|
|
PKK
DÎSA BIVIR LI LINGÊ GELÊ KURD XIST
FÛAD
SÎPAN, fuadsipan@yahoo.de,
Almanya,
12.07.2008
- Kurdistaniyên
hêja!
-
- Di
dîroka tevgera rizgarî û azadiya ti gelekî de çê nebûye, ku rêxistineke
wek PKKê ewqas zerar û ziyanê bigihîne gelê xwe. Bê guman ezê di
vê gotarê de li ser bûyerên berê nesekinim. Mijara me vê carê bi
destê zorê revandina 3 Almanên ku di 08.07.2008-an de ji serê çiyayê
Arartê ji aliyê PKKê ve ye. PKK bihaneya revandina wan sê Almanan bi
qedexebûna buroya Roj-TV li Almanya ve girê dide û daxwaz ji hukumeta
Almanya dike, ku li hemberî wan siyaseteke nerm bimeþînin.
-
- Qet
nayê fêhm kirin, ku tevgera rizgariya azadiya gelê Kurd çawa qîma
xwe bi metodên wisa pirimîtîv tîne û çawa di xwe de wî mafî dibîne,
bi navê tevgera Kurd azdiya wan kesên bê sûc û guneh radipêçe-xesp
dike. Ev bûyera revandina sê Almanan bi destê zorê ji xêncî
xerabiyê li dijî gelê Kurd ji ti tiþtekî re nabe. Ev bûyera han
dijminên Kurdan kêfxweþ dike, alîgirên dijminan jî di ser de dike
neyarên Kurdan.
-
- PKK
bi kirinên wisa leke tîne ser Kurdan. Çimkî di dîroka Kurd û
Kurdistanê de rapêçandina azadiya kesayetiyê tine. PKK bi van metodên
ne durist, ne dikare xwe ji teror û kirmînalîzimê xelas bike û ne jî
karekî baþ ji gelê Kurd re dike.
-
- Bê
guman em dewlet û hukumeta Almanya baþ nas dikin. Polîtîka Almanya
li dijî Kurdan, bi taybet Kurdên Bakur ne dostane ye. Dewlet û
hukumeta Almanya her demê alîkariya Tirkan bûne û bi çekên Almanan
li dijî Kurdan qetliyam jî hatine kirin û hên jî çekên wan ji
aliyê Tirkan ve li Kurdistanê tên bikaranîn. Hingiya ji sala 1993-an
vir de PKK li Almanya qedexe bûye, hukumeta Alman bêyî ku ferqê bixe
nava Kurdan li dijî hemû Kurdên li Almanya polîtîkayeke pir pirîmîtîv,
reþkirina Kurdan yek bi yek û bi sîstem Kurdan terorîze û kirmînalîze
dike.
-
- Divêt
gelê Alman ti carî nebe hedefa Kurdan. Hinekî sempatiya gelê Alman
ji tevgera Kurd re hebû, ew jî bi saya xerabiyên PKKê ve ji holê
rabûn. Ev bûyera revandina sê Almanan jî niha bû xwê û îsota wê.
-
- Heger
PKK dixweze ji gelê Kurd re xizmeteke baþ bike, waye generalên Tirk
li meydanê ne. Bila þer ji Kurdistanê derxin, hemû hedefa xwe bidin
hemberî generalan, ne zarokê Tirkan yên feqîr û belengaz.
-
- Heger
PKK dixweze ji gelê Kurd re qenciyê bike, li dijî hukumeta Almanya û
xerabiyên Almanya bisekine, bila dest ji metodên xwe yên wiha seqet
berde, ti carî sîvîlan hedef negire, raste rast berjewendî û
menfiatên hukumeta Almanya û yên sermiyandarên wan ji xwe re bigire
hedef. Bêyî ku ez wan Almanan nas bikim, ji kûrahiya dilan bawer
dikim, ku sempatiya wan jî ji bo Kurdan heye, yan jî hebû. Çimkî
kesên derdên wê herêmê kêm zêde nizanibin, naçin wê derê. PKK
bi vê metodê ji bo neyarên Kurdan bi kevirekî li du çûçikan
xistin. Him Kurd li ber çavên xelkê reþ kirin û him jî wisa kirin
ku êdî xelkê ecnebî ji derva neçin Kurdistanê û halê Kurdan yên
xerab nebînin.
-
- Divêt
PKK bê þert û bê merc wan sê Almanan di heman demê de berde û
aqilê xwe topî serê xwe bike.
|
|
|