|
NEMEYEKE
VEKIRÎ JI RAYADARÊN KURDISTANA AZAD RE FÛAD
SÎPAN (AKPINAR),
fuadsipan@yahoo.de
Almanya, 26.09.2006 Ji
serokê Kurdistanê birêz Mesût Barzanî re Ji
serokê parlamena Kurdistanê birêz Ednan Miftî re Ji
serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî re Birêzên
bi rûmet! Li
Kurdistana Azad di 21.09.2006an de 11 kes bi biryara dadegehê ji ber ser
sedemên kar û barên terorîstiyane hatin xeniqandin. Bê guman ti kes wan
terorîstan naparêze. Çimkî wan bi awayekî hovane însanên bê sûc
qetil kirine. Di cîhanê de ji 193 dewletan, ji sisiyan yek êdî
xeniqandinê li dijî mirovan bi kar nayne. Rêxistina Neteweyên Yekbûyî
UNO û rêxistinên mafên mirovan xeniqandina mirovan, sûcên wan çiqas
giran dibe bila bibe napejirîne. Ew dewletên mirovan dixeniqînin, di serî
de dewletên Ereb yên hov û hin dewletên din yên dîktatorin. Bi raya
min xeniqandina terorîstan ji bo wan xelasiya herî baþe. Çimkî ew êdî
ne nerihet dibin, ne diêþin û ne jî wijdana wan li ser kirinên wan yên
hovane û terorîstiyane dilerize. Ew terorîstana êdî ne dikarin bibînin
û ne jî dikarin bibîhizîn ku wan li dijî mirovatiyê çi hilweþandinên
mezin kirine. Bi raya min, dê cezayê herî giran ji bo terorîstan cezayê
muebed ba, ku ew heta hetayê jiyana xwe di zîndanê de derbas bikin. Divêt
Kurdistana Azad qet bi vê kirinê þa nebe ku ewê bi xeniqandina kesên
terorîst ser bikevin. Ewên karên terorîstiyane bikin, ji karên terorîstî
natirsin. Loma xeniqandina wan jî ne çareserî ye. Divêt
Kurdistana Azad xeniqandina terorîstan ji xwe re layîq nebîne. Welatên
hov û dîktator bi salane bi vê metodê ti pirsgirêkên xwe çareser
nekirine. Bi raya min xeniqandina terorîstan bê çaretiya siyasî ye. Kurdistana
Azad bi xeniqandina mirovan (ew mirovên hov û terorîst jî bin) qedir û
qîmeta xwe di qada Navneteweyî de dixîne û nizim dike. Ez
vê helwesta Kurdistana Azad qet ji bo Kurdan bi xêr nabînim û ditirsim
ku rewþ her biçe xerabtir bibe. Bê guman bi xeniqandina terorîstan dilê
mirovan hênik dibe, lê heger Kurdistana Azad xwe ji vê siyaseta kîn û
heyfgirtinê xelas neke, dê kontirolkirina pergalê jî pir zehmet be. Dê
wê hingê wek dewletên dagîrker li Kurdistanê her kes xwe qanûn û nîzam
bibîne. Divêt em ji bîr nekin ku Kurdistana Azad hên nû ye û zimanê
xelkê dê zû li ser Kurdistanê dirêj bibe. Ez
helwesta serokkomarê Iraqa Federal birêz Mam Celal Talabanî pir pîroz
û payebilind dibînim ku ew dibêje, dê îmza xwe navêje binê
xeniqandina Saddamê dîktator. Ev helwesta Mam Celal esaleta Kurdan rayê
dide û rola Kurdan di qada Navneteweyî de xurt dike, rûmeta Kurdan bilind
dike. Dewlet
û hukumet tenê bi demokrasiyê dikarin pirsgirêkan çareser bikin.
Alternatîva duduyan tine ye. Ewên alternatîva kuþtinê ji xwe re
hildibijêrin zû an jî dereng mala xwe xerab dikin û hilweþandinên
mezin dertînin holê. Bi raya min, qet nayê fêhm kirin ku hên jî mirovên
têne tawanbarkirin bi qanûn û biryarên Saddamê dîktator têne
dadigehkirin. Ew biryarana hemû jî di dema xwe de li dijî Kurdan hatine
bikaranîn. Divêt Kurdistana Azad bi lez û bez parlamena xwe biþixulîne
û xwe ji zagonên Saddamê dîktator xelas bike. Ez
wek nivîskar, siyasetmedar û herwiha neferekî Kurd ji cenabê We hêvî
û daxwaz dikim ku hûn li ser vê nameya min bisekinin û ji cenabê we li
hêviya bersiveke erênî me. Bi
rêz û silavên min re Fûad
Sîpan |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org