DAWIYA SIYASETA PIÞO PIÞO TÊKÇÛNE
 
 
 
FÛAD SÎPAN (AKPINAR), fuadsipan@yahoo.de
 
Almanya, 04.11.2007
 
 
 
 
Kurdistaniyên hêja!
 
Ez heta ji vir demek berê bi daxuyaniyên desthilatdarên Kurdistana azad li dijî êriþên dewleta generalên Tirk gelek xwoþhal bûm. Lê mixabin ew tirsa di dilê min de bû kêm zêde rast derket. Belkû bala pir kesan nekiþand, an jî Kurd naxwazin li meselê wisa mêze bikin, gotinên serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, serokê parlamena Kurduistanê Adnan Miftû û serokkomarê Iraqê Celal Talabanî di rojnama Tirkan Millyetê de ez gellek êþandim.
 
Birêzan di hevpeyvîna xwe ya di gel rojnamegerê Tirk Hasan Cemal re di 30/31.10 û 01.11.2007an de wiha dibêjin:
 
Em dostê Tirkiyê ne, Kurd û Tirk biran e, siyaseta Erdogan baþ e, em li ber þehîdên tirkan dikevin û hwd.
 
Bê guman divêt mirov siyaseteke wisa bimeþîne, qet nebe wek cîran bi hev re bijîn, lê heger cîran, yanê Tirkan sed hezar leþkerên xwe neanîna ser sînor ku desthilatiya Kurdistana azad binpê bike û gelê Kurd li Baþûr jî ji xwe re bikin kole, an jî qet neba Tirkan bi awayekî eþkere li dijî hemû Kurdan helwest negirtana, wê hingê mirov dikaribû bigota ew helwesta desthilatdarên Kurdan baþ e.
 
Lê rewþ di qadeke wisa de ye ku xwîna Tirkan ji bo dagirtina Kurdistana azad hevraz diavêje, heger ji destên wan were dê Kurdan hemû bi carekê ve daqultînin. Ew dewleta ku hemû siyaseta xwe di neyartî û tinebûna Kurdan de kilît bike, bi derewan xwe biparêze, wek cinawiran li hêviya wê derfetê be, lêbixebite ku hemû heyiyên Kurdan ji holê rabike, çawa dibe ku di demeke wisa hesas de desthilatdarên Kurdistana azad daxuyaniyên wisa li jor didin rojnama Tirkan. Qet neba qîmeta wan gotinên desthilatdarên Kurdistanê li cem Tirkan heba, dê dîsa nexem ba. Di lîteratûra siyasetê de ji daxuyaniyên desthilatdarên wiha re durû tê gotin. Pirsa girîng jî ji bo me Kurdan ev e: Ji kîngê ve leþkerên Tirk ji bo desthilatdarên Kurdistana azad dibin þehîd? Divêt bersiva vê pirsê bêye dayîn. Leþkerê Tirk welatê me dagirtiye, em li dijî neheqiya wan þer dikin. Yên þehîd in þervanên doza Kurdistanê ne.
 
Heta em Kurd çi siyasetmedar, çi rewþenbîr û hemû kesayetiyên civatê hîn nebin ku ji hestiyariyên xwe re rêzê negirin, dê xelk jî her dem henekên xwe bi me bike. Divêt em qet hevdû nexapînin û ber dilê xwe nedin û dilê xwe hênik nekin. Em bi siyaseta pal û pistî bi ser nakevin.
 
Qet laiq nebû ku serokê Kurdistanê di hevdîtina xwe ya di gel Hasan Cemal de li ser sîlahþorekî wek Ertugrul Ozkok bisekine. Serokê Kurdistanê dikaribû û dikare þêwirmend û dîplomatên xwe yên “zana” têxe dewrê ku li Almanya li dijî rojnama Hurriyetê dawe vebike. Rojnama Hurriyet li hemû Ewropa li gorî yasayên çapemeniya Almanya tê weþandin. Heger ew bi min re têkilî çê bikin, ezê ji wan re alîkar bim.

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org