MAM CELAL HÊN JÎ DI XETA 66-AN DE YE
 
 
 
FÛAD SÎPAN, fuadsipan@yahoo.de
 
Almanya, 13.03.2008
 
 
 
 
Kurdistaniyên hêja!
 
Di 21ê sibatê de agir li ser serê zarokên Kurdan, þervanên Kurdistanê de dibare. Serokkomarê Tirk Abdullah Gul fenanî mizginiyê bide mam Celal, ku Tirkan þer li dijî çekdarên PKKê di hundirê Kurdistana Azad de vekirine û di heman demê de jî wî vedixwîne, dawetî Tirkiyê dike. Ew jî bêyî, ku wijdanê xwe muhasebe bike, an jî serê xwe li ser raya Kurdan biêþîne, ka gelo ramana gelê Kurd di derbarê çûyîna wî ya li Tirkiyê çi ye? Di heman demê de ji Gul re dibêje erê û vexwendina wî dipejirîne. Heger bi ya wî ba dê di wan rojan de bihata Tirkiyê. Em bawerin hin kesan ew hiþyar kir, ku ew di pê þer re here Tirkiyê. Lê hê çend roj di ser þerên Tirkan li dijî þervanên doza Kurd de derbas nebûn, mam Celal bi bayê bezê hate Tirkiyê, ku wek serokkomarê Iraqê navê xwe di dîroka qilêr de binivîsîne.
 
Mam Celal di 07.03.2008an de bêyî, ku qet nebe ji çavê bi mîlyonan Kurdên Bakur fedî bike,  gora neyarê Kurdan yê herî dir Mistefa Kemal ziyaret kir. Dewleta Tirk ti þert jî danenîbûn pêþiya mam Celal, ku ew serdana gora Mistefa Kemal bike. Lê mam Celal bixwe daxwaza serdana gora Mistefa Kemal kir û daxwaza xwe jî anî cîh. Binêrin gotinên mam Celal yên bi sosret û bi îbret ji bo Mistefa Kemal li ser gora wî. Binêrin di malpera Netkurd de. http://www.netkurd.com/nuce.asp?id=11119
 
Serdana mam Celal li ser gora Mistefa Kemal qet nayê têgihîþtin. Bûyereke wiha ji bo Kurdan pir þerm û fedî ye. Bê pirensipiya herî mezin ew e ku Kurd serdana zalim û qatîlê xwe yê herî mezin di dîrokê de bikin û di ser de jî pesnê wî bidin. Niha pirs ev e, çi mafê mam Celal heye wek serokekî Kurd, ku di demeke wiha zîz û nazik de bi hest û hîsên Kurdên Bakur bilîze? Lê mixabin ew pirensîpên Kurdawetiyê ti demê li ba mam Celal tinebûn û dê ti demê jî tinebin. Çimkî ew hên jî di wê baweriyê de ye, divêt Kurd qet behsa serxwebûna Kurdistanê jî nekin.
 
Heger Tirkan hin gavên xweguhertinê li Bakur di derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd de biavêtana, an jî bi çavekî dostanî li Kurdistana Azad binêrana, wê hingê meriv dikarîbû serdana mam Celal li ser gora kalikên Tirkan fêhm bike. Qet neba heger qîmeta mam Celal ya pênc quriþan li ba Tirkan heba dê dîsa meriv jê fêhm bikira. Mam Celal xwest goya ji Tirkan re jest (libata ku li cih e û tê ecibandin) bike, lê bi tîrê kevanê li ser dilê Kurdên Bakur xist, hestiyên Þêx Seîdê kal û Seyîd Rizayê nemir lerizandin, herwisa bi hestên bi mîlyonan Kurdan lîst.
 
Tirk ji ya xwe nayên xwarê bi hemû hestên Kurdan dilîzin, bi rastî nayê têgihîþtin çima Kurd ew qas tawîzan didin Tirkan?
 
Dewleta Tirk ti qîmeteke wisa bi pîvan jî neda û nade serdana mam Celal, loma serdana mam Celal li Tirkiyê ne wek serdaneke fermî, bi rê û rêbazên dîplomasiyê hate pêþwazî kirin. Tirk wê serdanê wek “serdana kar” yanê serdaneke sembilîk bi nav dikin.
 
Niha divêt ne tenê mam Celal, lê hemû Kurdên Baþûr vê pirsê ji xwe bikin, heger siyasetmedarekî Kurd ji Bakur here ser gora Saddam û pesnê wî bide, dê ew çawa bersivê bidin? Mantiqê mam Celal bi vê serdana gora Misto ev e, “zalimê te ji yê min çêtir e”. Mam Celal di ser de jî spasiya xwe ji hukumeta Erdogan û generalên Tirk re pêþkêþ dike. Gelo kesek dikare ji me re nimûneyeke wiha rûreþ, bê etîk û bê exlaq di cîhanê de nîþan bide?
 
Mam Celal û hin Kurdên din di wê baweriyê de ne, ku Erdogan dê pirsa Kurdan çareser bike. Lê cihê ku generalên Tirk lê amade nebin, ne Erdogan û ne jî hukumeta wî nikarin pirsgirêka Kurdan çareser bikin. Ev realîte ye, divêt her kes li gor vê realîtê tevbigere û gavan biavêjin. Wekî din divêt Kurd qet xeyalperestiyê nekin. Heya helwesta Tirkan li ser esasê înkarî û tinekirina Kurdan bidome, ti tiþt çareser nabe. Divêt Tirk berê gavan di parlamena xwe de biavêjin, paþê jî Kurd xwe nêzîkî çareseriyê bikin. Kurd çiqas jî gavan biavêjin dê Tirk tenê jê sûdê werbigirin, ku ew çawa emrê xwe dirêj bikin. Ne kêm û ne jî zêde.
 
Mamoste Mûrad Ciwan di analîza xwe de pesnê hostatiya siyaset û dîplomasiya mam Celal dide, herwisa serdana wî ya li ser gora Mistefa Kemal wek bûyereke rûtîn bi nav dike û wiha dibêje “Herwiha nexweþiyeka zarokatiyê ye ku meriv rabe focusa serdana Talebanî bide ser ziyareta wî ya Anitkabîrê û giringiya serdanê bi xwe jibîr bike” Binêrin di malpera Netkurd de. http://www.netkurd.com/nuce_bixwine.asp?id=11117
 
Ez bi kêf û coþeke pir mezin analîzên mamoste Mûrad dixwînim û heya niha di pir mijaran de di gel nêrînên wî dibûm. Lê ez qet û qet di mijara serdana gora Mistefa Kemal û pesindana siyaseta mam Celal de ne li gel mamoste me. Nêrîneke wisa Kurdan dixe cihokek pir þaþ. Divêt Kurd wek pelên quranê li pirensîpên xwe derên. Wekî din dîrok me efû nake. Çimkî gelê Kurd ji bo mafên xwe yên rewa bi sed hezaran þehîd û bedelên giranbiha dane. Divêt her kes berî hertiþtî rêzê ji wan þehîdan re bike, li vîziyona wan xwedî derê.
 
Mam Celal hostayê çivanokiyê ye. Di çivanokiyê de ti kes di ser mam Cela re tineye û ti kes jî nikare avê li destê wî bike. Lê ew ne hostayê siyasetê ye. Mam Celal rûvî ye, loma ti kes bi siyaseta wî bawer jî nake. Ewî hemî siyaseta xwe li ser zext û zorê amade kir û ji bo xwe bigihîne vê qadê, heya niha bi hezaran keç û xortên Kurd xistine qurbana berjewendiyên xwe; loma xwe gihandiye vê astê. Min qet layîq neanî ku mamoste Mûrad pesna serdana mam Celal li Tirkiyê bike. Çimkî qasî ku meriv ji vê serdanê têdigihîje ti tiþtekî berbiçav çê nebû. Di ser de jî Kurd dîsa biçûk hatin xistin. Bi raya me serdana mam Celal ji bo Kurdan bû fiyasko. Mixabin dîsa ji bo Kurdan sifir, sifir di destan da dîsa ma sifir.
 
Sed hezar carî mixabin mam Celal bi rûsipîtiya xwe, bi kaltiya xwe hên jî di xeta 66-an de xwe digevizîne. Ne hêja ye em li vir 66-an þîrove bikin. Bi taybet Kurdên Baþûr û hemû ronakbîrên Kurd dizanin 66 çi ye û tê çi wateyê?

 

  

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org