|
|
QETLIYAMA
CAÞAN ENCAM POLÎTIKA DEWLETA TIRKA HOVE
FÛAD
SÎPAN
- fuadsipan@yahoo.de
-
- Almanya,
13.05.2009
-
-
-
-
-
-
- Kurdistaniyên
hêja!
-
-
Di êvara roja 4ê Gulana 2009an de, goya kesine nenas li herêma
Mêrdînê, li Çiyayê Mazî, gundê Zanqirt, hin malperê Kurdî jî
wek gundê Kertê dibêjin, ku bi navça Þermix ve girêdayî ye,
êriþ birin ser dawetekê. Wan bi narincokên destan, çekên têvel
(corecor) qetliyameke mezin bi awayeke çavsorî û hovane pêk anîn.
-
- Pir
dem zêde derbas nebû, 8 kes ji kujeran (qatîlan) hatin girtin. Ew
kesên hatine girtin xizmên kuþtyan in û cerdewanên dewleta Tirk
in, ji wan re mala
QORO tê gotin. Ji kesên kujer, yên ku hatine girtin,
zarokekî 14 salî jî heye.
-
- Kujerên
ji malbata Qoro bi pilan ev komkujiya xwe bi kar tînin. Ev mirovên
hov demeke wisa ji kiryara xwe ya xwînrêj re hildibijêrin, ku
xelk di avahiya dawetê de dest bi nimêja xwe ya êvarê dikin.
-
- Di
vê bûyera hovane de 6 zarok, 16 jin û 22 mêr hatin kuþtin. Sê
jin jî bi zaro, ango bi ducan bûn. Kujerên ji malbata Qoro beriya
ji cihê kiryarê veqetin, di ser de jî totikên (tekelên) hemû
erebên-tirimbêlên li wê derê jî didin ber gulan û diteqînin,
da ti birîndar ji mirinê xelas ne be û bi saxî negihîje nexweþxanê.
-
- Li
gor agahiyên ku nivîskarê Kurd, Çiya Mazî di gotara xwe de
dide, xwenga-xwîþka wan caþên kujer jî di nava kuþtiyan de
heye. Ev jî zota ser hovîtiya malbata Qoro ye. Caþ û kujerên ji
malbata Qoro wisa bê moral in, ku di pê komjiyê re diherin malên
xwe, pîcamên xwe li xwe dikin û li kêfan xwe dinêrin.
-
- 31
zarokan dê û bavên xwe wenda kirin. 17 zarokan jî, hinan diyên
xwe û hinan jî bavên xwe wenda kirin û sêwî man. Van zarokana
hemû niha travma derbas dikin. Di nava hêsabê de ti zarok û jin
ji malbata Qoro tinin. Em hêjmara wan nizanin.
-
- Ev
bûyera hovane xwînê di laþê-canê mirovan de radiwestîne û bi
gotin û bi hevokan nikare were bawer kirin. Ji kerba vê hovîtiyê
hiþ di serê mirovan de namîne. Ez çend rojan di þokê de mam.
Heya hatim ser hamdê xwe, hînga min dest bi nivîsa vê gotarê
kir.
-
- Malbata
Qoro bi berçavkên hespan li cîhanê dinêrin. Ew
kesên ji malbata Qoro niha hatine girtin, dûrî hemû ehlaqê
mirovatiyê ne, wisa nemerd in, bê rûmet in, bê anor in, ku heya
niha kiryara xwe ya hovane nepejirandine. Ev jî mentalîteyeke nû
ye, ku caþ bi alîkariya dewleta Tirk ya
devrût wisa ji xwe bawer in, ku hewce jî nabînin karesata
xwe bipejirînin, ew bervajiya wê dikin, înkar dikin. Li gor dîtinên
wan, wan loma hemû endamên malbatê ji kokê ve qelandin, da ji wê
malbatê ti kes nemîne û rojekê li heyfa xwe negere. De hela li vê
gosirmetê û çavsoriyê binêrin.
-
- Wezîrê
hundur, Beþîr Atalay di 06.05.2009an de di daxwiyaniya xwe, di
derbarê kuþtî û kesên sûcdar de got:
“Hem
ölen korucular var hem de zanlýlar arasýnda korucular var ve
silahlar da korucu silahlarý.”
(Him cerdevanên kuþtî
hene, him jî di nava tawanbaran-sûcdaran de cerdevan hene, û çek
jî çekên cerdevanan in)
-
- Wezîrê
Tirk yê hundir, Beþîr Atalay bi axaftina xwe îtîraf kir, ku çek
û sîlahên cerdevanên komkujî li dijî xizmên xwe pêk anîne,
yên dewleta Tirk bi xwe ne.
-
- Malbata
Qoro ne ku ji xwe û hêza xwe ev bûyera pêk anîne. Ew bi hêz û
alîkariya dewleta devrût wisa bê sînor çavsor bûne.
-
- Malbata
Qoro bi çekên
dewleta devrût 44 hevwelatî kuþtin. Kî berpirsiyarê vê kiryara
teroristî ye? Ma ne dewleta devrût bi xwe ji vê kiryara hovane
berpirsiyar e. Caþên malbata Qoro dixwestin bi kevirekî li du
çûçikan bixwînin, ango xizmên xwe ji kokê ve qir bikin, ziha
bikin û kuþtiyan jî bikin hustuyê PKKê. Lê ew xweziya wan ya
dawîn di qirika wan û dewleta devrût de ma.
-
- Ev
çend roj in, çapemeniya Tirk di gundê Zanqirt de kon ji xwe re
vedane û ji sibê heya êvarê li ser vê bûyera hovane nîniyan
di biwara civaka Kurdî de dibêjin û dibilênin, li tiniyan dixin.
Çapemeniya Tirk ji xêncî karê çapemeniyê her tiþtî dike. Ew
seriyan bi agahdariyên derew gêj dike. Kurdan bi tevayî gunehbar
dike, naletê li tore û eþîretan tîne, lê bi peyvekê balê
nakiþîne, ser siyaseta înkar û îmhayê, nabêje ku sedemê vê
nezanî û cehaletê siyaseta wan î rûreþ bi xwe ye, ya ku ew ji
dema avakirina komara wan ve bi zanebûn û sistêmatîk li dijî
civaka Kurdî bi kar tînin.
-
- Generalan
di serê Tirkan de aqil nehþtiye. Aqilên Tirkan ji lêvên derwîn
yên generalên wan e. Generalan wisa li gelê xwe kiriye, ku Tirk
him aqil kêm bin û him jî bawer bikin, ku ew dikarin aqil bidin
dinya-alemê. Ji bo wan Kurd ew in, yên ku zarok, jin û mêran bi
hovane dikijin. Peyayên siyaseta Tirkî niha bi hemû hêzên xwe lê
dixebitin, kirinên xwe yên bi qirêj li dijî Kurdan veþêrin û
ji cîhanê re bibêjin, ka werin, temaþe kin, Kurd ev in.
-
- Tirkan
pergala-sîstema cerdevaniyê ava kir, ku Kurdan bi destê Kurdan
qir bikin. Jixwe ew di vê siyaseta xwe yî gemar de qonaxeke mezin
jî bi ser ketine. Mentalîta kevneperestiya Tirkan ew e, ku bi
gotina wan “iti ite kýrdýrmak” ango “kûçikan
bi kûçikan bide þikandin” e.
-
- Dîroka
Tirkan bi kirête. Cîhan qîmeta pênc quriþan nade wan. Lê Tirk
xwe di eynika-neynika dêwan de dibînin. Tew di ser de jî xelkê
biçûk dibînin û wan wek se û kûçikan binav dikin.
-
- Pergala
caþan bi destê Turgut Özal (berê serokwezîr paþ serokkomar) di
sala 1986an hate ava kirin. Dewleta devrût goya li dijî terorê,
bingeha terora cerdevaniyê li dijî Kurdan da ava kirin. Dewleta
devrût pergala cerdewaniyê ji dîroka xwe yî nepaqij û ji dewletên
Amêrîka Latînî kopya kir û li dijî Kurdan bi kar tîne..
-
- Li
ser hovîtiya mala Qoro pir îdîa hene. Pirsa namûsê, tore,
erd-erazî û kirinên reþ. Lê di rastiyê de Tirk ne tenê hevparê
vê komkujiyê ne, ew gunehbarê vê qetliyamê ne. Ev caþ bi destên
wan hatine xweyî kirin, ew vê hêza xwe ji pergala wan digirin.
-
- Kurd
ti demê di dîrokê de bi tiþtekî wisa hovane ranebûne. Heger
meriv hinekî dîroka Kurdan tev bide, di þerên malbatan de li ser
çi sedemê dibe, bila bibe, jin û zarok di nava meselan de tinin.
Ev zîhniyetke nû ye, qeydeke nû ye, bêbextiyeke nû ye, ku
malbata Qoro bi ayîkariya dewleta devrût bê awarte-îstîsna
mirovan li Kurdistanê dikujin.
-
- Pir
malbatan li Kurdistanê li hemberî hev þer kirine, lê ti carî
dest neavêtine zar û jinan. Tew di hin mijaran de ger pêwist
hatibe, ew malbatên dijminên hev li namûsa hevdû jî xwedî
derketine. Kurd di dîroka xwe de ti carî bi kiryareke bi vî awî
kirêt nehatine.
-
- Kî
çi dibêje, bila bibêje, ev komkujî ne ya eþîrtî, tore û ne jî
ya namûsê ye. Ev qetliyam encama hovîtiya polîtîka dewleta devrût
li ser Kurdan e.
-
- Heya
dewleta devrût pergala cerdevaniyê berdewam bike, Kurdan bi Kurdan
bide kuþtin, tovê berberîtiyê di nav yekmalbatê de biçîne,
dest ji siyaset û pilanên xwe yî gemar ji bo hilweþandina civaka
Kurdî neberde, komkujiyên weha ji pêþî ve programkirî ne.
-
- Ez
gazî siyasetmedarên Tirkan dikim û ji genaralên wan re dibêjim,
êdî bes e, Dest ji vê ehmeqîtiya xwe berdin. Hûn bi van lîstikên
xwe dîroka gelê xwe gemar dikin, gel û neteweyên cihanê nema çavan
li vê hovîtiya We digirin û ... Çiyayên me ji top û tankên we
bi hêztir in.
|
|
|