|
|
SERBESTBERDANA
ALMANAN DI CIH DA BÛ
FÛAD
SÎPAN
fuadsipan@yahoo.de
Almanya,
21.07.2008
- Kurdistaniyên
hêja!
-
- Biryara
serbestberdana hersê Almanan ji aliyê PKKê ve di 20.07.2008-an de di
cih da bû. Tirsa me ew bû ku dewleta generalên Tirk bi þiklekî tiþtekî
xerab bîne serê wan Almanan û di dawî de Kurd çirmê wê bikþînin.
Baþ bû ku PKKê bi selametî ew Almanan bi zûtir serbest berdan, ku
Kurd ji rewþa niha zêdtir jê zerarê nebînin.
-
- Belê
niha pirs ev e, gelo revandina hersê Almanan ji aliyê PKKê ve çi ji
PKKê û ji gelê Kurd re anî, çi qezenc kir? Em bawerin bi destê zorê
revandina Almanan ti tiþtek ji PKKê û gelê Kurd re qezenç nekir.
PKKê rewþa xwe ya kambax, ji kambaxtiyê xerabtir kir û di ser da jî
Kurd wek êriþkerên mafê mirovan di cîhanê de hatin naskirin.
-
- Divêt
mirov hinekî dewlet û hukumeta Almanan nas bike, ku ew bi tiþtên
wiha hustuyên xwe ji ti kesî re xwar nakin. Ji aliyê din ve jî niha
hêviya me ew e ku dewlet û hukumeta Almanya hinekê serê xwe biêþîne,
ku bi taybet di pirsa Kurdên li Almanya dijîn siyaseteke bi maqûl, ku
Kurd jî pê razî bin bimeþîne.
-
- Mixabin
Almanya her tiþtî di çarçoveya berjewendiyên xwe de dinirxîne.
Bazareke pir mezin di navbera Almanya û Tirkiyê de heye. Jimara wê
bazarê salwext 22 mîlyar Euro ye. Heger PKK û Kurdên li Almanya bi
tevayî siyaseteke ku xelkê Almanya jê ne aciz be bimeþînin, dê dûr
an jî nêzîk biserkevin.
-
- Divêt
Kurd ji bo siyaseteke dîplomatîk kesên zana têxin dewrê. Siyaseta dîplomasiyê
û lobiyê bi mantiqê gundewarî nameþe. Bê guman ew Kurdên
welatperwer karekî bê westan di nava xwe de dikin. Lê heger hedef ew
be, ku Kurd ji xwe re dostan di qada Ewropa da bibînin, divêt dûrî
siloganên vik û vala bisekin, lê bixebitin Ewropiyan yek bi yek bi
mantiq îqna bikin, ne bi metodên ku Ewropî li dijin.
-
|
|
|