|
|
PERGALA
GENERALÊN ÇARSIMBEGÊ,
PAÞAYÊN EHMEQAN DIHEJE
FÛAD
SÎPAN
- fuadsipan@yahoo.de
-
- Almanya,
21.04.2009
-
-
-
-
-
-
- Kurdistaniyên
hêja!
-
- Pergal
yan jî bi gotineke din sîstema dewleta Tirk bi îdeolojiya Kemalîzimê
ji aliyê generalan ve li ser kesan, mirovan wisa tê bi kar anîn, ku
roja zarok çavê xwe ji vê cîhanê re vedike pergal li ser wî/wê/wan
bi awayeke automatî tê xebitandin. Ew pergal jî pergala li dijî þexsê
kesayetiya mirovan e. Pergal li ser wan kesan wisa tê xebitandin, ku
heya þexsiyeta wan kesan ji dest dibe û wan dike dîl-esîrê generalên
Tirk.
-
- Ev
88 sal e, (bê guman beriya wê jî heye, lê ne hewce ye, ku em di
gotareke kurt de dûr û dirêj têkevin nava dîroka Osmaniyan-Tirkan
û seriyan gêj bikin) li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê ji aliyên
generalan ve pergal ji roja bûyîna zarokan de dest pê dike û heya ew
kes jiyana xwe ji dest dide berdewam dike. Ji ber ku her kes di wê çerxê
re derbas dibe, loma guherînên bi taybet jî li Tirkiyê çê nabin.
-
- Çerx
wisa tê zivirandin, ji ber ku dê û bav bixwe jî di wê çerxê re
derbas bûne, loma ew tiþên wan di jiyana xwe de dîtine, li hemberî
zarokên xwe dixebitînin, ku heya kur dihere leþkeriyê û keç jî
dihere mêr dike.
-
- Jixwe
roja ku kur dihere leþkeriya Tirkan ji wê rojê þûn de ji bo pergalê,
ango ji bo generalan “Eþek oðlu
eþek” e, ango (Kerê kurê
kerê) ye. Ez neçûme
eskeriya Roma reþ. Hemû kesên çûne wisa dibêjin. Cîhan jî
wisa dizane. Generalên Tirk di dema leþkeriya wan xortan de di nava
wan du salan de, heger hinekî jî þexsiyet û pirensêpên wan kesan
mabe jî ji destên wan bi giþtî distîne û wan bê þexsiyet dihêle.
-
- Kurd
çiqas jî lê bixwebitin xwe ji Tirkan dûr bixin û îdîa bikin, ku
Kurd ne wek wan difikirin û tevdigerin, lê mixabin kesên di vê
pergalê re derbas bûne, para xwe jê girtine û jixwe di piratîkê de
jî kifþ dibe. Loma heger mirov îro li polîtîka Kurdan dinêre,
dikare baþ bibîne, ku di pir mijaran de mantiqê wan ji yên Tirkan ne
cida ye û ne jî dûr e.
-
- Generalên
Tirk bi îdeolojiya Kemalîzimê ya bi gemar jehr berî xelkên kurd li
bakurê Kurdistanê û li Tirkiyê dan e. Jixwe pergal sûdê ji wê îdeolijiya
pirimîtîv werdigire. Bingeha wê îdeolojiya bi destê Mustafa
Kemal li ser derew, înkarî û bêþexsiyeta mirovan hatiye avakirin
-
- Ji
ber van sedemên jorîn e, ku li Tirkiyê tiþtekî bi taybet nayê
guhertin. Ev demeke dirêj e, li Tirkiyê rêxistina bi navê terorîzma
Ergenekonê derketiye holê. Ez pir bi hêvî me, ku dê hemû pîsiyên
generalan derêne meydanê.
-
- Hêviya
me ew e, ku hemû çepel û çeqelên heya niha di nava leþkeriya Tirk
de bi saya vê dadigeha Ergenekoniyan derêne meydanê, ku xelk jî li
bakurê Kurdistanê û Tirkiyê xwe bigihîne azadî û aramiyê.
-
- Generalan
bi pergala Kemalîzmê ya Mustafa Kemal ehlaqê Tirkan bi kirêt kir, ku
ew ji þer û pevçûna li dijî Kurdan zewqê hildigirin. Generalan çerxa
xwe wisa zivirandin, ku Tirk dûrî hemû pîvanên ehlaq û miroviyê
bimînin. Generalan bi vê mentalîta xwe dawî ji xwe re jî amade
kirin.
-
- Generalên
Tirk 88 salan gelekî bê þexsiyet bi navê Tirkan wek garana naxira
perwerde kir û li ser serên Kurdan xistin bela.
-
- Generalên
Tirk bi vê pergala Kemalîzimê di dawiya dawîn de xwe û komara xwe
ya tevlihev û serobino xistin dafikê.
-
- General
wisa tirsonek, newrêk û ji xwe ne bawer in, loma hîn jî nebûne, ku
dê rojekê tiþtek were serê wan. Hê di despêkê de dema generalan dît,
ku ewên jî êdî hêsab bidin, ji niha de dadiherisin. Ehlaq û etîkê
generalên Tirk tine, loma ew cewher û lehengiya wan jî tine, ku bi mêrxasî
li berxwe bidin. Dema ku generalan û nokerên wan dît, ku ewê jî têkevin
zînadê ji niha de dilê giþkan têk çû.
-
- General
hînbibîn, wek seyê dir dêla xwe ra bikin, wek tolan li ba bikin, ew
bi mûr, bi þûn û ji xwe bawerbûn, dê wek herdem þûrên xwe li ba
bikin. Lê di rastiyê de ricaf ketiye nava dilê generalan. Agir û
alav bi devdelinga generalên Tirk di pirsa terorîzma Ergenekonê, ya
ku wan bi destên xwe ava kiribû, ketiye. Ji ber ku general bê çare
mane, ku çawa xwe ji wê tawanbariya terora Ergenekonê xelas bikin,
loma ji niha de dest bi çerxê kirine.
-
- Generalên
Tirk niha lê dixwebitin bi zimanekî goya nerm xelkê dîse bixapînin.
Goya asîmîlasyon li dijî Kurdan bi kar neanîne. Generalan ji
damezirandina komara xwe ya dandî
heya niha her tiþtên xerab anîne serê Kurdan. Em hema herin beriya
sala 1984an. Leþkeriya Tirk di dema jiyana min li Kurdistanê de ji salên
1960î heya sala 1979an her sal bi awayeke sîstematîk carek, du caran
dikete hemû gund û bajarên Kurdisatnê bi bihaneya, ku ew li sîleh
û çekan digerin, xelkê Kurd terorîze dikir, Kurdistan wêran dikir
û xelkên kurd talan dikir.
-
- Generalên
Tirk ji xêncî komkujî, qetliyam, înkarî, asîmîlasyonê û hwd. bi
zanetî hemû dar û daristanên Kurdistanê jî þewitandin.
-
- Belê
em hêviya xwe wenda nakin. Jixwe bîr û baweriyeke wisa xurt bi me re
heye, bomba Atomê jî nikare bi me. Genarêl Tirk û nokerên wan xwe
biguherînin yan jî neguherînin, ewê bêne guhertin.
-
- Lê
gotineke Tirkan dibêje “lîstikên
Osmaniya xelas nabin” Her çiqas tê xuyakirin, ku hukumeta
Erdogan dixwaze pirsgirêka Ergenekonê çareser bike, lê ji aliyê din
ve ev bûyer bi destûra generalan bi xwe çê bûye. Loma pirs û guman
ew e, ku rêxistineke tarî ji nava generalan dixweze ya din bitemirîne.
Mirov çi navî lê bike, di rastiyê de hemû qirêjî ji aliyê serleþkeriyê-genelkurmay
ve têne organîzekirin, têne birêxistin, têne bi rê ve birin.
-
- Prestîja
leþkeran niha pir xerab e, dibe ku ew lê bixebitin, ji nû ve xwe rêorganîze
bikin û di dewsa Ergenekona niha de yeke din ava bikin.
-
- Divêt
em ji bîr nekin, ku çapemeniya Tirkan sedî nod û pênc sîlehþoriya
generalan dike û ji hemû pîsiyên generalan re xizmetê dike.
-
- Serleþker
Baþbug di 14.04.2009an de axivî. Çapemeniya Tirk dîse wek her dem bi
þelaftî nokeriya xwe li hemberî paþayê xwe yên ehmeqan bi kar anîn
û pesnê wî û goya ceweheriya wî dan. Lê di rasiyê de qet tiþtekî
nû tinebû. Ew tiroviroyê generalan ji berê de hemû dihatin zanîn.
Tenê tona dengê general hinekî nizim bibû. Ew jî tê zanîn ji bo
çi bû.
-
- Bi
gotinek pêþiyên me, ya ku dibêje “Mirîþk
di xewna xwe de qût dibîne” Generalên Tirk jî di xewna xwe de
lê dixebitin, çawa xwe ji têkçûnê xelas bikin.
-
- General
çiqas jî lê bixebitin, xwe rêorganîze bikin, ku wê pergala xwe ya
bi kirêt birêve bibin, dê xwe ji têkçûnê xelas nekin.
-
- Li
vir pirsa herî girîng ev e, Kurd çiqas bi rêxistinî amade ne.
Mixabin ev pirs ne wisa hêsane, ku em îro bersiveke rast û durist
bidin. Bê guman xelkên Kurd li ser piyan in, lê ji dek û dolaban ne
haydar in.
|
|
|