|
ME
DIZANÎBÛ HÛN NEWÊREK IN! FÛAD
SÎPAN, fuadsipan@yahoo.de
Almanya,
18.12.2007 Kurdistaniyên
hêja! Me
ne dixwest û ne jî bawer dikir ku desthilatiya Kurdistana azad rê bide
Tirkan û ew bi behaneya terora PKKê serên çiyayên Kurdistanê
bombebaran bikin. Lê êdî rastî ew e ku Tirkan di þeva 15ê meha 12an de
ku bi 16ê mehê de girê dide bi 50 balafirên þer ve li serê çiyayên
Kurdistanê bombe barandin. Li gorî agahdariya heya niha, jineke Kurd û pênc
gerîlla þehîd bûne û pir kesên din jî birîndar bûne. Tirk çiqas jî
bibêjin DYA destûr daye wan, lê xwediyê baþûrê Kurdistanê Kurd bixwe
ne û heger bi destûra wan nebe, ti kes nikare Kurdistana azad bombe bike.
Niha desthilatiya Kurdistanê çiqas jî bi gotinên ne ji dil de bûyerê
þermezar bike, gogê biavêje Amerîka, serî û ba lê bidin, ev
bombebarana Tirkan bi rizayiya wan jî hatiye kirin. Çimkî ev çend hefte
ye ku ew jî di nava vê tevnê de ne, hemû rê li PKKê girtin û herêm
li wan teng kirin. Rayedarên Kurdistana azad bi vê helwesta xwe newêrektiya
xwe dane îspat kirin ku ew ji xêncî berjewendiyên xwe bi ti kesî
nafikirin û dikarin bi hêsanî Kurdên Bakûr û yên perçên din bixin
qurbana menfiatên xwe. Heger
mirov hinekî aqilê xwe tevlihev bide û li dîrokê mêze bike, dikare baþ
bibîne ku kek Mesûd û mam
Celal hilweþandinên pir mezin li ser Kurdan bi navê Kurdayetiyê kirine.
Loma em vê helwesta wan ya dawîn ne wek siprîz jî dibînin. Îjar me
heta niha hemû hilweþandinên wan yên berê kiribû qurbana xatirê
Kurdistana azad û behsa wan tiþtan nedikir. Ew helwesta me jî rast û di
cih de bû. Lê mixabin ew li ser soza xwe nesekinîn, loma gazin jî êdî
ji me nabe, em jî mecbûr in hilweþandinên wan yên berê derînin pêþiya
xelkê Kurdistanê, bila ew jî bizanibin ku ew ne ferîþte ne û ne jî
mafê wan heye li ser qedera Kurdan hên jî hilweþandinan çê bikin. Ne hewce ye ku em
behsa bûyerên 66an û 96an bikin. Ne hewce ye em behsa þerên wan yên
Dolaran bikin ku di encamê de bi hezaran zarokên Kurd yên bê sûc û
guneh hatin kuþtin. Rûreþiya wan ya herî mezin jî ew bû ku navê þerên
xwe yên ji bo Dolaran kiribûn þerê birakujî. Û ne hewce ye em li ser
bisekinin ku dema Sadam Husên di þerê xelîçê yê yekem de di tengasiyê
de ma û bi lez û bez bangî kek Mesûd û mam Celal kir, li Bexdayê bi
wan re derket pêþiya televîzyonê û ew maçkirin. Ew maçkirina Sadamê
xwînrij di ser de di televîzyonan de bi kek Mesûd û mam Celal re bû
Xelata helebce û Enfal. Cîhanê ev rûreþiya wan bi îbret û sosret temaþe
kir. Gelê Kurd þahîdê wan hemû bûyeran e. Bila ew camêrana qet meraq
nekin yek þansekî wan hebû, lê wan ew jî bi destûra ku wan dane leþkerên
Tirk ku Kurdistana azad bombe bikin wenda kir. Ev helwest û destûra
rayedarên Kurdistana azad ku leþkerên Tirk derbasî sînor bûn eynî wek
siyaseta dijminên Kurdan e. Mam
Celal û kek Mesûd divêt hûn baþ bizanibin, heger hûn li pê Tirkan
herin û gotina wan bikin dê daxwazên Tirkan ti carî ji we xelas nebin,
çimkî Tirk li Bakur Kurdan wek kolên xwe dibînin û ti carî ne amade ne
ku mafên Kurdan yên rewa xebûl bikin. Heya Tirk ne amade bin ku pirsgirêka
Kurdan li Bakur çareser bikin, dê ti carî daxwazên wan ji we xelas nebin
û dê ti carî ne amade bin ku Kurd li Baþûr pêþde herin. Mam
Celal û kek Mesûd we bi van kirinên xwe yên dawîn baweriya xwe di nava
gelê Kurd de wenda kir. Hûn ne xwedî bi vîziyon û ne jî xwedî bi
cewher in ku ji gelê Kurd re rêberiyê bikin. Waye we Kerkûk jî kire
qurbana siyaseta erebên kevneperest, Faris û Tirkan. Hûn êdî nikarin
pirsgirêkan çareser bikin. Çimkî hemû eþqa we li ser dolaran e. Mam
Celal û kek Mesûd we li Baþûr rewþenbîr û ronakbîrên karton yên
banqematî ku di dawiya mehê de pereyên xwe distînin ji nava partiyên
xwe derxistin ku wan bi pereyan bêdeng bihêlin. Lê divêt hûn tiþtekî
baþ fêhm bikin ku di Kurdistanê de yek qudretek heye ew jî gelê Kurd e.
Hûn qet meraq nekin êdî ti tiþt we ji xiþma gelê Kurd xelas nake. Gelê
Kurd çawa dijmin di erdê re kir, dê rojekî bikaribe çiyayê Ezmir û
Serê Reþ jî di serê we de hilweþîne.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org