PIRSGIRÊKÊN DI NAVBERA HEWLÊR Û BEXDA DE ÇARESER NABIN

ÇEND MÎNAK JI DÎROKÊ

 

FÛAD SÎPAN

fuadsipan@yahoo.de
 
Almanya, 01.06.2009
 
 

 
 
Kurdistaniyên hêja!
 
Dîktator û hovekî wek Sadam Husên di jiyana xwe de þaþiya herî mezin kir, ku di sala 1991an de bi destê zorê kete welatê Kuwêtê. Li ser wê hovîtiya wî ya li hemberî Þêxên Kuwêytê him dewletên Ereb û hemû welatên cîhanê helwesteke tund li hemberî wî girtin. Konseya Ewlekariyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (UNO) biryar stand, ku rejîma Sadam ji Kuwêtê bi zora leþkerî bê derxistin. DYA û piþtgirên wê jî bi þer rejîma Sadam bi zorê ji wê Kuwêtê derxistin. Di pê þerê Kuwêtê de rejima Sadam êriþî Kurdan kir. Ji ber ku Kurd di sala 1988an de li Helepçê bi çekên kîmyewî ji aliyê Sadam ve hatibûn bombebarankirin û komkujî di serê wan re derbas bûbû, loma Kurd ji tirsa komkujiyke nû mecbûr man birevin ser sînorê Bakur û rojhilatê Kurdistanê. Di pê vê tirajediya mezin de Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (UNO) biryareke li ser esasê hûmanîteriyê, biryara 688 girt, ku Kurdan ji qetliyamên Sadam biparêze. Amerîka û Îngilîz li ser sînorê Baþûrê Kurdistanê herêma Tampon ava kirin û Kurd bi rêya hewa li ser xeta 36an bi balafirên þer ji rejima Sadam heya 2003an parastin. Di pê rizgarkirina Iraqê re rewþeke taybet ji bo Kurdan derket pêþ.
 
Meriv hêvî dikir, ku di pê hilweþandina rejîma Sadam re pirsgirêk di navbera Kurdan, Erebên Þiî û Erebên Sinnî de bi hêsanî çareser bibin. Çimkî hemû aliyan ji rejîma Sadam pir kiþandibûn. Sadam li ser hemû aliyan birînên pir mezin û kûr vekiribû, loma divîyabû pirsgirêkên di navbera wan de bêyî serêþî çareser bibin.
 
Lê di destpêkê de kifþ bû, ku qet û qet niyeta Ereban nîne li Iraqê demokrasiyê bi cîh bikin. Dîsa bi saya Kurdan bû, ku hin daxwazên demokratîk di zagona bingehîn de cihê xwe girt. Bê guman ji wan biryarên destûrê-zagonê yên herî girîng jî xala federasyonê ya sê herêman bû.
 
Belê federasyonê di destûrê-zagonê de cih girt, lê di piratîkê de ew federasyona jî li ser kaxizê ma. Ereban heya niha nexwestin û naxwazin qanûn û biryaran ji bo pergala federasyonê derxin û awayên federasyonê kifþ bikin.
 
Wek tê zanîn, Kurdên Baþûr ji destpêka tekoþîna tevgerê ji salên 1940-î di bin serokatiya serok Melle Mistefa Barzaniyê nemir de heya destpêka salên 1990-î behsa Xudmuxtarî, ango otonomiya herêman dikirin. Lê di pê rizgarkirina baþûrê Kurdistanê de di sala 1991-ê de rewþ ji bo Kurdan sedî sed û heyþtê rade hate guhertin. Piraniya axa baþûrê Kurdistanê ji bin desthilatiya rejîma Bexdayê rizgar bû û kete destê Kurdan. Kurdistan êdî de facto bû welatekî serbixwe.
Kontrola rejima Sadam êdî li ser baþûrê Kurdistanê nema bû. Partiyên Kurdan yên mezin PDK û YNK bi teq û reqî be jî heya desthilata Sadam bi tevayî di sala 2003-an de ji Iraqê rabû xwe bi xwe îdare kirin.
 
Di pê rizgarkirina Baþûr re Kurdan di demeke pir kurt de xwe organîze kirin. Ji ber ku kontrola rejîma Sadam li Kurdistanê nemabû, rêxistinên Kurdan tevî kêmasî û þaþiyên xwe ve xwe bi xwe birêve birin.
 
Heger em pîvanekê ji bo birêvebirina dewletên ku di nava ewqas tevliheviyan de nû hatine saz kirin, an jî pir dewlet bi taybetî li Afrîka hene bi dehsalane hên jî nikarin xwe bi xwe birêve bibin, ji aliyê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (UNO) ve têne birêvekirin û pîvanekê di navbera Kurdên Baþûr re çê bikin, bê guman emê rastiyê bibînin û bibêjin çiqas jî kêmasî û þaþiyên Kurdan hebûn û hên jî hene, lê Kurdan bi awayekî serkeftî xwe birêve birin û ji cîhanê re dane îspat kirin, ku Kurd jî wek hemû gel û milletên din dikarin dewletekê îdare bikin. Ez loma behsa vê mijarê dikim, çimkî heger milletek nikaribe xwe bi xwe birêve bibe, nikare bibe Netewe jî. Pirsa dewleta Netwe ya herî girîng jî bi birêvebirina dewletê ve girêdayî ye. Ev mijar bi taybet ji bo Kurdan pir girînge. Çimkî neyarên Kurdan pir bi cidî ji hemû dewletên cîhanê re digotin û hê jî dibêjin Kurd nikarin xwe bi xwe birêve bibin, dê di nava demeke kurt de hevdu qir bikin û di welat de bêîstiqrariyeke mezin çê bibe. Ev nêrîna dijminan pûç derket.
 
Lê mixabin desthilata PDKê û ya YNKê di pirsa demokrasiyê de, nirx û qîmetên ji bo mafê hemwelatiyan, mirovan û herwisa di pirsa parvekirina heyiyên Kurdistranê de ji xelkê Kurd re di sinifê de man.
 
Ji alî din ve ez bawer nakim, ku Kurdan pirsa federasyonê bi Erebên Iraqê re baþ analîz kiribin. Çimkî niha ew pirsgirêkên zêde derdikevin pêþiya Kurdan, bêhtir pirsgirêka federasyonê ye. Kurdan bawer dikir, ku heger gotina federasyonê di zagona bingehîn de cih bigire, dê pozîsyona xwe ya heyiyî, ango rewþa de facto bê miþkulî berdewam bikin. Lê Ereb niha di pir mijaran de serî û ba li federasyonê jî didin û heya niha wisa qanûnên berbiçav ji parlamena Iraqê dernexistin.
 
Dema di cîhanê de behsa federasyonê tê kirin, pir caran federasyona Almanya wek nimûne tê dayîn. Lê kêm kes dizanin, ku federasyona Almanya ne ji do û pêr ve, û ne jî di þev û nîvekê de hatiye avakirin. Divêt em bi bîr bînin, ku dîroka federasyona Almanya bi dîroka Almanan ya hezarsalî ve girêdayî ye. Heger Almanan di sedsala 19-an û 20-an de federasyon nepejiranadana, dê milletekî-Neteweyeke wek Alman û di dawiya dawîn de welatekî wek Almanaya federal jî derneketa holê. Di dewsa wê de dê pir dewletên serbixwe li ser axa Almanya ya îro ava bibana.
 
Me li jor jî got, ku federasyona Almanya bi dîroka wê ya hezarsalî ve girêdayî ye. Lê divêt em vê mijarê hinekî vebikin, ku federasyon li Almanya çawa þekil girtiye. Hêjayî gotinê ye ku em behsa Padîþah û Þahên (Kaiser und König) Almanya jî bikin, ku ew çawa dihatin hilbijartin. Çimkî heya em behsa vê mijarê nekin dê pirsgirêka federasyonê jî nayê gihîþtin û ew nayê fêhmkirin. Her kes dizane welatên bi pergala Padîþahiyê têne birêvebirin, dema Þah dimire kur an jî keça Þah bi awayeke automatîk dikeve dewsa bavê xwe. Lê di dîroka Almanya ya hezarsalî de her dem hilbijartina Þah ji aliyê mîr, serok û axayên êl û eþîrên herêman (ji wan re bi Almanî Fürst dibêjin) ve hatine hilbijartin. Rola-rista mîr, serok û axayên êl û eþîrên herêman her dem li Almanya li ser civatê pir xurt cihê xwe girtiye. Loma Padîþahên li Almanya hatine hilbijartin ji xêncî Þahê dawîn, ku kurê wî ketiye dewsa wî, ew jî bi hilbijartina mîr, serok û axayên êl û eþîran ve bûye, her dem gotina mîr, serok û axayên êl û eþîran derbas bûye. Jixwe ew 16 herêmên niha li Almanya wek herêmên federal têne naskirin encama dîroka mîr, serok û axayên êl û eþîrên herêman e. Navê wan hemû mîr, serok û axayên êl û eþîran li herêm û bajarên Almanya mane.
 
Heger pêwist be, ku em nimûneke din jî bidin, federasyona li DYA jî bi dîroka wê ya ji 1492-an heya 1776-an ve girêdayî ye. Heger li Amerîka di pê ewqas þer de lihevhatineke hevpar çê neba dê li wê derê jî federasyonê cihê xwe negirta. Lê divêt em vîya jî bibêjin, ku rewþa DYA û Ewopa ne yek bû. Çimkî ewên çûne li Amerîka bi cîh bûne, hemû jî mihacirên Ewropa ne. Koka wan yan ji Îngilîstanê, Îrlanda, Firansa an jî ji Almanya û ji derê din ji tevaya Ewropayê ne. Jixwe DYA di sala 1776-an de hate damezirandin.
 
Ji bo ku desthilatdarên Baþûr pirsgirêkê baþ fahm bikin, em bi hêvî ne, ku ew van þîretana jixwe re werbigirin. Divêt em hinekî behsa Ereban jî bikin. 22 dewletên Ereban hene. Ereb yek millet e û yek zimanê wan jî heye. Sedî nod û neh jî misliman in, ango birayên hev in. Lê wan di nava xwe de ne federasyon, ne jî Konfederasyon,  22 dewlet ava kirin. Çimkî di nava wan de bawerî û tifaq tine. Biratiya wan di nava lêvên wan yên derew de ye. Ji wan 22 dewletan her yek li gorî biryarên Netweyên Yekbûyî Netewe ne. Yanê Ereban ji yek milletekî 22 Netewe ji nava xwe derxistin. Niha pirs ev e, çima ji nava yek milletekî 22 dewlet dertên, çima ji nava milletekî wek milletê Kurd yek dewletek-Neteweyek derneyê?
 
Tirk û Azerî ji xwe re dibêjin, ku ew yek millet  û du dewlet in. Qesta wan di vir de yek millet lê du Netewe ye. Çimkî herdu dewlet jî li gor pîvanên Neteweyên Yekbûyî du Neteweyên serbixwe ne.
 
Ji ailyê din ve Kurd pir caran milletbûnê, ango Neteweyatiya Kurd tînin bi ziman ve girê didin û dibêjin, heger zimanê me neba emê wek gel têk biçûna. Bi baweriya min ev nêrîn ne rast e. Tevî ku ziman gelek girîng e, lê rista sereke di Netewbûnê de nalîze. Çimkî îro di cîhanê de pir dewlet û Netewe hene eynî zimanî diaxivin. Mînak Almanya, Nemsa-Awûstirya, Swîsre, Lichtenstein eynî zimanî, ango zimanê Almanî dipeyvin, lê her yek dewletek ji wan Neteweyên serbixwe ne. Meriv dikare vê mijarê dirêj jî bike. DYA, Îngilîstan, Kanada, Aûstiralya, Zêlanda Nû û hwd. van dewletana hemû jî bi zimanê Îngilîzî diaxivin. Niha em ji van dewletan re bibêjin, ku ew hemû yek dewlet an jî yek Netewe ne, dê bi me bikenin.
 
Wek tê zanîn heya 1990-î du dewletên Almanya, Almanya Rojhilat û Almanya Rojava ango du Neteweyên endamên Rêxistina Netweyên Yekbîyî hebûn. Lê di pê hilweþandina dîwarê di navbera wan de di 09.11.1989-an de Almanan di 03.10.1990-î de biryar girtin û bûn yek dewlet-Netewe. Îro hên jî Bakur û baþûrê Kore du dewlet ango li gor RNY du Netewe ne.
 
Heger Kurdan di destpêkê de li Iraqê daxwaza serxwebûnê an jî daxwaza Konfederasyonê bikirana, dê bikaribana pozîsiyona xwe ya 1991-2003an bê pirsgirêk bimeþandana. Dê rewþa Kurdan him di warê dadmendî-hiqûqî li Iraqê û him jî di qada Navneteweyî de ji îro baþtir ba. Lê Kurdan bawer dikir, dê her tiþt bi federasyonê çareser bibe û ewê jî pozîsiyona xwe ya di dest de ji sala 1991-an de bê serêþî bi Bexda re berdewam bikin.
 
Lê mixabin desthilata Kurd da îspat kirin, ku ew hên di polîtîkayê de ne kemilîne. Loma Ereb niha ji Kurdan re dikarin bibêjin we federasyon dixwest, lê federasyon ne wek ya we ye.
 
Heger em federasyona Almanya û ya DYA wek nimûne bidin dê bibînin, ku federasyona li Iraqê li gorî daxwaza dilê Kurdan nameþe. Heger armanca federasyona Iraqê li gor pîvanên federasyona ku di cîhanê derbas dibe be, wê hingê di piratîkê de ev federasyona li Iraqê ne li gorî wan pîvanan e. Min li jorê loma pirsgirêka Padîþahê Almanya wek nimûne da, ku mesele baþ bê fahm kirin. Federasyona navxweyî hêsantire bi federasyona xelkê din re. Tew ew desthilatiya xelkê din neyar be jixwe qet federasyon çê nabe. Tenê heya demekê bi kor û topalî berdewam dibe.
Di navbera federasyona xelkê Çek-Çîk û Slovak de pir ewqas pirsgirêkên ku wan nikaribûn ji nav derneyên tine bûn. Lê dîsa jî herdu gel bi awayekî aþtiyane ji hev qetiyan û her yekê ji xwe re dewletek, Neteweyeke serbixwe ava kirin.
 
Ji bo ku em pirsgirêkê hinekî ji nêzîk ve zelal bikin da ku her kes jê fahm bike, divêt em mînakî pir hêsan bidin. Li Almanya çi birokrat dibe bila bibe, ger ew bixweze, dikare li hemû 16 herêmên Almanya federal kar bike. Ti astengî ji bo wî/wê/wan nîne. Ango Polêseke Alman ji Frankfurter/Oder(Sînorê Polonya) dikare bêyî pirsgirêk daxwaz bike, ku li bajarê München(nêzîkî welatê Nemsa-Awûstirya) karê xwe berdewam bike. Û herwisa her hemwelatiyeke Alman û biyanî jî di nav de dikarin bê problem li hemû deverên Almanya bijîn.
 
Niha pirs ev e, gelo Polês an jî leþkerek Kurd ji Zaxo, Silêmanî û Hewlêr dikare li bajarê Besra eynî karî bike. An jî birokratek, leþkerek ji Bexda, Besra û Necef dikare li Duhokê karê xwe bidomîne. Heger bersiv na be, wê hîngê ew dewleta ne dewleteke federatîv e. Divêt navekî din li wî welatî bêye kirin.
 
Jixwe ji xêncî pirsgirêkên din pirsgirêka wêje-kultur û pirsgirêka ziman jî heye. Belê nifþên kevn mecbûr mane zimanê Erebî hîn bibin. Lê ji 91-ê heya niha piraniya nifþên nû li Baþûr zimanê Erebî nizanin. Niha piraniya xortan ji Zaxo û Duhokê bi zimanê erebî nizanin, dê çawa herin li aliyê Ereban ji wan re xizmeta birokirasî bikin? Jixwe Ereb jî ji ser hev zimanê Kurdî nizanin, dê çawa werin li bajarê Kuradn kar bikin?
 
Em bixwezin an jî nexwezin pir dîwarê qalind di navabera Kurd û Ereban de heye. Ev ne sûcê Kurdan e. Ev encama siyaseta Ereban ya bi kirêt li ser Kurdan e.
 
Pirsgirêka din jî ew e ku di federasyonê de paytexta Navendî di pir mijaran de rista sereke dilîze. Mînak, pirsa parastina sînoran, pêwendiyên bi derve re û pirsgirêka leþkeran, herwisa ewlehiya hundir. Ji xêncî van pirsgirêkan, hê pirsgirêka parvekirina petrolê û buca pêþmergan di navbera Hewlêr û Bexda de çareser nebûye.
 
Mada 140-î ya zagona bingehîn rê dide referandûmê, ku bajarê Kerkûkê û hin deverên din bixwe biryar bidin, ku ew yan bi hukumeta Navendî ve bêne girêdan an jî bi hukumeta Kurdistanê ve bêne girêdan. Lê Ereban heya niha bi hemû fen û fûtan ev rêya referandûmê xitimandin. Baweriya kesî jî êdî nemaye, ku ev biryara wisa bi hêsanî bê çareserkirin. Desthilata Baþûr jî pir qels ma. Kî çi dizane hêsabên wan li ser vê mijarê çi ne, ku ew lê naxebitin vê pêvajoya çareserkirinê bi leztir bikin.
 
Min di sala 2003-an de di pê serdana xwe de li Baþûr di gotareke dirêj de nêrîn û pêþniyarên xwe nivîsîn. Min wê demê di pirsa federasyona navxweyî de pir pêþniyarên girîng kirin. Wê hingê hên jî pirsgirêkên di navbera herdu partiyên mezin de çareser nebûbûn. Min gotibû û ez hên jî wê nêrîna xwe diparêzim, ku heger desthilata Baþûr di pirsa Kurd û Kurdistanê de mezin difikire û hemû perçên Kurdistanê rojekê wek Kurdistaneke yek dibîne, divêt ji niha de nimûnek-modelek bingehîn ji Kurdistana mezin re amade bikin. Ji bo ku pirsgirêkên herêma Soran û ya Behdînan jî ji kokê ve çareser bibin, divêt Kurdên Baþûr federasyona navxweyî bi du parlamenên herêmê li Silêmanî û li Duhokê çê bikin. Jixwe parlamena Navendî jî li Hewlêrê ye. Heger tiþtekî wisa ji niha ve bê amade kirin, dê Kurd di pê rizgarkirina perçên Kurdistanê yên din de hewce nebînin, ku li modelên din bigerin.
 
Beriya Almanya federal û Almanya rojhilat di 1990-î de bûne yek, pirsgirêka pergala dewleta Almanya jî hate nîqaþkirin. Li rojava 11 herêmên federal hebûn. Zanyarên Almanya gotin, ne hewceye ew li pergalên din bigerin, vaye pergala federal ji 1949-an vir de baþ rola xwe lîstiye. Loma Almanya li rojhilat jî 6 herêmên federal yên nû ava kirin.
 
Em Kurd gelek kêfxweþ, xweþhal û serfiraz bûn, ku PDK û YNK yekîtî di nav hev de çê kirin. Lê mixabin her tiþt di nabera wan de çareser nebû. Diviya bû di dewsa gotina yekîtî peyva Koalîsyonê bihata bikaranîn. Çimkî di navbera du partiyên gelekî de bi hilbijartina gel ve nûnerên xwe di parlamenê de temsîl dikin û li hêviya hukumetê ne, yekîtî nayê gotin, yekîtî çê nabe. Jixwe heger yekîtiya gelekî tine be, ew nikare bibe dewlet, ango Netewe jî. Lê desthilata Baþûr hên xwe ji vê nezanî û cehaletê xelas nekiriye. Hukumeta ku PDKê û YNKê çê kiriye jî hên sedî sed serê xwe negirtiye. Wezaretên giring hên jî cot-cot berdewam dikin. Wek wezareta pêþmergan û wezaretên di pirsa parvekirina peran de berpirsiyar in. Peymana Stratejî di navbera wan de têra xwe bawerî nedaye, ku ew hukumeteke li gorî normên cîhanê ava bikin.
 
Bê guman Kurdan li Iraqê karekî bê westan ji bo zagoneke xwe têde îfade bikin dan û xwestin pozîsiyona  xwe di wê zagonê de biparêzin, lê mixabin Kurd di pir mijaran de jî xeyalperest bûn, ku ewqas baweriya xwe bi Ereban anîn. Em van dawiyan dibînin, herku dihere bandora Kurdan li ser siyaseta hukumeta Navendî kêm dibe. Dibe ku demeke din bandora Kurdan li ser siyaseta Bexda qet nemîne. Jixwe rûreþiya hukumeta Bexda ye, ku generalên di dema Sadam de li Kerkûkê berpirsiyar bû, niha ji aliyê hukumetê ve dîsa li Kerkûkê kire desthilatdarê leþkerî. Ev îspata bê hêziya bandora siyaseta Kurdan e, ku li ser Bexda nemaye.
 
Hukumeta Bexda jî qet ji hestiyariyên, hesasiyetên Kurdan re rêzê nagire. Lê mixabin Kurd jî di vê mijarê de ne bi îsrar in. Divêt ji bo Kurdan jî xetên sor hebin û ew li ser soza xwe bimînin. Divêt partiyên Kurdan jî rêzê ji nêrêna xelkê Kurd re bigire û ferqê têxe navbera siyaseta xwe û Ereban.
 
Helwesta DYA û serokê wê yê nû hên jî di pirsa çareserkirina di navbera Kurd û Ereban de ne ewqas zelal e ka dê di dawî de çi bobelat were serê Kurdan. Kurd mecbûr in rol û rista xwe vekirî û zelal bilîzin. Pêþniyara Joseph Biden cîgirê serokê DYA ya ku wî berê di Senatoya Amerîka de kiribû, ku Iraq bibe sê beþ. Ango beþê Kurdan yê Erebên Þiî û Erebên Sine. Lê hingiya Demokrat li ser desthilatê ne, ji wan di derbarê vê mijarê de deng tineye.
 
Pir hêviyeke mezin tineye, ku DYA di bin serokatiya Barack Obama de pirsgirêkê çareser bike. Di vir de rola Kurdan pir girîng e. Divêt ew helwesta xwe zelal bikin.
 
Gotinên biratiya Kurd û Ereban bê bingeh û vala ne, li hewa dimînin, ji xêncî xwe xapandoziyê pêve tiþtek nîne. Biratiya yek alî tine. Birayekî bi par û yekî bê par tine. Erebên kevneperest rasterast neyartiya Kurdan dikin. 22 dewletên Ereban hene û ji bo wan pir rewa ye. Lê Kurdistana Azad wek dirikan di çavê wan de diçike.
 
Divêt Kurd êdî li xwe niheqiyê nekin, li hemberî hev duristbin û bila ti kes xeyalperset nebe, ne biratiya Kurd û Ereban bi gotinên vala çê dibin û ne jî federasyona bi Ereban re cihê xwe digire. Eynî tiþt ji bo Kurd û Tirkan, herwisa Kurd û Farisan jî derbas dibe. Çimkî Ereb, Faris û Tirkan li ser Kurdan pir birînên kûr hîþtine û Kurd êþandine. 10 nifþ-generasyon jî derbas bibe Kurd neyartiya Ereb, Tirk û Farisan ji bîr nakin.
 
Divêt em Kurd baþ bizanibin, ku di pirsgirêka Kurd û Kurdistanê de ti dewlet qasî pênc quriþan qîmetê nade nêrîna Tirk û Farisan. Yên astengiyên herî mezin ji Kurdan re derdixin dewletên Ereb in. Petrol û lobiya Ereban e.
 
Divêt Kurd jixwe û gelê xwe bawer bin, pirsgirêka Netwebûnê bi leztir bikin û nêrîna serxwebûna Kurdistanê biparêzin. Min berê jî gotibû, heger partî û rêxistinên Kurdan qasî jinên Zaxo bi wêrek û bi cesaret bin, eneriya xwe ne li hemberî xwe li hemberî neyarên xwe bikar bînin, bombeyên dijminan jî nikarin Kurdan ji hev bela bikin û hilweþînin.

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org