|
|
- TEQ
Û REQA LI SER TRT 6ê
-
-
-
- FÛAD
SÎPAN,
fuadsipan@yahoo.de
-
- Almanya,
22.12.2008
-
-
-
-
-
-
- Kurdistaniyên
hêja!
-
- Dê
di destpêka sala nû de TRT 6 dest bi weþana xwe bike. Wek tê zanîn
ji ber sedemên înkar, tunekirin û derewên dewleta Tirk Kurdan pê
bawerî ne dianî ku ew di televîzyona xwe ya fermî de bi zimanê Kurdî
û yên din weþanê çê bike. Bê guman dudiliya Kurdan di cih dabû.
Çimkî dewleta Tirk hê ti tiþtek nepejirandiye û mafê kesî jî
nedaye, ku xelk jî baweriya xwe pê bîne û bibêje va ye dewlet xwe
diguhirîne.
-
- Ti
nimûne êdî nemane em bidin, ku di cîhanê de ji bo millet û
hindikayiyan mafê ziman, perwerde û weþanê tine be. Ji aliyê din ve
jî damezirandina TRT 6ê bi zimanê Kurdî ji aliyê dewlet û hukumeta
Tirk ve qenciyeke wisa bi taybet nîne. Hema em ew qurban û bedelên ku
heya niha hatine dayîn û daxwaza serxwebûna Kurdistanê, federasyon
û hwd. û her tiþt jî di nav de bidin dera hanê.
-
- Dewlet
û hukumeta Tirk ji xelkê Kurd qat bi qat bacê distîne, Kurdan diþêlîne,
hemû hebûna Bakurê Kurdistanê ya sererdîn û binerdîn ji bo xwe
tenê bi kar tîne, talan dike. Di ser de jî dewletê heya niha çi
xerabî ji dest hatiye bi Kurdan kiriye. Loma ev qencî nîne, mafekî
rewa ye ku heya niha dewleta Tirk rapêç kiriye, xesp kiriye.
-
- Tevî
ku ev gavavêtina damezirandina televîzyoneke bi zimanê Kurdî pir baþ
e, lê bixwe re pir nîþanên-îþaretên pirsan jî tîne. Bi rastî
niha bi mîlyonan Kurd wek min pir xem dikin ku dê ev televîzyona çawa
wisa bi hêsanî û bê pirsgirêk weþana xwe bike. Gerînendeyê giþtî
yê TRTê kanala TRT 6ê ji niha de di çerçova sînorên bi qanûnên
heyî ve girê dide.
-
- Li
Tirkiyê hên di warê huqûq û polîtîkayê de ti gav û garantiyek
ji bo Kurdan û yên din nehatiye avêtin. Loma weþandina vê televîzyonê
bi ta û ben ve girêdayî ye. Dewlet kînga bixweze dê wê televîzyonê
ji ber sedemên tiroviroya ku ew ev 80 sale xwe û xelkê dixapînin bi
dawî bînin û bigirin.
-
- Dewleta
Tirk di vê mijarê de jî dîsa dide îspatkirin, ku ew ti demê ji dil
de li çareserkirina pirsgirêkê nanêre, ji ber ku êdî rê, rêçik
û bahane ji bo wan nemane, loma tenê dixwezin bi rûbarî(yüzeysel)
çareser bikin, da ku xwe bi polîtîka erzan biparêzin û bibêjin ka
binêrin êdî ew jî li gor rewþa cîhanê tevdigerin.
-
- Lê
realîte, rastî ne wisa ye. Heya Tirk bi polîtîka ratsoynel tev
negerin, mafê Kurdan û yên din di zagona bingehîn de garantî nekin,
kes ji wan bawer nake. Heya çend roj berê jî mepûsek bi eslê xwe
Kurd di parlamena Tirk de gotina Kurdî bi kar anî, serokê parlamenê
nerazîbûna xwe anî ziman û di girtenameya(tutanak) parlamentoyê de
gotina Kurdî wek zimanekî nenas da nivîsandin.
-
- Mantiqê
Tirkan di pirsa Kurd û Kurdistanê de têkçûye. Ew mantiqê di pirsa
Kurd û Kurdistanê de neþixule, dê ji zimanê Kurdî re di televîzyonê
de çawa xizmetê bike?
-
- Heya
îdeolojiya Kemalîzimê, ev pergala bi kirêt li Tirkiyê hilneweþe,
saltanata generalan belav nebe, ne mimkune ku mantiqê Tirkan di pirsa
Kurd û Kurdistanê de bê tamîrkirin.
-
- Ez
jî ji niha de pir meraq dikim dê TRT 6 çawa be. Lê bi baweriya me çi
dibe bila bibe divêt em hinekî bi sebir li pêvajoyê binêrin ka ewê
çawa bikin?
-
- Heger
Kurd ji niha de têkevin nava nîqaþ û gengeþiyên ku kî di wê
televîzyonê de kar bike, kî di wê televîzwonê de derê û nêrînên
xwe bibêje wek îxanetî îlan bike, dê ji bo wan jî ne hêsan be paþê
ji nava wê sûcdarî û tawanbariya îxanetê derkevin.
-
- Divêt
Kurd tiþtekî baþ fêhm bikin. Kurdayetî, Kurd û Kurdistan tekel û
monopola bavê ti kesî û ti rêxistinê nîne. Xelkê Kurd tenê
xwediyê wê derê ye.
-
-
-
|
|
|