KERKÛK DÎSA DINALE
 
 
 
FÛAD SÎPAN, fuadsipan@yahoo.de
 
Almanya, 17.12.2008
 
 
 
 
Kurdistaniyên hêja!
 
Li nêzîkî bajarê Kerkûkê mirovekî xwekuj bombe di xwe de teqand û bi xwe re 55 însanên bê sûc û guneh qetil kirin û bi sedan jî birîndar hene.
 
Niha pirs li vê derê ew e ku berpirsiyarên wê teqînê kî ne? Bê guman dijminên Kurdan in. Lê ne tenê dijminên Kurdan herwisa desthilatiya Baþûr jî berpirsiyara polîtîkî ya vê qetliyamê ye.
 
Ez pir caran vê gotina pêþiyên me ku dibêjin “av û agir disekine, lê dijmin nasekine” bi bîrtînim. Ez bawer im em hemû Kurd di vê mijarê de hem raman in. Baþ e, em di vê mijarê de hem ramanin, lê divêt polîtîka me jî li gorî wê ramanê be.
 
Mixabin desthilatiya Baþûr serê xwe kiriye nava qûmê, qûna xwe li meydanê hîþtiye û polîtîkayê goya ji bo berjewendiyên gelê Kurd dike. Lê rastî ew e ku ew her tiþtî di çerçova berjewendiyên xwe de dikin. Dê ne þaþ be ku mirov bibêje siyaseta wan û ya çerçiyên di nava gundan de mal difiroþin wek hev e.
 
Bi rastî min ne dixwest êdî li ser desthilatiya Baþûr û politîka wan ya bi sosret û bi gosirmet binivîsînim. Lê mixabin hin bûyer dibin, wijdanê mirovan napejirîne, ku mirov li ser tiþtekî nenivîsîne.
 
Niha pirs ev e, çima her kes ji hukumeta xwe hesap dixweze, çima xelkê Kurd vî hesabî ji hukumet û desthilatiya xwe naxweze. Ma gelo xwîna Kurdan ewqas erzan e?
 
Divêt em bi nimûne vê mijara hesabxwestina ji siyasetmedaran vebikin. Ji vir çend roj berê xortekî Yewnan yê 15 salî di çalakiyekê de ji aliyê polêsê Yewnan ve hate kuþtin. Ev bûn çend roj yewnanî hemû rabûne ser piya û hesap ji hukumeta xwe dipirsin? Ewên ew xorta kuþtin helbet ne wezîrê Yewnan yê hundur bû û ne jî serokwezîrê bû. Lê ji wan hesabê polîtîka wan ya þaþ û xerab tê xwestin.
 
Yên di serî de rewþa xelkê Kerkûkê û deverên din yên ku hê jî di nava sînorên Kurdistanê nînin xerab kiriye polîtîka serokkomarê Iraqê Celal Talabanî û serokê herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî bixwe ne. Loma berpirsiyarên polîtîkî yên wê qetliyama niha li Kerkûkê qewimiye jî mam Celal û kek Mesûd bixwe ne.
 
Divêt hêsap di serî de ji wan desthilatdaran bê xwestin û divêt xelkê Kurd serê xwe li hemberî Sadamîstên li Kurdistanê rabike û desthilatiyê bixe destê xwe. Heger ne wisa be vana dê wek Sadam belkû heta 20, 30 û 40 salî jî xelkê Kurdistanê, mal û milkê wan biþêlînin û talan bikin.
 
Ka binêrin bi mehan û salane rejima Îranê û ya Tirkiyê cê bele sebeb çiya û baniyên Kurdistanê bombebaran dikin û dîsa jî deng ji goya hukumet û desthilatdarên Kurdistanê dernayê.
 
Desthilatiya Baþûr Parlamena Kurdistanê ya pîroz ji xwe re xistine cihê pêkenokê û wek Erebên hov û cinawir li pê zihniyeta kevnare ketine biryar û qanûnan li ser pirjiniyê dertînin. Lê ji aliyê din ve ti pirseke xelkê Kurdistanê yên belengaz û pirsa Kerkûkê jî di nav de çareser nakin.
 
Divêt xelkê Kurdistanê, xort û ciwanên Kurdistanê jî serî li neheqiya hukumet û dezgehên Kurdistanê rabikin û wek çalakvanên niha li Yewnanistanê li ser piya ne, mam Celal û kek Mesûd û saltanata wan bihejînin.
 
Divêt em jî wek xortên Yewnanan vê helbesta helbestvanê Tirk Nazim Hîkmet ji xwe re wek nimûne bigirin û dengên xwe ji zordar û talankerên Kurdistanê re bilind bikin.
 
Ez neþewit im, tu neþewit î, em neþewit in dê þevên reþ û tarî çawa derên ronahiyê
 
“Ben yanmasam, sen yanmasan, biz yanmasak nasýl çýkar karanlýklar aydýnlýða”
Nâzým Hikmet
 
 
 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org