KURDISTANA AZAD JI KURDAN RE ÇIQAS AZADE?

 

 

FÛAD SÎPAN, fuadsipan@yahoo.de

Almanya, 25.04.2008

 

 

Kurdistaniyên hêja!
 
Hozan Aydin û hozan Dîno di 1-ê Nîsanê 2008-an de ji Almanya bajarê Frankfurt bi balafirê difirin Kurdistana Azad bajarê Hewlêrê, ku li Baþûr hin Konsertan bidin.
 
Ez di çapemeniyê de pê hesiyam, ku berpirsiyarên balafirxana Hewlêrê ew herdu hozanên Kurd ji Bakurê Kurdistanê di heman rojê de bêyî ku sedemeke bi konkirêt nîþan bidin bi zorê li balafirê dikin û þûnde vedigerînin Almanya.
 
Min li ser vê bûyerê bi hozan Aydin û hozan Dîno re bi rêya telefonê pêwendî çêkir û di derbarê pirsgirêkê de nêrînên wan herdu hozanan girt. Beriya ku ez pirsgirêkê þîrove bikim, hêjaye em wan herdu camêran guhdarî bikin.
 
Hozan Aydin di 05.04.2008-an de bi rêya telefonê got “Em bi hestên Neteweyetî, bi kêf û coþeke mezin çûne Kurdistana Azad, ku li wê derê konsertan bidin. Min bi rê de ji hevalên xwe re got, ezê li balafirgehê erdê Kurdistana Azad maç bikim. Hevalên min jî ji min re gotin dema em ji balafirgehê derketin tu erdê maç bike. Em ketin hundurê balafirgehê, mirovekî li pasaportê me nihêrî û bi me re wek ku me sûcek kiribe eleqeder bû. Tiþta pir zora min dihere ku wan em dane ber dîwaran û wênên [resmên] me kiþandin û em bi zorê xistin hundurê teyarê. Pîlotê teyarê jî ev bûyer dît, hate midaxele kir û bi wan re hêrs bû. Ji me re hate gotin ku ew kesê wisa bi xerabî li hemberî me tevgeriya mudirê balafirgehê ye. Ev bûyera bandoreke wisa xerab li ser min hîþt, di mêjûyê min de rûniþt, ez heya sax bim dê ji bîra nekim.”
 
Li ser pirsa ku gelo berpirsiyarê balafirxanê çima wisa li dijî we tevgeriya? Hozan Aydin wiha bersiv da û got “Ez bawerim ev helwesteke siyasiye. Dibe ku Tirkan serokwezîrê Kurdistana Azad Nêçîrvan Barzanî vexwendibin Tikiyê, loma wan em vegerandin Almanya”
 
Hozan Aydin herwisa berdewam kir, pêde çû û got ”Niha mafê me ye ku bizanibin sedem çiye û çima wan em bi vî þiklî vegerandin û nehîþtin ku em derbasî Kurdistana Azad bibin”
 
Hozan Dîno jî di 08.04.2008-an de bi rêya telefonê di derbarê mijarê de wiha got “Em ji Franfurtê bi þerîka Almanî li teyarê siyarbûn. Ev þerîka www.hamburg-international.de bû û em çûne Kurdistanê, Hewlêrê li balafirgehê peya bûn. Bi rastî em gellek kêfxweþbûn, em bi þox û þeng bûn. Me pasaportên xwe hemû komkirin û dane ser hevdu, me got bila hevalê Aydin ji kerema xwe pasaportên me bide Polêsê kontirolê. Yekî li pasaporta me nihêr û pirsî, got hûn Bakurîne? Me jî got erê. Ewî mirovî got, ji kerema xwe li vê koþê hinekî rawestin. Me jî got belê. Ji wê derê yek derket çû, em jî qedera 10-15 deqan sekinîn. Paþê mirovek hat gazî me kir û em berbi VIPê birin. Em jî þabûn, me got çiqas baþ bû em neketin kontirolê. Waye me di VIPê re derbas dikin. Lê me nizanîbû, ku ew dixwezin me di VIPê re careke din vegerînin aliyê wiyalî, ku me þûnde vegerînin. Dema em di wir re derbas bûn mirovên ewlekariyê hatine cem min û pirsîn, gotin kek Dîno tu dikî li kîderê Konserta bidî, tu dikî strana xwe ya bi navê ‘Gula dilê min qetandî’ bibêjî û hin jî henek dikir. Em hinekî axivîn û ez bi wê bûyerê gellek kêfxweþ bûm. Vê helwestê bandoreke gellek erênî li ser me çê kir û bi rastî me jî digot waye gelê me jî me diþopîne, stranên me guhdarî dikin. Em bi wê helwestê bi awayekî manewî bi ser xwe de hatin. Lê dema ku me nihêrî ji me re gotin, ji kerema xwe valêzên xwe daynin ser bandê, min jî got çima em valêzên xwe daynin ser bandê? Min bi zaravayê soranî pirsî, ez hinekî soranî fahm dikim û diaxivim jî. Ewan jî got divêt hûn þûnde vegerin û min jî pirsî û got çima, sedem çiye em þûnde vegerin? Di wê navberê de hate bîra min ku ew roj 1-ê Nîsanê bû, min bawer kir ku ew henekên xwe bi me dikin. Min pirsî ku ew bi me henekên xwe dikin? Wan got na, na ne heneke, lazime hûn biçin. Ez wisa matmayî mam. Min got eva tiþtekî ne wisa asan e ku hûn me þûnde vegerînin. Pêwiste em bi kesekî berpirsiyar re biaxivin. Hûn gor kêfa xwe nikarin me vegerînin. Heger di pasaportên me de kêmasî hebe, an jî li gor biryarên gumrika sînor kêmasiyeke me hebe, em amadene li ser biaxivin, an jî bila kesek li ser pirsgirêkê me agahdar bike, bila ji me re tiþtekî bibêjin ku em jî mafê xwe biparêzin, an jî midafa xwe bikin. Ji me re gotin deqekî bisekinin, çûn gazî yekî kirin û ji me re gotin ev mirova mudirê balafirgehê ye û navê wî jî ‘Rêzan’ e. Ez niha baþ nizanim lê bawerim navê wî bi herfa ‘R’ destpê dikir. Ew mirova bi bejna xwe mirovekî kinik bû û cilên xweþik yên moderin li xwe kiribû. Wî mirovî bi nêrîneke nexweþ, neþirîn û bi bêhurmetî ji me re got ku ew pêwist nabîne ku înformasyon bide me, lazime em biçin. Min jî got baþ e emê biçin, lê berî her tiþtî vira welatê me ye, ya duwemîn em hûnermendên vî gelî ne, ya sêwemîn jî ger tûrîstek be jî mafê wî heye bê, li gor kirîterên tûrîstan hûn bibêjin çiyê me kême, emê jî bibêjin. Ewî mirovî got na ew hewce nabîne sedemê nîþan bikim. Paþê mirovên ewlekariyê hatin û bi destan em tehfkirin, em ber bi balafirê ve birin. Lê berya ku me ber bi balafirê ve bibin, piþta me dane dîwêr û wênên me, yên çavên me wek Tirkan, ku me sûcek kiribe kiþandin. Ev bûyera wek ku bi kesayetiyan me re bilîzin li hemberî me kirin. Dema em birin nêzîkî balafirê, nêzîkî derencan bûn, me jî li ber xwe da ku sedema vegerandina xwe bizanibin. Mirovên ewlekariyê jî ji me re gotin heger em li tiyarê siyar nebin, dê me bi zorê lê siwar bikin. Me ji wan re got, wiha bê hurmetî nabe. Di wê navberê de pîlotê teyarê em dîtin û hate jêrê, bi zimanê almanî got ‘nein, nein’ hin tiþt ji wan mirovên ewlekariyê re got, pêçiya xwe ji wan re li ba kir. Hevalekî bi almanî ji me re wergerî kir. Ewî Pîlotî ji mirovên ewlekariyê re gotiye, ku ew nikarin me bi zorê bixin balafirê. Pîlot ji me re got ‘hûn dixwezin em wan rêwiyan daxin jêrê, bila protesto bikin’ li ser vê mirovên ewlelkariyê jî ji pîlot re gotin ‘heger hûn tiþtekî wiha bikin, emê jî wan (Hozan Aydin û hozan Dîno) bigirin biavêjin hundir zîndanê. Heya bernamên wan xelas jî bibe emê wan ji zîndanê bernedin. Li ser wê me nihêrî ku xêra wê nemaye. Em li welatê xwe çalakiyan jî bikin, tama wê ji me re nemabû. Ne ku em ji wan tirsiyan, ne ji bo lêdanê, bila em þaþ neyên fahmkirin, me ji destê dijmin gelek lêdan xwariye, lê mirov di welatê xwe yê azad de ci bile sebeb sîlekî jî bixwe zora mirovan diçe. Ji bo min pir bi mantiqî nehat ku em li wê derê li berxwe bidin, loma min ji Aydîn re jî goz, lazime em biçin. Ti wateya ku me bida vê helwesta berpirsiyarên balafirxanê tine bû. Li vî welatê ku tûrîst dikarin werin, MIT û îtên Tirkan tê de cirîtan biavêjin, ew nahêlin em têkevin vira. Loma êdî ji me re mane têde nemabû, ku em li wê derê bimînin. Ez dikarim tenê wek hûnermendekî bibêjim, hestên min jî pir tevlihev bûbûn. Tiþta herî girîng û herî xerab, ku ez zêde di bin bandor de hîþtim, dema ez vegeriyam Holanda, ereba min di cihê Parka balafirgehê de bû. Ez çûm parkê, ku ereba xwe bînim. Beriya ku ez herim erebê bînim, çûme perên parkê bidim. Ew mirovê ku perên parkê ji min stand, ji min re bi zimanê holandî got ‘Tu bi xêr hatî mala xwe’. Tevî ku ev xêrhatineke xweþ bû, lê ez li ser vê bûyerê pir nerihet bûm. Çimkî ji alîkî ve ez ji welatê xwe yê azad bi zorê û bê sedem hatibûm derxistin û ji aliyê din ve jî yekî biyanî ji min re dibêje ‘tu bi xêr hatî welatê xwe’. Ez jî nizanim ev ji bo min çi îþ û çi hest bû. Lê mixabin ev jî rastiya me ye.
 
Di vê navberê de min bi berpirsê wê þîrketa, ku difire Hewlêrê re pêwendî çêkir ku pirsgirêkê ji Pîlot bipirsim. Bersiv ji berpirsiyarê þîrketa balafiran ku ji Almanya difire Hewlêr Patrick Lutz hat. Ew bûyerê piþt rast dikin, lê naxwazin li ser meselê biaxivin. (Nav, adrês û telefonên wê þîrketa balafirgehê hûmû di dawiya vê gotarê de ne)
 
Min di 13.04.2008-an de ji hukumeta Kurdistanê re email þand, ku ew di derbarê vê bûyerê de daxuyanî bidin, çima û ji bo çi sedemê wan nexwestiye hozan Aydin û hozan Dîno derbasî Baþûr bibin. Heya niha bersiv nehatiye. Ji ber ku ji hukumeta Kurdistanê bersiv nehat, loma min ji berpirsiyariya hukumeta Kurdistanê li Almanya, li Belinê bi rêya telefonê pirsî, ka haya wan di derbarê mijarê de heye, yan na? Ew kesê ku ez pê re axivîm Alexander Sternberg e. Ez wî ji zû de nas dikim. Ji ber ku berpirsiyarê hukumeta Kurdistanê Dilþad Barzanî niha ne li cihê xwe ye, Alexander Sternberg bixwe ji hukumeta Kurdistanê pirsî, lê heya niha bersiv ji wan re jî nehatiye.
 
Belê Kurdistaniyên hêja!
 
We çîroka herdu hozanên ku bi dilekî germ, bi hestên Kurdewarî, welatperwerî û bi hestên Neteweyî çûne Kurdistana Azad, ku li wê derê konsertan bidin, li jor xwend û bihîst.
 
Bê guman tevî ku herdu hozan bi dengbêjiyna xwe ve, bi deng, stran û awazên xwe ve di dilê bi mîlyonan Kurdan de text girtine, têne hezkirin û rêzeke mezin ji bo wan tê girtin, lê di rastiyê de pirsgirêk ne tenê herdu hozan in. Pirsgirêk hemû Kurdên ji perçên din û ji devreyî Kurdistanê ne. Ew helwesta ne tenê ya berpirsiyarên balafirgeha Kurdistana Azad e. Em bi kûrahiya dilan di wê baweriyê de ne, ew helwest, helwesta hukumeta Kurdistanê ye. Tiþtên wiha pir hesasin, berpirsiyarekî balafirgehê nikare bi serê xwe helwesteke wisa werbigire û mirovan ji Kurdistana Azad biavêje. Helwesteke wisa bê sedem pêlîkirina, pelixandina mafê mirova ye.
 
Tiþtên wiha dilê mirovan diêþînin, dest û lingên mirovan li ser Kurdistana Azad sar dike. Em dest ji heq û huqûqa mirovan berdin. Bêrêziyeke wisa bê sedem di olan de, bi taybet di ola Îslamê de jî tine. Di ola îsalêmê de behsa “Mêvan, mêvanê Xwedê ye” têye kirin. Heger em rastiya civata Kurdî jî bidin ber bi çavan, emê tê de bibînin, ku helwesta Kurdistana Azad bêrêziya herî mezin ne tenê li hemberî du hozanên Kurd herwisa li dijî civata Kurd, li dijî qeyd, edet û toreya kurdî jî kirine. Di civata Kurdî de tiþtekî wisa tine ye, ku mêvan bi destê zorê ji malan bêne derxistin, bêne avêtin.
 
Mixabin em di sedsala 21-an de dibin þahîdên bûyerên bi îbret û sosiretên wiha, ku ne ji aliyê dijmin, ji aliyê Kurdan bi xwe ve tê kirin. Min berê jî çend caran behsa qîmetên ku dewletên Rojava didin hemwelatiyên xwe kiribû. Hêjaye em dîsa hinekî li ser vê mijarê bisekinin.
 
Berî her tiþtî divêt bêye gotin, ku mezinbûna dewletan di qada navneteweyî de bi hêjmara hemwelatiyên wan nayê pîvan, bi kalîta hemwelatiyên wan tê pîvanidin. Lê ji aliyê din ve jî hemû welatên ku qîmetê didin pîvanên mafê mirovan û demokirsiyê, qîmetê didin hemû hemwelatiyên xwe. Dewlet di vir de napirse, nabêje, kî hemwelatiyê min yê baþ e, dê qîmetê bidimê, kî hemwelatiyê min yê ne baþ e dê qîmetê nedimê. Dewletên Rojava hiqîqetek demokiratîk jî di nava xwe de ava kirine. Dema mirovek sûcekî bike, dadigeh di wê qeneatê de be, ku ewî/wê sûc kiriye ceza didiyê. Dema wî kesî cezayê xwe xwar êdî bi çavekî ne xerab li wî/wê nanêrin. Bê guman di mijara sûcdaran de hinek awarte(îstîsna) jî hene. Wek mînak, kesên terorîst, pedofîl û hwd. Lê mirov bi giþtî dikare bibêje welatên Rojava, bi taybet welatên Ewropa qîmeteke pir mezin didin hemwelatiyên xwe. Em li Ewropa dibînin, dibihîsin, dema mirovekî wan li devra dikeve tengasiyê, ew welatana hemî derfet û îmkanên xwe, çi madî, çi manewî û çi jî bi rêya dîplomasiyê be seferber dikin.
 
Bê guman wan welatana wisa bi hêsanî xwe negihijandine vê rojê. Di dîrokê de wan jî pir bedel dane. Heger em kironolojiya mafê mirovan bînin ber çavan, dê bibînin ku Ewropiyan hê di sedsala 16-an de bingeha sazî û rêxistinên mafên mirovan danîne. Di pê þoreþa Firansa de ew pîvanên mirovatiyê bûne biryar û qanûn. Ji wê demê vir de êdî mafê mirovan li hemû Ewropayê belav bûye û di zagonên bingehîn de cihê xwe wergirtiye. Di pê þerê cîhanê yê duwemîn de di 26.06.1945-an de li San Francisco li DYA bingeha Peymana Rêxistina Neteweyên Yekbûyî hate danîn. Di paragrafa yekê, þiqa sisiyan de behsa pîvan û qîmeta mafê kesayetî, azadiya olan, azadiya zimanan û wekheviya jin û mêran dike, di biryarê de tê gotin ku divêt ew dewletên endamin ji kesayetiya mirovan re alîkariyê bikin, ji wan re rêz bigirin. Heger em ji zagona Almanya jî mînakekî bidin, di paragrafa yekê de wiha tê gotin “Die würde des Menschen ist unantastbar” (nabe tikes dest biavêje rûmeta mirov). Ji wê pê ve îro di cîhanê de bi sedan peymanên Navneteweyî yên mafên mirovan hene. Ji wan peymanan yek jî peymana lê xwedî derketina mafê mirovan û hîmê azadiya kesayetiyê ya welatên Ewroya ye, ku di sala 1950-î de li Romayê hatiye îmazakirin. Wekî din meriv dikare ji nava wan peyamanan, peymana Helsinki di sala 1975-an de mînak bide. Di wê peymanê de jî behsa mafê mirovan, dadê(hiqûq), mafê raman û wijdanê, herwisa behsa mafê olan tê kirin. Di encama van peymanan de îro di cîhanê de bi hezaran sazî û rêxistinên mafê mirovan hene. Ji wan rêxistinên mafê mirovan yên herî di cîhanê de bi cidî têne girtin û bi hêz in rêxistinên wek Amnesty International, Human Rights Wach herwisa rêxistina, ku bi Neteweyê Yekbûyî ve girêdayiye United Nations Human Rights Council e.
 
Niha di encamê de, di netîcê de em dibin þahîdên þaristaniya wan welatan. Me jî dil dixwest ku Kurdistaneke ji mafê mirovan re rêz û hurmetê digire ava bibe. Çimkî Kurdan ji destên dijminan pir kiþandine. Dema em dibîhîsin, ku îro desthilatiya Kurdistanê li ser xelkê Kurd bixwe zilmê dike, dilê me diêþe. Wê hingê meriv dipirse, gelo çi cidahiya di pirsa zilimkariyê de di navbera wan û neyaran de heye? Em dikarin bi hêsanî bersiv bidin, ku zilimkar, zilimkar e, ti cidahî di navbera zilimkariya Kurdan û dijminan de nîne.
 
 
Baþ e, emê çawa bibin Netewe û dewlet?
 
Ez hema, hema kêm zêde nêrîn û ramanên nivîskarên cîhanê hemûyan, giþkan di derbarê “Neteweyatiya Kurdan” de dizanim. Ji pêveyî çend awarte(îstîsna) hemû nivîskarên cîhanê Kurdan wek gel, Netewe nas nakin. Sedem jî dibêjin, Kurd di nava xwe de ne yekin, nêrîna Neteweyatiyê naparêzin, di çerçova herêmatiyê de difikirin. Em dev ji perçên Kurdistanê yên din berdin. Ka binêrin ev nêzîkî 17 sale, ku Kurd li perçekî azadin, lê hên jî bi biryar û qanûnên dijminan xwe îdare dikin. Li hêsabên wan nayê wan qanûnan biguherînin, çimkî wan li ser xelkê Kurdistanê ewqas xerabî kirine, ew jî ji desthilatiya xwe ditirsin, ku desthilatî ji destê wan here. Loma bi çar destan bi qanûnê Sadam de hilkiþiyane, xwe pêde þidandine, ku desthilatiya wan ji dest neçe. Ew mantiqa ku ji qanûnên Sadam re li Kurdistana Azad kar bike, ew mantiq nikare ji mirovatiyê, ji înasanetiyê re rêz û hurmetê bigire. Mantiqa desthilatiya Kurdistana Azad têkçûye, îflas kiriye. Desthilatiya Kurdistanê li ser petrola xelkê Kurd mexel bûye, di nav wê hebûn û dewlemendiya petrola Kurdistanê de mest bûye, mestbûna wan ew gêj kirine, xistine nava depresyonan. Ji ber ku mantiq têkçûye, pîvanên ehlaq û etîkê jî êdî li cem desthilatiya Kurdistanê nemaye. Hemû hedefa desthilatiya Kurdistana Azad ew e, ku bi dijminan re peymanên stratejîk çêbikin û wan jî bikin þirîkên xwe. Ev jî ji bo Kurdan mantiqeke pir talûke ye û hebûna têkçûna vîziyon û îdealê Kurdistana mezin ji holê radike. Nêrîneke wiha seqet, kor û topal Kurdistaneke demokrat, þaristanî û medenî li Rojhilata Navîn têk dibe.
 
Mixabin em êdî dibînin, ku heya xelkê Kurd li ser axa xwe li dijî dîktatorên xwe serî ra nekin û wan di bin erdê re nekin, dê xelkê Kurd li ser xaka xwe jî ne di jiyaneke azad de bijî.
 
Min ji kekê Aydin û kekê Dîno re got, divêt ew herdu jî ji wezareta Almanya ya devre û wezareta Holanda ya devre re bi nameyekê gilî û gazinên xwe bikin, ku ew wezaretan jî ji wezareta Iraqê ya derve pirs bike, ku gelo li ser çi sedemî balafirgeha Hewlêrê ew bi destê zorê þûnde vegerandine. Ev mafê wan yê rewa ye. Çimkî herdu jî ji welatên Ewropa mafê pênaberiyê wergirtine û li Ewropa dijîn.
 
Heger Kurd ji niha de bi reaksiyonên xwe pêþî li tiþtên wiha negirin, dê kêfa wan berpirsiyaran were û dê di demên pêþde jî bi kêfa dilê xwe tevbigerin. Dilê wan kê bixweze dê derbasî Kurdistana Azad bikin, lê dilê wan kê nexweze dê ji Kurdistana Azad biavêjin.
 
Divêt reaksiyonên kekê Aydin û kekê Dîno ne tenê di çarçova daxuyanî û çapemeniya Kurdî de bimîne. Niha Kurd bixwe çiqas jî bi reaksonan li dijî helwesta desthilatdarên Kurdistana Azad derên, dê qet qîmeta wan li cem desthilatdarên Kurdistana Azad tine be. Çimkî ew cewher û hûnera pîvanên demokirasiyê, mafê miroven li cem wan tineye. Ew di çerçoveyeke pir teng de difikirin. Lê heger yek nameyekê ji wezareta devre ya Almanya an jî ji wezareta Holanda, ji wan re here dê dest û lingên wan bilerize. Çikmî ew ji siberoja xwe ditirsin, ku navê wan jî di qada Navneteweyî de wek dîktator derê. Hêviya me nîne, ku desthilatiya hukumeta Kurdistanê di nava þevekê de bibe demokrat, lê ewê mecbûr bibin, ku hinekî gavên xwe bi dîqet biavêjin.
 
Em lê xebitîn û me li jor gelek serê xwe êþand, ku dersa mafê mirovan bidin hukumeta Kurdistana Azad û herwisa hemû desthilatdarên wan yên giregir. Lê ji aliyê din ve gelo ew cewhera ku ew ji van tiþtan tê bigihîjin heye? Em hêvî dikin, ku ew xwe ji wê cehaletê xelas bikin û hinekî guh bidin me. Dê ev silametiya wan jî be. Em dîsa hêvî dikin, ku ew ne wek "wê meselê" çavên xwe û guhên xwe ji rastiyê re bigirin. Heger ne wisa be, bila ew jî baþ bizanibin, ku gelê Kurd ne “bira pezê” wane. Heger ne îro be, yan sibê be, dê rojekê bersiva wan bide.
 
Divêt hukumeta Kurdistanê lêborîna xwe ji hozan Aydin û hozan Dîno bixweze.
 
 
Nav, adrês û telefonên wê þîrketa ku balafirgeha wê ji Almanya, ji Frankfurtê difire Hewlêrê-Erbîlê eve:
 
Pressekontakt
Patrick Lutz
Corporate Communications Manager
Telefon: +49 (0)40 500 501 51
Telefax: +49 (0)40 500 501 11
eMail: Patrick.Lutz@HAMBURG-international.de

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org