HETA ÞER NEKEVE MALA GENERALÊN TIRK Û KEZEBA GENERALAN NEÞEWITE, PIRSGIRÊKA KURDAN Û TIRKAN ÇARESER NABE
 
 
 
 
FÛAD SÎPAN (AKPINAR), fuadsipan@yahoo.de
 
Almanya, 24.10.2007
 
 
 
Kurdistaniyên hêja!
 
Beriya ez li ser biryara derbasbûna teskerê di parlamena Tirk de, gefên generalên Tirk û çavsoriya çapemeniya Tirk û êriþên Tirkan yên van rojana li ser Kurdan bisekinim dixwezim bûyereke pir girîng ji raya giþtî re eþkere bikim.
 
Bi taybetî van dawiyan ji nivîsên Ahmet Altan, Mehmet Altan û hin kesên din jî kifþ dibe ku þerê di navbera PKKê û leþkerên Tirk de bala mirovan dikiþîne ser wê yekê ku mirov divê qey ev hemû bi zanetî ji merkezekê tê birêvebirin. Wisa têye xuyakirin ku ji navendekê pêlî biþkokê hatiye kirin ku tevgera Kurd û Kurdistanê bêye pelçiqandin, bê tesîr xistin. Waye Tirkan dîsa bi kuþtina bi dehan leþkeran li ser sînorê Bakur û Baþûrê welatê me gaz dane wê yekê ku Kurdistana azad dabigirin.
 
Wek tê zanîn di roja 07.10.2007-an de 13 esker hatibûn kuþtin. Ji wan kuþtiyan jê 8 bi esil Kurd in. Ji wan 8 kuþtiyan yek jî ji bajarê Erziromê, navça Qereyazî-Karayazi, ji gundê Keveriyê bû. Qereyazî li herêma gogsî nêzîkî çiyayê Sîpanê Xelatê ye. Tirkan navê gundê Keveriyê guhertine û jê re dibêjin “Tosunlu”.
 
Ji ber ku ez jî ji navça Qereyaziyê me, loma min çend roj di pê bûyerê re ji Qereyaziyê re telefon kir ku bizanibim ew xortê hatiye kuþtin ji malbata kê ye. Ez bi vê mebestê bi çîroka kuþtiyê bi navê Ahmet Þükrü Karataþ hesiyam. Agahdariyên bi rêya telefonê gihiþtine min wiha ne:
 
Hên dema ku cenazê Ahmet Þükrü bi helîkoptereke leþkeran re bi rê de ye ku were gund, bavê kurik ji xelkê re dibêje ku leþkeriya Tirkan lawê wî kuþtiye. Dema cenazê lawik tê gund bavê kurik Alattin Karataþ li hizûra xelkê ji Serhengê (Yarbayiyê) Tirk re dibêje: We lawê min kuþtiye. Yarbay dibêje çawa dibe ku me lawê Te kuþtiye, ew jî li pêþiya gel û çapemeniya Tirk dibêje ku kurê wî sê roj beriya kuþtina xwe ji wî re telefon kiriye û gotiye, bavo Berbazeke (Astsûbayeke) Tirk em zarokên Kurd hemû hilbijartin û tehdît li me kir û got emê we hemûyan bikujin. Lawikê Alattin herwisa ji bavê xwe re gotiye, bavo ez sax nazivirim. Yarbayê ku ji hêza eskerî ya Alaya Erziromê ji Alattin Karataþ re dibêje, tu niha dil tengî, emê paþê biaxivin. Yarbay di heman demê de li ser gotina Alattin Karataþ bangî Astsûbayê Þirnaxê dike û diþîne mala Alattin Karataþ ku pê re biaxive. Di navbera wan de çi hatiye axaftin ez nizanim. Çapemeniya Tirk diyaloga di navbera Yarbay û Alattin Karataþ de hemû qeyd dike, lê li ser vê bûyerê ti tiþtekî naweþîne. Alattin Karataþ paþê ji xelkê re dibêje ku ewê di derbarê kuþtina lawikê xwe de li dijî leþkeriya tirkan dawê vebike.
 
Dema min ev bûyer bihîst, min bi Alattin Karataþ re di roja 20.10.2007an bi rêya telefonê pêwendî çêkir. Jixwe ez wê rojê ji bo programeke televîzyonê ji bo Kurdistan-TV hatibûm vexwendin. Min ji K-TV re pêþniyar kir ku em bi Alattin Karataþ re di bernamê de biaxivin. Ev pêþniyariya min hate pejirandin û min beriya bernamê Alattin Karataþ agahdar kir ku ew li hêviya telefona me bimîne, emê di dema programê de jê re telefon bikin. Mixabin ji ber ku ew bi rê de bû û di dema programê de çend caran telefona wî ya destan hate ceribandin ku em pê re biaxivin, lê çê nebû. Her carê xiþiltî der diket, loma me jî dev ji wê hevpeywînê bi Alattin Karataþ re berda. Lê min roja din xwest dîsa bi rêya telefonê bi wî re biaxivim ku ew her tiþtî ji min re bibêje. Lê mixabin ji ber ku telefona wî di bin kontrolê de ye û ewî gef û tehdît ji leþker û polêsan girtibû, loma êdî nexwest bi min re biaxive. Lê rastiyek heye ku bi sedan kes ji xelkê Qereyaziyê þahidên vê axaftina di navbera Yarbay û Alattin Karataþ de hene. (Bernama K-TV wek pakêt hate amadekirin û dê di 24.10.2007an de bêye weþandin)
 
Ez niha hema hema her roj bi Qereyaziyê re diaxivim. Ji ber ku xelkê Qereyaziyê di þîna lawê Alattin de silogan li dijî PKKê neavêtine, loma niha bi sedan MIT û istixbarata Tirkan ketiye Qereyaziyê û li ser piþta xelkê Qereyaziyê agir dadaye. Xelkê Qereyaziyê ji istixbarat û leþkeriya Tirkan bêzar bûye. Ji alî kî ve tirs heye û li aliyê din jî her kes bi baldarî li rewþa Kurdistana azad dinêre. Xelkê Qereyaziyê bi gotinên serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî gelek dilþa ne û hêvî dikin ku kurdên Baþûr ji helwesta xwe gavan þûn de neavêjin.
 
***
 
Serokwezîrên Tirkan Recep Tayîp Erdogan û hukumeta wî bi ya generalan kirin û di roja 17.10.2007-an de teskere di parlamenê de derbas kirin. Partiyên Tirkan AKP, CHP, MHP û yên din hemû bûne yek û bi 507 dengan di parlementoyê de teskere derbas kirin. 19 mepûsên partiya DTP, ÖDPê û mepûsekî ji partiya CHPê bi navê Eþref Erdem li dijî biryara teskerê derketin. Çend mepûsên endamên AKP û CHPê yên ji Bakurê Kurdistanê jî beþdarî civîna parlamenê nebûn. Wekî din hemû mepûsên AKP û CHPê ku eslên wan Kurd e ji teskerê re gotin erê. Heger ez ne þaþ bim hejmara wan mepûsên ku eslên wan Kurd e û ji teskerêre gotin erê ji 100î ne kêmtir e.
 
Bê guman ji Tirkan gazin nabe, helwesta wan eþkere ye, ew neyartiyê bi gelê Kurd re dikin û armanca wan ew e ku heyiyên Kurdan li Baþûrê welatê me ji holê rabikin. Lê emê ji wan parlamenterên ku eslên wan Kurd e û ji teskerê re gotin êrê çi bibêjin? Gotineke pêþiyên me dibêjin “Kurmê darê ne ji darê be, dar kurmî nabe”
 
Bi rastî helwesta van mepûsên bi esil Kurd ji sînorê sebra mirovatiyê derbas dibe. Em Kurd di demeke wisa hesas û dîrokî de derbas dibin, dawiya vê teskera Tirkan çi dibe bila bibe, divêt wan mepûsana hêsabên xwe baþ bikin. Ew ketine nava îxanetiyeke wisa ku wan li ser qedera hebûn û tinebûna Kurdan biryar daye. Dîrok dê ji wan hesab bistîne. Divêt çapemeniya Kurdistanê wan kesana di nava gelê Kurd de wek caþ rezîl û riswayê alemê bike. Wekî din li Bakurê Kurdistanê kîjan Kurd piþta hov û çavsoriya Tirkan bike, bila baþ bizanibe, dê ti demê xwe ji caþîtî û îxanetiyê xelas neke.
 
Kurdistana azad ji bo neyarên Kurdan bûye wek dirik û di çavên wan de çikyaye. Ev 80 sal e ku generalên Tirk ji xelkê xwe û dinya-alemê re li ser Kurdan derewan dikin. Ji ber ku êdî derewên wan kêra ti tiþtekî nayê û roj bi roj þirîgên derewên wan jî kêm dibin, loma êdî xelkê wan jî li ser derewên wan travma dibînin, di nava depresyonan de xwe digevizînin. Generalên Tirk xelkên xwe xistine nava pîskolojiyeke wisa xerab ku gunehê mirovan bi wan tê. Ji çep û rastên wan hema hema hemû bûne nexweþên aqilsivikahiyê. Tirk nikarin ji pirsgirêka Kurd re çareseriyeke aqilane bibînin. Ew hên jî bawer in, dê bikaribin bi siyaseta reþkirin û înkarkirinê jiyana xwe bimeþînin.
 
Generalên Tirk çapemeniya xwe bi taybetî jî çapemeniya Dogan, Hürriyet, Milliyet, Star, Radikal, KanalD, Star-TV û hwd. ji bo siyaseta xwe ya bi kirêt bi kar tîne. Generalan tevn li dar xistiye, generalên Tirk di nava ava þêlû de li masiyan digerin, bi fen û fûtan, bi ba û bahozeke wisa çapemenî fît kirine ku ew li dijî Kurdan bê sînor propoganda dijminahiyê bi kar tînin.
 
Rewþ êdî gihaye qadeke wisa ku heta þer nekeve mala generalên Tirk û ew ji rewþa niha ziyanê nebînin, dê ti demê ji helwesta xwe gavan þûn de neavêjin. Sempatiya generalên Tirk tine ye, çimkî ewan ti demê bedel û ziyan nedaye, her demê di nava seltaneteke mezin de jiyane û naxwazin saltaneta xwe ji dest bidin, loma heta þer nekeve mala generalan û kezeba wan neþewite, ew'ê li ser siyaseta xwînê jiyana xwe bidomînin.
 
Divêt bi taybetî van dawiyan kirinên Tirkan li dijî Kurdan pozê Kurdên Bakur biþewitîne û di vê roja teng de li axa welatê xwe ya azad xwedî derên û li her derê Kurdistanê bi çalakiyan nerazîbûna xwe bînin ziman. Divêt qet nebe em Kurd ji çapemeniya Tirkan ya çavsor þerm bikin ku ew bi çi awayî li dijî gelê Kurd agir dipijiqînin, jehriyê dirêjînin.
 
Lê divêt em di dawî de vê jî bibêjin ku her tiþt bi helwesta desthilatiya Kurdistana azad ve girêdayî ye. Heger desthilatî û gelê me li Kurdistana azad xwe bi mêrxasî biparêzin û ew ji helwesta xwe gavan bi þûn de neavêjin, di dawî de ji Tirkan re pal û pistî nekin, ez sedî sed bawer im dê hemû Kurd li seranserê Kurdistanê û cîhanê bi wan re bin. Heger gelê Kurd bi yek dengî dengê xwe li dijî neyartî û neheqiya Tirkan derîne, ne gefên Tirkan, Bomba Atomê jî nikare bi Kurdan.

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org