|
JIYANEKE
BI RÛMET FÛAD
SÎPAN (AKPINAR),
fuadsipan@yahoo.de
Almanya, 26.02.2007 Kurdistaniyên
hêja! Di
cîhanê de ji bo mirovan û mirovatiyê ji serxwebûn û azadiyê bi rûmettir
tiþtek nîne. Lê bi raya min serxwebûn û azadî ji bo mirovan û
mirovatiyê çiqas pêwist e û baþ e, rûmeta mirovan di ser her tiþtî
de ye. Mirov çiqas jî serbixwe û azad be, jiyaneke ne bê rûmet di
jiyana mirovan de wek leke dimîne û her dem serê mirovan berjêr dike. Lê
jiyaneke bi rûmet tama jiyanê dide mirovan, serê mirovan bilind dike,
asoyên mirovan vedike û cihana mirovan fireh dike. Em di cîhaneke wisa
neheq de dijîn ku ti tiþt bê bedel nayê stendin. Hên jî neheqiyên
wisa pir li dijî mirovatiyê hene û têne kirin, mirovan di nava matmayî
û ecêban de dihêle. Lê mixabin heta mirovatî hebe, dê herdem jî neheqî
hebe. Li aliyê din çiqas baþe ku di dinyayê de mirovên xwedî bi vîziyon,
îdealîst, mêr û mêrxasên bi rûmet yên wek Che Guevara jî hene. Che
Guevara û mirovên wek wî
ne ji ber ku ji destê neheqî, feqîrî û tinebûnê li dijî þexsên wan
û malbata wan serî rakirine. Na, nexêr ew bixwe ji nava dewlemendiyê tên,
ji nava jiyaneke komfort tên, ew bixwe jî xwedî pîþe ne û heger ji bo
xwe bin dê ti pirsgirêkên wan yên þexsî tine bin. Ji ber ku Che
Guevara û mirovên wek wî
mirovên bi rûmet û pir payebilindin, loma ji bo mirovatiyê kar kirine û
kar dikin.
Ji
wan mirovên bi rûmet yek jî bê guman David
Tolhildan e. (David Rouiller)
Ewî jî wek Che
Guevara jiyana xwe ya
komfort û bi kariyer li welatê xwe, li Swîsre berdaye û tevayî tevgera
azadiya Kurd û Kurdistanê bûye. David Tolhildan ji sala 2001an vir de li
serê çiyayên Kurdistanê þervanê azadîxwaza Kurd û Kurdistanê ye.
Belê David gerîla û parêzerê doza Kurd û Kurdistanê ye. Bêyî ku
David malbata xwe pê bihesîne biryara xwe dide û tevayî refên gerîla
dibe. David di sala 2001an de ji niþkan ve wenda dibe û haya ti kesekî ji
malbata wî nîne ku ew li kû derê ye? Beriya ku ew ji Swîsire dere di
27.12.2001an de ji dayika xwe Xanima Ursula Rouiller
re mesajekê bi rêya telefona destan dinivîsîne û birê dike, dibêje ku
ewê here li Parîsê bi cih bibe. Ez bawer nakim ji bo dê û bav ji wê
xebera ku zarokên wan wenda bûye û ew nizanin çi hatiye serê zaroka wan
xerabtir xeber di jiyana wan de hebe. De îjar bila her kes bifikire û
hesab bike ku wê malbatê heta xwe gihandiye zaroka xwe ku ew li jiyanê
ye, di çi cefa û ezab de mane, çiqas der û kul kiþandine. Lê
bi saya serê derhênerê Kurd birêz
Mano Xelîl him dayika
David Xanima
Ursula Rouiller xwe li serê
çiyayê Kurdistanê digihîne kurê xwe û him jî em bi çîroka wî
dihesin. Ezê di vê gotarê de nema zêde li ser vê çîrokê bisekinim, hêja
ye ku her kes vê fîlma dokûmanter ku ji aliyê birêz
Mano Xelîl ve hatiye
amade kirin temaþe bike. Tiþta ku ez pir di bin bandorê-tesîrê de hîþtim,
ne tenê biryara David ji bo beþdarbûna wî ya tevgera azadiya Kurd e. Ez
her wiha li ser helwesta pozîtîv ya diya wî û bavê wî ku bi awayekî
pir bînfireh ji bo biryara kurên xwe di bin bandoreke pir kûr û mezin de
mam. Çimkî bavê David Tolhildan birêz Claude
Rouiller ne ji her hem
welatiyekî Swîsre ye. Ew li Swîsre Profesorê dadê yê herî navdar û
serokê kevin yê dadigeha federal ya herî bilind li Lozanê bû. Birêz
Claude Rouiller her wiha
di Rêxistina Neteweyên Yekbûyî de dîplomatekî navdar e jî. Belê ji vê
malbatê kurekî gerîla dertê û niha li serê çiyayên Kurdistanê li
dijî dijminên Kurdan þervanê doza Kurd e. Bi
rastî dema min di çapemeniyê de ev çîroka bihîst, ez ketime nava lêkolînan
û min heta niha pir çavkanî berbihev kirin. Min her wiha di pê bihîstina
vê fîlima dokûmanter li ser jiyana Davîd re bi derhêner birêz Mano Xelîl re jî bi
rêya telefonê axaftineke ber bifireh çê kir. Ez birêz
Mano Xelîl ji bo karê wî
yê pîroz ji dil û can pîroz dikim û jêre serkeftinê dixwezim. Belê
wek min li jor jî got, tiþta ku ez bi taybetî di bin bandorê de mam
helwesta dayîk û bavikê David de. Diya David dibêje ”ji bo min ya herî
girîng ew bû ku ez hebûna kurê xwe bizanibim, wî bibînim û hemêz
bikim. Wekî din ti tiþt ji bo min pêwîst nebû û em pirsa biryara wî
nakin ku çima wî ev biryar daye. Ew jî destûra wî ye, em jêre rêzê
dikin” Bavê David jî li ser kurê xwe wiha dibêje: Wenn er bei seiner augenblicklichen Tätigkeit die Erfüllung, die er
suchte, gefunden hat, bin ich der glücklichste Mensch auf Erden. Ich bin
sehr stolz auf ihn – auch wenn dies nicht allen, die mir zuhören,
gefallen mag. (Heger
ew karê ku ew niha dike pê kêfxweþe, ez jî di cîhanê
de mirovê herî kêfxweþim. Ewên ku min niha guhdarî dikin, ger ev gotinên
min bi wan ne xweþ jî bê, ez bi kurê xwe serbilindim.) David
jî li ser beþdarbûna xwe di nava refên gerîla de dibêje ku wî bîriya
tiþtên wek hevaltî û dostaniya dikir ku wî li Kurdistanê dît, tiþtên
wiha li Swîsre nemaye. Davîd azadiya Swîsre wek makîna azadiyê dibên,
bi nav dike û dibêje, Swîsre welatekî wek cenetê ye, lê aliyên wî yên
bi sîh jî hene, mirov li Swîsre egoîstin, her kes dibêje "ez"
û ew di nava hebûnê de ne, lê ew welatê ku ewqas dewlemende li wê derê
kesên xwe dikujin (Suizid) ji yên hemû welatên din zêdetirin. Davîd
wekî din dibêje, ku ew jî wek birayê xwe parêzeriyê dike. Birayê wî
li Swîsre parêzer e, xelkê di dadê de diparêze û ew jî gelekî wek
gelê Kurd ku li dijî neheqiya bê perwa hatiyê diparêze. Davidê
delal bi beþdarbûna xwe di nava refên gerîla de derseke baþ jî dide
PKKê. Ji ber ku, ji berê de di nava PKKê de piranî bi zimanê Tirkî
diaxivîn, mixabin hê jî wisa ye, lê Davîd di despêkê de hinekî zimanê
Tirkî hîndibe û di demeke pir kurt de wê çewtiyê dibîne û li dijî hînbûn
û axaftina zimanê Tirkî dertê û dest pê dike Kurdî hîn dibe û grûba
wî jî mecbûr dibe bi wî re Kurdî biaxivin. Davidê
hêja û delal, ne tenê bavê Te ez jî, em jî, em hemû Kurd bi Te
serbilindin. Çavkanî: http://194.209.226.170/pdfarchiv/bund/2006/10/28/KLB20061028002_1.pdf http://194.209.226.170/pdfarchiv/bund/2006/10/28/KLB20061028003_1.pdf Niha ev fîlma ku ji aliyê birêz Mano Xelîl ve
hatiye amade kirin li Swîsre li bajarê Zürich di wan demên li jêr de
hatine nivîsandin tê rayêdan. 28.02.2007
seat 19.30 li Kino UTO Kalkbreitstr.3 Zürich. 01.03.2007
seat 19.30 li Kino UTO Kalkbreitstr.3 Zürich. 02.03.2007 seat 19.30 li Kino UTO Kalkbreitstr.3 Zürich.
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org