MALNEXIRABNO!
 ÊCA HINEKÎ BI WIJDAN BIN

 

FÛAD SÎPAN, fuadsipan@yahoo.de

Almanya, 29.02.2008

 

 

Kurdistaniyên hêja!

 

Ev bû hefteyek di ser hovîtiya generalên Tirk re li hemberî gerîla li axa azad derbasbû. Mixabin rayadarên Baþûr heya niha ti helwesteke, ti tiþtekî berbiçav li hemberî leþkerên Tirk negirtin. Tenê parlamena Kurdistanê di roja 26.02.2008-an de civiya û di daxuyaniyeke heþt xalî de eþkere kir, ku bila Tirk ji axa Kurdistana Azad derên. Heger mirov bi giþtî vê daxuyaniya parlamena Kurdistanê þîrove bike, gotineka Almanan, ku dibêjin "blabla, blabla" tîne bîra mirovan. Yanê bi gotineke kurdî helwesta desthilatdarên Baþûr ji wîtewîtê pêve neçû. Parlamena Kurdistanê di daxuyaniyê de qet behsa zexta li ser gerîla û xelkên deverê nake.
 
Parlamena Kurdistanê biryareke ku heger leþkerên Tirk ji Kurdistana Azad venekiþin, divêt pêþmerge bi þer bersiv bide wan, û wan ji axa azad derîne, neda.
 
Parlamena Kurdistanê helwesteke ku raya Kurdistanê li hêviyê bû negirt, lê di daxuyaniyê de, di xala heftan de, derbarê hilweþandina piran û bingeha strûktûra Kurdistana Azad de, li pey xisar û ziyanê ketiye, ku bi êriþên balafirên Tirkan yên þer ji bala de hilweþandiye, daxwaza tazmînata wan ji Tirkan dike. Bi rastî di rewþeke wiha awarte û hesas de, daxwazeke wisa bextreþ layîqî Kurd û Kurdayetiyê nîne.
 
Hey malnexirabno! Serê we bixwe, di ser we û pirên we de, ma qet wijdan di we re tine, ku hûn li wan keç û xortên Kurd xwedî derên, ewên ku niha agir li ser serên wan dibare?. Ma qet hûn li ber wan canan nakevin? Çima hûn nabêjin, divêt pêþmerge ji bo wan alîkar be û nehêle leþkerên Tirk bi ser wan de here?
 
Ma ew canana can nînin, ku li berxwe didin û bersivê didin dijmin?
 
Ma ew can can nînin di vê serma û seqamê de li serê çiyayên Kurdistanê bi mêrxasî li dijî leþkerên Roma Reþ honor û þerefa Kurdan diparêzin?
 
Ey bê wijdanno! Ew keç û xortên ku niha di bin metirsiya mayîn û nemayînê de ne, ma ne ji paþil, sîng û berên van dayîkên me Kurdan derketine!? Ew dayîkên ku hebûna Kurd û Kurdistanê heya roja îro li ser piyan hîþtine!?
 
Gelo hûnê rojekê çawa li rûyê wan dayîkan binêrin û bersiv bidine wan?
 
Hey parlamenterên Kurd, ma qet poz û kepûyê we ji dijminan neþewitî!? Ma qet hûn þerm û fedî nakin, ku di parlamena Kurdistanê ya pîroz de biryareke wisa bigrin ku honor û þerefa Kurdan biparêze?
 
Ey pêþmergeyên leheng! Hûn çawa û bi çi mafî kumên bêbextiyê didin serên xwe, hûn hestiyên Melle Mistefa Barzaniyê nemir di gorê de dilerizînin?
Ey pêþmergeyên qehreman! Hûn çima li pirensîpên mîlada Kurdî Melle Mistefa Barzaniyê nemir xwedî dernayên? Hûn Bersiva neyaran û nokerên wan nadin?
 
Ey pêþmergeyên canfîda! Ma nayê bîra we, ku serokê nemir Melle Mistefa Barzaniyê pîroz li her perçeyên Kurdistanê li hawara Kurdan derdiket, heya roja dawiya jiyana xwe bi pirensîpên gelê Kurd jiya; ew li wan pirensîpan wek li namûsa xwe xwedî derket û ti carî bi wan pirensîpan nelîst.
 
Ey parêzvanên mîlada Kurdî! Bibin layîqî navê xwe yê pîroz, wan xerabî û þaþiyên desthilatdarên PKKê bidin aliykî. Ma sûcên wan ciwan û canikan çi ye hûn li wan xwedî dernakevin?
 
***
 
Divê navberê de hêsab û planên generalên Tirk tevlihev bû. DYA helwesta xwe eþkere kir û Serokê Amerîka Gorge W. Bush di 28.02.2008-an de got, “Ez di gel Robert Gates im, divêt leþkerên Tirk di demke kurt ji Kurdistana Iraqê derkevin”
 
Tirk vê carê jî li ser gotina serokê DYA George W. Bush, ku çima wî peyva Kurdistan bi kar aniye ketine þokê. Jixwe di heman rojê de wezîrê parastinê Robet Gates hatibû Tirkiyê. Ewî jî ji Tirkan daxwaz kir û got, divêt Tirk zû ji Kurdistanê derên. Mirov ji çapemeniya Tirk fêh dike, ku di navbera Robert Gates, wezîrên parastinê ya Tirkan, serokkomar, serokwezîr û serokê generalan Buyukanit mineqeþeyeke pir tûj derbas bûye. Helwesta Tirkan ew e ku demeke dirêj de li Kurdistana Azad bimîn in. General Buyukanit li ser helwesta wezîrê Amerîka niyeta xwe veriþand û got, “demaka kurt mefhûmeka îzafî(letaiv) e carina dikare rojek be, carina jî dikare salek be” Binêrin malpera www.netkurd.net
 
Di eynî êvara rojê de di televîzyona Tirkan Kanal D de kevnegeneralek bi navê Yavuz Erturk bi gotinê serokê Amerîka henekê xwe dikir, dikeniya û digot ewên nema li gotina Bush binêrin, dê þer berdewam bikin.
 
Belê rojên pêþiya me dê pir seriyan biêþîne. Helwesta DYA xwiya dike, ku wan bi sînor destûr dabûn Tirkan. Lê heger Tirkan wisa fêhm kiribin. Ez bawerim generalên Tirk dê pir seriyan gêj bikin, lê yên di dawî dawîn de têk biçin ew bixwe ne.

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org