|
|
- MEHMET
AGAR QATILÊ BI DEH HEZARAN WELATPERWERÊN KURD Û KURDISTANÊ YE
-
- FÛAD
SÎPAN (AKPINAR)
-
- fuadsipan@yahoo.de
-
- Almanya, 23.11.2006
-
- Kurdistaniyên
hêja!
-
- Di van
demên dawîn de serokê DYPê Mehmet Agar di her firsend û derfetê de
bi daxuyaniyan xwe wek mirovekî demokrat, mafparêz û hema hema maye
ku xwe wek Kurd-parêz jî îlan bike. Beriya ku ez niyeta wî þîrove
bikim, divêt em dijminahiya wî ya li hemberî gelê Kurd ji nêzîk ve
nas bikin:
-
- Mehmet
Agar di sala 1951an de bûye û ew bi eslê xwe Kurdê Xerpûtê (Elazîzê)
ye. Ew dijminê Kurdan yê sondxwarî ye. Stêrka Mehmet Agar bi taybetî
di sala 1993an de bi Tansu Çiler re destpêkir. Çimkî wê hingê pêwistiya
Tansu Çiler bi mafya û qatîlekî wek Mehmet Agar hebû. Armanca leþkeriya
Tirk ew bû ku bi destê Tansu Çiler, Tansu Çiler jî bi destê Mehmet
Agar doza gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê bitemirîne. Loma serleþkerî
û Tansu Çiler bi zanetî Mehmet Agar ji vî karê qirêc re
hilbijartin. Ji pirsgirêka bûyera Susurlugê bigire heta hemû mirovên
wek Abdullah Çatli, ku bi navê dewleta kûr-nehênî bi metodên mafya
kar kirine û komkujî li dijî welatperwerên Kurd bi kar anîne hevalên
Mehmet Agar in û di bin emirê Mehmet Agar de kar kirine, Kurd qetil
kirine.
-
- Di salên
90î de plan û amadekariya ji holêrakirina 15 hezar kesî li bakurê
Kurdistanê û Tirkiyê bi destê Mehemet Agar ve hatiye avêtin.
-
- Mehmet
Agar qesas û qatilê bi deh hezaran welatparêz û pêþengên(elîtên)
Kurd e. Mehmet Agar xerabiya herî xerab bi Kurdan re kiriye. Destê wî
bi kirêt e û dîroka wî tarî ye. Îmza wî bi taybetî di bin 15
hezar welatperwerên Kurd yên bi navê faîlên wan ne diyer e de heye.
-
- Hêsabên
Mehmet Agar li ser hilbijartinan e. Lê bila Mehmet Agar qet kedera
neke, gelê Kurd wî baþ nas dike û dê durûtî û sextekariya wî di
qirika wî de bihêle.
-
- Hêja ye
ku di malpera www.netkurd.net de
gotara birêz Gernas Amedî jî li ser Mehmet Agar bêye xwendin. http://www.netkurd.com/nivisar.asp?yazid=122&id=1000
|
|
|