|
|
ÞAHIYA
CEJNA
NEWROZÊ Û HOVÎTIYA NEYARAN
FÛAD
SÎPAN,
fuadsipan@yahoo.de
Almanya,
01.04.2008
Kurdistaniyên
hêja!
- Rejima
Tirkan, hukumeta Recep Tayyip Erdogan û rejima Sûriyê ya di bin
serokatiya Beþar Esad-Baas de îsal jî cejna Newrozê ji me Kurdan re
kirin roja þînê.
-
- Neyarên
Kurdan ji xwîna Kurdan têr nabin. Ne dibêjin zarok, ne dibêjin jin,
ne dibêjin kal û ne jî dibêjin pîr, bi çavsorî û hovane Newroza
meya pîroz îsal jî bi metodên terorîzmê êriþî xelkê me kirin.
-
- Di
necamê de gelê Kurd li Bakur 5 þehîd û li Rojavayê Kurdistanê jî
sê þehîd dan. Ji xêncî wê jî bi hezaran kes hatin binçavkirin,
girtin û bi sedan jî kes birîndar bûn.
-
- Rejima
Tayyîp Erdogan û ya Beþar Esad hemû pîvan û pirensîpên mirovatiyê
li ber çavê alem û dinyayê bi awayekî eþkere binpê dikin, dipelixînin.
-
- Hêjayî
gotinê ye televîzyona Roj-TV van rojana anî bîra me, ku serokwezîrê
Tirk Recep Tayyip Erdogan di sala 2006-an de di derbarê çalakiyên
Kurdan di Newroza 2006-an de çi gotibû. Erdogan di pê Newroza sala
2006-an de di dawiya meha Adarê de li pêþiya çapemeniya dîtber û
nivîskî daxuyanî dabû û gotibû:
-
- Güvenlik
güçlerimiz çocuk da olsa, kadýn da olsa, kim olursa olsun, eðer terörün
maþasý haline gelmiþse gerekli müdahale ne ise bunu yapacak.
-
- (Ew
zarok bin jî, jin bin jî, kî dibin bila bibin, heger ewên bûne wek
maþika terorê hêzên me yên ewlekariyê çi pêwiste wê mudaxile
bikin)
-
- Çavkanî
malpera rojnama Radikal
-
- http://www.radikal.com.tr/haber.php?haberno=183107
-
- Belê
Erdogan dîsa wek her caran îsal jî di Newrozê de rûyê xweyê reþ
rayê me Kurdan da û teror li ser xelkê me meþand.
-
- Lê
neyar çiqas jî ji me re rojên þahiyên bikin þîn, gelê me jî
ewqas bi bîr û bawerî, bi rih û mêjiyê Kurdayetiyê li Newroza xwe
xwedî derkt.
-
- Di
Newroza Amedê de helwesta Kurdayetî ji salên din baþtir û eþkeretir
derket pêþ. Jixwe axaftinên bi zimanê Kurdî jî destpêka dîroka pêleke
nû bû; kincên kurdî Newroz xemilandibûn. Serokê þaredarê Amedê
Osman Baydemir bi axaftineke gelek delal baweriya beþdarvanan di Newrozê
de xwurt kir. Dil dixweze, ku ew vê helwesta xwe berdewam bikin. Hêvîdarim,
ku DTP û serokên wan yên þaredariyan ji vê helwesta bi rûmet gavan
þûnde neavêjin û wek Erdogan ji bo dengên Kurdan “TAKIYE”
nekin.
- Newroza
îsal hin tiþtên nû jî bi xwe re eþkere kirin. Belkû hin Kurd heya
niha di wê baweriyê de bûn, ku Tirk zimanê kurdî naþopînin, ka
Kurd çi dinivîsînin. Lê di pê axaftinên Newrozê de çapemeniya
Tirk bi awayekî profesyonel hemû axaftinên bi zimanê Kurdî
wergerandin zimanê Tirkî û weþandin.
-
- Neyarên
Kurdan êdî baþ dizanin, ku wan Kurd bi hovîtiya xwe jixwe dûrxistine,
wenda kirine. Lê neyar dîsa jî dest ji polîtîka bi kirêt bernadin.
Armanca wan ew e ku zêde zerar, ziyan û hilweþandinan li ser Kurdan
çê bikin, ku pê hemû Kurdan biêþînin. Jixwe êriþa wan ya di
dema cejna Newrozê de li dijî zarokan, jin, kal û pîran bi çavsorî
îspata wê ye.
-
- Divêt
em Kurd hemî tiþtekî êdî baþ tespît bikin, ku neyarên Kurdan çi
rejima Tirkan, çi ya Farisan û çi jî rejima Ereban ya Sûriyê êdî
bi metodên nemirovane nikarin bi gelê Kurd.
-
- Divêt
þervanên Kurd jî bersiva neyeran bidin. Dema neyar Kurdên sivîl yên
bê sûc û guneh dikujin, divêt þervanên Kurd jî di dewsa wan de
deh generalên çavsor bikujin. Pirsgirêk bi kuþtina leþkerên wan yên
malbatên feqîr û belengazan jî çareser nabe.
-
- Bila
tikes kesî nexapîne, heya mêjiyê generalên Tirk, Ereb û Faris
nepelçiqin ti pirsgirêk çareser nabin.
|
|
|