TRT 6 BI BERNAMA GULER IÞIKÊ ZIMANÊ KURDÎ DILEWITÎNE

 

 

FÛAD SÎPAN

fuadsipan@yahoo.de
 
Almanya, 01.05.2009
 
 

 

Kurdistaniyên hêja!

 

   Ez pir kêm caran li televîzyonê temaþe dikim. Jixwe, ji bona ku demên xwe vala derbas nekim, ev nêzîkî 10 sal e di mala min de televîzyon jî tine. Lê hin caran bernamên siyasî û yên hûnerî li ser rêya Înternetê temaþe dikim.

Vekirina TRT 6ê derewên Tirkan yên nêzîkî 90 salî li ser înkar û îmhakirina Kurdan pûç derxist. Ev bûyereke dîrokî ye. Tirkan bixwe, xwe di cîhanê de rezîl û riswa kir. Îro di cîhanê de êdî baweriya ti kesî bi Tirkan ne maye. Têkiliyên Tirkan yên bi derve re jî tenê li ser berjewendî û menfîatan in.

Wek tê zanîn Rojîn ji TRT 6ê veqetiya. TRT jî di astengiyeke dijwar de ma û ji xwe re li stranbêjan geriya û di dawî de li þûna Rojînê Guler Iþik danîn.

Min du rojan li ser hev di navbera 5-10 xulekan de bernama wê temaþe kir. Bila xanima hêja li min bibûre, dengê wê xweþ e, bejn û bala wê jî xweþik e, lê hey star dema Guler dest bi axaftina Kurdî dike, cehaletî ji devê wê dipijiqe û bi nezaniya xwe zimanê kurdî dilewitîne. Hevokeke rast ji devê wê dernakeve û du gotinên wê li hev nayên. Ev bernama Gulerê ji TRT 6ê re skandal e. Herwisa lîstika bi zimanê Kurdî ye. Divêt TRT 6 di heman demê de vê bernamê rake, yan jî di þûna wê de keseke/î têgihiþtî hilbijêre. Wekî din di bernamê de axaftinên mêvanan jî pir qels in. Jixwe xaxiya(rezîliya) herî mezin jî ew e, ku di televîzyoneke bi zimanê Kurdî de stranên tirkî bêne weþandin.

Bê guman kêmasiyên bernama Rojînê jî pir bûn. Min çend caran li bernama wê temaþe kir. Lê Rojîn ji xênjî stranbêjiya xwe di televîzyonê de wek moderator rola mamostetiya zimanê Kurdî wergirtibû ser milê xwe. Min pir ji wê helwesta wê hez kir. Ew helwesteke pîroz bû. Rojîn xwe baþ perwerde kiriye û zimanê Kurdî baþ bi kar tîne.

Dê neheqî be, ku em hemû bernamên di TRT 6ê de wek hev bigirin. Lê divêt em baþ bizanin, ku televîzyon ne tiþtekî hasan e. Divêt hemû bernamên televîzyonê bi awayekî profesyonel amade bibinû pêþkêþî gel bibin. Çimkî televîzyon neynika (eynika) gel  e û di dima me ya îro de kêreke du dev e.

Çawa ku TRT wê hesasiyeta ku dide zimanê Tirkî û bernamên, ku ew ji bo Tirkan çêdikin, divêt eynî hesasiyetê bidine zimanê Kurdî jî.

Lê di vir de helwesta redaksiyona Kurdî pir girîng e. Divêt redaksiyona zimanê Kurdî rola (rista) xwe baþ bilîze û bi qasî berpirsiyariya xwe li hemberî çanda Kurdî be. Heger ne wisa be, dê nikaribin ji bin vî karî derên û pirsgirêkên pir mezin ji bo xwe û neteweya xwe derxin.

Þîreta min li endamên redaksiyona kurdî ew e, ku ew têgihiþtî û xwedî berpirsiyarî bin. Divêt endamên redaksiyonê bi sedema vê berpirsiyariya mezin, serên xwe ji hev re deynin û ji bo girtina biryaran dest ji berjewendiyên xwe yên kesayetî berdin, bi hev re kompromisan bibînin û bi yekdengî biaxivin. Ango divêt ew li hember berpirsiyarên xwe yên Tirk xwedî yek deng û helwest bin, bi hev re dest bi kar bikin, û çi gava wan dît, ku ji wan tê xwestin -veþartî yan eþkere- ku ew li dijî ziman û çanada xwe bixebitin, bi hev re dest ji kar berdin. Ev yek dozeke mirovayetî û wijadanî ye. Divêt armanc ew be:

 

Televiziyoneke bi zimanê kurdî

ji bo bipêþvebirina ziman û wêjeya kurdî ye.

 
 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org