|
|
ERDOGAN
BI HELWESTA XWE LI DIJÎ NIHEQIYÊ ÇIQAS JI DIL DE YE?
FÛAD
SÎPAN,
fuadsipan@yahoo.de
Almanya,
02.02.2009
- Kurdistaniyên
hêja!
-
- Serokwezîrê
Tirkan Recep Tayyip Erdogan li Siwîsre, bajarê Davosê di civînekê
de roja 29.01.2009-an li hemberî serokkomarê Îsraîl Peres mêranî
kir, jê re got “hûn baþ
dizanin mirovan bikujin” û hwd. Erdogan di heman demê de civîn
li ser sedemên ku mafê axaftina wî hatiye birîn protesto kir û ji
civînê derket. Ev helwesta Erdogan bi taybet li Tirkiyê, welatên Îslam
û di cîhanê de dengek pir mezin da û Erdogan ji niha de di cîhana
Îslamê de kire leheng.
-
- Ez
vê helwesta Erdogan li dijî niheqiya terorîzma dewleta Îsraîl li
hemberî sivîlên Filistîn pir baþ dibînim. Neheqî, neheqî ye.
Mirovên bi wijdan neheqiyê napejirîne. Neheqiya olan-dîn,
zav-mezhep, gel, millet, hindikayî, çep, rast, xwar, berjêr û berjor
tine. Neheqî li dijî kê dibe bila bibe, ew cihû dibe, xiristiyan
dibe, yan jî misliman dibe, divêt mirovatî, însanetî li dijî hemû
neheqiyan derê. Lê pirs ev e, Erdogan
li dijî neheqiyê çiqas durist e? Divêt em hinekî li ser durûtiya
polîtîka Erdogan bisekinin.
-
- Erdogan
ji sala 2002-an de destpê kir û got, “pirsa Kurd tine ye”. Wî di sala 2004-an de got, “heger
Kurd li Arjantînê jî Kurdistanekê damezrînin dê herin li wê derê
jî li dijî Kurdan þer bikin”. Erdogan heya niha hemû neheqiyên
leþker û generalên Tirk li dijî Kurdan bi biryar û qanûnên
parlamenê alîkarî daye leþkeran.
-
- Heya
Erdogan bi mêranî generalên 12. Îlonê dernexe pêþiya dadigehê û
hêsabê nêzîkî 700 hezar mirovên mexdûr bûne, di bin zilma îþkenca
generalan de debas bûne, hatine kuþtin, pirsgirêka terora JITEMê,
terora Ergenekonê, 17.500 kuþtiyên qesasên wan nediyar e, hemû
pirsgirêk û niheqiyên li dijî Kurdan û yên din, pirsgirêka siyasî
ya milletê Kurd û Kurdistanê jî di nav de çareser neke, dê Erdogan
wek durû li ber çavê alema Kurdan bimîne.
-
- Erdogan
tenê bi TRT 6ê dest bi guherîneke nû kir, lê ev ne biryara wî tenê
bû, ya generalên ku êdî nizanin di pirsa Kurd de çi bikin bû. Lê
hê jî ne belû ye, ku dê TRT 6 heya kîderê bimeþe. Çimkî hê ti
rê û rêbaz ji bo TRT 6ê çê nebûne.
-
- Ez
dîsa dubare û sêbare dinivîsînim û dibêjim baþ e, ku Erdogan
helwesteke wisa hiþk rayê niheqiya cihûyan da. Lê divêt Erdogan êdî
baþ jî bizanibe, heger heya niha nebûbe, dê ji niha û pêve çavê
alemê li ser wî û kirinên wî be. Heger Erdogan durûtiya xwe
berdewam bike, dê cîhana demokratîk bi wî henekên xwe bikin û wî
wek alîgirê rêxistina terorîst ya HAMASê bi nav bikin.
|
|
|