MELE
MISTEFA BARZANÎ - MÎLADA FIKRA KURD Û KURDISTAN
FUAT AKPINAR, akpinar@t-online.de,
Almanya, 22.07.2003
Her
çiqas dereng jî mabe, lê dîsa jî dixwazim serokê nemir Mele Mistefa
Barzanî bi nivîseke wiha bi bîr bînim û serê xwe li ber bejna wî
lehengê Kurd û Kurdistan bitewînim. Bi rastî min dixwest ku di meha Adarê
de nivîseke wiha li ser bîranîna sedsaliya serokê mezin amade bikim, lê ji
ber ku wê demê dema þerê dijî Sadam bû û ji bo Kurdan gelek demeke nazik
û dîrokî bû, loma min wê demê bi piranî li ser bûyerên rojevê û li
ser hovîtiya Tirkan ku dixwestin bi destên zorê bikevin baþûrê Kurdistanê
û gelê me yê Baþûr jî bikin bin bandora xwe, dinivîsî. Lê min dîsa
serokê nemir ji bîr nekir û 15. Adarê li ser sedsaliya serok helbestek nivîsî
û bi rêya e-mail di raya giþtî de belav kir. Vê helbesta min, ku min ji
bona bîranîna sedsaliya serok Mele Mistefa Barzanî nivîsiye, hûn xwendewanên
hêja dikarin di dawiya nivîsa min de bixwînin.
Roja
rojbûyîna serokê mezin 14.03.1903 li gundê Barzan baþûrê Kurdistanê û
roja dilovaniya wî 01.03.1979 li Amerîka, nexweþxana at Georgetown Hospital, bajarê
Washington DC)
Serokê
nemir Mele Mistefa Barzanî semola azadî û aþîtî, sembola netewa
Kurd û Kurdistanê ye. Ew wek birêz Xiyasettin Emre di nivîsa xwe de dibêje
mîlada Fikra Kurdî ye.
Ew
serokê Neteweya Kurd li herçar perçên Kurdistanê ye. Pêþmergê pêþmergan
e, qehremanê serbilind, serfiraz û bi rûmet e. Ewî layîqê navê xwe yê pîroz Mele Mistefa
Barzanî hatiye û bi þan ji bo doza gelê Kurd li her derê ji bona Kurdan
kar û xebat kiriye. Gelê
Kurd bi saya serokê mezin Mele Mistefa Barzanî pêþde çûye û wî
xizmeta bi rûmet ji bo me Kurdan kiriye, her roj baþtir têye naskirin û fêhmkirin.
Gelê Kurd îro di saya wî de serbilind e, serfiraz e, bi dilekî þad wî di bîr
tîne û tama azadiya ku bi têkoþîna wî ya bi mêrxasî û gernasî
dijî dijminan daye derdixîne. Gelê Kurd li baþûrê Kurdistanê bi saya têkoþîna
siyaset û polîtîka wî ya rast û durist rizgar e. Ev par û keda wî ye, ku
wî bi sal û deman ji bo gelê Kurd li serê çiyayên Kurdistanê bê westan
daye û gelê me li Baþûr biserketiye. Serok Mele Mistefa Barzaniyê
mezin êþ, derd û kula gelê Kurd baþ dizanibû, ji ber ku ew di zarokatiya
xwe de di nava tevgera gelê Kurd de pijiyabû. Ew hên di zarokatiya xwe de,
yanê di sêsaliya xwe de ku haya wî ji tiþtekî tune bû, bi dayîka xwe ya pîroz
re ketibû zîndanên dijminan.
Serokê
nemir, sala têye dinyayê, wê salê jî bavê wî yê pîroz Þêx Mihemed
wefat kiribû.
Serokê Netewa Kurdistan Mele Mistefa Barzanî di têkoþîna Kurdistanê de ne gotiye payîz û zivistan, ne gotiye bihar û havîn, ne gotiye ba û bahoz û ne jî gotiye baran, seqa û serma, ewî bi mêranî û þêranî doza gelê me kiriye, siyaseteke bi bîr û bawer li her derê cîhanê ji bo me Kurdan ajotiye û parastiye; hetanî roja dilovaniya xwe.
Mezinahiya serokê
nemir Mele Mistefa Barzanî bi gotinan nayê ziman. Ewî di tevgera Kurdistanê
de her gav li kîjan perçê Kurdistan serhildan çê bûyê, bi pêþmergên
xwe yên qehreman li cem wan bûye û li dijî dijminên xwînxwar þer kiriye.
Lê
pir mixabin ku ewî di saxiya xwe de, ew keda ku wî ji Kurdan re kir û da ber
Kurdan bi çavê xwe nedît û xatirê xwe ji me xwest û çû ser dilovaniya
xwe. Birêz Xiyasettin Emre di nivîsa xwe de, ya ku min jê tika kiribû, ew çend
gotinan li ser serokê mezin binivîse û ji min re biþîne, wiha dibêje:
Esefeke min a din jî heye, ku Mele Mistefa Barzanî, serokê mezin, semera emeka xwe bi çavên xwe nedît. Lê wê salê ez çûme baþûrê Kurdistanê û çûme ser qebra serok.
Min li ser qebra wî
got; serok! Te encama emeka xwe nedît. Ez hatime ku mizgînî bidim te.
Gava
di cîhanê de qala navê wî yê pîroz têye kirin, herkes bi coþ qala têkoþîna
wî ji bo gelê Kurd dike û dizane ku wî ji zarokatiya xwe hetanî dilovaniya
xwe ji gelê Kurd re kar û xebatên bê westan li serê çiyayên Kurdistanê
û li her derê cîhanê têkoþîn daye, kêþeya gelê me aniye ziman û bi bîr
û bawer doza Kurdistan parastiye.
Serokê
Netewa Kurdistan Mele Mistefa Barzanî ne tenê ji bo Kurdan mezin e, ew di raya
giþtî de jî, di cîhanê de pir mezin e û di nava serokên dewletan yên
navdar de cihê xwe yê bi rûmet digire û wek serokê kurdan yê leheng têye
naskirin.
Serok
Mele Mistefa Barzanî di lîteratûra cîhanê de wek serokê Kurdan yê netewî
û efsane têye naskirin û di her nivîs û gotarên li ser jiyana wî de têye
gotin, ku ew efsaneyî ye.
Li
Ewropa, Almanya û li welatên Anglosakson nivîs û gotarên li ser jiyana Mele
Mistefa Barzanî yê mezin hatine nivîsandin, di destpêkên hemû nivîsan de
wiha têye gotin:
Der legendäre Kurden- führer Mullah
Mustafa Barsani (Serokê
Kurdan yê Efsaneyî Mele Mistefa Barzanî)
Kurdish
national leader, Mustafa Barzani (Serokê Netewî yê Kurdan Mele Mistefa Barzanî)
Ev
gotin ji bo Mele Mistefa Barzaniyê mezin û ji me kurdan re serbilindî û
serfiraziyeke pir mezin e û mezinahiya serokê birêz jî di cîhanê de baþ
dide naskirin.
Mele
Mistefa Barzaniyê
mezin di gotineke xwe de siyaseta cîhanê bi stemkarî rexne dike û ji ber ku
ew ji durûtiya siyaseta cîhanê wisa êþiyabû, ku kêþeya gelê me tîne
ziman û wiha dibêje:
Em
sêwiyên gerdûnê ne (Wir sind die Waisen des
Universums)
Hemû
nivîskar û rojnamegerên cîhanê dema qala serokê nemir Mele Mistefa
Barzanî dikin, di nivîsên xwe de her dem vê gotina wî ya ku wî bi
stemkarî siyaseta cîhanê di pirsa Kurd û Kurdistanê de rexne kiribû wek mînak
didin.
Belê,
em Kurd êdî di saya wî de û tekoþîna wî ya bi lehengî ji bo gelê Kurd
ne SÊWÎ NE.
Ez
serokê pîroz Mele Mistefa Barzaniyê nemir di bîr tînim û serê xwe
li ber wî ditewînim.
Min
ji bo vê nivîsa xwe ya ji bo bîranîna sedsaliya serokê nemir Mele
Mistefa Barzanî ji çend kesên
di nava tevgera Kurd û Kurdistanê de siyasetmedar, nivîskar û hûnermend yên,
wek birêz Xiyasettin Emre
(siyasetmedar), birêz Abdulmelik Firat,
(siyasetmedar) birêz Þerafettin Elçî,
(siyasetmedar) birêz Alî Ghazî
(siyasetmedar), birêz Hasan Kaya
(nivîskar û serokê berê yê Enstituta Kurd li Stenbolê), birêz Lokman
Polat (nivîskar), birêz Ahmet
Aras (nivîskar) û Þivan
Perwer (hûnermend, hozan û
dengê neteweya Kurd û Kurdistan) tika kir ku ew dîtin û nêrînên xwe ji
min re biþînin, da ku ez di vê nivîsa xwe de biweþînim. Wan jî ev daxwaza
min ji bo vê nivîsê neþikandin, dîtin û nêrînên xwe yên delal þandin
û ez jî van dîtinên wan pêþkêþî we xwendevanên hêja dikim.
Dîtin û nêrînên
birêz Xiyasettîn Emre:
Birayê
Fuad
Tu ji me pirsa merivekî zaf mezin dikî; însanê ku ji tarîxê re
dibin mal zaf xweyî cebhe ne. Temamî wesfên di wan merivekî ne mimkûn e ku
îzah bike. Bi qasî ku em serokê mezin nas dikin, di wextê Osmaniyan de
dewleta Osmaniyan dewletekî Îslamî hatiye hesab kirin û tu wesfên ûnsûrî
tê de zahir ne xwûya ye. Heta di wî çaxê de ji Tirkan re gotine: ”Etrakên
bê îdrak” (Tirkên bê îdraq) û gotine: ”Tirk çi dizanin ji
seyranê, firfir vedixwin dew” (Türk ne bilir seyraný, fýrfýr içer
ayraný). Bi vî î’tîbarê (giramî) jî wextê Îdrîsê Bîtlîsî û
digel Sultan Selim muqawela (peyman) di nav xwe de çê kirine. Ew wisa li ser wî
muqaweleyê (peyman) dom kiriye heta paþîn. Piþtê xel’a Sultan Ebdul Hemid
û îqtîdara (desthilat) îttîhad ciyan þekil dexiþ (guhertin) bûye û Kurd
di wî çaxê de bilxasse (xasma) di 1915 - 1920an de fealiyetên (çalakî) zaf
mezin dane nîþan û gotin ku wexta dewleta Îslamî ne be dewlet mîllî
(netew) be, em jî milletekî û girîng hiqûqê me yê însanî jî û yê
wetanî jî bê muhafeze (hêviþan) kirin.
Ev mesele zaf hatiye gotin û nivîsandin, belê
em bi kurtî dibêjin.
Em jê mesela Kurd teali cemiyetiye û meselên
Kurd yên cemiyetên (komele) din mijûl nabin.
Pêþtê ku cumhuryet (komar) saz bûye û
hereketa (tevgera) þêx Saît Efendî û di gel hereketên baþqe ceryan
kirine(tevgerên din herikandin) ewan hereketa ji bo ku bidine sekinandin û
vemirandin wisa kirine ku lefzê kaf ê dahî newêrine telafûz (bilêvkirin)
bikin. Heta hereketa (tevgera) Mele Mistefa dest pê dike. Em navê hereketa
(tevgera) fikra Kurdiyê ku Mele Mistefa tîne wicûdê, em jê re dibêjin mîlada
fikra Kurdî. Mele Mistefa di gel wî qasî ku xwedî aîlekî (malbateke)
þecerekî bi þan bi þerefe, bûye mîlada aîla (malbata) xwe jî. Yanê ne
behsa þecera aîla wî tê kirin, çimkî ew bi tenê bes e; Ne jî behsa fikrên
Kurdî yên baþqe (din) têne kirin. Ji xeyrî (bilî) munasebetên (pêwendî,
têkilî) aîlewî (malbat) navbera me de hebûne. Bi Mele Mistefa bi xwe re bi
wasîta mektûba însanan munasebetên (pêwendî) me bi Mele Mistefa re çê bûne.
Di sala 1958an de di 14 ê Temûzê de ku þoreþa Iraqê
wî Abdulkerîm Qasim bi wasita Cemal Ebdunnasir zagoneke bingehî ji nû çêkirin
û gelek wê zagoneke bingehî de heq dane Kurdan. Barzanî wê demê dawetî
Iraqê hate kirin. Di meha Îlonê 1958an de hatibû Qahîrê. Em wî çaxî
endamê parlamena Tirkan bûn û bi desteyekî fermî li Qahîrê bûn. Li wê
derê me Mele Mistefa ziyaret kir. Çend
caran min dît. Mele Mistefa di çavê
min de him leþker bû him fermandar bû. Min ji hevalên wî pirsî; ji bo min
gotin: ”ku ew 55 sale ji xeyn (bilî) xuslê xençer ji piþtê venebûye. Ji
xeyn (bilî) nimêjê potîn ji lingên wî derneketiye. Ji 24 seatan 4 seat tenê
radiza. Ew 4 seat jî parçe parçe radiza. Îcar pirê ku li pêþ çavên min
di tarîxa Kurdan de cihekî wî yê zaf mezin heye. Di wextê wefata wî de ez
zaf mehzun bûm û min di þîna wî de Hindek mersiye nivîsî. Ez vê mersiya
xwe ji bo nivîsa te ya ku tu ji bo bîranîna sedsaliya Mele Mistefa dinivîsînî,
diþînim:
Gelî Kurdan bikin þîn û qêrîn ji bo vî Berzanî
We winda kir yekê bê çûn dixwim sonda bi Qur’anê
Ewî umrû di gel haþmet ji bo we tev kire qurban
Ji bo jîna we ew mirî bû di qurbet de bi diljanî
Di sala nesid û heftê nehan de wextê sib de
Ji adarê di çûna dû di cûm’êde ku ruh danî
Eger þêrin, eger mêrin eger ji qewmî xwe re bixêr in
Wekî wî kes fedakarî nekir, nake bi wijdanî
Di bêm werin vê rojê eva rojek çiqa reþ bû
Heçî Kurdên li dinyayê ku sî mîlyonin him çendin
Werin bigrin ji bona wî û hîþyar bin ji nadanî
Wekî lîder fedakar û millet wî ne parêze
Tucar ew qewm xelas nabe dibe kolê li ber nanî
Xiyas a! Çi dibêjî tu dinalî ji derdê van Kurdan
Hindek saxin hindek solin li ku Kuriyên Kurdan
Hesap nakin ji bin ew Ehmedê Xanî û Bedirxan
Ji wan re partî lîder çikar û menfiet yeksar
Herçî Kurdên ji xelaê radibin xadim lê tu li kuye
Bibê þerme jê ra bû wekî xaniyan Barzanî
Gelî Kurdan werin hûn tev bi heware
Binêrin ku li dinyayê çi kare
Heyî tu xwe te nav nîne çiyî tu?
Ne wehþî tu ne teyr û kevir û dare
Tu Kurdî xelq dizane tu nizanî
Weten kan ê ziman kan ê çi are
Ku Berzanî di çû ewe wekî roj
Li dinyayê te winda kêr medare
Ji Berzanî tu sehke ku dibê çi
”Di bê dimrim tu rabe bi lez û xare
Herçî xemme dixwazin ku bijîn ew
Qeder nabe nede jê ra qerare
Ne dît gelê gelê min bi çavên xwe ewî roj
Dibînim nêzîke bê kar û bare
Ji bo wî kar û barê re dibêjim
Tu pêk bîne rihet tiþtek bikare
Bibin tev yek di Kurdîda me bêje
Evê ha zexme yaxût ew jî jare
Ji qewman qetand þerme êvare
Ne bê dawa dêbin merdûm ne bê doz
Ji dawe re divê mêrê bi jare
Evan pendan ji dewan re meke ji bîr
Bike ji qafû guhêra wek guhare
Kesê ku din û qewmiyet li balbit
Bizane ku li vê rê ew suware”
Heme medyûnê þukranî li ber te
Tu Berzanî te dît ev reng û çare
Xîyas a! Ku dibe ew wek te na bin
Ewê ku li nav qewmê xwe bûn wek stare
Ne Bismark û ne Marks û ne Atatürk
Lê çi bikim milletê te bê sitare.,
(Ev helbesta birêz Xîyasettîn
Emre heta niha li tu derê nehatiye weþandin)
Ez
gotineke Mele Mistefa serokê mezin ji bo te neqil bikim, ewî digot: ”Rojekî
teyrekî li daristanekî Afrîqa ku tucar rê pê neketiye hêlînekî çêke û
bêje vira Kurdistan e, wê Tirk temamî artêþa xwe budça xwe serf bikin,
herin wê hêlînê xerab bikin û bêjin; mal xerab, çi bûye çi qiyamet rabûye,
kes ji xwe naçe wê derê teyrê bi zimanê çivikan gotiye kes jê fêhm nake.
Eger bê pirskirin ku ez kî me: ez, Xîyaseddîn
Emre me. Min xwendina xwe di medresê de pêkaniye; yên ku Kurd li ser piyan hîþtiye
sê tiþtin.
1-
Medrese
2-
Dîwan
3-
Tekya
Ilim
û zanînên xwe ji medresê girtine, exlaq û aferîþên xwe yê temîz û pak
ji tekyayê girtine mêranî û egîdiyên xwe bi wesêta dengbêjên dîwanan
girtine û parastine, belê ez gelek esef dikim ku dîwan di salên paþîn de yên
ku dawa han ya qewmî dikin bûne neyarê her sê saziyên xwe yên tarîxî
tabiî (sirûþtî) dijminên wan bi tevahî quwet û hêza ne karîn bi temamî
ji holê rakin. Niha bi wesêta wan gelek muwafak bûn.
Esefeke min a din jî
heye ku Mele Mistefa Barzanî, serokê mezin semera emeka xwe bi çavên xwe ne
dît. Lê wê salê ez çûme baþûrê Kurdistanê û çûme ser qebra serok.
Min li ser qebra wî got; serok! Te encama emeka xwe ne dît. Ez hatime ku mizgînî
bidim te.
Bi
silav û rêz
Xweþ
bimînî
Xiyasettin
Emre
Enqere, 21.06.2003
Dîtin
û nêrînên birêz Abdulmelîk Firat:
Malbata Mele Mistefa Barzanî di mintiqa BARZAN de nêzîkî
dused sal e xizmeta olî, terîqet û siyasetmedarî kiriye. Birêz Mele Mistefa
yê rehmetî ji zarotiya xwe heya wefata xwe ji bo Azadiya milletê Kurd
mucadelekî gelek mezin kiriye. Ew Qehremanekî milletê Kurd e.
Di dîroka milletê Kurd de navê wî yê pîroz ”Mele
Mistefa” dê tim û tim bidomîne.
Abdumelik Firat Enqere,
25.06.2003
Dîtin
û nêrînên birêz Þerafettîn Elçî:
Ji bo bîranîna sedsaliya Mele
Mistefa Barzaniyê mezin, çend rêz nivîsandin ji min hatin xwestin.
Ne heddê min e, ku ez bi çend
rêzan bikarim Barzanî îfade bikim.
Barzanî qehremanê sedsala bîsta
ye, qehremaniya wî ne tenê di warê þerî de bû. Qehremaniya wî ya mezin di
warê mirovatiyê de bû. Dost û dijmin çelengî û mêrxasiya wî ya di þer
de qebûl dikir. Ewî þerekî paqij dikir. Hajê hebû ku zerarê nede tu însanên
bê guneh. Li esîran (dîl) bi merhemet bû. Di þer û derveyî þer de ji
riya ehlaqî, mirovatî û adaletê venediqetiya.
Barzanî rehê xwedayê mezin bû.
Ew bi mezinan re mezin bû û bi biçûkan re biçûk bû. Pêþberî (dijî)
xurtan serbilind û di gel feqîran bi merhemet û dilrehim bû. Nefs biçûk bû.
Ne li pey tu mevekî (þûn, cih, meqam), mekan û menfeetên (berjewendî) þexsî
bû. Mele Mistefa Barzanî bi þeref û hisyet bû. Qîma xwe bi zor û zahmetiyê
dianî. Pêþberî (dijî) zalima û hevalên mezlûma bû. Hêsabên wî yên
biçûk tune bûn. Ew xwedî armanceke mezin û bi heq bû. Tu zor, zahmet û bê
îmkanî, ew ji doza wî ne dida paþ. Bi sebr û tehemûl bû.
Jiyana Barzanî jiyaneke sade bû.
Di nav gel de yek ji gel, di nava pêþmergan de pêþmerge bû. Ewî wek wan
dixwar vedixwar û wek wan wel digirt û milmilê warê bû.
Bawerî û daxwaziya Barzanî ew
bû ku gelê Kurd jî wek gelên din yên cihanê bi þeref û hisyet û bi azadî
li ser welatê xwe bijî. Ne kole û bindest be. Têkoþîna Barzanî ji bo
parastina mafên Kurdan bû. Ewî jiyana xwe tev di wê rê de xerç kir. Ewî
dijminahiya tu kesî û tu gelan ne dikir. Þerê rejîma dewleta Iraqê dikir,
lê hevalê gelê Ereb bû. Þerekî mêranî, pak û paqij dikir. Ji bo wê yekê
þopeke paqij pey xwe hîþt. Li ser meþandina wê þopa paqij ku îro Kurdên
Baþûr serketine û azad bûne. Ruhê Mele Mistefa Barzaniyê mezin û pêþmergên
wî yên qehreman þad û bextiyar bin.
Li ser cenabê Barzanî gelek
pirtûk hatine nivîsandin û wê hên jî bêne nivîsandin. Lê giþt jî dê
nikaribin mezinahiya Barzanî bînin ziman. Ez bi çend rêzan bikaribim çi bêjim?
Wek þaîr gotiye:
”Çi bêjim ey Barzanî, pesnê te ez çi bêjim.
Tu hinde hind mezin î, ez nikarim te bibêjim”
Þerafettin ELÇÝ Enqere,
03.07.2003
Dîtin
û nêrînên birêz Hasan Haya:
Hemû
kurd deyndarê wî kalemêrê efsanewî ne
Ger
ku kesek bû lehengê xewnên zarokatiya mirov,
êdî ne mimkun e ku ew motîf ji
ser hiþ û mêjî biçin. Heta
mirinê her û her mirov bi mirov re dijîn. Mele Mistefayê nemir, di salên
1968 de, li herêma Botan û Mêrdînê, di xewnên me zarokan de bû. Her þev
di xewnan de bû, lew re di civat û þevbuhêrkan de, “qaçaxçiyên bi nav
û deng, firariyên bi nav û deng, maqûl û giregirên civakê bi rêz, bi huþû
û bi awayekî tilsimane dabaþa wî dikirin.
Dabaþa
bejn û bala wî, dabaþa “di qada þer de cengaweri”ya wî, merhamet û
adiliya wî dikirin. Tektîk û jêhatîbûna wî ya li hember dagerkeriya
ereban ji wesifdana wî kêm nedibû. Bi ser van hemû wesifdanan de, kê dabaþa
wî bikira bila bikira, êzîdî, suryanî, þêx an tariksalat; mutleq lê zêde
dikir: “Mele Mistefa ehlê Xwedê bû. Di
nava þerê giran de jî, ferza limêjê li xwe nedibir, digotin.
Qinyatek
di nav gel de hasil bûbû. Dihat
gotin ku Mele Mistefa niviþtek heye. Bo wê yekê tu caran fîþek di laþê wî
re naçin. Motîfên vê efsaneyê li gorî herêm û li gorî kesan dihat
guhertin. Di civatan de, hinekan digot, “çar caran berik li Mele Mistefa
ketiye, lê tu tiþt pê nehatiye.” Hinekan digot, “dema ku carekê bera topê,
ber bi sînga wî hat; wî destê xwe da ber, rahiþtê. Bera topê di destê wî
de, cemidî û bû mîna ax û xweliyê. Hed û hesabê van efsaneyan tunebû.
Di
civatê de, qîmet û jêhatîbûna
zilaman, bi dîtina Mele Mistefa dihate hesibandin. Dema ku pesnê zilamekî
giran bidana digotin, “ wele, felan keso di civata Mele Mistefa de maye”, an
jî “ felan keso dinya ditiye, heta ba Mele Mistefa çûye” digotin.
Tiþtê
ku tu caran ji bîra min naçe û her tim weke xewneke þevan di bîra min de ye
ev e: Ez deh an jî yanzdeh salî bûm. Sal
jî der û dora 1970 bû, mala me li nav Nisêbînê bû. Nizanim gelo min ji ku
derê peyda kiribû, lê hem wêneyê Mele Mistefa hem jî yê Leyla Qasim kiribû
nav xelîtik ango cûzdana xwe. Ew yekem car bû, ku ez bûbûm xwediyê xelîtikekê.
Min
bi difre, ew cûzdan û wêneyên di nav de, nîþanî hemsalên xwe dida.
Hinekan ji hevalên min digot, “ma ew çi ye? Fotografên ji van ên rengîn
û hem jî mezin li mala me hene.”
Ez îro zaf meraq dikim, gelo wê demê
gel fotografê rehmetî û mezinên kurdan ên din, di mal de dadiliqandin an
na?
Di zarokatiya xwe de, me pir li efsaneyên
ku di barê Mele Mistefa de hatine vegotin û li wesifdana wî guhdarî kir. Evên
ku min li jor çêlî wan kir çend jê ne. Bi sedan motîfên weha hene, ku di
dema zarokatiya me de, hiþ û mêjiyê me neqiþandine.
Em jiyana zarokatiyê daynin aliyekî û
em werin ser jiyana rasteqînî. Di jiyana rasteqîne de, min herî zêde Mele
Mistefayê nemir ji rehmetiyê Feqî Huseyn Saðniç guhdarî kiriye. Bi sedan
car min jê re gotiye, “seyda tu dikarî hinekî dabaþa xususiyetên Mele
Mistefa bikî?”
Tiþtekî ecêb e, dema ku Apê Feqî
behsa Mele Mistefa dikir, ew jî dibû mîna zarokan. Zîz dibû, rengê dengê
wî dihat guhertin, dengê xwe nimz dikir. Heçku îbadetê dike.
Bê þirove û kurt, ez dixwazim yek tiþtî ji devê Apê Feqî neql bikim:
Mele Mistefa di wesiyeta xwe de gotiye,
heta ku parçeyekî welat azad nebe bila li tu perçeyên din þer nebe. Ger þer
hebe ew neyariya kurdan e.
Hemû Kurd minedar û deyndarê wî
kalemêrê efsanewî û rûhanî ne...
Hasan Kaya Stenbol, 27.06.2003
Dîtin
û nêrînên birêz Elî
Ghazî:
Mele
Mistefa ya Þêrî Kurdistan Eger ême seyrî mêjûy hefta heþta salî raberdûî
Kurdistan bikeyn debînîn ke Mele Mistefay Barzany dewrekeî zor berçawy heye.
Mele Mistefa le salekanî 40 be dûwawe serokayetî gely Kurdy bo wedest henanî
mafê rawakany xoyde bûa. De salekanî axrî þoreþî eylûl Mele Mistefa ne
tenya wek serokî Kurd debîndra belkem ew wekû qaremanekî azadîxwaz lelayen
gelanî cîhanewe qebûl kirabû. We hemû dinya be wy degut þerî Kurdistan. Ew roj,
ew serkewtine gewrey ke netewey Kurd le baþûrî Kurdistan wedestî hênawe her
deregay pîrozî Mele Mistefay nemîre.
Mele Mistefay nemir le bine maleyekî
azadîxwazî Kurd çawy be dinyaye kirawa. Ew her le layenî niþtimanî da
keroleyekî helkewtûy Kurde. Le salekanî 1940 Mele Mistefa þoreþî destpêkird
we le paþanîþ ke hate rojhelatî Kurdistan wçanî neda. We de Komarî
Kurdistan wek serkirdeyekî jîr kawte regay xebat we, ew lawanî bo parastinî
sinorî Kurdistan roleky mezin bileyze wa bû be Jeneralî Komarî Kurdistan. Paþ
Komarî Kurdistan Mele Mistefa qahremanî þerî Êranî kird û xoy geyande
yekiyetî soviet paþgeranawey bo Kurdistan þerî eylûlî destpêkird we heta
salî 1975 berdewam bû. Mele Mistefa paþ awey ke nexoþ bû hate axîrîn rojî
xoy her de fikirî Kurd û Kurdistan dabû. We berdewam hîwadar bû ke carekî
dî bigate Kurdistan û berdewamî leser xebatî pîrozî xoy. Belam merg destî
xoy hêna pêþ û Mele Mistefa bû be nemir.
Elî Ghazî
Almanya, 04.07.2003
Dîtin
û nêrînên birêz Lokman Polat:
Mustafa Barzanî serokê netewî ê kurdan e, nemir e. Jîyana
wî ji bo azadîya gel û rizgariya welat, bi têkoþînê derbas bû. Ew
ji bo doza kurd û Kurdistanê têkoþiya.
Jiyan, þer û têkoþîna wî di nav netewa kurd de, li
herçar perçeyên Kurdistanê bû sembola kurd û kurdayetiyê. Ew bû efsane
û di dilê gelê kurd de herdem dijî.
Wî siyaseteke biaqilane, bi plan û li gor rastiya
konjuktura cîhanê meþand. Ew siyaseta wî îro bi serket. Di dema çûyîn
de, þerê gerîlatiyê yê ku di bin fermandariya wî de hate meþandin, þêweya
taktîkên þerê gerîlatiyê yê ku wî pêk anî, li cîhanê ji bo þerê
gerîlatiyê, têkoþîna partîzaniyê bû nimûneyeke efsanewî.
Mustafa Barzanî’yê nemir bi hest û ruhekî kurdî
dagirtî bû û ji bo wî Kurdistan yek welat û kurd yek netewe bû. Lewre jî,
di dema wî de li kur, di kîjan beþê Kurdistanê de pêwîstî hebûya, ew li
wir bû, ji bo rizgariya gel ji têkoþînê re amade bû. Ew serokekî ku tim di nav gelê xwe de bû.
Ez ji dil sedsaliya jidayikbûna wî pîroz dikim.
Bi rêz û hurmet wî bi bîr tînim.
Lokman
Polat
Stokholm, 14.07.2003
Dîtin
û nêrînên birêz Ahmet Aras:
Navê Mistefa Barzanî di
jiyana min de ciyekî taybetî digire.
Min di sala 1955an de li Erzeromê dest bi xwendina xwe
ya lisê kir. Ez ji gund hatibûm û haya min ji dinyayê tinebû. Min wê demê
Kurd û Kurdayetî tiþtekî baþ ne didît. Lê min ewqas jî texmîn ne dikir.
Roja ku ez cara yekem çûme lisê
û çûme sinifê, çend zarok hatin ji min pirsîn, gotin: ”Qardaþ tu Kurd
î?”
Min got ”Erê !”
Bi wê bersiva min re, ew giþk
(hemû) bi hev re qêriyan û gotin ”Weyê hela werin mêzekin Kurdek
hatiye!...” Bi ser min ketin, bi min tinazên xwe kirin û ji min re digotin
”Kurdo ha Kurdo!...” Êdî ez bûbûm pêleyîstokên wana. Kingê dilê wan
bixweste, dihatin hû-hûyî min dikirin.
Wê rewþê bi salan dom kir, ez
pir diqehirîm, lê tiþtek jî ji destê min nedihat.
Payîza sala 1958an bû, min di lisê de dixwend. Wê demê
di derheqê Mele Mistefa Barzanî de li ser hev di rojnaman de xeber derdiketin.
Li gor wan xeberan Barzanî piþtî sirgûna 11 salan ji welatê Uris vegeryabû
Iraqê û wek serokê dewletekî hatibû ezimandin. Gellek ajans û rojnameyên
biyanî di derheqê Barzanî de cur-be cur xeber diweþandin. Rojnameyên Tirkiyê
jî ew neqil dikirin, qala têkoþîna wî, lehengiya wî û meþa wî ya dirêj
dikirin. Bi wan xeberan ve ez pir dilxweþ dibûm û êdî sifetê Kurdayetiyê
li min qar nedihat. Min di rojnameyekê de þiklekî (wêneyekî) wî yê bi ûniforma
eskerî dît. Di binê þikil de wiha nivîsandibû: ”Qizil General” Helbet
rojnamê ji bona ku Mele Mistefa di çavên Kurdan de reþ bike, bi qest wisa
nivîsandibû. Lê di çavê min de ew hê jî bilind dibû. Piþtî vegera Mele
Mistefa li Iraqê, dinya min jî hatibû guherandin. Êdî ji wê demê þûnde
sifetê Kurdayetiyê ji bona min bar û piþtî û qîle nebû, sifetê
serfiraziyê bû.
Ez bawer im ku ji wê rojê þûnde ne ji bona min tenê,
ji bona hemû Kurdan navê Mele Mistefa Barzanî bûbû sembola serfiraziyê û
baweriyê.
Ahmet Aras
Izmir, 15.07.2003
Dîtin
û nêrînên birêz Þivan Perwer:
Barzaniyê Mezin bo min gelek tiþtî îfade dike, þanî
dike û beriya her tiþtî ger mirov dîroka Barzaniyê mezin bixwîne, yan
guhdar bike, ku min bi xwe jî gelek kesên wan yanê pêþmergeyên li gel wî
xizmet kirine, zarokê wan ku di nava pêvajoka þoreþê de mezin bûne, ta birêz
kek Mesut Barzanî, guhdar dibe, mirov dibîne ku demeke pir dijwar sert bi kuþtin
û mirin bi rev û bez bi ser û ceng bi berxwedan û hêvî bi taybetî serê
Barzaniyan re û tevayî di serê gel derbas bûye ewan hemû serpêhatî bûyer
çîrok hemû weke qamuþkeke bigrin di þexsiyeta mezin de cih girtin. Mixabin
ji ber perçebûna geografîk, stratejiya dozê civakî û çandinî, sosyal, têgihîþtin
û perwerdeyî, Kurdan hevdû halî nebûn, li hev tê negihîþtin. Ji ber vê
yekê jî Barzaniyê mezin baþ fêhm nekirin. Dîroka doza Barzaniyan ji Þêx
Ebdilselamê Barzanî de li dawiya sedsala 19an dest pê dike. Þêx Ebdilselam
Barzanî heta 1920an dozeke pir dijwar ji bo rizgariya netewî li hember hêzên
kolonyalên der û dagirkerên hundir, li darxist. Ebdilselam Barzanî di dîroka
Kurdsitanê de ramaniyên yekîtî û rizgariya netewa Kurd û Kurdistanê anî
ziman, ji ber vê yekê jî pir bandorek mezin çêbû û hat girtin û dijminan
ew li dar xistin, þîara wî ev bû û wî digot:
Rojeke
li welatê me yê azad, ji jiyaneke bindest, ji bo min bi rûmetir û þereftir
e.
Her weha ewê dîroka serhildanê dest pê kir û bi Mele
Mistefayê mezin berdewam kir. Barzaniyê mezin yê jîr bê rawestan heta
dilovaniya xwe berdewam kir û pêre emanetî me kir. Mirovekî ewqas zorî û
zahmetî dît, lê ew zor û zahmetî ji xwe re kir xizmet ku îro gotinên wî
yên hêja ku gava mirov bi kek Mesût re suhpet dike û ji wî dibîhze ku
mesela Mele Mistefa ji tu kesî re ne digot bila wiha an jî wanî bikin, tu
kesek mecbûrî xebat û xizmetê ne dikir. Bi tenê giringî û pêwistiya
xizmetê digot. Bi xwe jî ji mirovan re digot em ji bo we dikanin çi xizmetê
bikin. Ber wê jî her kes heyranê xwe dihîþt. Mirov dil diket wê berxwedan,
hêvî û armancê wî. Mirov dil diket þexsiyeta wî. Þexsiyetek Kurdayetî hêvî
bi berxwedanî û giringiya jiyanê lê hebû. Ez pir dixwazim ku her Kurdek
Mele Mistefa Barzaniyê mezin baþ binase.
Mesela îsal min Konserek li Awistirya li Viyana di Wienbûr
Theater li gel hûnermendê wan Kurt Ostban Konserek da vekirina.
Konsera
me bi destê serokê Parlamena Awistirya Dr. Heinz Fischer vebû. Beriya Konserê
em çûne ziyareta wî. Wî ji min re got tu dizanî ez ji Kurdan hez dikim. Ji
ber ku Kurd mileteke pir fêdekar e, ji bo dost û heval û cîranên xwe her tiþtî
dikin, heger nîvê wî karî ji bo xwe bikirana vê gavê xwedî îdareke pir
mezin bûn. Lê ligel hemû zor û zahmetiyan ez vî miletî pîroz dikim ku hîn
li ser linga ye û bere bere nêz 1i azadiyê dibe. Lê ji bîr nekin ku dîroka
we miroveke dayî ku ez pir heyranê wî me. Heger we ew baþ fêh kiribe, him fîlozof
e, him dozdar e û him jî rêberekî mezin e, ew jî MELE MISTEFA BARZANÎ ye.
Dr. Heinz Fischer digot gava ez xwendevan bûm resmê Mele Mistefa Barzanî tim
li mala min bi dar de bû. Min ew kiribû nava qehreman û efsaneyên dinyayê.
Ez diherim kudera dinyê min konser
dane xelêkê beyaniyan ji min re gotine (do you now that we live Barzanî) Hûn
dizanin ku em ji Barzanî pir hez dikin.
Þivan Perwer
Almanya, 16.07.2003
Nivîskarê hêja Kakþar Oremar
di nivîsa xwe ya bi navê jiyan û bi serhata General Mistefa Barzanî de li
ser dîroka malbata Barzanî û têkoþîna wan disekine û di nivîsa xwe de
wiha dibêje:
Piþtî wefata Þêx Ebdulselamê yekem kurê wî
Þêx Mihemed Barzanî dibe cîgirê wî. Þêx Mihemed piþtî zewacê dibe
xwediyê pênc kuran: Þêx Ebdulselam, Þêx Ehmed, Mistefa Barzanî, Mihemed
Sidîq û Þêx Babo. Wan tevan ji destpêka xwenasandinê bi hemû awayan xebat
kirin ku riya kalkê xwe ya xizmeta ji bo gel di hemû warên siyasî, olî û
civakî de bidomînin.
Navdartirîn endamê vê malbatê ku tevaya temenê
xwe di riya xebata siyasî ya ji bo Kurd û Kurdistanê derbas kir, Mistefa
Barzanî ye.
M. Barzanî kî ye, çi kiriye û serhildana wî di dîroka Kurdistanê de xwedî rolekî çawa ye? Û … Jiyana tejî bûyer, derbiderî û nîþtimanperweriya Mistefa Barzanî yê heya radeyekê bersiva van pirsên me bide.
Mistefa Barzanî ji ber cesaret,
mêrxasî û sedema jeopolîtîkbûna coxrafiya herêma jiyana xwe û rewþa
taybeta jiyana siyasî-civakîi ya gelê herêmê di kar û barê þervanî û
taktîkên þerê partîzanî de zû liyaqet û þiyanên xwe yên fermandarbûnê
ji herkesî re dan îspatkirin. Ji bona wê jî di nava gel de bi hurmet û çavekî
mezin li wî dinêrin. www.pen-kurd.org
Nivîskarê hêja Mehmed Dehsiwar
di gotara xwe ya gelek
dirêj û delal de ku di malpera înternetê de ya www.kerkuk-kurdistan.com
de hatiye weþandin û Kovara PÊNÛS jî ev nivîs di hêjmara xwe ya 13an de
weþandindiye, li ser Mele Mistefa Barzaniyê mezin wiha dibêje:”Çaxê mirov
çavekî bavêje dîroka têkoþîna rizgariya neteweyê kurd, dê mirov gelek
lehengên hêja û bi rûmet bi bîr bîne. Bi taybetî di vê sedsala
dawî de, gelê kurd li hember koledarî û zordestiyê, ji bo rizgarî û
azadiya xwe, car bi car serî hildaye û ji nav van serhildan û berxwedanan
gelek lehengên birûmet derketine. Ev leheng, ji gelê kurd re bûne rêber û
baweriya berxwedan, serhildan û rizgariyê; di dîroka tekoþîna gel de bûne
nimûneyên payebilind. Yek ji van lehengan jî Mistefa Barzaniyê nemir
e ku ezê wî bi çend rûpelan be jî bi bîr bînim.“
Helbesta min jo bo bîranîna sedsaliya
serok Mele Mistefa Barzanî:
Pîroz be rojbûna te
Pîroz be sedsaliya te
Te ronî kir riya me
Pîroz be xebata te
Li
Kurdistanê þervan
Li Rûsyayê
bêwestan
Te kar kir
ji bo Kurdistan
Pîroz be xebata te
Nayê jibîrkirin
tu carî
Ew keda ku te dayî
Li hemberî zordarî
Pîroz be xebata te
Em in lawên te
Em soz didin te
Qet bernadin ala te
Pîroz be xebata te
Bi bîr tînim navê te yê þîrîn
Mele Mistefa Barzanî
Te ala têkoþînê hilanî
Te ji bo me
rêz û rêçik danî
Pîroz be sedsaliya te...
(Fuat
Akpinar, 15.03.2003)
Çavkanî
1-
http://www.kdp.pp.se
(malpera PDK ya înternetê)
2- http://www.pen-kurd.org (malpela Pen’a Kurd)