PARTIYA ÇEP DIE LINKE BER BI SERKEFTINÊ VE DIMEÞE

 

 

FÛAD SÎPAN

fuadsipan@yahoo.de
Almaniya, 26.11.2009
 

   
 
Kurdistaniyên hêja!
 
Beriya ku ez li ser mijara vê gotarê bisekinim, pêwiste bibêjim, ez bûyerên li welat ji nêzîk ve diþopînim. Êriþa li bajarê Îzmîrê û li derên din li hemberî Kurdan, gengeþiya di Parlamena Tirkan û di rojeva Kurdistan û Tirkiyê de, helwesta Partiyên faþîst yên wek CHP û MPH li hemberî Kurdan nîþana tirajediyeke mezin dide xwuya kirin. Mixabin ev helwesta karbidestên Tirk li hemberî Kurdan qet ne bixêr e û tirsa here mezin ew e, ku þerê navxweyî jî derê meydanê. Ezê paþê berbifireh li ser van bûyeran analîzên xwe binivîsînim.
 
* * *
 
Hêviyek pir mezin heye, ku Partiya Çep DIE LINKE di sala nû, di 9ê meha Gulanê de têkeve Parlamena herêma Nordrhein-Westfalen. Li tevaya Almaniya Federal 82 mîlyon hemwelatî dijîn. Li Almaniya 16 herêm-eyalet hene û herêma Nordrhein-Westfalen bi hêjmara hemwelatiyên xwe, 18 mîlyon, herêma herî mezin e û paytextê wê jî Düsseldorf e. Ji ber mezinbûna herêma Nordrhein-Westfalen giraniya herêma me ji hemû herêmên din di nava siyaseta federal de bê mînak e.
 
Hêja ye, ku Partiya me bi awayeke serkeftî di hilbijartinan de li herêmê bi ser bikeve. Ez ji niha de ji hemû Kurdên li herêmê dijîn hêvî dikim, ku alîkariya Partiya Çep bikin û di hilbijartinan de dengên xwe bidin Partiya me. Çimkî Kurd encax bi serkevtina Partiya Çep dikarin xwe li Almanya baþ îfade bikin û ji pirsgirêkên xwe re jî çareseriyan bibînin.
 
Di pê Kongra me li Mülheimê, em çar kesên ku koka wan Kurd in, bi awayeke pirensîp gihîþtine wê baweriyê, ku divêt grûbeke Kurdistanî di nava Partiya Çep de bê damezirandin. Çimkî mixabin bê grûb gelek zehmet e, em di nava Partiya Çep de bi hêz bin. Ew hevalên ku em dê bi hev re di demê pêþ de grûbeke Kurdistanî damezirînin ev in: Kekê Zekî Gökhan ji bajarê Frechen, kekê Yasîn Kut ji bajarê Lüdenscheid, kekê Þahîn Aydin ji bajarê Bottrop û ez im. Kekê Yasîn Kut û kekê Þahîn Aydin di heman demê de endamê Belediya bajarê Lüdenscheid û Bottropê ne.
 
Heger em pîvanekî di nava Partiyên din li Almanya û Partiya me de çê bikin, dê bibînin, ku Partiya Çep bi taybet di polîtîka koçberên li Almanya dijîn de partiya ku mirov dikare bi tiliyan nîþan bide, ew Partî ye.
 
Lê Partiya me ne tenê di mijara siyaseta koçberan de ji dil de ye, herwisa di mijarên din de jî, wek mînak di pirsa çareserkirina rewþa xerabûyî ya aborî de, di pirsa mafên mirovan de, di pirsa rewþa feqîrî, belengazî û xizaniyê de, li dijî þerên bi qirêj di cîhanê de, yên ku ji aliyê dewletan ve li hemberî milletên bindest bi çekdarî tên meþandin de jî ji dil e, ku heger were ser text ji çareserkirina pirsgirêkan re dê bibe alîkar.
 
Partiya Çep li herêma Nordrhein Westfalen di 21/22.11.2009an de li bajarê Mülheim lîsta namzetên herêmê hilbijart. Di nava namzeta lîsta herêmê de di nav 40 kesî de pir kes jî ji koçberan cihên xwe girtin. Ev bûyer bi serê xwe ji bo partiya me serkeftineke pir mezin e.
 
Kurdekî Êzidî, qet ne hewceye ez behsa navê wî bikim, lê hewce ye, ez behsa helwesta wî bikim, ku wî di dema hilbijartina namzetan de çawa bi lîstika sê meymûnan dilîst, herwisa bi dek û dolaban nûnerên pê baweriya xwe anîbûn li ser tiliya xwe direqisand.
 
Ev mirova li herêmê di nava Partiya Çep de ji kê re silav gotiye û ji wan re gotiye, hûn min di rêza pêþiyê de hilbijêrin, ezê jî bi alîkariya ewqas nûnerên li piþta min in, we hilbijêrim. Dema ku ew di rêza 8an de hate hilbijartin xwe wek pifik weriman, hema mirov derziyek tê re bikira dê biteqiya. Mirov digot qey eva dîkê tuq yê nava mirîþkan dê bi wî vacayê xwe yê biþûk hela çi bike. Eva mirova hê nebûye mepûs, lê ji niha de helwesteke wisa ne mirovane û dûrî hemû etîkên mirovatiyê nîþan dide. Gelo ew bibe mepûs ka ewê çi bike?
 
Ev mirova ji bo alîkarî ji xelkê bigire, da ew bê hilbijartin, li ba Kurdên Êzîdî xwe wek Êzîdî dibîne, li ba dilxwazên PKKê xwe wek PKKyî nîþan dide, li ba rêxistinên Kurdan yên din xwe wek alîgirê wan nîþan dide, li ba Kurdên me yên Elewî xwe wek wan dide xuya kirin, li ba çepên Tirkan xwe wek wan û li ba Almanan jî goya wek mirovekî Înternasyonal xwe pêþkêþ dike.
 
Bi rastî bi kurtayî min di jiyana xwe de mirovekî wek wî mirovî ne pê bawer, bê pirensîp, sextekar û bê ehleq nedît. Jixwe bê ehlaqtiya wî ya herî mezin jî ew bû, ku di xwe danasîna xwe de wek mirovekî ji Mezopotamyayê da naskirin. Ew cihê ku di dîrokê de jê re bi hezaran salan berê digotin Mezopotamya êdî ketiye nava çopa cîhanê. Navê wî welatî Kurdistan e. Ewî newêrî bibêje, ku ew ji Kurdistanê hatiye û vê peyva li ser dilê her Kurdekî serbilind giranbiha bilêv bike.
 
Ev gotinên li jorê di derbarê vî mirovî de nêrînên bi dehan nûnerên ku di Kongra Partiya Çep de beþdar bûne ye.
 
Loma min pêwist dît, ku behsa helwesteke wek ya vî mirovî bikim, da Kurd jî ji niha de bizanin çiqas mirovekî erzan, bi helwesteke erzan, dê di demê pêþ de çiqas ji Kurdan re pûç, bêxêr û ziyan be.
 
Evî mirovî heya niha ne di nava Partiya Çep de û ne jî ji derveyî Partiya Çep di jiyana xwe de tiþtek ji bo Kurdan nekiriye, ji bo tevgera Kurdistanê tiliya xwe nelivandiye. Mirovekî keysperest û tirsonek, ku newêribe navê Kurd û Kurdistanê hilde, nikare ti xêrê bigihîne civaka Alman û Almaniyayê jî. Lê ewê heya 5 salan rantê (pereyên rûniþtinê) bixwe.
 
Bi gotinek pêþiyan „dinya ne rojek û ne jî danek e” Têkoþîn berdewam e.
 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org