|
HILBIJARTIN FÛAD
SÎPAN (AKPINAR), fuadsipan@yahoo.de
Almanya, 24.07.2007 Kurdistaniyên
hêja! Çiqas
pir kesan bawer nedikir ku hilbijartin di 22.07.2007an de çêbibe, (çimkî
generalên Tirk bi sed hezaran leþkerên xwe birine ser sînorê Baþûrê
welatê me, her roj gundan bombebaran dikin û bi provokasyonan dixwezin þer
derînin, êriþî Kurdistana azad bikin) di dawiya dawîn de hilbijartin
çêbûn û partiya AKPê ji hilbijartinên berê xurtir derket, dîsa
dikare bi serê xwe bibe desthilata sivîl. Ne
hêjaye ku mirov li ser muxtira generalan û meþên Tirkan yên faþîstane
bisekine. Jixwe hêviya wan ji hilbijartinan ew bû ku di hilbijartinan de
bi ser kevin. Lê hilbijartin ji wan re bû hezeyan. Min
berê nivîsî û nêrîna min ew bû ku Kurd hilbijartinan boykot bikin. Çimkî
ez bixwe êdî ti manê, ti watê têde nabînim ku Kurd bi sonda li ser þeref
û namûsa Tirkan di parlamena Tirkan de siyasetê bi navê Tirkitiyê
bikin. Helwesta Tirkan li hemberî Kurdan eþkere ye û ez bawer nakim ku di
demên pêþ de bi çend parlamenterên DTPê helwesta Tirkan bêye
guhertin. Heger ew parlamenterên DTPê ne li gorî rê û rêbaza wan
tevbigerin dê Tirk dîsa wek berê bi paskura wan bigirin û biavêjin zîndanê.
Çimkî desthilatiya sivîl çiqas jî xurtbe dê generalên Tirk rê li pêþiya
wan bigirin. Heger mirov siyaseta Tirkiyê baþ analîz bike, kesekî wek
Adnan Menderes di dîroka Tirkiyê de di hilbijartinan de ji sedî 50
prosentî berjortir deng negirtiye. Ji ber ku ew li dijî generalan bû û
hevsarên generalan xiste bin destê siyaseta sivîl, di dawiya dawîn de bi
canê xwe bedel da. Bê
guman dem û dewran pir hatine guhertin, lê rêya vê dem û dewranê di
Tirkiyê re derbas nebûye. Hetanî gule di mêjûyê generalanên Tirk de
neteqe, canê generalên Tirk neêþe û ew ji vê rewþa niha zerarê nebînin
dê zilm û zordariya xwe berdewam bikin. Generalên Tirk kuþtiyên leþkerên
xwe, zarokên Tirkan û Kurdan ji xwe re wek qurban dibînin, ne talaþa wan
e ku rojê çend zarokên Tirk têne kuþtin. DTP
çiqas bi van mepûsên xwe þa bibe, ev ji bo Kurdan li Bakur serkeftin nîne.
Kurdan bi deh hezaran qurban û þehîd dane. Divêt bedela ewqas þehîdan
ne çend parlamenter bin. Divêt tevgera Kurd vê rastiyê bibîne ku ne
partiya CHP û yên din deng wenda kirine, wan jî wenda kir, çimkî li
Bakurê Kurdistanê ji sedî 50 dengan zêdetir ji partiya AKPê re çûn.
Ez bixwe vê bûyerê ji bo Kurdan li Bakur wendabûn dibînim, ne
serkevtin.
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org