|
|
- KENAN
EVREN AGIR Û ALAV XISTIYE BIN POTÊ TIRKAN
- FÛAD
SÎPAN (AKPINAR)
-
- fuadsipan@yahoo.de
-
- Almanya,
07.03.2007
-
-
-
- Kurdistaniyên
hêja!
-
- Dîktator,
faþîst û mîmarê cûnta donzdehê Îlonê yê sala 1981an Kenan
Evren jî êdî bi polîtîka û siyaseta Tirkan ya ne mirovane, ne
hemdemî ne raziye; ew dengê xwe bilind dike û ji Tirkan re dibêje,
xwe li gorî siyaseta cîhanê biguhirînin û bila Tirkiye bibe
welateke bi 8 herêman ku bi Tirkî dibêjin “Bölge Valiligi”. Û
herwiha Kenan Evren dibêje, ku divêt Tirk wê rastiya Kurdistanê jî
fêhm bikin û li gorî wê siyaseta xwe kifþ bikin.
-
- Kenan
Evren bi van gotinan xezebeke wisa aniye serê Tirkan ku niha agir û
alav ketiye bin pot û çengê Tirkan, ew li ser gotinên Kenan Evren,
êriþî wî jî dikin û wî bi îxanetiya li dijî Tirkiyê îlan
dikin. Li ser gotinên Kenan Evren sawciyên Tirkan ji niha de tehqîqat
li dijî wî vekir. Kê bawer dikir ku faþît û celadekî wek Kenan
Evren rojekê wiha bifikire?
-
- Lê wisa
tê xuya kirin ku Tirk êdî nikarin xwe ji prosesa guhertinê xelas
bikin. Tirkan welatên xelkê bi destê zorê ji wan stendiye, welatekî
li ser tirs, xof û derewan ava kirine û di ser de jî dixwezin
dinya-alemê bikin þirîgên derewên xwe.
-
- Dem û
dewran niha li Tirkiyê paþopê bûye. Faþîstekî wek Kenan Evren dibêje,
divêt Tirkiye bê guhertin û li aliyê din jî qaþo demokratekî wek
Mehmet Alî Bîrand jî li ser gotinên serokê Kurdistanê di gel televîzyona
Tirkan NTV de yawebêjiyê (safsata) dike û dibêje divêt Barzanî jî
hestiyariyên 70 mîlyon Tirkî li ber çavan bigire. Mehmet Alî Bîrand
bêedebiya herî mezin li hemberî gelê Kurd dike û hemû Kurdên
Bakur wek Tirk dibîne.
-
- Tirk
wisa pijyayî ne ku naxwazin û nahêlin, mudaxelê xelkê dikin ku çima
ew gotina Kurdistanê bi kar tînin. Li ser axaftina wezîra derve ya
DYA Condoleezza Rice di komîta senatora Amerîka de, çima wê gotiye
Kurdistan, niha Tirk qiyametê radikin ser piyan.
-
- Tirk xwe
ji depresyona li dijî Kurd û Kurdistanê xelas nakin û di ser de jî
roj bi roj kîna xwe li dijî Kurdan vediriþînin. Ji me jî êdî
gotin ji Tirkan re namîne ku bibêjin. Tenê dibêjim, Tirkino wisa
berdewam bikin ku heta hûn mala xwe xerab bikin û dawiya xwe bînin.
-
|
|
|