LAWO ÇIMA TU DENG NAKÎ

 

 

 

FÛAD SÎPAN (AKPINAR)
 
fuadsipan@yahoo.de
 
Almanya, 10.05.2007
 
Kurdistaniyên hêja!
 
Beriya ku ez derbasî mijara vê gotarê bibim, dixwezim êriþa dijminan ya terorîstane di 09.05.2007an de li Hewlêrê, ku di encamê de heta niha 19 kes þehîd ketine û qasî 80 kes jî birîndar bûne bi bîz þermezar bikim. Ezê di gotareke din de li ser vê micarê bisekinim.
 
Bi taybetî ji sala 1984an vir de ji bilî þerê di navbera PKKê û Arteþa Tirk de, Arteþa Tirk heta niha bi hezaran zarokên Kurdan yên çûne leþkeriya Tirkan û yên hinekî bîhna welatparêziyê, Kurdayetiyê, Kurdperweriyê jê tê, çend roj ji teskera wan re dimîne bi þiklekî wan dikuje, dixe hustiyê PKKê û di ser de jî tabûtên zarokên Kurdan bi ala Tirkan dipêçînin, wan wek þehîdên xwe di çapemeniyê de rayê didin, bi meþên nijandperest kîn û nefretan xwe li hemberî Kurdan dirijînin. Artêþa Tirkan pir caran jî bi zanetî zarokên Tirkan dikujin û diavêjin hustiyê PKKê ku bila neyartû û kîna Tirkan li dijî Kurd zêde bibe. Heger ev bûyerên van demên dawî jî bi zanetî ji aliyê Artêþa Tirk ve hatibin kirin, bila ti kes qet þaþ nemîne. Çimkî ev Artêþ hov û çavsor e, li ser kuþtinê ava bûye û mecbûre xwe bi kuþtinê xwedî bike, hetanî ku têk here. Televîzyon û rojnamên Tirkan di 7 û 8ê meha gulanê 2007an de dîsa nûçeyeke li ser þerê di navbera gerîllayên PKKê û Artêþa Tirk de belav kirin û tê gotin ku di encama þer de du leþkerên Tirkan hatine kujtin. Ji wan leþkeran yek bi navê Servet Yildirim ku ji navça bajarê Qersê ji Qaqizmanê ye û eskerê din jî ji bajarê Tirkan ji Zonguldagê ye. Kesên bixwezin dikarin di Vîdeoyê de zarîn û hawara dayîka Kurd temaþe bikin.
 
Vîdeo ji malpera rojnama Tirk Milliyet:
 
http://video.milliyet.com.tr/videolar.asp?page=1&aranacak=&kanal=3&id=6811&tarih=2007/05/08
 
Ez hergav li çapemeniya dîtber temaþe nakim. Min bi piþadî di televîzyona Tirkan de temaþe kir, girî û hawara dayîka Kurd, diya leþkerê kuþtî Servet Yildirim bi gotinên Kurdî ku dibêje lawo çima tu deng nakî gelelk êþiyam, min li ser vê bûyerê lêkolîn çêkir û ez rastî ecêbeke din hatim, matmayî mam ku beriya kujtina wan herdu leþkeran di 4ê gulanê de qewimiye. Ji ber ku min berê ev nûçe di malpera netkurd de xwendibû, loma min di êvara 08.05.2007an de ev nûçe him ji rojnameyên Tirkan û him jî dubare ji malpera netkurd xwend.
 
Mirov dikare di pê hemû nûçe û gotarên malpera netkurd de nêrîna xwe binivîsîne, þîrove bike. Bi rastî ez pir kêm caran þîroveyên xwendevanan dixwînim. Lê vê carê þîroveya di pê wê nûçeyê de bala min kiþand, hêjaye ku ez wê þîroveyê wek nimûne bidim. Mirovek bi navê Bengî li ser kuþtina eskerên Tirk li Licê wiha þîrove dike:
 
Sernivîs: EV DEREWEKE BÊ BINGEH E ! Tarîx: 2007-05-04
 
Ez vê sibehê ji wî gundî têm. Îþev ku hên þev bi nîvî nebûbû li gundê Baravê (Baharlar), li jêrî taxa Berxigê li devê çem ev ustegmen hatiye kuþtin. Û ew her sê hevalên wî yên ku li ber wî bûn jî birîndar bûne. Bi þev helîkopter hat, li cihê bûyerê danî. Lê belê ev kes ne bi destê PKKê hatine kuþtin. Êdî li ser çi hêsabiye nayê zanîn. Artêþ ev serê çendeyek e ku li wir e. Herêm tev de di bin kontirolê de ye. Û tu PKK yek jî niha li wê herêmê tune. Qet ne mimkûn e ku gerîlla were di nava ewqas leþkerî de vana bikuje û vegere here, xwe winda bike! Leþker serê sibehê zû hatin nava gund, pirs kirin û çûn. Ewqas! Ger bi rastî jî di nav gerîlla û vê artêþê de þer derbiketa, xwedê dizane ku niha wan deran kiribûn roja mehþerê... Ev lîstikeke qirêje! Derew e! Êdî hesabê çi dikin, belkû hûn baþtir bizanin. Lê hûn baþ bawer bin, ger PKK bibêje min ev kuþtine, ew jî derew dikin û li ser hesabê artêþê dixebitin.
 
Yê þîrove kiriye: Bengî
 
Çavkanî malpera netkurd:
 
http://www.netkurd.com/nuce.asp?id=6914
 
Çapemeniya  PKKê jî li ser vê bûyera li jor wiha dinivîsîne:
 
AMED - Hate ragihandin ku di encama operasyona li navçeya Licê ya Amedê û çiyayê Bestayê li dijî gerîlayên HPG'ê hatine destpêkirin de, pevçûn derketine. Di encama pevçûnan de ustegmenek hatiye kuþtin, 2 jê serbaz 5 leþker birîndar bûne
 
Bi rastî ne hewce ye ku mirov vê nûçeya PKKê þîrove bike. Çimkî ew mirovê bi navê Bengî jixwe bersiva her tiþtî daye. Min xwest ez vê rastiyê ji raya Kurdistanê re eþkere bikim. Hêvîdarim ku rojekê hertiþt derê meydanê ku gelê Kurd jî bizanibe û rêya xwe ya rast bibîne.
 
Çavkanî malpera Azdiya Welat û rojnameya Tirk Hurriyet:
 
http://www.azadiyawelat.com/modules.php?name=News&file=article&sid=3493
http://www.azadiyawelat.com/modules.php?name=News&file=article&sid=3565
http://hurarsiv.hurriyet.com.tr/goster/haber.aspx?id=6462363&tarih=2007-05-05

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org