|
|
-
SELTENATA
SEROK Û SEROKKOMAR ÊDÎ DIHEJE
-
FÛAD
SÎPAN
- fuadsipan@yahoo.de
- Almanya,
30.07.2009
-
-
-
-
-
- Kurdistaniyên
hêja!
-
- Di
25.07.2009-an de hilbijartina parlamena Kurdistanê û
hilbijartina serokê herêma baþûrê Kurdistanê pêk hat.
-
- 41
partî bi 23 lîsteyan beþdarî hilbijartinan bûn. Li gorî
daxuyaniyan ji 2,5 mîlyon
Kurdistanî ji sedî 78,5 beþdarî hilbijartinan bûne. Xebera
herî baþ ew e, ku tevgera Goran-Guherîn
di hilbijartina de biserket.
-
- Li
gorî agahiyên Komîsyona Bilind encam wisa ye, lîsteya
Kurdistan ji sedî 57,34 deng bi
dest xistine,
lîsteya Goran ji sedî 23,75 deng aniye û lîsteya Xîzmetguzarî
û
çaksazî jî ji sedî 12,8 deng stendiye.
-
- Serokê
herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî ji dengan sedî 69,57
girtiye û ji nûve hate hilbijartin. Lê divêt serokê herêmê
qet bi ewqas dengan nefire. Heger îtifaqa lîsta Kurdistanê
tineba, belkû wî ji dengan 35% jî nedigirtin.
-
- Ji
aliyê din ve namzetê ji bo serokatiya herêma Kurdistanê Dr.
Kemal Mîrewdelî jî 25,32 deng bi dest xistiye, ku hêjmara dengên
wî qet ne kêm in.
-
- Lîsteya
Goran mêzîna PDKê û ya YNKê xerab kir. Tew tevgera Goran li
bajarê Silêmaniyê bû hêza yekem. Mam
Celal birca xwe wenda kir. Birca kek Mesûd jî ma bihareke din.
-
- Me
kêm zêde bawer dikir, ku PDK û YNK piraniya dengan werbigirin.
Herwisa me bawer dikir, ku Mesûd Barzanî careke din jî wek
serokê herêmê were hilbijartin. Jixwe bawriya raya giþtî jî
di vê çarçovê de bû. Çimkî ew herdû partî hên jî bi hêz
in û têra xwe hene.
-
- Lê
ya herî girîng ew e, ku serokê herêma Kurdistanê û lîsteya
Kurdistanê bi çiqas dengan hatine hilbijartin. Çimkî ew êdî
mecbûr in bi qasî dengên xwe biaxivin, bi qasî dengên xwe
tevbigerin û bi qasî hêza xwe malê xelkê Kurdistana Azad
talan bikin, biþêlînin û li Kurdistanê cirîda bavêjin.
-
- Bê
guman encam ne li gor dilê PDK û YNK ye. Ev jî tê gihîþtin
çima? Çimkî mentalîta serokatiya wan herdu partiyan ji mentalîta
Ereban ne dûr e. Li gorî dilê wan ba, divêt wan jî wek Erebên
paþverû û kevneperest ji sedî 99,99 deng werbigirtana.
-
- Belê
êdî seltenata serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û ya
serokkomarê Iraqê Celal Talabanî diheje.
-
- Mixabin
desthilatiya PDKê û ya YNKê di dewsa ku demokrasiya Ewropa ji
xwe re wek mînak bigirin, wan pergala Beasiyan ya pirîmîtîv û
siyaseta Erebên kevneperest ya bi kirêt, bi gendelî-korûpt, bê
pirensîp, bê ser û berî ji xwe re wergirtin.
- Belê
tevgera GORAN-GUHERÎN bi pêþengiya Nowþîrvan Mistefa hêsabê
wan tevlihev kir, dê ne þaþ be ku mirov bibêje heya radeyekê
hesabê wan têk bir.
-
- Lê
ji aliyê din ve jî berzbûna tevgera Goran hêsabê partiya
Islama Kurdistanê jî berteref kir. Çimkî beriya ku tevgera
Goran biafire, hêviyeke pir mezin ji neçarî û bê alternatîva
xelkê Kurd hebû ku partiyên Îslam di hilbijartinan de zêde
dengan bigirin.
-
- Peymana
stratejîk jî têra PDK û YNK nekir ku wek berê dengan ji xelkê
Kurd werbigrin. Wan bawer dikir ku dê bi wê peymanê jiyana xwe
li Kurdistanê mîsoger-garantî bikin.
-
- Di
rastiyê de dewlet di navbera hev de peymanên stratejîk çê
dikin, ku pê berjewendiyên xwe li hemberî dewletên din biparêzin.
Di dîrokê de ev cara yekem e, ku di nava du partiyên milletekî
de peymaneke stratejîk çê dibe. Ev helwest wêranî û
kambaxiya wan partiyan nîþan dide. Jixwe PDK û YNK niha loma di
nava ewqas astengiyan de ne. YNK li ber têkçûnê de ye. PDK jî
çi bike dê nikaribe xwe ji pêvajoya têkçûnê rizgar bike.
Tenê dem jê re pêwiste.
-
- Di
hilbijartinan de ne tenê YNKê, PDKê jî wenda kir. Êdî ji
niha de xof ketiye nava dilê desthilatdarên PDKê. Ew di demê pêþ
de çiqas jî xwe biguhirînin ku ji têkçûnê rizgar bibin, dê
nikaribin pêvajoya guherînê li herêma Behdînan bixitimînin.
-
- Deshilata
Baþûr di dewsa ku parvekirineke bi edalet bi xelkê Kurd re çê
bike, bi mîlyaran pere li ser navên xwe û xismên xwe ji bo bêtonan
serf dikin, avahiyên mezin û bilind ava dikin. Goya ew dixwezin
bi wan avahiyên bilind li meydana Hewlêra tût û rût bajarekî
wek Dubehiyê biafirînin.
-
- Mixabin
desthilata Baþûr bi vê helwesta xwe ya bêtonsaziyê dixwezin
zikê xelkê Kurd bi bêtonan têr bike. Ez ne li dijî avahiyên
nû û modern im, lê heger zarok û jinên þehîdan di nava
bajaran de destê xwe ji xelkê re vebikin, ev bê wijdanî ye, ku
ew desthilatana bi dolaran pereyan ji xwe re wek lodan qûç
bikin.
-
- Desthilata
Baþûr, Mesûd Barzanî, Neçîrvan Barzanî, Celal Talabanî û
yên din bi mîlyaran dolar revandine bankên welatê Swîsre û
derên din. Bankê Swîsre êdî ji wan bêzar bûne û gotine bes
e, êdî pereyan neynin Swîsre.
-
- Çimkî
li gorî biryareke parlamena Swîsre, welatê Swîsre mecbûr e
bizanibe ku ew perana ji kû derê tên û pereyên çi ne, ku
dewlet li pêþiya pereyên reþ di nava Yekîtiya Ewropa de
bigire. Ev biryara YE li ser welatê Swîsre û yên din hate ferz
kir. Loma kesên pereyan dibin wê derê mecbûr in bibêjin, ew
pere ji kîderê anîne.
-
- Rêz
û hurmeta Desthilatdarên PDK û YNK qasî misqalekê ji xelkê
Kurd re tine ye. Ka li vê sosiretê binêrin, ew herdu partî bi
xwe rapirsî-anket di nava xelkê de dabûn çê kirin, lê tenê
navê lîsta Kurdistanê bi goya 62% tê de hebû. Wekî din lîsteyên
din 20% û 18% bêqerar hatibû binav kirin.
-
- Mirov
dibê qey di nava wan 20%-an de navê partiyan tinebû. Ev
helwesta desthilatdarên PDK û YNK nîþana þerm û rûreþiya
wane. Ev helwesta nîþana dîktatoriya wane.
-
- Ev
helwest jî dîsa nîþan dide ku PDK û YNK ji hemû norm û pîvanên
demokrasiyê dûr in.
-
- Xêncî
wê jî di dema hilbijartinan de bîhna rezîltî û kepazetiyê
ji çapemeniya dîtber û nivîskî ya PDK û ji ya YNK dihat. Te
digot qey li rûyê vê dinyayê ew herdu partî tenê hene û tenê
mafê wan di çapemeniyê de heye bi yek alî ji xwe re propoganda
çê bikin.
- Piraniya
malperên Kurdî jî li têla wê wêranî û kambaxiya PDKê û
YNKê didan. Xwediyê wan malperan bi dehsalane li Ewropa di nava
bêþîga demokrasiyê de dijîn, lê mixabin bi wê helwesta xwe
ya ne demokrat dûrî hemû pîvanên çapemeniyê bin pê kirin.
-
- Çapemeniya
Kurdistana Azad milkê ti kesî nîne. Ew çapemenî bi perên
xelkê Kurd, bi perê bacê û petrolê çê bûye. Loma ew çapemenî
mecbûr e di xizmeta her kurdekî de be. Berevajiya wê zordarî
û dîktotariye.
-
- Divêt
êdî dema wan partiyên gendel û korûpt bi dawî bibe û ew ji
Kurdistanê xalî bibin. Bes e wan li ser piþta xelkê Kurd barê
xwe qat bi qat girtin.
-
- Bi
baweriya min divêt her du partî jî têk biçin û di dewsa wan
de partiyên demokrat ava bibin. Çimkî ew her du partî jî êdî
layîqê Kurdistanê nînin. Wan di dîroka Kurdên Baþûr de pir
tiþtên xerab kirin, ku di nava civatê de nayên ji bîrkirin.
-
- Ji
ber ku min beriya hilbijartinan de di hevpeyvîneke taybet de di
gel birêz Cankur re nêrînên xwe bi kurtayî di derbarê
hilbijartinan û xerabiyên destilatdarên Kurdistana Azad de bi
xelkê Kurd re, herwisa pêwistiya muxalefeteke xurt li Kurdistanê
anîbû ziman, loma min beriya hilbijartinan gotareke taybet nenivîsî.
Binêrin malpera Peyam:
-
- http://peyam.eu/Kurdi/Can-FuadSipan-Hevpeyvin-01-2009.pdf
-
- Pir
mixabin gelek ronakbîrên Kurdistanê, bi taybet jî ji Bakur
herwisa hin partiyên Bakur dîsa wek her gav di mijara
hilbijartinan de dane îspatkirin ku ew qet û qet fêrî
demokrastiyê nebûne û hemûyan jî bi hestê dilþewatî li gorî
berjewendiyên xwe yên þexsî, partîtî tevgeriyan û bêyî ku
rewþa Baþûr baþ analîz bikin, guhên xwe bidin xelkê
belengaz, yekser bi daxuyaniyan alîkarîya PDK, YNK û serokê
herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kirin. Di daxuyaniyên wan
partî û kesan de baþ kifþ dibû ku mirov digot qey ji wan
hatiye xwestin an jî li ser wan hatiye ferzkirin ku ew bi
daxuyaniyan piþtgirî bidin lîsta Kurdistan û namzetê
serokatiyê Mesûd Barzanî.
-
- Ji
partî û rewþenbîran re pir þerm e, ku alîkariya gendel û
korûptên Kurdistanê bikin ku ew bi siyaseta xwe ya talankerî
di welatê me de berdewam bikin.
-
- Ronakbîrên
Kurdistanê bi salan e hin gotin ji xwe re ezbere kirine, di devên
xwe de wek benîþt dicûn, êdî li ba wan bûye mode ku dibêjin
“em di qonaxeke gelek
hesas û girîng de derbas dibin” an jî “em
di pêvajoyeke wisa de ne” û hwd. encax lîsta Kurdistanê
û serokê herêmê Mesûd Barzanî dikarin xelkê Kurd temsîl
bikin.
-
- Helwesteke
wisa bextreþ e, ku mirov ji hemû xelkê Kurdistana Azad re çêr
û dijûnan bike.
-
- Ev
30 sale ez van gotinên tiroviro li ser Kurdan ji partî û
kesayetên Kurdan dibihîsim. Bingeha van gotinan hemû jî vala
ye.
-
- Ma
çima bi mîlyonan xelkê Kurd li wê derê dijîn, qet ew nikarin
di nava xwe de cewherek an jî çend cewheran derînin ku ji xelkê
me re li Baþûr serokatî û lîderiyê bi duristî bikin.
-
- Divêt
daxwazên gelê Kurd û pirsgirêkên civatê her dem li ser her
tiþtî be, li pêþ be, ne berjewendiyên partî û kesayetî.
-
- Ez
bi kûrahiya dilan di wê baweriyê de me ku cewherên wisa li Baþûr
hene, bi zanîn û duristiya xwe gelekî ji Mesûd Barzanî û
Celal Talabanî mezintir in.
- Belê
encam girîng e. Niha çi bû? Hûnê niha bibînin ku ewê pesnê
PDK, YNK-lîsta Kurdistanê didan, dê têkevin rêzê ku bi
muxalefetê re pêwendiyan çê bikin û xwe ji wan re xweþ
bikin.
-
- Li
Kurdistanê êdî wezna civakê hate guhertin û xelkê me li Baþûr
ji bin bandora yek partîtiyê rizgar bû. Ev ji bo xêra xelkê
Kurd e.
-
- Pirsgirêka
herî girîng niha li Kurdistanê pirsgirêka pêþmergan e. Çimkî
herdu partiyan ev 19 sal e xerabiya herî xerab bi Kurdan kirin.
Herdu partiyan ji bo bingeha dewletbûnê ti tiþteke ber bi çav
neavêtin, nekirin. Herdu aliyan leþkerên xwe afirandin. Herdu
aliyan qet berjewendiyên xelkê Kurd bi giþtî nedan pêþ û li
gorî wê jî tevnegeriyan. Tenê li ser hêsabên xwe yên biçûk
tevgeriyan û bi sedan û bi hezaran muxalefetên Kurd di komkujiyê
re derbas kirin.
-
- Lê
divêt em ji bîr nekin ku pêþmergên Kurdistanê ji herdu herêman
jî zarokên Kurd in û ew taca serê me ne. Ez bawer im ewên jî
ji vê guherînê para xwe bigirin, heger pêwist be dê helwesta
xwe li ba xelkê Kurd bigirin, ne li ba talankerên Kurdistanê.
-
- Ez
jî wek nivîskarên Kurd kekê Zeynel Abidîn Han di wê baweriyê
de me dê ev guherîna li Baþûr, xwe biavêje perçên Kurdistanê
yên din jî.
-
- Xelkê
me mecbûr e xwe ji Statûkoya wan partî û kesayetên kevnare yên
nehemdemî xelas bike û di dewsa wan de partiyên nû, moderin, yên
guhên xwe didin daxwazên xelkê biafirîne.
-
- Çawa
ku dema þerê sar û dîwarê hesin bi dawî bû, divêt dema wan
partî û kesayetiyên Kurdan jî bi dawî bibe.
-
- Lê
divêt tevgera Goran jî xeyalê xelkê Kurd tevlihev neke, bi hêsab
tevbigere, dengê xelkê Kurd ji bo wan jî ne mîsoger e, divêt
ew li soz û peyamên xwe xwedî derên û baweriya xelkê ku ew
hilbijartine careke din wek PDKê û YNKê têk nebin.
-
- Divêt
tevgera Goran di demê pêþ de bi kirin û tevgerên xwe ve bide
îspatkirin ku ew ne wek YNKê bi ramanê herêmî ne, ew
Kurdistanî ne. Heger tevgera Goran ji daxwaza xeta xelkê Kurd
der neyê dê bi serbikeve.
-
- Divêt
armanca tevgera Goran ew be ku wek partiyeke opozîsyon bimîne,
heger daxwaz jî ji wan bê kirinê, divêt çavçilûsî nekin,
ku bi lez û bez têkeve nava hukumetê.
Çimkî dê di navbera PDK û YNKê de pirsgirêk çareser
nebin. Bi kurtasî îhtîmala, ku di demeke nêzîk de careke din
hilbijartin çê bibin ne dûrî vac e. Jixwe ji niha de qirçe
qirç ji peymana stratejîk ya bêyom di navbera PDKê û YNKê tê.
-
- Divêt
tevgera Goran bi daxuyaniyên xwe li ser perçên Kurdistanê yê
din jî pir bi dîqet û bi hesas be, tiþên dilê rejimên wek
Îran, Tirkiye û rejimên Ereban xweþ dike nebêjin, dilê Kurdên
perçên din jî birîndar nekin.
-
- Bi
hêviya Guherînek nû, tevgera Goran ji xelkê me re pîroz be.
-
-
- Bijî
Kurdistan
-
- Bijî
demokrasî li Kurdistanê
-
- Bijî
muxalefeta-opozîsyona Kurdistanê
-
-
-
|
|
|