|
PARLAMENA
TIRK BI CIVÎNA NE VEKIRÎ DIXWEZE ÇI
BIKE? FÛAD
SÎPAN (AKPINAR),
fuadsipan@yahoo.de
Almanya,
25.01.2007 Kurdistaniyên
hêja! Civîna
parlamena Tirkan ya ne vekirî di êvara 23.01.2007an de civiya. Bê guman
di civînê de çi hatiye qisedan em nizanin. Jixwe dê axaftinên di civînê
de deh salan bi dizî bimînin. Lê her kes jî dizane ku civînên Tirkan yên
bi dizî bi taybetî li ser û li dijî çareserkirina pirsgirêka Kurd in.
Ez bawer im mirov dikare li ser sê îhtîmalan bisekine ku di civîna
parlamena Tirkan de çi hatiye peyvandin. Bê guman îhtîmala yek li ser êriþa
Kurdistana Azad e. Jixwe van dawiyana serokwezîrê Tirkan di her derfetê
de di dermafê Kerkûkê de Baþûrê welatê me bi tehdît dikir. Îhtîmala
dudiyan jî li ser haziriya êriþa Amerîka li dijî Îranê ye. DYA hefta
borî berpirsiyarê siyasî yê
wezareta derve Nicholas Burns þande Anqerê. Nicolaus Burns him bi
generalan re him jî bi wezareta Tirkan ya derve re dan û standin pêk anî
û berê xwe da Îsraîl. Ji ber ku di vê navberê de çapemenî di dermafê
qetilkirina rojnamegerê Ermenî Hrant Dink de kilît bûbû, loma hatina
Nicholas Burns li Anqerê bala çapemeniyê zêde nekiþand. Ez bawer im îhtimala
sisiyan jî li ser hatina Nicholaus Burns û þîretên DYA ne, ku Tirk aqilê
xwe topî serê xwe bikin û li gorî wê jî gavan biavêjin. Dibe ku Amerîka
bi awayekî pir bi nazîk Tirk tehdît jî kiribin ku ew bi behaneyên Kerkûkê
dest ji bandorkirina Kurdistana Azad berdin. Lê di vê navberê de gotareke
dîplomatê Tirkan yê berê Özdem Sanberk di rojnama Tirkan Zamanê de jî
pir bala min kiþand û ez dixwezim bi xwendevanan re parve bikim. Özdem
Sanberk behsa tiþteke nû dike û dibêje, ku di pirsgirêka Kerkûkê de hên
hemû riyên dîplomatîk nehatine xetimandin û behsa planeke nû dike, ku
Tirk dikarin bi Siûdî Erebistan, Misir, Urdin û Îsraîl re rê li ber
Kurdistana Azad bigirin. Özden Samberk sedemên wan jî rêz dike ku ev
dewletana hemû jî li dijî referandûma Kerkûkê ne û naxwazin ku Kurd
bi bajarê Kerkûkê hêza xwe xurt bike. Çavkanî
rojnama Zaman http://www.zaman.com.tr/webapp-tr/haber.do?haberno=491351 Tirk
dixwazin çi bikin bila bikin, va ye di 24.01.2007an de civîna parlamena
Kurdistana Azad jî pêk hat û gelê Kurd bi îradeya xwe niyeta xwe ya
durist jî, helwesta xwe jî bi awayekî vekirî ji raya giþtî re aþkere
kir. Gelê Kurd aþtî dixwaze. Çavê gelê Kurd li mal, erd û milkê ti
kesî nîne. Lê gelê Kurd ne amade ye bibe koleyê xelkê jî. Gelê Kurd
ne amade ye ku mal û milkê xwe bi dagîrkeran re parve bike. Yên êriþî
Kurdistana Azad bikin, dê wenda bikin. Heger wêrektiya Tirkan heye bila wê
þaþiyê bikin. Emê wê hingê bibînin ku dinya ji Tirkan re çend koþe
û quncik e.
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org