MIROVATÎ LI WELATÊ TAMÎL HATE QIRKIRIN

CÎHANA HOV KER Û LALE

 

FÛAD SÎPAN

fuadsipan@yahoo.de
 
Almanya, 27.05.2009
 
 
   
 
 
Kurdistaniyên hêja!
 
Gelê Tamîl jî wek gelê Kurd ji bo azadî û serxwebûna xwe li hemberî dewleta Sirî Lanka li dijî neheqiyê li berxwe dide. Lê dewleta Sirî Lanka jî wek dewleta Tirk ji bo milletekî mazlûm azadiyê pir dibîne.
 
Ev 25 sal e gelê Tamîl bi pêþengiya rêxistina Pilingên Tamîl li dijî rejima Sîngalêzan þerê azadiyê berdewam dike. Lê belê dewleta Sirî Lanka bi taybet van dawiyan bi çekên Çîn û Ûriz li hemberî sivîlên Tamîl ti sînoran nas nake. Rêjîma desthilatdar li Sirî Lankayê heya niha bi deh hezaran mirovên sivîl bi komkujî kuþtiye û bi vê yekê bûye tawanbarê kuþtina li dijî mirovayetiyê.
 
Dewleta Sîngalêz li Sirî Lanka li ber çavê mirovên cîhanê li welatê Tamîl pê li hemû nirxên mirovatiyê kir, wê li ser xaka Tamîlan hemû nirxên mirovayetiyê sotandin û mirovên bêguneh qir kirin, lê dengekî bilind li vê cîhanê ne kir hawar. Mirovin li vê cihanê hene ji dîrokê qet û qet tiþteke hîn nebûne. Ew hên jî hovên dema berê ne.
 
Berpirsiyarên komkujiya li dijî xelkê Tamîl ne tenê rejima dewleta Sirî Lanka ye. Di serî de welatên tawanbarên qetliyama Tamîlên sivîl Çîn û Ûriz in, yên ku çek û sileh dane dewleta Sirî Lanka, da pê xelkê Tamîl bikuje, herwisa bêdengiya cîhanê jî sûcdarê vê qetliyamê ye.
 
Ev bûyera hovane ne di sedsala 18an, ne di ya 19an û ne jî di sedsala 20an de dibe. Ev hovîtiya di dema sedsala 21ê de diqewime, ku mirov bawer dikir, ev cîhan ji dîroka xwe ya kirêt ders derxistiye.
 
Wêne û nûçeyên di derbarê komkujiya xelkê Tamîl de hestiyên mirovan dilerizînin. Bê çaretiyeke wisa hatiye serê wan belengazên Tamîl, loma rêxistina wan neçar ma, dest ji þer berdin, ku xelk êdî ji wê hovîtiya Sîngalêzan zêde ziyanê nebîne.
 
Serokkomarê Sirî Lanka Mahinda Rajapakse di 16ê meha Gulanê de li Urdunê serkeftina xwe ya derewe li dijîn xelkê Tamîl îlan kir.
 
Tew serokkomarê Sirî Lanka Mahinda Rajapakse wisa teres û çavsor e, ku di pê goya serkeftina wan li dijî Pilingên Tamîl ji serokkomarê Tirk Abdullah Gul re telefon kir û jêre got, heger hûn bixwezin, hûn dikarin ji þerê me li dijî Tamîlan sûdê werbigrin û li dijî PKKê ango li dijî Kurdan bi kar bînin.
Siyaseta cîhanê siyaseteke duru ye. Heger welatê Çîn li hemberî xelkê Tîbet komkujiyeke wek dewleta Sirî Lanka li hemberî welatê Tamîl bi kar bianya, belkû di serî de DYA û yên din li ser Tîbetê cenga cîhanê li dar bixistana. Lê na Tamîl belengaz in, ne petrol wan heye, ne lobiya wan heye û ne jî dîplomasiya wan xurt e. Loma komkujiya Tamîlan ji vê cîhana hov re minasib e.
 
Lê em ji welatên Ereb re çi bêbjin. Ji bo wan hebe, tine be yek pirsgirêk heye û ew jî pirsgirêka Filistîn e. Wekî din Ereb ji xeynî Kurdan ji bo mislimanên hemû cîhanê dengên xwe derdixin, lê ew mentalîta wan, ya ku ew ji bo milletê mezlûm çi xiristiyan û çi jî ji olên din dengên xwe derxin, tine. Çimkî Dolarên Petrolê û hovîtiya Ereban çavên wan korkiriye û morala însanetiyê di wan de nemaye.
 
Jixwe pirensîpên dewletên Ewrûpî jî berjewendî û pere ne. Ewrûpî ji bo pênc quruþan panzdeh teqlan diavêjin. Mafê mirovan tenê ji bo xelkê wan e. Wekî din talaþa wan nîne. Pîvan û biryarên mirovan tenê di nava lêvên wan yên derewîn de mane.
 
Rêxistina Neteweyê Yekbûyî jî nokerê DYA û dewletên Ewropa ye. Heger bûyerek li gorî berjewendiyê wan be, ew di heman demê de hemû mekanîzma Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (RNY) dixin dewrê û li ser biryara derdixin. Ger ji bo wan pêwist be, qet dudiliyan nakin, di heman demê de jî biryara þer li dijî dewletan jî derdixin.
 
Serokê Rêxistina Neteweyê Yekbûyî Ban ki Moon niha tenê bi daxwiyaniyên vala dixweze dilê cîhanê hênik bike. Û goya niha RNY lê dixebite alîkariya hûmanîter bide sivîlên Tamîl.
 
Ev ne cara yekem e û ne jî cara duyem e, ku cîhan wisa bê perwa û bi çavkorî li komkujiyan temaþe dike. Doh komkujiya rejima Sûdanê li Darfûr bû, îro komkujiya xelkê Tamîl bû, kî dizanê dê sibêh li kîderê komkujî çê bibe û dîsa ev cîhan wê bêperpirsiyarî lê temaþe bike.
 
Lê em ji Reþo re bibêjin çi? Di cîhanê de pir kesan baweriya xwe pê anîbû, ku ewê vê cîhanê ji hemû pirsgirêkan xelas bike. Lê Reþo di pirsa komkujiya Tamîlan û di pirsa girtina zîndana Guantanamo de rûyê xwe yî rast nîþan da, ku ew jî wek serokên DYA yên din durû ye û ji bo berjewendiyên Îndûstiriya bazirganên çekan li Amerîka kar dike. Jixwe heger rastî bervajî vê yekê biba, ezê þaþ bimama.

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org