|
REJIMA
ÎRANÊ XWE XWEDIYÊ ATOMA NÛKLÛERÊ ÎLAN KIR Û MEYDANÊ JI AMERÎKA Û
CÎHANÊ DIXWAZE FÛAD
SÎPAN (AKPINAR),
fuadsipan@yahoo.de
Almanya, 17.01.2007 Serokkomarê
Îranê Ahmedînecad bi daxuyaniya xwe di 11.04.2006an de li bajarê Meþhedê
bi awayekî fermî ragihand ku wan Ûranyûma zengînkirî bi dest xistine
û Îran êdî xwediyê Atoma nûklûer û tevî 8 hêzên mezin yên cîhanê
bû. Cîhan ji wê demê heta niha li ser babeta Atoma Îranê di þokê de
ye, lê hên jî li hemberî Îranê bi yek dengî bê bersiv e. Di wan
rojan de di qada navneteweyî de gengeþiyeke pir mezin li ser pirsgirêka
Atoma Îranê hate despêkirin. Wek tê zanîn ev pirsgirêk ne nû ye,
dinya ji zû de dizane ku Îran lêdixebite bibe xwediyê Atoma nûklûer.
Ji vir heta demek berê jî dan û standinên siyasî û dîplomasî di
navbera Îranê, Almanya, Firansa û Îngilistanê de hebûn. Ev daxwaza Dewletên
Yekbûyî yên Amerîka(DYA)
bû,
ku Ewropî bi Îranê re li ser pirsgirêka çareserkirina Atomê çareseriyeke
aþitiyane bibînin. Îranê berê bi van hersê welatên Ewropa re peymanek
îmaza kiribû, ku Pirsgirêka Atomê bi pêwendiyên dîplomatîk çareser
bibe. Lê ji ber ku Îran li peymana ku wan îmaza kiribûn xwedî der
neket, loma wan hersê dewletên Ewropa ji vir demek berê biryara diyalogê
bi Îranê re birîn. Paþê goya Ûris kete dewrê, ku Îranê qane bikin,
ew ji Îranê re ûranyûm çêbikin û Îran jî ûranyûmê ji bo armancên
sivîl bikar bîne. Di vê navberê de Konseya Ewlekariyê ya Rêxistina
Neteweyên Yekbûyî jî li ser rapora Rêxistina Enerjiya Atomê ya
Navneteweyî li Vîyanayê (IAEO) heta dawiya meha 4an derfet da Îranê, ku
ew dest ji çêkirina ûranyûm berdin. Li aliyê din baþ tê zanîn, yên
bingeha santirala Atomê ji Îranê re amade kirin Ûris bixwe ne. Serokê
Rêxistina Enerjiya Atomê ya Navneteweyî El-Baradai jî, ev di meha çaran
2006an de li Îranê bû, ku ji pirsgirêkê re çareseriyekê bibîne. Lê
hewldanên El-Baradai jî encam nedan. Sedema
wê çi ye, çima Dewletên Yekbûyî yên
Amerîka(DYA)
çavê xwe di destpêkê de ji vê bûyerê re li hemberî Ûrisan girtin,
ku ew santirala Atomê ji Îranê re çêbikin hên ne diyar e. Lê di meha
yekê 2006an de Kovar û rojnameyên Almanya yên wek ”Der Spiegel”,
”Die Welt” û hwd. li ser vê pirsgirêkê nivîsîbûn, ku DYA
bi xwe bi dizî, bi awayekî fêlbazî, bi dek û dolaban xwestiye bi rêya
CIA ji Ûrisan re gotine, bingeha derfetên santirala Atomê ji Îranê re
çêbikin, lê hemû înformasyonên ku Îran paþê pêwîstî bîne û
bixwe bikaribin Atomê çê bikin nedin wan û Amerîka jî ji vê derfetê
îstîfade bike û pirsgirêka Atomê li dijî Îranê bi kar bîne ku rejîmê
bike bin tawanbariyan û wek rejîma Sadam ji holê rabike. Çavkaniya weþanên
almanî jî rojnameya amerîkî ”The New York Timse” bû. Li gor
ragihandinên rojnameya amerîkî "Washington Post" desthilatiya
George W. Bush ji zû de plana li dijî Îranê amade kiriye. Jixwe
helwesta Amerîka li ser daxuyaniya serokkomarê Îranê Ahmedinecad ku wan
gavên dewlemendkirina ûranyûm avêtine pir hiþk bû. Berpirsiyarê Qesra
Sipî got, ku rejîm bixwe xwe di cîhanê de îzole dike. Wekî din
daxuyaniyên hemû dewletên Ewropa - Almanya û Firansa jî di nav de - kêm
zêde wek daxuyaniya Qesra Sipî bûn. Serokê
DYA George W. Bush heta niha pir caran di mijara pirsgirêka Atoma Îranê
de gotiye, ku deriyê wan ji lêdana þerê çekdarî re li dijî Îranê ne
girtiye. Her
çiqas helwesta Çîn û Ûris heta niha li dijî þer bû û hên jî ne
zelal e, lê ez bawer im dê helwesta wan di vê mijarê de bêye guhertin.
Jixwe hêdî hêdî dengê qeliþî jî ji Çîn û Ûris dertê. Êdî çerxa
þerê li dijî rejîma Îranê dest pê kiriye. Bê guman ji vê çerxê re
demek pêwist e. Amerîka heta niha lê xebitî ku bi rêya dîplomasiyê
endamên Konseya Ewlekariya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bide alî xwe,
wan qane bike û bi alîkariya wan ”Resolution” yanê bi biryarên embargoyê rejîma Îranê
bîne rê. Jixwe di meha 4an ya 2006an de nûnerê DYA John Bolton li UNO-Rêxistina
Neteweyên Yekbûyî
lê xebitî ku biryarekê li gorî beþa 7an ya Karta-UNO li dijî Îranê
bikar bîne. Heger rejîma Îranê daxwazên Konseya Ewlekariyê bi cih neyîne
û li dijî Îranê li gorî beþa 7an biryarek derkeve, ev tê wateya ku
Amerîka dikare li gorî biryara navneteweyî li dijî Îranê þer îlan
bike û dest bi bombebaranê bike. Çavkanî rojnameya almanî
"Frankfurter Allgemeine Zeitung". http://www.faz.net/s/RubDDBDABB9457A437BAA85A49C26FB23A0/Doc~E84FA53C084124C578BE1F8CF15A775F3~ATpl~Ecommon~Scontent.html Amerîka
bi hemû derfetên xwe yên dîplomatîk di pirsa Îranê de bi ser neket. Bê
guman hukumeta Bush dixwaze - beriya ku dema wê temam bibe - rejîma Îranê
ji holê rabike. Lê li aliyê din êdî piraniya nûnerên hukumeta Bush ne
wek berê di Senatorê de û di Kongrê de cih digirin. Wisa tê xuyakirin
ku Bush ji biryara ji holê rakirina rejimê re amade ye. Ger pêwîst be, dê
bêyî biryara Kongresa Amerîka li Îranê bide. Rewþ
wisa tê xuyakirin, dê ne serokkomarê Îranê Ahmedînecad û ne jî
civata wî ya bi desthilat li hemberî Amerîka çok bidin û ala teslimyetê
ra bikin. Di dawiya dawîn de dê Amerîka piþtgiriyê ji pir dewletan
bigire (heger negire jî) dê li rejîmê bide û rejimê ji hev bela bike.
Bi awayek îronîk, bila helal be ji Ahmedînecad û mêraniya wî re. Emê
niha mêrxasiya wî jî bibînin. Sadam jî ji dinyayê meydan dixwest. Di
dawî de bi mêrxasiya xwe di qula miþkan de derket û bi biryara dadê li
hewa libabû, hate dardakirin. Belkî Ahmedînecad qasî Sadam bi þans jî
nebe û qula miþkan jî bi destê wî nekeve. Serokkomarê
Îranê Ahmedînecad bi agir dilîze. Jixwe Amerîka bi çar çavan li hêviya
wê rojê bûn ku ji devê rejîmê tiþtekî wiha bibihîse. Hêjayî gotinê
ye ku Richard Perle di 05.02.2006an de di televîzyona Alman ARD - bernama Sabine Christiansen de beþdar bû û li ser rejîma Îranê wiha got, „Iran
ist der größte Einzelsponsor von Terrorismus weltweit. Sie Verteilen überall
ihr Geld um Terrororganisationen zu unterstützen. Sollen wir dagegen nichts
haben? Sollen wir nicht versuchen, das abzustellen?“ (Îranê di cîhanê
de sponzorê terorîzmê yê yekem û mezin e. Ew li her derê ji bo ku alîkariya
rêxistinên terorîzmê bikin pera belav dikin. Gelo divêt em li dijî wê
tiþtekî nekin? Divêt em lê nexebitin vêya bitemirînin?)
Çavkanî malpera Sabine
Christiansen http://www.sabine-christiansen.de/archiv.jsp?datum=2006-02-05 Bi
gotineke pêþiyan mirov di axaftina Richard Perle de jî dibîne, ku Amerîka
li esmanan li hêviya daxuyaniyeke wiha bû, lê Xwedê li erdê da wan.
Richard Perle bi koka xwe cihû ye. Ew mirovekî întelektûel e û di nava
siyaseta Amerîka de pir bi hêz e. Ewî heta niha þêwirmendî ji serokê
Amerîka û pir wezîran re bi taybetî jî wezareta parastinê re kiriye.
Richard Perle niha serokê Enstîtûta ”American
Enterprise
Institute”e,
ku wek fabriqa aqil têye hêsab kirin. Rejîma
Îranê ji du aliyan de alema xiristiyanan û ya cihûyan ji xwe re kire
dijmin. Serokkomarê Îranê Ahmedînecad him raste rast dijminahiya cihûyan
dike û dibêje, divêt dewleta Îsraîl ji ser nexþê bêye rakirin û him
jî li aliyê din înkariya Holocaustê li dijî cihûyan dike. (Bingeha
gotina Holocaustê ji zimanê Yewnan têye û tê wateya, qurbanên ku bi
tevayî bi agir hatine þewitandin) Faþîzma Hitler di dema þerê cîhanê
yê duyem de cihûyên li Almanya û cihûyên hemû deverên Ewropa li
Almanya kom kirin, bi pilan û proje, bi gazê 6-7 mîlyon mirovên bê sûc
û bê guneh di komkujiyê de derbas kir. Rejîma Îranê û serokkomarê wê
Ahmedînecad înkariya komkujiya cihûyan dikin. Ev çi mantiqek îrasyonal
e, ku serokkomar û dewleta wî înkariya komkujiya ku bi delîl, îspat û
dokûmentan hatiye destnîþankirin bike. Yên komkujî li dijî mirovatiyê,
li dijî cihûyan kirin Alman bûn. Ev 27 sale ku ez li Almanya me. Min heta
niha li ser komkujiya cihûyan bi dehan pirtûkên Almanan xwendine û bi
sedan jî bernameyên televîzyonê yên dokûmenter temaþe kirine. Ewên
komkujiyan înkar bikin, ne dikarin bibin îslam û ne jî dikarin bibin
mirov. Ahmedînecad dixwaze bi înkariya komkujiya li dijî cihûyan faþîstên
Ewropa ji bo doza xwe ya ne mirovane qezenc bike. Lê ev hêvî û daxwazeke
vala ye. Li aliyê din dewleta Almanya komkujiya Holocaustê pejirandiye.
Almanya ji sala 1945an vir de her salê bi mîlyaran perên ziyanê (tazmînatê)
komkujiyê dide dewleta Îsraîl. Dewleta Almanya lêborîn ji cihûyan
xwestiye û hê jî dema behsa Holocaustê li dijî cihûyan li cem Almanan
tê kirin, hustiyê wan li ber cihûyan xwar e. Rejîma Îranê û
serokkomarê wê Ahmedînecad goya dixwezin bi înkariya Holocaustê alîkariya
Filistîniyan bikin û heyfa Elo ji Welo derînin. Bi tehdîd û înkariyan
ti tiþt çareser nabe. Rejîm Îranê tenê ji xwe re gorê dikole û
hindik dem maye têkeve çopa cîhanê. Rejîma
Îranê ji þerê Iraqê jî dizane ku dê zû an jî dereng Amerîka li dijî
wan þer destpê bike. Loma vê dema dawî di bernameyeke taybet de di televîzyona
Almanya ZDFê de jî diyar bû, ku rejîma Îranê ji niha ve xwe ji bo þer
Amade dike û di pirsa þer de hatiye kilîtkirin. Siyaseta rejîma Îranê li ser baþûrê Kurdistanê jî
wek ya Tirkiyê ye. Yanê heger hêza Îran û Tirkiyê têr bikira, dê di
rojekê de Kurdistana azad daqurtandana. Serokê parlamena Îranê
Gulamali Haddad Adil di 12.04.2006an de ji bo konferansa îslamê ya 4an hatibû Stenbolê.
Di eynî rojê de rojnamegerê Tirk Mehmet Ali Biran ji bo nûçeyên êvarê
televîzyona Kanal D (çapemeniya medya Dogan) bi wî re hevpeyvînek weþand.
Serokê
parlamena Îranê Gulamali Haddad Adil
li ser pirsekê di dermafê baþûrê Kurdistanê de eynî wiha got ”Ramanê
Tirkiyê di dermafê bakurê Iraqê de çi ye, yê me jî ew e” Di
cîhanê de êdî cin jî dizanin ku ramanê Tirkiyê li ser Kurdistana azad
ji bilî dijminahiya wê tiþtek nîne. Ramana rejîma Îranê jî ew e.
Herdu dewlet jî ji hev hez nakin, lê di pirsa Kurdan de bi hev re
tevdigerin, ji destê wan were dê nehêlin Kurd di Rojhilata Navîn de
rojekê jî bijîn. Heta niha bi sedan dan û standin û bi dehan peymanên
di dizî li ser Kurdan hene û hên jî ev rewþ berdewam dike. Êdî
kî çi dibêje bila bibêje derfeta ku rejîma Îranê li ser piya bimîne
nîne. Tenê jê re dem pêwist e. Rejîm di wê baweriyê de ye, ku dema
Amerîka li dijî þer bike, ji alema Îslamê alîkarî bigire. Lê ez
bawer dikim ev hêvî û daxwaza rejîmê jî hêviyeke vala ye. Nêrîna
pir dewlet û kesan li ser rejîma Sadam jî wisa bû. Ger qiyasek di
navbera mislimanan de bêye kirin, Îraq ji mislimanan û bi taybetî jî ji
Ereban re ji Îranê, ji Eceman nêzîktir bû. Kê ji dewletên misliman,
ji Ereban ji bo ku rejima Sadam neyê rûxandin çi kir? Niha
dîsa pir dewlet û pisporên wan di der mafê Rojhilata Navîn de li eynî
defê dixin, analîza çêdikin û dibêjin Îran ne Iraq e. Heger DAY li
dijî Îranê þer bike dê bi ser nekeve. Ewên niha li ser Îranê van tiþtan
dibêjin berê di dermafê Iraqê de jî eynî tiþt digotin. Baþ tê bîra
min beriya wan rojên þerê li dijî rejima Sadam senaryoyên wisa ku
bingeha wan valabûn dihatin digotin - aqilê mirovan disekinî. Niha pirs
ev e, çima rejîma Îranê ne ya Iraqê ye? Wek tê zanîn rejîma Îran û
ya Iraqê di navbera salên 80î û 90î de 10 salan li hemberî hev þer
kirin. Madem ku herdu rejîm jî pir bi hêz û quwet bûn çima aliyekî di
navbera deh salan de nikaribû 10 km li aliyê din pêþde here. Ji ber ku
Kurd bê parêz bûn, quweta wan digihîþt Kurdan û Quweta herdu rejîman
tenê gihîþt ku ji hevdu mîlyonek mirov bikujin. Lê herdu rejîm jî di
warê leþkerî de ji bilî mîlyonek wendayiyên xwe gavek neavêtin. Ew
rejîma Îranê ku nikaribû li dijî rejima Sadam bi ser bikeve, dê çawa
li dijî dewleta sûper yanê li dijî Amerîka ser bikeve? Amerîka jixwe
li herêmê ye, ne hewce ye ji nû ve hazirî ji bo þer çêbike. Ev ji bo
Amerîka avantajek pir mezin e. Bi gotineke din dewleta ku di cîhanê de
ewqas bi hêz be, jixwe ketiye nava avê, êdî çi li çokê, çi jî li
navê, çi cidahî ji Amerîka re heye? Bi gotineke rast Îran li ber gula
topan e, êdî ti kes nikare xelas bike. Jixwe wa ye keþtiyên amerîka yên
þer dîsa berên xwe dane Basrayê. Gelê
Kurd xerabiyên rejîma Îranê ji bîr nekirine. Gelê Kurd bi niyeta pir
paqij bi deh salan e bi pêþengiya PDK-I lê dixebitî bi rejimê re bi
awayekî aþitiyane pirsgirêka Kurd çareser bike. Lê mixabin rejîma Îranê
di her derfetê de bersiva niyeta gelê me ya bi niyeta durist, bi awayek
hovane dayê. Rejîma Îranê di ser de jî serokên PDK-I Dr. Abdurrahman Qasimlo û Dr. Þerefkendî li dû hev bi
keleþî û bêbextî li Vîyana û li Berlînê qetil kirin. Hukumeta
Nemasa ji bo berjewendiyên xwe yên bi kirêt li ser qatîlên Dr.
Abdurrahman Qasimlo tiþtek
nekir. Lê qatîlên Dr.
Þerefkendî li Berlînê
hatin girtin û di salên 90î de dadegeha Almanya ya bilind li Berlînê
him ceza da qatîlan û him jî rejîma Îranê wek rejîmeke terorîst bi
nav kir. Ev gotinên ku rejîma Îranê rejîmek terorîst e di biryara
dadegehê de derbas bû. Di destpêkê de li ser vê bûyerê di navbera
Almanya û rejîma Îranê de pirsgirêk çêbûn, lê paþê herdû
dewletan jî ji bo berjewendî û menfîatên xwe ev mijar tepis kirin. Wek
tê zanî serokkomarê
Îranê Ahmedînecad wek mîmarê
terora li dijî lîderên Kurdan, þehîdên nemir wek Dr.
Abdurrahman Qasimlo û Dr. Þerefkendî têye tawanbarkirin. Van rojana di çapemeniyê
de hate ragihandin ku qatîlê Qasimlo li Hewlêrê hatiye girtin. (Ezê têkiliyê
Rejima Îranê û ya Kurdistana Azad di gotareke din de þîrove bikim) Ne rejîma Îranê û ne jî ti kes nikare ji Kurdan gazinan
bikin, Kurdan tawanbar bikin û ji wan daxwaziya alîkariya li dijî Amerîka
bikin. Kurd mecbûr in mafê xwe, rûmeta xwe li dijî dijminan biparêzin
û ji holê rakirina rejimê re alîkar bin. Alternatîva Kurdên Rojhilat
tine. Ez bi kurahiya dilan
di wê baweriyê de me ku gelê me dê derfeta ku têkeve destan li dijî
rejimê wek Baþûrê welatê me baþ bikar bîne û bi lehengî li dijî
rejimê þer bike û bi ser bikeve. Ez
dixwezim vê gotara xwe bi gotinên Xanima hêja Dr. Roya Tilûî bi dawî bînim: Ez dê vegerime welat, lê tevî hemû Pêþmerge û þoreþvanên welatê
xwe yê serfiraz, Rojhilata Kurdistanê. Ez bawer nakim di vê rewþê de,
çi di warê navneteweyî û çi di warê hundirîn de ku bi ser Komara Îslamî
ya Îranê de hatiye, ev vegeriyane heyemeke gelek dirêj bikiþîne. Ceribîna
Talebanan li Efxanistanê û Sedam li Îraqê û pirojeya Rojhilata Navîn
ya mezin ji me re dibêje, ku guherîn dê pêk bihê. Her wekî hûn
dizanin dosya Etomî ya Îranê ji aliyê Ajansa Vejena Atomê ya Navneteweyî
ji bo Konseya Ewlekariya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî hate þandin û
rengê vê hindê nade rojên ronahî û geþ di pêþerojê de li benda
Komara Îslamî bin. Çavkanî rojnama Agirî http://www.kurdistanmedia.com/kurmanci/siyasi/file/2.php
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org