelata
Nobelê ku ji bo rûmetê hatiye dayîn þûn de vegerîne.
-
- Çavkanî
rojnamên Almanya
-
- Der
Tagesspiegel
-
- Frankfurter
Allgemeine Zeitung
-
- Die Welt
-
- Û HWD.
-
- http://www.tagesspiegel.de/kultur/nachrichten/guenter-grass/70536.asp
-
- http://www.faz.net/s/Rub475F682E3FC24868A8A5276D4FB916D7/Doc~EF9C972E548D949F98925B9431733847E~ATpl~Ecommon~Scontent.html
-
- http://www.faz.net/s/Rub7FC5BF30C45B402F96E964EF8CE790E1/Doc~E405E110A92BE45B7A76B55CF4698239D~ATpl~Ecommon~Sspezial.html
-
- http://www.welt.de/data/2006/08/16/999725.html
-
- http://www.perlentaucher.de/artikel/2916.html
|
|
|