|
|
- MANTIQÊ
ÞELAFAN-DALKAVUKAN,
DEREWÇÎN,
KEMALÎST Û STALÎNISTAN WEK HEV E
-
-
-
- FÛAD
SÎPAN (AKPINAR),
fuadsipan@yahoo.de
-
- Almanya, 03.08.2006
-
- Kurdîstaniyên
hêja!
-
- Mahmud Onder
li ser pirtûka Naci Kutlay
di nivîsa xwe de ya roja 22.06.2006an di malpera Yaþar
Kaya de ya bi navê
Kurdistan Post li ser Melle Mistefa Barzaniyê mezin wiha dinivîsîne:
-
- Prof.
Þakirê Xudo, herwisa behsa Barzaniyê nemir kiriye û gotiye, "piþtî
Melle Mistefa hat Sovyetistanê li Elegez û gundên derdora wê, li cem
kurdên êzdî dima û Gelek kes dihatin serdana wî. Paþê rewþa
Melle Mistefa baþ bûye û çûne Moskovayê û li wir hin caran bihev
re alkol-votka(Votka min nav lê danî, ji ber ku wê demê li Rûsyayê
tenê votka heye) vexwarine. Hetta Dr. Kutlay ji Þakirê Xudo dipirse,
"Te bi çavên serên xwe dît, ku M. Mistefa alkol vexwar? Prof.
Þakirê Xudo dibêje; "Belê min bi xwe dît, me bi hev re li cem
kurdên Êzdî vedixwar û hetta carek Melle Mistefa pirr zêde vexwar
û serê wî êþiyaye, lewma sibetira rojê, beriya ku em vexun, me
Xavyar da Melle Mistefa, da ku bi alkolê neêþe."
-
- Çavkanî,
binêre malpera Kurdistan Post
- http://www.kurdistan-post.com/Niviskar-op-viewarticle-artid-661.html
-
- Prof. Þakirê
Xudo jî bersiva Naci Kutlay di malpera Rizgarî de wiha dibe:
-
- ”Buxtanê wek kirasê bê pêsîr”
”Derewên ku lingê deve dikþînin”
Ez mecbûr im ku bi van meselokên kurdî va dest bi nivîsara xwe
bikim. Çimkî nivîsa ku Mehmut Onder li ser kitêba Dr. Nacî Kutlay
”Anilarim” ( bîranînên min) nivîsîye ku Nacî Kutlay behsa
Berzanîyê nemir jî dike û navê min jî hildide û min wekî çavkanî
nîþan dide. Dixwazim bêjim
ew tiþtên ku Dr. Nacî Kutlay di heqê Barzanîyê nemir de nivîsîye,
ji serî hata binî derew e.
-
- Çavkanî,
binêre malpera Rizgarî
- http://www.rizgari.com/modules.php?name=News&file=article&sid=4723
-
- Ez qet pêwîst
nabînim têkevim wê gengeþiyê ku dema Melle Mistefa Barzaniyê mezin
li Ûris maye û li wê derê Votka vexwariye an na? Jixwe Þakirê Xudo
bi bersiva xwe Naci Kutlay derewîn derdixîne. Êdî ne hewce ye ku
mirov zêde li ser derewçîn û boxtankeran bisekine.
-
- Lê hêja
ye ku hinekî li ser mantiqê îdeolojiya Kemalîzimê bisekinim. Îdeolojiya
Kemalîzimê wisa bandora(tesîra) xwe daye ser piraniya rewþenbîrên
Bakur, ku heger mirov bi aqilê selîm wan rewþenbîran baþ analîz
bike dê di rastiyê de bibîne ku di pir mijaran de qet ferqa mantiqê
wan û ferqa mantiqê Kemalîstên Kemalîst nîne. Çimkî mêjû,
kirin û tevgera wan ji ya Kemalîstên Kemalîst cida nîne, belkû eynî
ye, wek heve. Ez bawerim xirabiya ku Kemalîstan bi Kurdan kirin, ne tenê
qirkirina gelê me, talankirin û perçekirina welatê me Kurdistan e,
xirabiya Kemalîstan ya herî mezin jî ew e ku îdeolojiya xwe ya bi
genî di Kurdan gerandin û hê jî qismeke ne hindik ji Kurdan bi wê
îdeolojiya xwe ya þêlû û gemar îdare dikin.
-
- Ka binêrin
dinya-alem bi çi re meþqûl e, Naci Kutlay û Mahmud Onder bi çi re
meþqûlin. Gotinek heye û dibêjin, dema pisîk xwe nagihîne goþt, jê
re dibêje mirdar e. Niha ev jî tifaqa Kemalîst û þelafên wan e.
Mantiqê wan jî ew e ku “çiqas
dikarî reþ bike, heriyê biavêjê ku bila þûna wê li ser bimîne,
çawa bibe tu ji bilî reþkirinê nikarî xwe bigihînî wan û bi wan
xerabiyê bikî”
-
- Lê rastî
ti carî derewan napejirîne. Di dawiya dawîn de mûma derewçînan
ditemire û xerabiya wan ji wan re dimîne. Niha pirs ew e ku bi van tiþtên
tewþo-mewþo li dijî Melle Mistefayê nemir çi kete bêrîka Naci
Kutlay û Mahmud Onder?. Ez rast bibêjim
ku Naci Kutlay û Mahmûd Onder bi van kirinên xwe yên pîs li hemberî
Melle Mistefa Barzaniyê mezin rewþa xwe bi destên xwerab kirin û bûne
dûvikê Kemalîzmê.
-
- Rojnama
Hurriyet jî di 18.02.2003an de bi kampaniyekê dest pê kiribû û bi nêrînên
hiqoqabazên xwe digotin, goya koka malbata Barzanî cihûn in. Rojnama
Hurriyet dît ku wan xwe bi xwe di cîhanê de rezîl û riswa kirin,
loma êdî dest ji wê kampaniyayê berdan.
-
- Çavkanî
binêre malpera rojnama Hurriyetê
- http://webarsiv.hurriyet.com.tr/2003/02/18/250284.asp
-
- Û
bersiva min di malpera PENa Kurd de
-
- http://www.pen-kurd.org/kurdi/fuatakpinar/BilaTirkbiEdeb-II.html
-
- Mixabin
Kemalîstan bi îdeolojiya xwe ya bi kirêt agir berdan mala Kurdên
bakur û ewên goya ji xwe re dibêjin rewþenbîr hê nizanin li heyîyên
xwe jî xwedî derên. Di civata Kurdan de qedir girtin heye. Kî dibe
bila bibe ji dîtin û nêrînên wî/wê re qedir tê girtin û kêmasiyên
wî/wê hebin jî dîsa jî jêre qedir û rêz têye girtin. Lê Kemalîst
û Stalînîstan qedir û rêzgirtina civatan xerab kirin û ew îdeolojiya
ne mirovane anîn di civata Kurdan jî gerandin. Kesên nizanibin û
nikaribin ji heyîyên xwe, ji qîmetên civata xwe re qedirê bigirin,
ew çiqas jî lêbixebitin ji xelkê re þelaftiyan bikin jî dîsa bêhûde
ye.
-
- Melle
Mistefa Barzaniyê mezin ji bo Kurdan ne Elo û Welo ye ku Naci
Kutlay û Mahmud
Onder bi vî rengî
êriþî þexsê wî dikin. Heger hinekî fam û firaset di wan de heba,
dê pesnê lîderiya wî û qehremaniya wî bidana. Û heger Yaþar
Kaya
jî hinekî ji malbata Barzanî fedî bikira, dê rê neda ku nivîseke
wiha bi kirêt di malpera wî de bêye weþandin. Mixabin Kemalîzim û
Stalînîzimê çavê wan kor kiriye û bi mêjûyên wan lîstiye, loma
ez qet li ser van kirinên van belengazan matmayî namînim.
|
|
|