|
|
ÎDÎA
Û TAWANBARIYÊN MICHAEL RUBIN
FÛAD
SÎPAN, fuadsipan@yahoo.de
Almanya,
06.02.2008
Kurdistaniyên
hêja!
- Di
18. û 19ê meha yekê sala 2008-an de di çapemeniya Kurdî de hate
ragihandin, ku mam Celal û kek Mesûd gotine, dê li dijî tawanbariyên
analîstê Amerîka Michael Rubin, ku ewî îdîa kiriye 2 mîlyarên
kek Mesûd û 400 mîlyonê mam Celal heye dawe vebike. Mam Celal û kek
Mesûd herwisa gotine, ji ber ku rojnama Hawlatî bi zaravê soranî
rapora Michael Rubin weþandiye, loma dê li dijî rojnamê jî dawe
vebikin.
-
- Michael
Rubin îdîa dike, ku Mesûd Barzanî û Celal Talabanî pergala rejima
Baas ya Sadam Husên kopya kirine û wan peran jî ji bo karên xwe yên
bi kirêt li Kurdistana Azad bikar tînin. Michael Rubin di rapora xwe
de di mijara kopiyakirina mekanîzma Baas de eynî wiha dinivîsîne, “both
parties have replicated Baath Party mechanisms of control” (herdu
partiyan [PDK û YNK] mekanîzma kontirola partiya Bass kopya kirine)
-
- Beriya
ku ez berbifireh li ser mijara raporê (îdîa-tawanbarên) Michael
Rubin bisekinim, hêjayî gotinêye, ku Michael Rubin lêkolînerê
Instituta Amerîka ya binavê “American Enterprise Institute”
ye. Ev Institut bi nêzîkatiya xwe ve bi hukumetên DYA re navdar e û
herwisa wek karxana fikr û raman tê hesibandin. Xeta polîtîka
Institutê ya muhafazakaran e. Ji endamên Institutê yek jî Richard
Perle e. Ew bi koka xwe cihû ye û heya sala 2004-an þêwirmendê
wezareta parastinê yanê Pentagonê bû. Jixwe heger mirov bibêje ev
Institut bi piranî ji aliyê cihûyên Amerîka ve tê bikaranîn, dê
ne þaþ be.
-
- Belê
niha mam Celal û kek Mesûd bi ya xwe kirin û li dijî rojnama Hawlatî
dawe vekirin. Van rojan dadê dest pêkiriye. Em hên encama dawiya dadê
nizanin.
-
- Heger
mam Celal û kek Mesûd ji xwe û hêza xwe bawer in, blof û fortan
nakin, bila ji kerema xwe li dijî Michael Rubin jî dawê vebikin. Lê
em bawer in dê dawê venekin, çimkî ew jî dizanin dê çawa xwe bi wê
kiryarê li Amerîka biçûk bixînin. Dawe vekirina li dijî rojnama
Hawlatî jî ji xêncî çavtirsonekirina ramana azadiyê pêve tiþtek
nîne. Mam Celal û kek Mesûd dixwezin bi vê kiryarê dest biavêjin
ramana azad û wê rapêç bikin.
-
- Tiþta
çewtî jî ew e ku mam Celal û kek Mesûd bersiva wan tawanbariyên
Michael Rubin yên din nadin, pirsgirêk anîne di pirsa peran de asê
kirine ku jê birevin û xwe ji wan tawanbariyên din pak û safî
bikin.
-
- Niha
jî em vegerin ser îdiayên rapora Michael Rubin. Ez nizanim ev pirsgirêk
bi zanetî yan jî bi nezantî ye, ku çapemeniyê îdîayên li ser mam
Celal û kek Mesûd hemû aniye di pirsa peran de kilît kiriye. Bi raya
min tevî ku pirsa peran jî gelek girîng e, lê heger em qiyasekî di
nava wan îdiayên Michael Rubin de çê bikin, ew îdiayên wî yên
herî bê qîmet pirsa peran e. Ma xelkê Kurdistanê kor nîne, her tiþtî
dibîne û dizane, ku mam Celal û kek Mesûd Kurdistana Azad li hev
parvekirine. Xelkê Kurdistanê baþ dizane ku mam Celal, kek Mesûd,
malbatên wan, dost û xizimên wan di nava saltanetekî çawa de dijîn.
-
- Bê
guman em niyeta Michael Rubin jî baþ fêh dikin. Ew dixweze ji dostên
xwe yên Tirk re qenciyê bike. Jixwe ev demek e helwesta wî li hemberî
Kurdan negatîv e. Lê bi raya me di rapora wî de hin tawanbariyên
wisa girîng jî hene, ku mirov nikare biavêje piþt guhên xwe û bibêje,
welleh ew ne dostên Kurdan e, loma li dijî Kurdan dinivîsîne.
Michael Rubin ji bo Kurdan çiqas jî mirovekî ne qenc be, ne baþ be,
lê bi baweriya me wî pêlî ser birînên desthilatdarên Kurdistana
Azad yên herî girîng û kûr kiriye. Belê, niha ji alîkî ve ti kes
qîmetê nade îdîayên wî yên bê çavkanî. Jixwe ew îdiayên wî
yên bê çavkanî jî pirsgirêka peran e. Lê ji aliyê din ve jî divêt
em ji bîr nekin, belkû ewî bi zanetî pirsa peran bê çavkanî, yanê
li hewa hîþtiye. Wekî din Michael Rubin behsa pêwendiyên dîplomat
û eskerên Amerîka dike û dinivîsîne, dema ew Kurdistanê ziyaret
dikin, Partiya Demokrata Kurdistanê li hemberî wan bi comerdî
tevdigere, hin diyariyên bi qîmet wek xalîçeyên hevrimîþ, zêrên
bi cewher û hwd. pêþkêþî wan dike û wan di mêvanxaneyên bi
taybet de pêþwazî dikin. Michael Rubin di vê xala dawîn de nivîsa
Ilter Tirkmenê Tirk ku kevnesefîrên Tirkan bû wek çavkanî dide.
Her kes jî dizane ku ev mirova, mirovê dewleta kûr-nehênî ye,
dijminê gelê Kurd e, loma ti kes qîmetê nade gotinê wî, çimkî
Tirk di pirsa ruþwet-gendelîdayînê de di cîhanê de rêza yekemîn
nadin ti kesî. Tiþtên wiha kêm zêde di nava hemû dewletan de hene.
Bi raya me heya vir her tiþt pir normal e. Lê îdiayên Michael Rubin
yên din hemû bi çavkanî ne, pir girîng û cidî ne. Çimkî ew
behsa tiþtên wisa dike ku mam Celal û kek Mesûd çawa baþûrê
Kurdistanê yanê Kurdistana Azad wek milkê xwe dihesibînin, her tiþt
di nabera hev de parve kirine û di ser de jî wek “dîktatoran”
tevdigerin. Ka em pêþî hin îdîayên Michael Rubin ji rapora wî li
jêr rêz bikin û paþê jî þîrove bikin.
-
- Michael
Rubin di sernivsa rapora xwe de dinivîsîne, ku “Ma Kurdistana
Iraqê hevpeymaneke baþ e?” Û herwisa ew di despêkê de hinekî
behsa pêþdeçûyîna qezencên Kurdan dike û wisa pêde diçe:
-
- 1-
Ne serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û ne jî
serokkomarê Iraqê Celal Talabanî demokrat in, herdu jî Kurdistanê
wek dîktatoran kontrol dikin, ji xêncî xizimên xwe baweriya wan bi
ti kesî nîne.
- 2-
Herdu partî PDK û YNK mekanîzma kontrola Baas ya Sadam ji xwe
re kopya kirine û bi kar tînin.
- 3-
Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokê Iraqê
Celal Talabanî di navbera salên 1994-1997-an de li dijî sivîlan sûcên
mezin kirine, biryara kuþtina sivîlan û kesên bi dîl ketine dane,
muxalefet ji holê rakirine, mafê mirovan binpê kirine.
- 4-
Di pê hilweþandina Sadam de di belge û dokûmentan de di
navbera Nêçîrvan Barzanî û kurên Sadam de bazara bazirganiyê
derkete holê.
- 5-
Îþkence li Kurdistanê li herderê belav bûye.
- 6-
Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokkomarê
Iraqê Celal Talabanî nahêlin rêxistin û saziyên mafê
mirovan li Kurdistanê bi rihetî kar bikin.
- 7-
Iraq hatiye guhertin, lê Kurdistan nehatiye guhertin.
- 8-
Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kurê xwe yê 35 salî
[Mesrûr Barzanî] kiriye serokê îstixbarata herêma [Behdînan û
Hewlêrê], biraziyê xwe Nêçîrvan Barzanî jî kiriye serokwezîr.
- 9-
Jina serokkomarê Iraqê Celal Talabanî Hîro Xan îstasyona herêmê
ya televîzyonê birêve dibe, kurekî wî kar û barê îstixbarata herêma
Soran birêve dibe, kurê wî yê din jî [Kubat Talabanî] li
Washingtonê berpirsiyarê hukumeta Kurdiastanê ye.
- 10-
Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî li herêma Soran erdê
hukumetê dewrî xizimên xwe kiriye ku ji xwe re bikar bînin. Serokê
herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî li Selahedînê hemû erdê li
Serê Reþ li xwe û xizimên xwe parvekiriye.
- 11-
Xizimên herduyan li Kurdistanê þîrketên telefonan, rojname
û mediyayê kontrol dikin.
- 12-
Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokkomarê Iraqê
Celal Talabanî li Bexda jî wezaret di navbera xizimên xwe de
parvekirine. Apê M. Barzanî wezîrê derve yê Iraqê ye. C. Talabanî
bûrayê xwe kiriye wezîrê kar û barê çavkaniyên avê û xizimê
jina xwe jî li welatê Çîn kiriye serokê balyozxana Iraqê.
- 13-
Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokkomarê Iraqê
Celal Talabanî hemû þîrketên Holdîng kontrol dikin. Li herdu herêman
ji dadê bigire hemû kar û barê bîrokirasî di destê wan de ye. Ti
kes newêre ji tirsa wan tiþtekî bibêje.
- 14-
Çapemeniya serbixwe rojnama Hawlatî û Awenwe di bin zor û
zextê de ne.
- 15-
Rêxistinên sivîl jî ne serbixwe ne. Ew jî di bin kontrola
PDK û YNKê de ne.
- 16-
Li Kurdistanê qanûn û yasayên rejima Baas derbas dibin. Cezayê
yasayê yê Iraqê xala 433. hema li dijî hemû rexneyan bi kar tê anîn.
-
- Ji
ber ku rapora Michael Rubin dirêj e, loma min bi gotinên xwe ji nava
rapora wî ev xalên li jor berhev kirin.
-
- Bi
baweriya min ji xêncî wan tawanên Michael Rubin du xalên gelek girîn
jî di rapora wî de hene, divêt behsa wan jî bikim.
-
- 1-
Pêwendiyên Amerîka û Kurdan niha di çi qadê de ne?
- 2-
Nerazîbûna DYA ji pêwendiyên di navbera rayedarên Kurdistana
azad û rejima Îranê de.
-
- Michael
Rubîn îdia dike, ji ber ku polîtîka lîderên Kurdan li Kurdistana
Azad çareseriyeke bingehîn neaniye, loma gel ne razî ye. Ew dinivîsîne
ku gelê Kurd þaþiyên lîderên Kurdan bi polîtîka Amerîka ve girêdide
û her diçe Antî-Amerîkanîzim li Kurdistana Azad zêde dibe. Michael
Rubin herwisa îdîa dike, ku heger lîderên Kurd berjewendiyên Amerîka
li herêmê biparêzin belkû stratejiya Amerîka vê bipejirîne, lê
di rastiyê de rewþ ew e ku Kurd alîkariyê nadin Amerîka.
-
- Michael
Rubîn ji bo pêwendiyên pêþerojê jî di navbera rayadarên Kurd yên
Baþûr û DYA de bi guman dinêre û rewþeke negatîv radixe pêþ.
-
- Michael
Rubîn behsa pêwendiyên rejima Îranê û desthilatdarên Kurdistana
Azad dike, ku PDK bi peran alîkarî sîxur û îstixbarata rejima Îranê
dike, ji polîtîka rejimê ya bi kirêt re piþtgiriyê dike û bi
taybet vê nimûneyê dide û wiha dinivîsîne, “bazara dualî di
navbera Îranê û Kurdan de berdewam e. Di 11.01 û 20.09.2007-an de hêzên
Amerîka li Erbîl û Silêmaniyê di encama operasyonan de 6 ajanên îstixbarata
Îranê xistin bin çav. Di herdu bûyeran de rayedarên Kurd binçavkirina
wan ajanan protesto kirin.” Michael Rubin di berdewamiya rapora
xwe de behsa bûyerê dike, ku bîroya Barzanî bi daxuyaniyekê gotiye,
dema ji vir û pêve leþkerên Amerîka operasyonan li Kurdistanê çêdikin,
divêt berê hukumeta Kurdistanê agahdar bikin û herwisa Mesûd Barzanî
girtina mirovên îstixbarata rejima Îranê wek bê qanînî û bê hiqûqî
bi nav dike.
- Michael
Rubin di rapora xwe de di pirsa pêwendiyên Kurd û rejima Îranê de
tabloyeke reþ di navbera rayedarên Kurdistana Azad û DYA ve çixêz
dike û dibêje, Amerîka êdî wek berê baweriya xwe bi Kurdan nayne
û înformasyonên giran, hesas bi wan re parve nake. Xwediyê raporê
di dawiya rapora xwe de PDK û YNKê bi îxanetiyê tawanbar dike û dibêje,
bê guman pêwendiyên cînartî normal in, lê PDK û YNK îstixbaratan
difroþin û di sînor de ji wan [rejiama Îranê] re altaxiyê dikin,
alîkar dibin.
-
- Belê
rapor pir dirêj e û mirov nikare di gotarekê de behsa hemû tiþtan
bike. Lê rastiyek jî baþ ji raporê eþkere dibe, ku xwediyê raporê
di bin bandora Tirkan de maye û di hin mijaran de ji zanistiyê dûr
dikeve, xwe nêzîkî nêrînên Tirkan dike.
-
- Lê
heger em bi çavekî realîst li wê raporê binêrin, dê bibînin ku
xwediyê raporê di gelek mijaran de ne dûrî nêrînên raya kurdî ye
û di pir tiþtan de diþibe berjewendiyên xelkê Kurdistanê li Baþûr.
-
- Di
pirsa pêwendiyê bi rejima Îranê re hên jî nayê fêhm kirin, çima
rayedarên Kurdistana Azad ewqas tawîzan didin Îranê. Kek Mesûd bi
wan daxuyaniyên ku Michael Rubin behs dike xwest xwe ji rejima Îranê
ya nemirovane re xweþ bike, lê mixabin ne haydar e ku bi bivir li lingê
xwe bi xwe dixe. Serî li hemberî rakirina DYA bi taybet ji bo Kurdan
luks e. Heger kek Mesûd ev pirsa hên fêhm nekiriye, wê hingê ji
siyaseta real dûr e û ti tiþtekî jê fêhm nake.
-
- Ji
xêncî rapora Michael Rubin roj bi roj eþkere dibe, ku têkiliyên
rayedarên Kurdistana Azad û DYA ber bi xerabiyê diçin. Heger Kurd bi
vê polîtîka îrasyonal li Kurdistanê berdewam bikin dê têkiliyên
xwe bi Amerîka re bixetimînin û Xwedê neke belkû tofaneke nû were
serê gelê Kurd.
-
- Ew
serok û rêberên him malê Kurdistanê ji bo xwe talan bikin û ji
aliyê din ve jî bi mantiqa tolhildanê tevbigerin nikarin ji gelê
Kurd re serok û rêberiyê bikin.
-
- Parlamena
Kurdistanê di nava van 17 salan de dikaribû reformên nûjen di yasayên
Sadam de çêbike û ti kesî jî nikaribû ji guhertina posîtîv û
modern re ji bo wan tiþtekî bibêje. Em bawer in dê kêfa DYA û hemû
cîhana demokrat û modern pê bihata. Lê ji ber ku li hêsabên
rayedarên Kurdistana Azad tê, loma ew hên jî li Kurdistanê yasayên
Sadam ji xwe re bi kar tînin. Mixabin sed hezar carî mixabin polîtîka
desthilatdarên Kurdistana Azad, bi taybet ya mam Celal û kek Mesûd bi
mantiqa ku bimre Sadam, lê bijî yasa û qanûnên Sadam e. Heger ji
destên hilweþandinên mam Celal û kek Mesûd neba dê parlamena
Kurdistanê di nava 17 salan de hemû qanûn û biryarên Sadam ji
Kurdistanê xalî bikirana, biavêtana û di dewsa wan de qanûn û
biryarên demokratîk ji parlamena Kurdistanê derxistana. Lê nehate hêsabên
wan û nayê hêsabê mam Celal û kek Mesûd, çimkî ew bi mantiqa
teng difikirin, vîziyona wan ya Kurdistaneke mezin tineye, tenê ji bo
berjewendiyên xwe û xizimên xwe Kurdistaneke hindik û rindik
dixwezin. Yanê bi kurtahî mantiqa wan ev e, “bila Kurdistaneke biçûk
be, bila li gorî berjewendiyên me be, bila her tiþt bi gotina me be,
bila ya me be”
-
- Bê
guman divêt em li vir du tiþtan ji hev cida bikin. Kurdistana Azad
welatê me ye û emê her demê - rewþ çi dibe bila bibe - welatê xwe
yê Azad û gelê xwe biparêzin, herwisa emê her dem li þehîdên xwe
xwedî derên.
-
- Li
Kurdistana Azad qudreta herî mezin û payebilind ya xelkê Kurd e û
divêt ew dengê xwe bilind bikin, li dijî vê rewþa xerab derên, ku
hên gelê Kurd rûbirû tiþtên diha jî xerabtir nebûne.
-
- Jêder,
rapora Michael Rubin.
-
- Îngilîzî
- http://www.aei.org/publications/pubID.27327/pub_detail.asp
-
- Kurdiya
Soranî
-
- http://www.aei.org/publications/pubID.27397/pub_detail.asp
-
- Tirkî
-
- http://www.aei.org/publications/pubID.27395/pub_detail.asp
|
|
|