|
|
- MAM
CELAL Û KEK MESÛD BAJARÊ KERKÛKÊ DIKIN QURBANA POLÎTÎKA DIMINAN
-
-
-
-
- FÛAD
SÎPAN,
fuadsipan@yahoo.de
-
- Almanya,
25.01.2008
-
-
-
-
- Kurdistaniyên
hêja!
-
- Hêvîdar
im ku van gotinên min ne rast derên, lê ez bawer im bajarê Kerkûkê
ji destê Kurdan çû. Parlamena Kurdistana Azad di 26.12.2007-an de
daxuyanî da ku di parlamenê de li ser pêþniyariya nûnerê Rêxistina
Neteweyên Yekbûyî Steven de Mestura referendûma bajarê Kerkûkê ji
bo dema 6 mehan paþde hatiye xistin.
-
- Hê
ji hêla raya Kurdan de zelal nebûye û nayê zanîn ku ev paþdexistina
referandûma Kerkûkê li ser bingeha çi bazarê hatiye kirin?. Û çima
ji bo dema 6 mehan? 6 meh ne demeke dirêj e, hindik maye xelas bibe.
Dema dem qediya dê dîsa dirêj bikin, kî dizane dê vê carê jî ji
bo çend mehan an jî çend salan dirêj bikin?
-
- Bê
guman em hêsabên dijminan dizanin, lê rola NY di vir de çi ye? em tiþtekî
nizanin. NY li ser hêsabê kê dixebite? Çima NY vê pêþniyarê
dike. Ji bo me hê ronî nebûye ku ev pêþniyara nûnerê NY ya þexsî
ye? Yan pêþniyariya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bixwe ye? Divêt bêye
pirsîn? madem ku NY pêþniyar kiriye û daxwaza wan hate qebûlkirin,
li ser bingeha çi bazarê ev çê bû û NY çi garantî daye Kurdan?
Pirsa herî girîng jî ew e ku parlamena Kurdistanê li gorî çi
biryar û qanûna referendûma bajarê Kerkûkê paþde dixe. Ew biryara
destûrê ya 140ê ya destûr, yanê zagona bingehîn ya Iraqê ye. Niha
pirs ev e, çima parlamena Iraqê bixwe wê biryarê di parlamenê de bi
dengên %75 ji parlamenê dernaxe? Û çima parlamena Kurdistanê mecbûrî
vî tiþtî dikin. Bi rastî ev nayê fêhm kirin.
-
- Ji
xêncî mam Celal û kek Mesûd di derbarê van pirsan de devê rayadarên
Kurdistanê kilît bûye û ti tiþtek nayê gotin. Tenê gotinên wan yên
berê têne bîra me ku goya paþdexistina referendûma bajarê Kerkûkê
xeta wan ya sor bû. Heger em rastiyê bibînin hemû
gotinên wan yên ku goya paþdexistina referendûma bajarê Kerkûkê
xeta sor bû wek pifik temirî. Xelkê Kurdistanê jî ji tirsa herdû
partiyan PDK û YNKê dengê xwe dernaxe û xwe tev nade.
-
- Mam
Celal û kek Mesûd di roja 05.01.2008-an de li bajarê Dukanê derketin
pêþiya çapemeniyê û di derbarê paþdexistina referendûma bajarê
Kerkûkê de tiþta ku wan ji zû de dizanîbûn ji devê xwe derxistin
û gotin ku heger referandûm li gorî daxwaza Kurdan çênebe dê bajarê
Kerkûkê wek bajarekî serbixwe bibîne. Madem niyeta wan ev e, çima
rastiyê serobino dikin, bi duristî li hemberî gelê Kurd tevnagerin.
-
- Divêt
meriv navê pirsê rast lê bike. Kek Mesûd û mam Celal - kî çi
dizane – li ser bingeha çi bazarê bajarê Kerkûkê kirine qurbana
siyaseta neyarên Kurdan. Heger ne wisa ba, diviyabû ew li soz û
peymanên ku wan dabûn gelê Kurd xwedî derbiketana. Lê mixabin kek
Mesûd jî êdî xwe kiriye þirîkê siyaseta mam Celal. Êdî ti
gotineke wan yeka din nagire.
-
- Di
pirsa alaya Iraqê de jî wan bi ya xwe kirin. Wa ye ewê alaya Sadam li
Kurdistanê hilbigirin. Niha pirs ev e? Çi ferqeke zêde di navbera
alaya Iraqê ya berê û ya niha de heye? Alaya niha çiqas gelê Kurd
temsîl dike? Çima ew roja biryar di parlamena Iraqê de hate girtin
pirsgirêk ji kokê ve nehate qedandin? Çima ev pirsgirêk salekê paþde
hate xistin?
-
- Armanca
Ereban ew e ku hêdî hêdî Kurdan hîn bikin, ku ew xwediyê Iraqê
ne, ne Kurd. Lê mixabin mam Celal û kek Mesûd jî bi navê Kurdan ji
Erebên kevneperest re dibin þirîkên siyaseta wan.
-
-
|
|
|