ÎTIRAFÊN NÊÇÎRVAN BARZANÎ
 
 
 
FÛAD SÎPAN, fuadsipan@yahoo.de
 
Almanya, 21.03.2008
  
 
 
 
 
Kurdistaniyên hêja!
 
Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 17/18.03.2008-an de hevpeynînek daye rojnama Bugün û di wê hevpeyvînê de îtiraf dike û dibêje:
 
Türkiye'de askerlerle iliþki kuran ilk kiþi benim. Biliyorsunuz, PKK'ya karþý askerlerle çok sayýda operasyonda da beraber olduk. PKK'ya karþý verdiðimiz savaþýmda 3 bin 500 peþmerge kaybettik. Çok sayýda köyümüz yakýlýp yýkýldý. Benim de burada bir kardeþiniz olarak sitemim var: Ne yazýk ki bu fedakarlýðýmýzýn kýymeti bilinmedi!
 
(ewê ku cara yekem li Tirkiyê bi leþkeran re pêwendî çêkir ez tenê bûm. Wek hûn dizanin em li dijî PKK-ê di pir operasyanan de bi leþkeran re bûn. Me di wî þerê li dijî PKK-ê de 3.500 peþmerge wenda kirin. Pir gundên me hatin þewitandin, wêrankirin. Ez jî wek birayê we li vê derê gazinên xwe dikim: Mixabin ku qîmeta wê fedakariya me nehate zanîn)
 
Nêçîrvan Barzanî îtiraf dike, ku wan ji bo daxwaza leþkerên Tirk çiqas qurban dane, lê behsa qurbanên PKK-ê nake. Divêt em ji hemû aliyan pirsan bikin, ku çiqas jî qurbaniyên PKK-ê hene?
 
Heger em bi texmîn lê bixebitin, ku ji duduyan yek jî qurbaniyên gerîla bin, wê çaxê bi hêsanî hêjmar xwe digihîne 5.000 qurbaniyan, ku desthilatdarên PDK û YNK ji bo daxwaza neyarên Kurdan, daxwaza leþkerên Tirk anîne bi cih û ewqas keç û zarokên Kurd dane kuþtin.
 
5.000 hezar can. Ha ji we re Helebceyeke din li serê çiyayên Kurdistanê!!
 
Tirajediya Kurdan ya herî mezin ew e ku dê çawa û bi çi metodê ji wan kesên ewqas zarokên Kurdan xistine qurbana polîtîka Tirkan ya bi kirêt bike?
 
Gelo kî dê vî hêsabî ji wan desthilatdarên Bûþûr bixweze?
 
Ma xwîna zarokên Kurdan ewqas erzan e?
 
Em bawer in divêt hêsab bê xwestin. Di serî de ji Nêçîrvan Barzanî, serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, serokkomarê Iraqê Celal Talabanî û hemû desthilatdarên din yên tiliya wan di vî þerî de hene ji wan hêsab bê xwestin û ew bêne cezakirin. Ev daxwaz, daxwazeke suriþtî ye, mirovatî ye, însanî ye. Ewên çi bile sebeb zarokên Kurdan ji bo neyaran qurban didin, divêt mafê wan nebe, ku rojekê jî jiyana xwe di azadiyê de bidomînin. Çimkî wan sûcên mirovatiyê kirine, sûcê mirovatiyê li gor hemû biryar û peymanên Navneteweyî qedexe ye.
 
Divêt malbatên Kurd (ji herdu seriyan) yên qurbaniyên xwe di wî þerî de wenda kirine, ku Nêçîrvan Barzanî behs dike, hemû bibin yek, li dijî wan kesan di Rêxistina Neteweyên Yekbûyî de dawe vebikin, ji bo ku wan sûcê mirovatiyê kirine.
 
Divêt ti kes nebêje ev ne mimkun e. Ev mimkun e, divêt tenê parêzer/avûqatên baþ yên di hiqûqa Navneteweyî de zane ne bêne girtin.
 
Nêçîrvan Barzanî wekî din dibêje, Tirkiye birayê wan yê mezin e, bila Tirkiye gavekî biavêje, ewên deh gavan biavêjin. Nêçîrvan Barzanî dixweze, ku pêwendiyên wan û Tirkan bibe pêwendiyên stratejîk û dê ti demê daxwaz û îdealeke wan ya ji bo Kurdistana mezin tine be.
 
Dema meriv van gotinên bi îbret ji serokwezîrê herêma Kurdistanê dibihîse, mixabin di heman demê de digihîje wê baweriyê, ku “Xwedê ji Tirkan razîbe” ew naxwezin pêwendiyên xwe bi Baþûr re baþ bikin. Em bawer in heger pêwendiyên Baþûr û Tirkan bibin pêwendiyên stratejîk jî wey li halê me Kurdên Bakur.
 
Çavkanî malpera rojnama Tirk Bugün bi zimanê Tirkî.
 
http://www.bugun.com.tr/haber_detay.asp?haberID=19495
 
http://www.bugun.com.tr/haber_detay.asp?haberID=19640
 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org